Li wargeha Mexmûrê jin tevahiya salê têkoşiyan

Yek ji cihên ku jin di nav sala 2022’an de li dijî her cûre tundiyê, polîtîkayên dagirkeriyê û êrişan di nav têkoşîn û berxwedanê de bû wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ango Mexmûr e.

GULAN AVREL

Mexmûr – Her sal ji salek din girîngtir û hessastir dibe ji bo gelê Kurd. Em dikevin nava têkoşîneke hîn dijwartir de. Sala 2022’an ji bo gelê Kurd û bi taybetî jî jina Kurd salekê dijwar yê têkoşînê bû. Dijwariya tekoşînê dide diyar kirin ku jinên Kurd ji her deman zêdetir nêzî şoreşê û azadiyê bûne. Bêguman di encamê gelek bedelên giranbiha de jinên Kurd gihiştin asta serfiraziya azadiyê. Ev pêla azadiyê ya ku jinên Kurd bi xwîn, xwehdan û keda xwe serxistin û bûye pêtek ji agir, kesên azadiyê dixwazin di nava vê agirê de dibin çirûsk û agirê azadiyê geş dike, lê kesên dijberê azadiyê ne wan dişewitîne.

Yek ji wan şoreşa jî şoreşa jin e. Bi taybetî jî şoreşa azadiya jina Kurd îro li seranserê cîhanê û li her çar parzemînên rih û hêvî daye tevahî jinan. Bêguman di sala 2022’an de jî gelê Kurd li her deverê di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bûn. Bi taybetî jî jinên Kurd li tevahî qadên jiyanê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şerê qirkirin û dagirkeriyê di nava berxwedanî, têkoşîn û çalakiyan de bû. Yek jî qadên ku ev 30 sal e li hember tevahî zilm, zordarî, sepandin, desthilatdarî û heman demê de li hemper aqlê zilamê serdest jî di nava têkoşîn û berxwedaniyê de ne wargeha Şehîd Rustem Cudî ango Mexmûr e.

Li dijî êrişan berxwedan

Şêniyên Mexmûr ê ji bo xwedî nasnameyek azad, fikrek azad û xwe rêveberiyek azad li hember tevahî paşverûtî û êrişan her daîm di nava têkoşînê de ye. Di sala 2022’an de ev têkoşîn û berxwedanî di astekê bilind de di pêşengiya jinên wargehê ve hate meşandin û rê nedan ku bi ti awayî êrişên li ser jiyan, hebûn û pergala wan tê meşandin encam bigre. Tevahî plan û hesabên li ser wan dihat meşandin bi têkoşîn û baweriya xwe di astekê de têkbirin. Di sala 2022’an de jinên wargeha berxwedaniyê ya Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê bi awayek çalak çalakiyên xwe domandin.

Komkujiya Parîsê hat bibîr anîn

Her wiha di bin pêşengiya Meclisa Îştar de ji bo salvegera komkujiya Parisê qetilkirina her sê jinên şoreşger Sara, Rojbin, Ronahi meşek girseyi hat li darxistin. Jinên wargehê di çalakiyê de hêrs û kîna xwe ya li hember aqlê zilam dan diyar kirin û soza tol girtinê dan her sê jinên şoreşger.

Kevana zêrin ji bo bîranina her sê jinên şoreşger yên li parîsê hatibûn qetilkirin Sara, Rojbin û Ronahi li mala gel ji bo jinên wargehê stranên şoreşgeri gotin û sinevizyon hat temaşekirin.

Komploya Navnetewî

Di heman demê gelê wargeha ji bo 15 sibatê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan hatibû pêşxistin starta çalakiyê xwe dan û heya roja 15 sibatê gelê wargehê dinava çalakiyên cur be cur de bun.

Şêniyên wargehê ji bo komploya navdewletî ya di 15 sibata sala 1999’an de li ser Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan pêkhatibû meşek girseyi li darxistin û bi yêkdengî gotin: Em bang li Gelê Kurd û Kurdistanî û mirovên demokrat dikin ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, qadan bikin cihê çalakiyan.

