Li Rojhilata Navîn qeyrana dewletê û jin: Cezayîr
Li Cezayîrê şîdeta li dijî jinan, wisa xwe dide der ku li dîwarê hewldanên dewletê yên ji bo parastina îmaja xwe dikeve. Feraseta mêr-dewletê jî li welat bûye çavkaniya krîzeke kûr. Beramberî vê têkoşîna jinan, şîdeta mêr-dewletê deşîfre dike.
Cezayîr – Cezayîr, yek ji welatên Afrîkaya Bakur a xwedî nifûsa herî zêde ye. Li gorî welatên din ên Ereb, her çendî xwedî civakeke sekulertir be jî; modela dewletê hem ji derve re girtiye, hem jî xwedî karakterek bi kontrol dîmenê “demokratîk” diparêze di xwe de dihewîne. Têkoşîna wê ya demdirêj û ya herî bi xwîn a li dijî Fransayê, Cezayîre di welatên Ereb de kiriye “sembola berxwedanê.” Vê mîrasa dîrokî, Cezayîrê li cîhana Ereb û Efrîqayê ji ber sekna li dijî mêtinkariyê kiriye xwedî asteke rêzdar. Bandora Cezayîrê ya li herêmê û awayê civakî, bi giraniya xwe ya dîrokî û bi polîtîkayên ku îro dimeşîne, dike xwedî cihekî xweser. Li Rojhilata Navîn polîtîkayeke hevseng dilîze; di hevkêşeya herêmî de bi tu aliyek re nakeve nava aloziyên tûj û wisa xwe bi cih dike. Ji aliyekî ve desthilatdariya xwe bi baldarî diparêze, di polîtîkaya derve de pêşketina li ser xeteke bi temkîn û xwedî hevsengî tercîh dike.
Ji ber ku jin di warê siyasî-civakî de kirde nayên dîtin welat ber bi krîzeke kûr ve diçe
Cezayîr, yek ji welatan e ku nifûsa wê ya ciwan zêde ye. Di polîtîkaya derve de xwedî nêzikahiyek bi temkîn û hevseng e, di siyaseta xwe de jî heman e; lê ev helwesta di nava xwe de gelek caran vediguhere pêkanînên zextkar. Li dijî pirsgirêkên aborî û civakî, ji ber hişkbûna polîtîkayên dewletê, bi taybetî rêjeya zêde ya bêkariyê, nedîtina xebatên îstîhdamê yên jinan û ji ber ku jin di warê siyasî-civakî de kirde nayên dîtin, welat ber bi krîzeke kûr ve diçe. Cudabûnên çînî yên di civakê de, bêhevsengiya di têkiliyên jin û mêr de û nasnameya jinan a hatiye çewisandin, xwe bi awayê vekirî weke zayendperestî dide der. Her çendî di ware bawerî û çandî de welatek dewlemend be jî cihê ku herî zêde mafên wekhev lê bi pirsgirêkên di nêzikahiya li dijî jinan de xwe dide der.
Dewleta durû
Li Cezayîrê awayê sosyolojiya civakê zêdetir bi polîtîkayên dewletê bi teşe dibin. Welat bi fikara parastina rewşa xwe ya herêmî, pirsgirêkên navxweyî jî bi heman mantiqê digre dest. Di vê çarçoveyê de, siyaseteke ku hûr û kûr hatiye diyarkirin dimeşîne, pêkanên xwe yên zextkar û mêtinkar geke caran di ser kodên zayendperestî û olperestî de bi civakê dide pejirandin. Bi vî awayî, şêwazek ku sedemên şîdetê lêpirsîn nake ava dike û vê şêwazê, bi qasî di têkiliyên jin û mêr de, di têkilyên jin û civakê de jî bi awayê zelal xwe dide hîskirin.
