Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 4: Avahiya hiqûqê
Avahiya hiqûq û edaletê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha hiqûqa demokratîk hatiye sazkirin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergala xwe ya hiqûqî weke alternatîfa hiqûqa netew-dewlet ku li şûna exlaq û polîtîkayê ye, zagonan bi kar tîne.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Modela Neteweya Demokratîk ku xwe dispêre bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di cewherê xwe de wateya heqîqeta dîrokî, hebûn û çandê li wan vedigerîne. Ji lewre pêkanîna projeya Neteweya Demokratîk, tê wateya lêveger û zindîkirina heqîqeta dîrokî.
Modela Neteweya Demokratîk ku li ser 9 rehendan hatiye diyarkirin, di roja îro de ango di sedsala 21`emîn de bi şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a Rojavayê Kurdistanê re ket meriyetê. Pêkhateyên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li dergûşa mirovahiyê Mezebotamyayê dijîn dest bi bi şoreşa azadiyê, guhertin, veguhertin û sererastkirinê kirin ku ev 10 sal in xwe li ser bingeha rehendên Neteweya Demokratîk birêxistin dikin.
Ji rehendên girîng di nava Neteweya Demokratîk de ku herî zêde di vê serdemê de ji naveroka xwe derketiye, avahiya hiqûqî ye. Di neteweya demokratîk de hiqûq weke diyardeyeke exlaqî û polîtîk ku ji berhemên gelan e tê naskirin.
Di rastiya civaka xwezayî de pirsgirêk û nakokiyên ku derdikevin bi riya exlaq û polîtîkayê tên çareserkirin. Lê bi pêşketina modernîteya kapîtalîst re, pergala netew-dewletê hewl dide pirsgirêkan bi riya hiqûqê çareser bike û pergala xwe rewa bike. Hişmendiya kapîtalîzmê dixwaze rastî û dengeya dîrokê, gerdûn û xwezayê bi riya têgeha hiqûq a ku ji naveroka xwe derketiye, rastiya civakê berovajî bike û bixe xizmeta berjewendiyên xwe. Pergala kapîtalîst li şûna ku civakê bi pîvanên exlaqî û polîtîk birêve bibe, qanûnan bi kar tîne û rastiya civakî înkar dike.
Di dirêjahiya dîrokê de hebûn û heqîqeta Kurd û Kurdistanê hatiye înkarkirin. Di nava pergalên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de hiqûqeke xweser a Kurdan çênebûye. Ji lewre bi pêşengiya gelê Kurd di roja îro de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî di avahiya hiqûqê de, sîstemeke wekhev, edalet, xwe dispêre civakê, poltîk û exalqî di bin sîwana Neteweya Demokratîk de bi kar tînin. Hewl didin bi rengekî qanûnî hiqûq û statuya pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dest bixin da ku rêveberiyeke herêmî û xwecihî di çarçoveya rêveberiya modernîteya demokratîk de ava bibe.
Têkildarî girîngî û wateya avahiya hiqûqê di nava modela Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de, endama Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê Nesra Xelîl bersiv dan pirsên me.
Tu weke jineke hiqûqnas şoreşa 19`ê Tîrmehê çawa dinirxînî?
Şoreşa 19`ê Tîrmehê çirûska wê ya yekem li Kobanê dest pê kir, em dikarin nave wê bikin şoreşa guhertin, veguhertin û pêşketinê. Şoreşeke gelêrî bû ku civak beriya wê hatibû amadekirin. hatibû amedekirin. ivak beriya wê ekem li Kobanê destpê kir, em dikarin navê bikin şoreşa guhertin û veguhertinê jî. kar dike. Gelê Rojavayê Kurdistanê li benda şoreşeke bi vî rengî bû, civaka me bi eşqeke mezin li benda şoreşa azadiyê bû. Me roja destpêkê ya şoreşê û heta niha jî gelek dijwarî jiya, ji aliyê siyasî, dîblomasî, aborî, xizmetguzarî û hwd. Di wê demê de tevahî Sûriye di pêvajoyeke dijwar re derbas dibû lê Rojava bi taybetî ji aliyê rejîma Sûriyeyê ya desthilatdar ve hatibû paşguhkirin. Me gelek pêvajo jî jiya, di destpêkê de rejîma Sûriyeyê xwe ji herêmên me vekişand, paşê Cebhet El-Nusra êrîşî herêmên me kir, piştre êrîşa çeteyên DAIŞ`ê û niha jî gef, êrîş û dagireriya dewleta tirk heye. Gel û şervanên me berxwedaniyeke mezin li dijî tevahî êrîşên ku di nava van 10 salan de pêk hatin, nîşan dan. Gelê me teqez kir ku ew xwedî şoreş û proje ne. Di dîrokê de şoreşên ku dibûn bersiva daxwazên civakê hene, şoreşa me jî yek ji tekane şoreşên ku bi ser ketine ye. Ji lewre me weke Kurd ji tevahî mirovahiyê re diyar kir ku em weke Kurd dikarin bibin xwedî şoreş.
Şoreşa me li ser bingeha bîrdozî û projeyek bi rê ket, me dikaribû bi saya vê modelê xwe di tevahî warên jiyanê de ji siyasetê, perwerde û aboriyê bigre heta xweparastinê, birêxstin bikin. Ev bîrdozî û proje, ya Neteweya Demokratîk bû. Me xwe di van 10 salan de li ser rehend û xalên Neteweya Demokratîk birêxistin kir. Pergala komînal û meclisan ku bingeha her tiştî ne hatin avakirin. Her wiha di aliyê perwerdeyê de her pêkhateyek bi ziman û çanda xwe ya dayikê perwerdeya xwe dibîne. Li aliyê din xala herî girîng ji bo me jinan, azadiya jinan e. Me weke jin jî gelek destkeftî di vî warî bi dest xistin, em niha di asta hevserokatiyê de cih digrin û saziyên me yên xweser jî hene. Girîngiya hebûna jinan di nava şoreş û pergalan de bi vê şoreşê re diyar bû.
