Mîrateya têkoşîna 136 salan: 1’ê Gulanê
Xetera li ser destkeftiyên sereke yên çîna karkeran ji bo karkerên jin dramatîktir e. Ji karê wekhev re mûçeya wekhev, karê ku xebatkar bi fermî qeydkirî ne, ewlekarî û gelek daxwazên din ji bo jinan xwedî girîngiyeke jiyanî ne.
ELÎF AKGUL
Stenbol- Li Tirkiyeyê di her pêvajoya dîrokê de karker û jinên kedkar rastî kedxwariya dualî hatin. Jin di bazara kedê de yên herî bêparastin in, keda wan erzan e. Bi taybetî di demên dawiyê de ji ber krîza heyî vê yekê zêdetir xwe nîşan da. Ji aliyê jinan ve bi taybetî di pêvajoya pandemiyê û dû wê re, hebûna jinan a di jiyana kar de û newekheviyê xuyayîtir kir. Ji ber ku di vê pêvajoyê de qada xebatê, zêdetir di destên mêran de hewce dike ku mirov bi baldarî li ser vê mijarê bisekine.
Jin, di 1’ê Gulana 2022’an de, pêvajoyek ku wek zêdebûna bêkarî û windabûna debarê, kûrbûna newekheviya mûçeyan, barê kar û xebatên bêqural, zedebûna tundî û cihêkariya li dijî jinan a li kargeh û malê dijîn. Jin bi qeyrana aborî re weke yekem kesên in ku dikarin ji kar bên derxistin tên dîtin.
Rêjeya bêkariya jinan zêdetir e
Li gorî rapora herî dawî ya DÎSK-AR'ê, bi taybetî bêkariya jinên ciwan ji ya mêran zêdetir e. Her çend hikûmeta AKP'ê îdia dike ku îstîhdama jinan zêde kiriye yan jî wê zêde bike jî dema ku mirov li hejmarên rast binêre wisa xuya nake. Dema ku pênaseya berfireh a bêkariya ciwanan ji sedî 41,4 be, ev rêje ji bo jinan ji sedî 51,3 û ji bo mêran jî ji sedî 35,4 e.
Herî zêde jin bi bandor bûn
Di pêvajoya Kovîd-19 de, bi taybetî kesên ku li tevahî cîhanê ji kar tên derxistin jin in. Li gorî mêran zêdetir bi bandor bûne ji vê rewşê. Li gorî Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî ILO’yê, ji sedî 4,2 îstîhdama jinan û ji sedî 3 îstîhdama mêran ji ber şewbê kêm bû. Li gorî xebata li Cîhanê Perspektîfa Îstîhdam û Civakî ya ku ji hêla ILO’yê ve di 17’ê Cileya 2022’an de hat weşandin, tê texmînkirin ku yek ji komên piştî şewbê di kombûna bazara kar de herî hêdî pêk bê jin in.
Li gorî daneyên TUÎK'ê yên sê mehan ên çaryeka çaremîn a sala 2021'ê, dema ku em li dabeşkirina bêkariyê ya pênaseya teng û berfireh li gorî zayendê dinêrin, tê dîtin ku bêkarî di nav jinan de ji mêran zêdetir e. Di çaryeka çaremîn a sala 2021’ê de, ji bo mêran bêkarî ji sedî 9,9 û ji bo jinan jî ji sedî 14 hat ragihandin. Rêjeya bêkariya mêran ji sedî 18,6 û ji bo jinan jî wek ji sedî 29,6 e.
11 puan zêdetir e
Bi vî awayî, bi jinan re rêjeya bêkariyê ya pênaseya teng 4,1 puan û rêjeya bêkariyê ya pênaseya berfireh jî 11 puan ji mêran bilindtir e. Jin ji mêran zêdetir ji bêkariya ku Kovid-19 ava dike bi bandor dibin. Hejmara bêkariya pênaseya berfireh a li gorî daneyên TUÎK'ê hatiye hesabkirin jî bi jinan re 3 milyon û 830 hezar e û ji bo mêran jî wek 4 milyon û 440 hezar pêk hat.
Astengî newekhevî ye
Li gorî daneyên 2017-2020 a Xebata Şopandin û Binexşekirina Wekheviya Zayendiya Civakî ya Di Îstîhdamê de, dema ku îstîhdam teng dibe, jin ji hêza kar derdikevin. Li gorî vê xebatê astengiya herî girîng a li pêşiya îstîhdama jinan newekhevî ye.