Wekî li hemû welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur li Cezayîrê jî modela dewletê baviksalar e
Salên dawî şiyariya ku di eniya jinan de çêbûye, her çendî pêşketinek diyar afirandibe jî; kodên bingehîn ên pergalê hê jî li ser bingehek polîtîk a ku jinan diçewisîne, mêtinkariyê dike û wan weke kesên xwedî îrade nabîne hatiye avakirin. Yek ji sedemên herî girîng ên şîdeta li dijî jinan jî serdestiya feraseta baviksalar a di polîtîkayên dewletê de bi kok bûye ye. Vê bandore, di saziyên dewletê de jî pir vekirî tê dîtin. Wekî li hemû welatên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur tê dîtin, li Cezayîrê jî modela dewletê pir bi awayê vekirî baviksalar e.
Di qada civakî de jin; di ware siyasî, aborî, civakî û çandî û hemû waran de rastî cudakariyên cur be cur tê. Bi vê yekê ve girêdayî, tore û kevneşopiyên ku bi normên zayendperest xwedî bûne jî li dijî jinan mekanîzmayeke zextê ya taybet ava dikin. Di şîdeta li dijî jinan de faktora herî bi hêz a diyarker, rola dewletê ya di pejirandina desthilatdariya mêr de ye. Polîtîka û zagon, cudakariya zayendî kûr dikin, li dijî şîdeta nava malbatê, mekanîzmayên hiqûqî bi alî dixebitin. Ev yek jî şîdeta li dijî jinan bi awayê fiîlî meşrû dike.
Bi vê yekê dewlet dibe hêmana çalak a ku serdestiya mêr destek dike û bingeha wê ya civakî ava dike û di zêdebûna şîdeta li dijî jinan de destekek mezin dide.
Her çendî gotinên li ser reformê hebin jî gelek bendên zagona malbatê di lehiya mêran de ne
Di mekazagona Cezayîrê de tê îdiakirin ku wekheviya jin û mêr heye û di salên dawî de hinek guherînên ku şîdeta di nava malbatê de di çarçoveya sûc de hatine dîtin jî kiriye lê pêkanîna van zagonan gelek caran, qels dimînin; valahiyên di pêkanînê de dibin sedem ku bi taybetî şîdeta nava malbatê û dozên şîdetê bê şopandin bimînin. Her çendî gotinên li ser reformê hebin jî; gelek bendên zagona malbatê hê jî di lehiya mêran de bi encam dibin. Vê helwesta dubendî ya dewletê, di hemû polîtîkayên ji bo jinan de xwe dide der. Awayê zagona malbatê, zexta civakî, dema ku bi normên baviksalar ên kûrbûyî re dibin yek; di dijberiya jinan de bandoreke mezin a paşvekişandinê çedikin. Vê rewşê, vediguhere zemînek ku kiryarên şîdeta li dijî jinan diparêze; pêvajo giran dibin, pergal helwesteke ku mijûl dike nîşan dide.
Li Cezayîr kuştina jinan bûye yek ji mijarên herî girîng ên civak li ser nîqaş dike. Her çendî medya û civaka sivîl hewl bide şîdeta li dijî jinan bide dîtin jî; gelek jin ji ber zexta civakî, girêdana aborî û bêbaweriya ji bo saziyên dewletê gilî nakin. Şîdeta li dijî jinan, li Cezayîrê mijareke kevn û bi kok e; ji aliyê pergala paşverû ya civakî û desthilatdariya mêr ve xwedî dibe. Di vê pergalê de jin ji mêr kêmtir tê dîtin. Vê rewşa ku hê di nava malbatan û qadên giştî de didome; rola jinan a di civakê de nediyar dike û gelek caran wan dike rewşeke “bedenek be îrade.”
Vederkirina jinan ji dema ji dayîk dibin û pê ve dest pê dike
Enerjî û keda jinan li tewşê çûye, nirx, nasname û mafên wan gelek caran tune hatine dîtin. Vê rewşê, di nava malbatê awayên mezinkirina civakê de pir vekirî tê dîtin lewre ev qalib, zarokên kur, li gorî zarokên keç astek bilindtir dibîne û wan tîne rewşeke xwedî tolerans. Vederkirina jinan, ji dema ji dayîk dibin û pê ve dest pê dike; zarokên kur tên tercîhkirin. Vê feraseta ku navenda wê mêr e; di gelek gotinên pêşiyan ên Cezayîrê de xwe dide der. Mînak; “Ên keçên wan zêde bin, mirovên xirab dibin xizmên wan.”Ev îfadekirin, nirxên desthilatdariya mêr di nava civakê de nîşan dide. Tevî hebûna zagonan jî otorîteya baviksalar hê jî bi awayê bi kok xwe didomîne. Van zagonan gelek caran tenê dibin“metnên xemilandî” û rê didin ku şîdet bi awayên aborî, civakî û rewşên weke tacîz û tecawizê bidome.