Bi bîranînên pêşengên têkoşîna jin

Di 9 sibatê de dibin pêşengiya Meclisa Îştar de yek ji pêşengên têkoşîna azadiya jin Viyan Soran hat bi bîr anin û di bîraninê de soza pêk anîna xeyalên şehidan hate dayin.

8’ê Adarê jin li qadan bûn

Meclisa Îştar a mexmurê bi şiara “Em ê bi hêza jina rêxistinkirî têkoşînê bilindbikin û serkeftinê bi destbixin” starda çalakiyên 8’ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanê dan. Çalakiyên 8’ê Adarê bi pîrozbahiyek mezin bi tevlêbûyîna jinên wargehê re di roja 8’ê Adarê de dawî bû.

Ji Newrozê heya 4’ê Nîsanê

Her wiha gelê wargehê bi çalakiyên curbecur Newroza îsal bi rihê Serfiraziya 50’î saliya PKK’ê Newroza xwe pîroz kirin.

Meclîsa Îştar ya Mexmûrê 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan di 4’ê Nîsanê de bi xwarinên gelerî û bi stranên dengbêjiyê re pêşwazî kirin, her wiha li parqa çarê nisanê ji bo rojbuna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şahiyek hat li darxisin.

Ji bo girtiyan li qadan bûn

ji bo balkişandina li ser rewşa Aysel Tuxluk û girtiyên nexweş û her wiha bê edaletiya di zindanan de li ser girtiyên siyasî tê kirin, Meclisa Îştar daxuyaniyek da û got: “Her roj cenaze ji girtîgehan derdikeve, ev bê edaletiya li hemberî girtiyên siyasiye.”

Polîtîkayên şer

Malbatên gerila û malbatên şehidan ji bo êrişên dewleta Tirk û hevkarê wan PDK’ê daxuyanî dan û gotin em heya dawi li kêleka zarokên xwe ne. 

Bi pêşengiya Meclisa Îştar, li dijî êrişên hukumeta Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyek girseyî hat dayîn.

Her wiha bi pêşengiya Meclisa Îştar êrişên li ser HDP’ê bi daxûyaniyekê hatin şemezar kirin.

di 10 gulanê de ji aliyê qumiteya jineoloji ve ji bo zilamên wargehê dewreyek perwerdeye ya binavê şehîd Esmer Devrim hat destpê kirin.

Hozanvana Kurd û jina şoreşger Gurbet Aydin bi nasnav Mizgin di roja salvegera şahadeta xwe de li wargehê ji aliyê kevana zêrin û navanda çand û hunerê ve hat biranîn.

Di 26 Gulanê de bi pêşengtiya Meclisa Îştar jin û dayikên wargehê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk yên li ser Başurê Kurdisatanê bi laçikên xwe yên spî daxuyaniyani dan û soza bilindkiirna tekoşin û berxwedanê hat dayin bî bîryardarî dan diyarkiirn ku ew hertim li kêleka gerilayên xwe ne.

Xebatkarên çapemeniya azad di 9’ê Heziranê de bi piştgiriya Meclisa Îştar ji bo şemezarkirina êrişên li ser çapemeniya azad û li Bakurê Kurdistanê girtina rojnamevanan daxuyaniyekê çapemeniyê dan.

Di 28 hezirnanê de şeniyên wargehê ji bo tecrida girankirî ya li îmraliyê û ji bo agahi ji Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bigirin meşeke girseyi li darxistin û tecrid şermezar kirin.

Êrişên li ser zarokên Kurd

Meclisa Îştardi derbarê kuştina zaroka Êzidî Axîn û bavê wê Farûq Mîrza Xelef de daxûyaniyek weşand û da zanîn ku buyerên kuştin, şewat û talankirina gelê Êzidî yên li kampên Başûrê Kurdistanê berdewamiya fermana 2014’an ya li ser Şengalê ye.

