Paradîgmayek nû ya azadiya mirovahiyê - 4

Di serdemekê de ku jin pir caran tenê wekî qurbanî an sembol têne dîtin, şervanên jin ên Kurd ji nebûnê berbi navendbûyînê ve diçin. Ketina wan ya rê ne ji bo daxwaz kirina mafan bû, ji bo avakirina rastiyek nû ye.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Di dilê erdnîgariyeke parçebûyî de, ezmûnê şervanên jin ne wekî îstîsnayek, lê wekî ji nû ve pênasekirina qehremanî û têgeha "xwebûnê" derdikeve holê. Ev dosya ne tenê çîroka yekîneyên çekdar ên jinan vedibêje; di vê pêvajoyê de derketina hêza jina ya rêxistinkirî û bi birdozî çawa dikare rast pênaseya hêzê bike.  Di vê pêvajoyê de, jinên şoreşger yên ku rastiyê ji nû ve ava dikin û bi cîhanê re bi zimanê azadiyê diaxivin derdikeve holê.

Ezmûnên jinan ên ku xwe çek dikin û artêşên xwe yên taybet ava dikin - wekî ku di sê beşên pêşîn ên vê dosyeyê de hatine nîqaş kirin – di bingeh de ji ezmûna jinên Kurd cuda ne. Li her çar beşên Kurdistanê, jinan gelek avahiyên leşkerî yên wekî YJA STAR, YPJ, HPJ, û YJŞ ava kirine û fermandarên jin avakirine û rêveçûyîna şer re fermandarî jî kirine.

Tiştê ku van yekîneyan ji hev cuda dike ev e ku ew ne tenê avahiyên şer in; ew di heman demê de li ser bingeha felsefeya "Jin Jiyan Azadî" qadên rewşenbiriyê û akademîk avakirine.  

Her çend beşdariya jinan di nav refên tevgera rizgariyê de li Bakurê Kurdistanê bi damezrandina PKK’ê di dawiya salên 1970-an de dest pê kir jî, ev pêvajo di qonaxên diyarker re derbas bûye. Di destpêkê de, jinan bi awayekî ferdî beşdarî yekîneyên cuda bûn û bi giranî rolên rêxistinî û siyasî girtin ser xwe.

Lê, di salên 1990’î de, jinên di nav PKKê de xweseriya jin ê bi dest xistin û b vê yekê re têgeha "artêşa jinan" derket pêş. Di sala 1993’an de, şervanên jin yekîneyên xwe yên yekem ava kirin. Ev pêşketin piştî ku di sala 1992’an de Bêrtîna Hêvî jiyana xwe ji dest da şûnde derket pêş. Çîroka wê bû sembola berxwedanê li dijî xiyanetê, ev yek ji bo jinan bu xala werçerxê dijî zilm û bindestiyê.

di erdnîgariya Kurdistanê de ya ku di sînorên dewletan de û sepandinê wan de nayê cîh kirin “Yekîneyên Jinên Azad - STAR" (YJA STAR) di sala 2004’an de hate damezrandin. Avabûyîna vê hêzê ne tenê weke avahiyek çekdarî lê heman demê de di feraseta berxwedaniyê de guhertinekê girîng yê çawaniyê raber dike. Ev artêş dide diyar kirin ku jin ne tenê beşek ya di nava şoreşê de ye, ew heman demê de rêber û parazvanê şoreşê ye.

 


Damezrandina YJA STAR ne tenê biryarek rêxistinî bû; Ev yek di heman demê de encama nîqaşên kûr ên îdeolojîk bû ku ji hêla şervanên jin ve di bin bandora ramanên Abdullah Ocalan de hatine meşandin. Li gorî Ocalan, jin koloniya yekem e û azadiya wê şertek ji bo azadiya tevahiya civakê ye. Ev fikir veguherî avahiyek rêxistinî ya serbixwe ku bi tevahî li ser bingeha rêbertiya jinan û bernameyên perwerdehiyê ye û taktîkên leşkerî bi analîza felsefî re dike yek.

Li gorî gelek tevgerên çekdarî yên din, şervanên jin ên Kurd xwedî paşxaneyek felsefî ya kûr in. Çiyayên Qendîlê û herêmên sînor ên Bakurê Kurdistanê wekî "akademiyên vekirî" têne dîtin. Perwerde li vir li du beşan dabeş dibe: perwerdehiya mayînde û leşkerî di şert û mercên dijwar ên avhewayê de bi metre berf; û perwerdehiya rewşenbîrî ku demjimêrên xwendinê û nîqaşên kolektîf li ser dîroka şaristaniyan, dîroka jin û siyaseta navneteweyî vedihewîne.