Li aliyê din, jin bi awayekî ne fermî û ji hemû ewlekariyan dûr tên xebitandin. Li gorî îstatîstîkên endamên sendîkayên karkeran ên li Tirkiyeyê, ji 14 milyon karkeran tenê ji sedî 14 sendîkayî ne. Li Tirkiyeyê ji 14 milyon û 371 hezar û 96 karkeran tenê 2 milyon û 69 hezar û 476 karker endamên sendîkayê ne. Ji wan beşek pir kêm jin pêk tînin.
Cînayetên kar
Li gorî raporên Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) di sala 2021’ê de herî kêm 2 hezar û 173 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber ku rapor bi daneyên ji çapemeniya neteweyî û herêmî, hevalên kar ên karkeran, malbat, pisporên ewlekariya kar, bijîjkên cihê kar û sendîkayan hatine berhevkirin, li raporan re îfadeya "herî kêm" tê zêdekirin. Li gorî vê yekê, di meha Çileya 2021'ê de herî kêm 205 karker, di meha sibatê de herî kêm 142 karker, di meha adarê de herî kêm 144 karker, di meha Nîsanê de herî kêm 258, di meha Gulanê de herî kêm 240 karker, di meha Hezîranê de herî kêm 180 karker, di meha Tîrmehê herî kêm 155 karker, di meha Tebaxê de herî kêm 178 karker, di meha Îlonê de herî kêm 189 karker, di meha cotmehê de herî kêm 167 karker, di meha Mijdarê de herî kêm 177 karker, di meha Kanûnê de jî herî kêm 135 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Di sala 2021’ê de 62 zarok di cînayetên kar de mirin
Ji karkerên ku di sala 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane 165 jin û 2008 jî mêr bûn. Di heman salê de 21 zarokên karker ên 14 salî û biçûktir, 41 karkerên zarok/ciwan ên 15-17 salî, 222 karkerên 18-27 salî, 1091 karkerên 28-50 salî, 544 karkerên 51-64 salî û 143 karkerên temena 65 û jortir encama cînayetên kar de mirin. Dîsa li gorî daneyên Meclisa ÎSÎG’ê di sê mehên ewil ên sala 2022’an de 347 karker ji ber cînayetên kar mirin. Bi gotineke din, di navbera 1’ê Gulana 2021 û 1’ê Gulana 2022’yan de herî kêm 1771 karker mirin. Ji bo van hejmaran, daneyên Nîsana 2022’an yên ku hê nehatine ragihandin ne tê de ne. Ji sedî 122 (ji sedî 5,62) kesên di sala 21’ê de di cînayetên kar de mirin karkerên sendîkayî ne û 2048 kes jî (ji sedî 94,38) karkerên ne sendîkayî ne.
Bi şewbê re mirina karkerên jin zêde bû
Li aliyê din şert û mercên şewbê ewlehiya karê jinan û şert û mercên tenduristiya karkeran zêde kir. Dema ku di sala 2020’an de pandemî herî zêde hat hîskirin û derzî nû derket bazarê, ji ber Kovîd-19 55 karkerên jin jiyana xwe ji dest dan.
Ji bilî şewbê sedema mirina jinan a li cihên kar, qezayên trafîkê û xizmetê û tundiya ku li cihê kar rastî tên. Ji ber vê sedemê rêjeya karkerên jin ên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane par ji sedî 6 bû, sala din bû ji sedî 7,4.
Meclisa ÎSÎG’ê da zanîn ku sedema zêdebûna rêjeya jinên ku ji ber pandemiyê jiyana xwe ji dest dan ew bû ku jin li cihên kar ên mercên wan ji bo vê nexweşiyê dest didan dixebitîn. Bi taybetî jinên ku li sektorên krîtîk dixebitîn, (Nexweşxane, fabrîqe û hwd.) ji aliyê fizîkî û derûnî ve texrîbatên mezin jiyan, zêdebûna vê texrîbatê dê di rojên li pêşiya me de bi taybetî dê wekî nexweşiyiyên pîşe, bi pirsgirêkên tendirustiyê yên ku zêde bibin re xwe baştir nîşan bide.