Dewlet vê şîdeta ku li kolanan çêdibe gelek caran ji nedîtîve tê
Li Cezayîrê li gorî daneyên koma “Halte féminicides Algerie” yên di 2019–2024’an de; 315 jin hatine kuştin. Gelek ji van jî bi şîdeta nava malbate hatine kuştin. Di roja me de mehê, bi qasî 500 bûyerên şîdeta li dijî jinan ten ragihandin û dema ku bi sala 2023’yan re were muqayesekirin, tê dîtin ku bûyerên şîdetê ji %12,39 zêde bûne lê ev hejmar ji rastiyê kêmtir in; îsal şîdeta derûnî û fizîkî ya li dijî jinan bi 1630 bûyeran ket qeydan. Biçûkxistina jinan, vederkirin, zexta derûnî û mêtinkarî her wiha êrîşên fizîkî derketin pêş. Jinên ku di nava civakê de rastî şîdetê tên, hem di nava malbatê de hem jî li kolanan, ten biçûkxistin û bi navên derexlaqî û zextên mezin ên psîkolojîk re rûbirû dimînin. Her wiha li cihên giştî, 96 bûyerên tacîz û acizkirinê hatine qeydkirin. Ev rewş nîşan dide ku kolan ji bo jinan bûne cihên bê ewle; zêdebûna tecîz, tecawiz û êrîşên din, zexta li ser jinan zêdetir dikin. Li kolanan şîdeta li dijî jinan bi awayek bênavber didome. Dewlet vê şîdeta ku li kolanan çêdibe gelek caran ji nedîtîve tê, di bûyerên ku digihîjin darazê de biryarên veşartinê digre, nahêle civak agahiyan bigre.
Ji ber vê yekê li Cezayîrê rola rayedaran krîtîk e. Tenê derxistina zagonên pêşîgirtinê têr nakin; divê ev zagon bi awayê bi bandor werin pêkanîn û sûcdar werin cezakirin. Kêmbûna mekanîzmayên tedbîrê û rêveberiya bi bandor, belavbûna şîdetê zêde dike û bêbaweriya jinan a li dijî hebûna mêr-dewletê kûrtir dike.
Hejmarên tên dayîn ji rastiyê dûr in û divê werin sererastkirin
Dane bi rêkûpêk tên nû kirin. Saziyên fermî û yên têkildar, di salên dawî de têkildarî rêjeya şîdetê ya di salên dawî de li Cezayîrê tu daneyek nû neweşandine; ev rewş nîşan dide ku hejmarên tên dayîn, ji rastiyê dûr in û divê werin sererastkirin. Bi vê yekê re, daneyek berê ya berfireh, a di sala 2006’an de ji aliyê Lêkolîna Giştî ya Neteweyî ve hatiye kirin rêjeyên zêde dibin nîşan dide. Li gorî lêkolînê, li Cezayîrê nîv milyon jin, her dem heta her roj rastî êrîşa fizîkî tên.
Li gorî lêkolînera ku bi navê “Li Cezayîrê li şîdeta li dijî jinan: Rastî û Tedbîr” xebat meşandiye, vê hejmara zêde, bi hejmara kêm a ku ji aliyê saziyên fermî ve hatine qeydkirin re bi nakok e. Di navbera sedemên sereke yên vê yekê de, yek jê ew e ku jin dema ji aliyê kesek ji nava malbatê ve rastî şîdetê tê giliya ji bo saziyên ewlehiyê ve red dike, zexta civakî lê tê kirin û te xwestin bêdeng bimîne. Li hemberî hevjîn, bav an jî bira nikare li dadgehê xwe biparêze. Her wiha kêmasiya jinan a di ware hayjêbûna civakî de jî heye.