Ev yekîne navê xwe ji "STAR" digirin, di mîtolojiya Kurd de STAR ji xwedawenda bereket û azadiyê tê. Ev hilbijartin ne tesadufî ye; ew daxuyaniyek sembolîk e ji bo vegerandina pozîsyona dîrokî ya jinan wekî çavkaniya jiyan û berxwedanê ye.

Cudahiya YJA Star ji yekineyên jin yên cîhanê

Tiştê ku YJA STAR ji gelek yekîneyên jinan ên li çaraliyê cîhanê cuda dike, serxwebûna wê ya ji her hêlan ve ye. Ev rêxistin ne girêdayî yekîneyeke mêran e û ne desteyek sembolîk e ku dema pêwîst be tê gazîkirin; berevajî vê, ew rêxistineke serbixwe ye ku jin hemî karan digirin ser xwe - ji kemînan bigire heya fermandarî û biryardana siyasî li qadê. Ev serxwebûn ne tenê teknîkî ye, lê di heman demê de ne sembolîk e jî, nîşan dide ku jin ne tenê dikare şer bike, lê di heman demê de dikare şer bi rê ve bibe, stratejiyên wê diyar bike û rêgeha xwe ya exlaqî destnîşan bike.

Di felsefeya YJA STAR de, şehîdên jin wekî aktorên çalak têne binavkirin. Têkoşînek weke Bêrîtan Hêvî ku xwe radest kirinê red dike, li hember tevahî başverûtiyê şer dike, îxanet li rêgezên xwe nake û dijî xwe radest kirinê çeka xwe dişkîne û xwe ji zinar de tavêşe esas digrin. Yan jî şehîdên mîna Zîlan (Zeynep  Kinaci), ku di dîroka tevgera azadiya Kurd de bûn sembolek navendî û bi taybetî di ramana PKK’ê de, cara yekem bû ku jinek pêşengtiyê ji fedaîbûyînê re dike û li dijî artêşa Tirk çalakiyek fedayî pêktîne. Ew ne tenê di salvegeran de têne bîranîn; hebûna wan di her kêliyê rêxistinê de tê hîskirin. Wêne, gotin û hûrguliyên şehadeta wan wekî amûrên perwerdehiyê, rêgezekê yê exlaqî û nivîsên bingehîn têne bikar anîn ku qehremaniya jinan ji nû ve pênase dikin. Li vir, şehadet ne dawî ye, lê destpêka hişmendiyek nû, zimanek nû û peymanek nû ye ku tê de jin êdî ne pasîf in kirde bixwene û ew dîrokin.

Her çend YJA STAR li erdnîgariya Kurdan xebatê xwe dide meşandin jî, lê hişmendî û feraseta wan sînoran nas nake. Ew bi jinên li Amerîkaya Latîn, Filistîn, Îran û Ewropayê re diaxive û ji wan re dibêje: “Em zilmê dizanin û em dizanin çawa li ber xwe bidin; werin em ji bo jinan sedsalek nû ava bikin.” Ev feraset û gotinên ku navnetewîbûyîn derbas dike tenê li ser hevgirtina hestyarî, lê di heman demê de li ser projeyek azadker a hevpar jî hatiye damezrandin.

Zayîna berxwedana jinan li Rojhilatê Kurdistanê

Li bilindahiyên çiyayên bi heybet yên Qendîlê, li cihê ku zehmetî û biryardariya bêdawî yê bi hev re di welidin, Hêzên Parastina Jinan ên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) di sala 2006’an de hate damezrandin. Ev ne tenê rêxistineke leşkerî ya nû bû; ew qîrîneke serhildanê bû ku ji Rojhilatê Kurdistanê radibû, têgeha hêzê bi tevahî ji perspektîfa jinê ji nû ve pênase dikir. Ev felsefe ji felsefeya "jina azad" a ku ji hêla Abdullah Öcalan ve hatibû pêşkêş kirin îlham girtibû.

Di feraseta HPJ de, çek ne amûrek êrîşê ye, lê amûrek "xweparastina rewa" ye. Ev felsefe mafê parastina laş, ramanên xwe û civakên xwe dide jinan. Ev îdeal bi tenê bi jinên Kurd ve sînordar nebû; ew azadiya jinên Fars, Azerî, Belûç û yên din jî xeyal dikir, ku her jina bindest a li Îranê vedihewîne û armanc ew bû ku “sîstemek konfederal a demokratîk" were afirandin ku azadiya her kesî garantî bike.

