Netewa demokratîk çareseriya qeyrana Rojhilata Navîn e-4

Rêvebera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Efrîn, rehenda çandê di netewa demokratîk de nirxand û da zanîn ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ev proje jiyanî bûye û yek ji rehenda wê çand e ku dikaribû hemû pêkhateyan hembêz bike.

‘Rehenda çandê bi pêşengiya jinan jiyanî bû’

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Rehenda çandê ya Netewa Demokratîk, ziman, perwerdeya zimanê dayikê, dîrok û hunerê digre nava xwe. Rêbertî hêmaneke bingehîn a xweseriya demokratîk weke rehenda çandî da diyarkirin. Şoreşa herî bingehîn û mezin a dîroka civakî, şoreşa ziman e. Ziman, yek ji nîşaneyên bêhempa ya geşedana civakî ye ku bîra civakî û ezmûnên pratîkî yên ku bi deh hezaran sal e jiyana civakî ava kiriye û bi roja îro re parve kiriye. Yek ji beşa çandî beşa herî girîng a dîrok e ku mirov nikare dîrokê ji dîroka mirovahiyê qut bigre dest. Beşa din a çandê ya girîng jî huner e. Huner qadeke çalakiyê ya înşaya civakî û ji nû afirandina çandê ye.

Beriya ku şoreş pêk were qada çandê li ser axa pîroz a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi rêxistin dikir. Piştî ku projeya netewa demokratîk ku îro bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser axa Rojavayê Kurdistan- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di sala 2014’an de xwe bi rêxistin kir, rehenda çandê jî ku beriya şoreşê xwe bi rêxistin kiribû, careke din dikaribû bibe deng, reng û şoreşa Rojavayê Kurdistanê. Girîngiya vê beşê ew e ku çawa xwe di xaka Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî kiriye. Ji rêveberiya Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gulistan Efrîn, nêrîna xwe parve kir.

‘Dema ku çanda pêkhateyan hev temam bike çanda neteweyî derdikeve holê’

Gulistan Efrîn girîngiya çandê li ser axa Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand: “Çand bi avabûna civakê re jiyanî bûye, ji nifşekî derbasî nifşeke dibe. Çand bi hemû beşên xwe dewlemend e loma tu carî tune nabe. Pergala kapîtalîzmê çima bi çandê dilîze û belav bûye, ji ber ku civak di dema dîrokê de wekhevb bû, cudahiya pêkhateyan tune bû. Dema ku çanda pêkhateyan hev temam dike, çanda neteweyî derdikeve holê. Divê ferd civakê esas bigre da ku çanda neteweyî bi pêş bikeve.”

‘Çanda neteweyî bi destên jinan bi pêş dikeve’

Gulistan Efrîn têkiliya jinan bi çandê re wiha anî ziman: “Jin di nava civakê de bingehîn û pîroz e. Ruxmê ewqas bûyer jiyaye ku bi kolekirina jinan re kolebûna civakê jî pêk hatiye lê heta di navbera herdu zayendan de wekhevî pêk neyê, çanda netewa demokratîk jî pêk nayê. Di dîrokê de mirov dibîne ku dema tepisandina jinan pêk tê, çand jî tê tepisandin û civak jî ji holê radibe. Azadiya civakê, bi azadiya jinan re gengaz e ku jin azad bibin civak jî azad dibe û çand jî bi pêş dikeve. Çanda neteweyî bi destên jinan dê bi pêş bikeve. Di dîrokê de gelek şoreş pêk hatiye, yek ji wan pêşketinan şoreşa zîraetê ye ku bi destên jinan bi pêş ketiye. Civakbûn li derdora jinan bi pêş ketiye loma jin çanda neteweyê bi pêş dixin. Gelek şoreşên cuda jî pêk hatin lê negihîştin serî çima? Ji ber ku jinan pêşengî nekir. Niha em dibînin, li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşek pêk hatiye û di hemû kar û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jin cihê xwe digrin loma şoreş bûye şoreşa jinan.”