Avahiya hiqûqê berê çawa bû bi destpêkirina şoreşê re di kîjan qonaxan re derbas bû?
Ez weke jineke hiqûqnas û endama Meclisa Edaleta Civakî me. Ez dikarim herî zêde milê vê pergalê yê hiqûqî binirxînim. Heger mirov hevrûkirinek çêbike em ê bigihîjin encameke wiha, pergala dadweriya li herêma me gelek zehmet bû. Dadgehek û dadwerek hebû ku gelek lawaz bûn. Hemû doz bi yek nêrînê lê dihat nêrîn û bi rengekî zagonî yê hişk dihatin çareserkirin. Lê pêkanîna edaletê û mafdayîn bi şêwazê ku dihat meşandin, nedihat kirin. Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê me ji bo dadgeha rejîma Sûriyeyê alternatîfa ku xwe dispêre Neteweya Demokratîk ku hiqûqa demokratîk e ava kir. Me di destpêkê de komîteyên lihevanînê (komîteyên silhê) birêxstin kir. Di wê demê de pergala hiqûqî û dadweriyê ya herêmê hê bi renekî baş nehatibû diyarkirin, ji ber vê di 2015`an de dîwaneke edaletê ya biçûk hat avakirin. Piştre êdî rêziknameya Meclisa Edaleta Civakî hat diyarkirin û li gorî wê kadroyên wê di akademiyên Neteweya Demokratîk de perwerde dîtin û bi rengekî pispor dest bi xebatên xwe kirin. Bi vê gavê re di sala 2017`an de bingeha edaleta civakî hat danîn. Sal bi sal pergal dihat rûniştandin.
Di Neteweya Demokratîk de girîngî û wateya avahiya hiqûqê di kîjan astê de ye?
Em weke Meclisa Edaletê bi qasî dikarin pirsgirêk û nakokiyan bi riya lihevanînê çareser dikin. Raporên me yên kar û xebatê, yên di navbera salên 2017`an û 2022`an de diyar dikin ku xebateke hiqûqî ya baş hatiye meşandin. Weke ku di Neteweya Demokratîk avahiya hiqûqî tê xwestin, me bi cih neanîne. Lê gaveke erênî heta niha hatiye avêtin, ji lewre di van 10 salên pêşiya me de em ê pergaleke rast a hiqûqî di nava civaka xwe de ava bikin. Em ê weke saziyên edaletê û civakê bi hev re bibin alîkar da ku em bikaribin tevahî pirsgirêkên heyî bi rengê wekhev, edalet û mafparastinê çareser bikin. Em girîngiya qada edalet û hiqûqî jî bi vî rengî digrin dest, hiqûq bi qasî perwerdeyê girîng e. Civakeke ku tê de hiqûqa demokratîk û polîtîk hebe, wê civakeke rast û serkeftî be. Heger em hiqûqeke rast û demokratîk pêk bînin, em ê bikaribin projeya Neteweya Demokratîk bi ser bixin û civakeke azad ava bikin.
Pergala xebatên edalet û hiqûqê çawa ye cudabûna hiqûqa demokratîk a neteweya demokratîk û netew-dewletê çi ye?
Weke me got di destpêkê de komîteya silhê hat avakirin her wiha Mala Jin weke komîteyeke lihevanînê jî tê naskirin. Her wiha Dîwana Edaleta Civakî jî heye ku di hundirê wê de komîteyên lêpirsîn, dîwana edaletê, temyîz û pêkanînê hene. Ev saziyên ku me anîn ziman hemû jî di bin sîwana Meclisa Edaleta Civakî de kar dikin. Meclisa edaletê rê û rêbazên rast ên pêkanîna edaletê ji wan saziyan re pêşkêş dike. Dozên malbatî, sivîl û jinan heta ku derbasî komîeteya silhê, mala jin û dîwana edaletê nebin, nabe ku derbasî meclisê bibin. Ev sazî bi dozan re mijûl dibin û xwedî rêbazên lihevanînê ne. Bêguman hemû dozên ku derbasî dîwana edaletê dibin, ji komîteyên silhê û mala jinan re jî vekirî ne. Hinek doz hene ji ber nerazîbûna aliyekî nayên çareserkirin, di vir de ew alî rapora zordariyê dinivîsîne û derbasî meclisa edaletê dibe û em jî li gorî rê û rêbazên xwe dozê çareser dikin. Di pergala Meclisa Edaleta Civakî de jî komîteyên rêveberiya komîteya silhê, rêveberiya dozgeriyên herêma Firatê û komîteya lêgerîn û lêpirsîna dadwerî jî heye. Komîteya avakirinê jî heye lê ev komîte di asta navendî de heye ku li ser xebatên avakirina kadroyên meclisa edaletê û akademiyan birêve dibe.
Cudabûna pergala me ev e, li cem me li şûna dadgehê û dadwerek tenê ku bi yek nêrînê li dozan dinêre û biryaran digre, dîwana edaletê û komîteyên wê ne. Ji lewre biryar bi rengekî komî ji aliyê endamên dîwanê ve tên girtin, ji ber vê dema ku biryar ji aliyê dadwerek bi tenê ve were girtin, ew biryar nayê pejirandin û komîte ji nû ve li hev rûdinê. Ev rewş jî gelek caran bi me re qewimiye û me biryar betal kiriye.
Sibê: Li ser 9 rehendên Netewa Demokratîk 10 salên Şoreşa Rojava - 5: Çand