Şervanên HPJ ji serhildana piştî kuştina Jina Amini ne xerîb bûn; ew li çiyayan sekinîn, li kolanên Sine û Tehranê cesareta jinan temaşe kirin û amadebûna xwe ragihandin ku bibin mertala parastinê ya vê şoreşê. Cilên wan ên leşkerî ji cilên meydanê derbas bûn, bûn sembolek cidî ya berxwedana jinan li çaraliyê cîhanê.

Şervanên HPJ jiyana “Gerîllatiyê" li serê çiyayan de hilbijartin. Jiyana wan bi tevahî serbixwe ye; ew karûbarên xwe bi xwe birêve dibin, bi destên xwe biryarên li ser şer û aştiyê didin û ji cîhanê re îspat dikin ku dema jinek biryar dide ku xwe biparêze, ew bêyî wesayeta mêran rastiyek nû diafirînin.

Zayîna YPJ’ê

Li herêma xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ji şoreşa Sûriyeyê derket û li kêleka YJA STAR wekî xwişk û birayên biçûk cih girtin, lê zû nasnameya xwe ava kirin. Di demekê de ku YJA STAR di çarçoveya têkoşîneke demdirêj a bi dewleta Tirkiyeyê re hate şekildan, YPJ di kêliyek şoreşgerî de derket holê û bajaran rizgar kir. Ev ne tenê bersiveke leşkerî bû ji bo valahiyeke ewlehiyê; ew di heman demê de ji nû ve pênasekirina rola jinan di civakê de û daxuyaniyek zelal bû ku azadî di laş de dest pê dike û bi ramanê tê avakirin.

Çîrok di sala 2011’an de dest pê kir; jinên Kurd tevlî refên parastina kesane bûn û her ku gef zêde dibûn, di 13’ê Sibata 2013’an de, komek keçên ciwan yekem tabûra jinan li herêma Cindirêsê ya Efrîn ava kirin, ku wan navê wê kirin “Tabûra Şehîd Ruken.” Ev tabûr bingeha yekîneyên parastina jinan pêk anî.

Avakirina tabûrên jinan li herêmên cûda berdewam kir; mînakî “Tabûra Şehîd Adale” li Qamîşlo û "Tabûra Şehîd Dîcle” li Kobanî, û piştre Dêrik û Dirbesiyê. Ev tabûr ji xwebexşên heta 40 salî pêk dihatin. Di 2’ê Nîsana 2013’an de, konferansek damezrîner li Dêrikê bi dirûşmeya "Yekîneyên xwe yên parastina jinan birêxistin bikin da ku serkeftina şoreşê misoger bibe" hate lidarxistin û du roj şûnda, YPJ bi fermî hate ragihandin.

Bi demê re, YPJ berfireh bû, bi hezaran şervan ji paşxaneyên cihêreng di nav xwe de girt û di heman demê de akademiyên birdozî û leşkerî yên wekî "Akademiya Şehîd Şîlan" ava kirin.


Li Eniyê

YPJ di şerên weke Kobanî û Şengal de ku çarenûsê diyar dikin de şer kir û beşdarî rizgarkirina deverên berfireh ji DAIŞê bû, di nav de Reqa, Tel Ebyad, Minbîç û Dêrazor; bû sembolek gerdûnî ya têkoşîna çekdarî ya jinan ji bo azadî û rûmetê.

Pirsa rastîn ev e: ne çawa, lê çima? Li herêmekê ku jin di dîrokê de ji pêvajoyên biryardanê hatine dûrxistin, çima jin çekan hildigirin? Sedem ne tenê şerê li dijî DAIŞ’ê an hêzên tarî ye; ew hewldanek e ku pergalek li hember hêzên cîhadîst yên ku dixwazin marjînalbûyînê avabikin, serdestiya xwe serwer bikin û qirkirina jin û nasnameya wê pêkbînin avabikin. Damezrandina YPJê, berî her tiştî, kiryarek hebûnî bû; ji bo ragihandina ku jin ne "guhdar" lê "çalak" in, ji bo nîşandana ku ew parêzvan in, ne yên parastî ne.

Îdeolojiya Rizgariya Jinan

Yekîneyên parastina jinan dibêjin ku şerê li dijî pergala baviksalar tê wateya şerê li dijî hemû şêweyên otorîterîzmê û ji nû de avakirina civatek Demokratîk bi hilweşandina zîhniyeta serdest a pergala baviksalarî pêkane. Bi rêya akademiyan, komînan û encumenan, ew jinan ji bo beşdarbûna çalak di pêvajoyên biryardanê de amade dikin, amûrên ji bo analîz, rêxistin û berxwedanê didin wan. Bi vî awayî, ew ji modela "tenê şervan" ber bi modela "rêber û ramanwer" ve biguherin.