‘Dîrok huner û ziman hebûna civakê pênase dike’

Gulistan Efrîn beşên ku di rehenda çandê de ne wiha anî ziman: “Çand berfireh e û gelek beşên wê hene mînak wêne, muzîk û dengbêjî, şano, wêje û zanist, folklor û gelêrî. Her wiha di nava çandê de ziman, dîrok û huner cihê xwe digre. Ziman bi xwe pênaseya nasnameya gelan e. Gelê ku zimanê wê tunebe, nasnameya wê jî tune ye. Ger zimanê civaka Kurd winda bibe dê Kurd jî winda bibin. Girîngiya ziman heye û bi şoreşê re, şoreş pêk aniye vê beşê. Dîrok bi xwe manewiyatek mezin e di nava civakê de e. Îro em dibînin bi hezaran cihên şûnwaran hene û mirov berhemên xwe li wir dibînin. Di hemû şûnwarên dîrokî de ked û hebûna jinan tê dîtin. Mirov dîroka Rojhilatê Kurdistanê dibîne zimanê jinan ê hunerî gelek pêşketî ye. Di aliyê helbest, nivîs û şanoyê de xwe bi pêş xistine û di dîrokê de pênase kirine. Xirabreşkê li bajarê Rihayê, li Bakurê Kurdistan heye ku di wir de hemû dîroka huner û mirovahiyê mirov dibîne. Ji wêneyên ku li ser keviran hatine xêzkirin, çanda neteweyî ya gelê Kurd jî mirov dibîne. Dîrok bi xwe veşartiye û roja îro tê jiyîn. Beşa hunerê afrîneriya çandê ye û çand nebe huner jî nabe. Ji dîrokê ve heta niha Kurd dikaribûn hunera xwe bi helbest, folklor û stranên gelêrî biparêzin, gelek berhemên Kurdan hatine dizîn. Huner bi xwe paşeroj e, roja îro û pêşerojê diyar dike. Ev her sê beş bi avabûna pergala netewa demokratîk re jiyanî bûn û hemû pêkhate dikaribûn bi çand, ziman û dîroka xwe hebûna xwe mayinde bikin.”

‘Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re rehenda çandê dewlemend bû’

Gulistan Efrîn diyar kir ku bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re rehenda çandê li Rojavayê Kurdistan- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanî bûye wiha anî ziman: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ku di 19’ê Tîrmehê de pêk hat, projeya neteweya demokratîk û hemû rehendên wê jî jiyanî bûn. Yek ji wan rehendan a çandê bû. Îro her kes dikaribû cihê xwe di rehenda çandê de bigre. Beriya şoreşê jî çand û huner dikaribû rola xwe li ser van axên pîroz bilîze. Lê bi projeya netewa demokratîk re hîn dewlemend bû hemû pêkhate cihê xwe di vê rehendê de girt û berhemên xwe dikaribûn jiyanî bikin. Îro jin pêşengiya vê rehendê dike û bi berhemên xwe dikaribûn şoreşê bîne ziman. Gelek kar û xebatên mezin hatin kirin ku îro jî ev xebat domiya. Di nava vê rehendê de zarok jî hatine birêxistinkirin ku zarok bi ziman, çand û hunera xwe mezin dibin.

‘Hemû pêkhate dikaribûn berhemên xwe pêşkêş bikin’

Gulistan Efrîn bi van gotina behsa bandora rehenda çandê ya li ser pêkhateyên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn dike: “Pêkhateyên Ermen, Suryan, Çerkez, Ereb û Aşûrî jî xwe bi rêxistin kirine û berhemên xwe pêşkeşî civakê kirine. Mînak mirov dema qala herêmên Reqa, Tebqa, Minbic, Dêre Zor, Til Hemîs û Til Berakê ku pêkhateyên din cihê xwe digrin. Van pêkhateyan bi kelecanek mezin rehenda çandê pêşwazî kirin. Hikûmeta Sûriyeyê girîngî nedaye çandê lê bi pêkhatina projeya netewa demokratîk re hemû pêkhate hatin birêxistinkirin. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ev proje jiyanî bû, navendên çandê li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin vekirin. Jin cara yekem e li wan herêman derdikevin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş dikin.”

‘Çanda neteweyî çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Gulistan Efrîn anî ziman ku huner bê rêxistin û bê bîrdozî nabe û wiha bi dawî kir: “Di hemû kar û xebatan de bê rêxistinbûn nabe. Di karê çandê de jî rêxistinbûn girîng e û di her alî de tê birêxistinkirin. Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê re ev rehend jî jiyanî bû. Ez bang li hemû pêkhateyan dikim ku werin hemû cihê xwe di çanda netew de bigrin, ji ber çanda netew çareseriya hemû pirsgirêkan e. Fikrên Rêber Apo xilasiya tevahî jinan e. Xilasiya jinan di netewa demokratîk û xweseriya demokratîk de ye loma divê em hembêz bikin û rehenda xwe xurt bikin.”

Sibê:Dîplomasiya netewa demokratîk her kes hembêz dike