Zarokên wargehê ji bo şermezarkirna qetilkirina zarokên Rojavayê Kurdaistanê daxuyaniyek ji bo raya gisti dan û gotin, em naxwazin êdî bibin armanca guleyên ji bedena me mezintir.

Li dijî tecrîdê li qadan bûn

Jinên wargehê di 19’ê Tebaxê de bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tecrida girankirii ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyi li darxistin. 

Dayikên wargehê bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo pîştgirî bidin dayika Emine Şenyaşar a ku li ber deriyê edliyeya Rihayê di çalakiya edaletê de ye daxuyaniyek dan.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Bi pêşengiya Meclisa Îştar li wexfa jinên Mexmûrê li dijî kuştina jina ciwan a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Mehsa Emînî daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn.

Her wiha jinên meclisa îştar ji bo Selma Guzel û hemu jinên ku di zindanan de li ber xwe didin daxuyaniyek dan û dan diyarkirin ku jinên berxwedêr ne bi tenê ew heya dawi li gel wan in.

Di 29’ê Îlonê de jinên wargehê ji bo silavkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê ku bi pêşengiya jinan detpêkiriye û ev serhildana ku di bin felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ya Jin, Jiyan, Azadi de hatiye destpêkirin û belavê her derê cihanê buye meşek girseyi li darxistin.

Êrişên kîmyewî

Di 18’ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisa Îştar meşekî girseyî ji bo şemezarkirina êrişên kîmyawî yên li ser herêmên parastina medya hat li darxistin.

Di 26’ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisa Îştar, malbatên şehîdan û gerîlayan ji bo êrişên kîmyewî yên ji hêla dewleta Tirk ya faşîst ve li ser gerîllayên azadiyê tê meşandin daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de banga têkoşînê hate dayîn.

Di 12’ê Mijdarê de bi pêşengiya Meclisa Îştar gelê wargehê li dijî bikaranîna çekên kîmyawî yên qedexekirî yên li ser gerilayên azadiya kurdistanê meşek girseyî hat li darxistin.

Di sala 2022’yan de xebatên jinan

21’ê Cotmehê bi dirûşma ‘2’emîn Şoreşa Cotkarî û Gundewarî wê Bi Zanista Jineolojiyê Ava Bibe’ 2’emîn Komxebata komita Jineolojiyê pêk hat.

Di 24’ê Cotmehê de bi pêşengiya Meclisa Îştar, Weqfa Jinan û Kevana Zêrin a Mexmûrê 8’emîn festivala çand û hunerê ya şehid Bêritan Hêvî (Gulnaz Karataş) detpê kir. Festival du rojan berdewam kir di roja yekem de pêşengeh hat pêşkêşkirin û xwarinên kurdewari hatin çekirin di roja duyem de ji bo tevli buna hemu şeniyên wargehê bi şahiyeki û beşdarbûna hunermedan hat pîrozkirin. 

Li dijî êrişên li ser pêşengên jin li qadan bûn

Di 4’ê Mijdarê de şêniyên wargehê ji bo şermezarkirşna qetilkirina aktivist û endama navenda lêkolinên jineolojî Nagihan Akarsel meşek girseyi lidarxistin, di meşê de soza tolgirtin û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

24’ê Mijdarê jinên wargehê ji bo roja tekoşina li dijî şideta li ser jinan meşek girseyi li darxistin, jinan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadi’ dengê xwe belavî cihanê kirin.

Nobeta Azadiyê

Di 10’ê Kanunê de li wargeha Mexmûrê ji bo têkbirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn û bandorê xwe li ser tevahî qadên jiyanê dike, bi dirûşma ‘Duh derbas bû, sibê dereng e hema îro em tecrîtê bişkînin’ Nobeta Azadiyê hat destpêkirin. Ev nobet her roj bi dewrgirtinê bedewam dike.