Şervanên YPJ’ê çekan hildigirin, lê ew vê yekê wekî sembolek daîmî nabînin. Hêz li vir ne di guleyê de ye, lê di kapasîteya afirandina alternatîfek rewşenbîrî û exlaqî ji bo rastiya ferzkirî de ye. Ji bo wan, têkoşîn ne armancek bi serê xwe ye; ew rêbazek e ji bo parastina projeyek civakî ku edalet, rûmet û wekheviyê wekî prensîbên azadiyê digrin dest.

Tiştê ku YPJ afirandiye ne bi hejmara şerên ku ew beşdarî wan bûne, lê bi “çanda ku wan ji nû ve pênase kiriye" tê pîvandin. Wan nêrîna kevneşopî ya jinan di civaka herêmî û cîhanî de guhertiye, îspat kiriye ku jin ne mijara vegotinê ne, lê belê bi hebûna xwe re têşe didin vegotin û ferasetan.

Ev veguherîna çandî di beşdariya jinan di siyaset, aborî û perwerdehiyê de jî xuya bû; rolên wan ne bi têkoşîna çekdarî ve sînordar bûn lê di heman demê de erkên wekî avakirina aştiyê, beşdarbûna di pêvajoya ji nû ve avakirinê de û şekildana bîra kolektîf jî dihewîne.

 


‘Têkoşîn û berxwedaniya YPJ’ê ji bo avakirina civakek azade’

Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi tevgerên jinan yên gerdûnî re gelek rêgezên wan hevparin. Lê di heman demê de, modelek xweser ya rastiya jinê jî derdixe holê.

Yek ji xala ku YPJ û tevgerên jin dike yek jî rêgeza wekheviya zayenda civakî ye. Wek gelek tevgerên jin, YPJ jî armanca wê azadiya jinê û veguherandina civakê ye. Her wiha ne tenê di jiyana taybet de, lê di siyaset û şer de jî, ew pergala baviksalarî dixe nava lêpirsînê de. Bivî aliyê xweve nêzî beşên femînîst ên radîkal û sosyalîst dibe.YPJ’ê di têkoşîn û berxwedaniya xwe de li ser avakirina avahiya civakê radiweste. Lewra bi vê yekêre YPJ’ê rihê tevgerên jin yên li Emerikaya Latîn û Efrîqa yê di teyisîne. Ev tevgerane şûna reformên jor, guhertinên li jêrde esas digrin.

Yek ji taybetmendiyên ku YPJ’ê ji tevgerên din cuda dike jî parastina çekdarî weke rêgeza jin di pejirîne. Her çiqasî gelek tevgerên jin bê tundutiyê di parêzin lê, YPJ’ê li dijî gef, zordarî, zilm, şer û bê exlaqiya heyî weke DAIŞ û kuştina jinan berxwedana bi çek weke bijarteyek yê pêwîstiyê û exlaqî dinirxîne. Ev rêbaz xwe bi rêbazên sînorkirî yên femînîzma lîberal a Rojavayî ve sînordar nake.  Herwiha, YPJ bîrdoziyê bi jiyana rojane re di nava hevde jiyan dike. Şervanên jin perwerdehiya birdozî û siyasî distînin, bi hev re dijîn û bi awayekî demokratîk biryaran digrin. Bi vî awayî, yêkbûyîna raman û pratîka şoreşgerî derdikeve holê. Rêberê wê yê herî berbiçav felsefeya "Jin Jiyan Azadî" ye. Ev têgihîştin, ku ji ramanên Abdullah Öcalan îlhamê digire, îdia dike ku rizgariya jinan nikare ji hevsengiya hawîrdorê û avakirina pergalek demokratîk were veqetandin.

Tevî vê jî ev yekîne, di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, ruxmê ku di azadkirina herêmên berfireh de fedekariyên girîng kiribin jî, ji aliyê Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve rastî dûrxistin û hedefgirtinê hatine. Ev rejîm têkoşîna jinan û berxwedana wan ji bo rejîm û birdoziya xwe weke gefek dibîne.  YPJ’ê bi derketina xwe re ew îmaja li hember jin dihat kirin weke ‘jina îtaatkar’şikand.