Zanîn û şiyariya jinan li qadê xuya dibe
Destgirtina mijara şîdetê, berê me dide têkoşîna jinan a li Cezayîrê. Ev têkoşîn ji du merheleyên diyar derbas bûye; her yek ji wan, xwedî xalên werçerxê ne, têkoşîna dîrokî ya jinên Cezayîrî destek dikin. Ev herdu merhele, serdemên berê û piştî serxwebûnê digrin nava xwe. Di serdema beriya serxwebûnê de; zanîna jinan bi tevlûbûna jinên Cezayîrê ya Şerê Rizgariyê bûye rewşek şênber. Di vê serdemê de gelek jin, bûne pêşengên berxwdana gel û derketine pêş. Mînak; Lala Fatma Mohemmede Ben Issa ya bi navê xwe yê tê zanîn Fatma N’Soumer a ku Fransayê tirsand û textê dagirkeriyê hejand û sembola şoreşê Hesîba Ben Boulaîd. Ji ber vê siyasetmedaran nikaribûne jinan veder bikin û rolên wan ên sereke yên di şerê rizgariyê de înkar nekirine. Li ser vê esasê di 19’ê Tîrmeha 1963’yan de Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Cezayîrî (Union Nationale des Femmes Algériennes) hatiye avakirin û yek ji xebatên ku derketiye pêş daxwaza zagonek ku wekheviya di navbera jin û mêr de esas digre ye. Her wiha di dîroka serxwebûna Cezayîrê de meşa yekem a jinan, bi armanca bicihkirina vê rêgeza wekheviyê, 8’ê Adara 1965’an hatiye lidarxistin.
Dûre di bûyerên di 5’ê Cotmeha 1988’yan de yan jî pêvajoya bi navê “Bihara Cezayîrê” hatiye jiyîn, bûye wesîle ku pêvajoya yekpartîbûnê bi dawî bibe û rê li pirbûna siyaset û medyayê vebe. Di vê merheleyê de, bi navbeynkariya komeleyên jinan ên xwedî meyldariyên cuda, têkoşîneke jinan a nû hatiye dîtin. Hinek li ser bilindbûna statuya jinan kûr bûne, hinekan wekheviya zayendan parastine, yên din jî vegera nirxên kevneşopî xwestine lê gelek daxwazên jinan, ji bo hinek koman nûkirina zagona malbatê, ji bo hinekan jî bi temamî rakirina wê hatiye xwestin. Ev têkoşîn tevî cudahiyên bîrdozî jî di salên dawî de hinek serkeftin hatine bidestxistin. A herî girîng guherînên ku di sala 2005’an de di zagona malbatê de hatine kirin re, hatiye hedefkirin ku rewşa jinan were başkirin û wekheviya di navbera hevjînan de bihêztir bibe.
Zagon tenê bi reforman bi sînor dimînin
Tevî vê yekê jî destkeftiyên dîrokî yên têkoşîna jinên Cezayîrê û zexta ku bi salan berdewam kiriye; bi parastin, siyasî û beşdariya civakî re, mafên hatine bidestxistin hê jî bi rastiya rojevî re bi nakok in.
Qelsbûna polîtîkayên dewletê û zêdebûna şîdetê, nîşan didin ku zagon tenê bi reforman bi sînor dimînin; mekanîzmayên pêkanînê yên bi bandor nehatine destekkirin. Jin hê jî dema serî li darazê didin, rastî gelek astengiyan tên; saziyên parastinê yên dewletê, stargeh û navendên desteka psîkolojîk xizmetê ji berjewendiyên desthilatdariya mêr re dikin û li dijî şîdetê destek nadin jinan. Bi vê yekê dîroka têkoşîna demdirêj a ku jinên Cezayîrî ji bo azadî û wekheviyê dimeşînin, bi zêdebûna şîdeta dewletê ya li dijî jinan re bi nakok in. Têkoşîna bi şîdetê re îro, weke eniyek nû ya li têkoşîna jinên Cezayîrî zêde dibe derdikeve hole û êdî jin daxwazên xwe yên ji bo azadiyê bi awayekî zelaltri tînin ziman.