Ber bi azadiyê ve

YPJ’ê mînakek bi hêz ya artêşbûyîna jine. Bi taybetî jî ji bo tevgerên jinên cîhanî. YPJ’ê tevgerekê ku dibêje cîhanek nû bi tenê biryar û polîtîkayan ne bi xwe rêvebirin, parastina xwe ya cewherî, derbas kirina tirsê û avakirina kesayetek bi hêz gengaze. Her çiqasî tevgerên jin yên cuda bi meyzandinek rojavayî tevgerdikin jî lê YPJ bi temamî feraset û meyzandinek li ser bingeha fikrê jin ji xwe re esas digre. YPJ ne tenê hêzeke leşkerî ye, di heman demê de wekî hereketeke birdozî, siyasî û civakî ye jî. Di nav armancên YPJ’ê de azadiya jinan, wekhevî û mafê xwe-parastinê cihê herê giringe. Wekheviya civakê esas digre. Afirandina modela civakê ku li ser bingehê wekheviya jin û mêr ji xwere dike armanc.

Di roja me ya îro de yêk ji mijarên herê girîng ewe ku wê ev felsefeya jina azad çawa tevahî sînoran derbas bike û li ser tevahî erdnîgariyan xwe rêxistin bike. Bi ferast û hişmendiya jina ku xwe ji hişmendiya bavik salarî rizgar kiriye ji nû de bikaribe “hêz”ê şîrove bike. Em dikarin her jinê, li her derê, çawa bikin navenda guherînek civakî ya dadperwer?

Rabûna ji nava kavilan

Di nava karesata ku di Tebaxa 2014’an de çiyayên Şingalê hejand - ku qîrîna jinan bi toza çolê û bêdengiya cîhanê re tevlihev bû - Yekîneyên Parastina Jinên Şingalê (YJŞ) ji dayik bû. Ev yekîne îfadeya serhildaneke hebûnî bûn: serhildana jinên Êzîdî yên ku nasnameya "qurban" a ku ji hêla DAIŞ’ê û weke çarenûsa wan li wan dihat ferz kirin red kirin û bûyîna şervanên azadiyê hilbijartin.

Dema ku tarîtî xwe li ser gund û geliyan radixist û Êzidî bi qirkirinê re rû bi rû di man, hêzên gerîla û Yekîneyên Parastina Gel û Jinan (YPG/YPJ) korîdorek mirovî yê berbi çiyayan ve vekirin. Li wir, dema ku kesên saxmayî birînên xwe derman dikirin, keçên Êzîdî jî bi dest perwerdehiya çekan kirin. Pêşî di nav Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) de xwe birêxistin kirin û dû re di sala 2015’an de bi navê YJŞ serxwebûna xwe îlan kirin.


Van jinan felsefeya "xweparastinê" pejirandin: ji vê yekê bawer kirin, civaka ku nikaribe xwe bi parêze mehkûmê tunebûyînê ye. Jibilî çek, ilmê jin (jineolojî) baweriya wan ya li hember nasnameya olî, etnîkî û jinan ji nû de avakir.

Armanca YJŞ'ê ne tenê parastina Şengal'ê ve sînordar bû; têkoşîna wan veguherî çîrokeke “tolhildana pîroz.” Ji bo rizgarkirina Şengal'ê şer kirin, dû re çûn bajarê Surî Reqa yê da ku jinên Êzdî yên revandî rizgar bikin.  Her guleyek ku wan teqand, qîrînek bû li dijî kesên ku dixwestin rûmeta wan tine bikin. Ji bo kesên ku jinên Êzidî wekî "genîmetên şer" didîtin, ev yekîne bûn kabûsek. Bi vî awayî, li şûna ku werin tunekirin, jinên Êzidî bûn pêşengên azadiyê.

Bangek cîhanî

Ezmûna şervanên jin yên di erdnîgariya Kurdan de ne tenê wekî çîrokeke têkoşîna çekdarî an qehremaniyê derdikeve holê, lê wekî veguherînek kûr di wateya hebûnê de derdikeve holê. Ev mozaîka berxwedanê ya di navbera YJA STAR, YPJ, HPJ, û YJŞ de çêbûye tekez dike ku rizgariya jinan ne tenê dirûşmeyek e.

Ev hebûna jinan a berdewam û nûjenkirî di qadên berxwedanê de pirsek bingehîn derdixe holê: Cîhan çawa dikare ji van ezmûnan fêr bibe da ku têgehên azadî û edaletê ji nû ve pênase bike? Tiştê ku jinên Kurd pêşkêş dikin ne tenê modelek herêmî ye, ew bangek cîhanî ye ku ji bo pêşerojek azad jin dixe navenda jiyan û pêşerojê de.