Li Rojhilata Navîn krîza dewletê û jin: Tirkiye

Ji şeran heta xizaniyê, ji şîdeta dewletê heta polîtîkayên şerê taybet, di her warî de jin tên hedefgirtin. Di sala 2025’an a ku navê ‘Sala Malbatê’ lê hat kirin de her roj jin hatin kuştin, hewl dan wan mehkûmê xizanî û bêdengiyê bikin lê beramberî vê tê

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Di vê serdema ku pevçûn, teror û krîza aborî li hemû cîhanê belav bûye de; bedela herî giran jin û zarokên keç didin. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, li tevahiya cîhanê ji sê jinan yek, ji aliyê xizmên xwe yên mêr ve rastî şîdeta fizîkî yan jî zayendî tê. Şîdeta li ser jinan êdî mijareke şexsî nîn e, di wijdanê civakan de birînên kûr vedike, binpêkirina mafên mirovan a bi awayê pergalî ye û hevsengiyên aborî û civakî serûbin dike.

25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna bi Şîdeta li Dijî Jinan a Navneteweyî, ne tenê rojeke ji jin ji bo neyên kuştin, di heman demê de bûye sembola têkoşîna jinan a ji bo cîhana wekhev û adil. Jin li herêmên şer, pêşengên aştiyê ne, di warê aboriyê de hewl didin, aktorên guherînên demokratîk in. Lêkolîn îsbat dikin ku beşdariya jinan a pêvajoyên aştiyê, di ware aştiyeke domdar a piştî pevçûnan de xwedî bandorek diyarker e.

Tablo bi newekheviyan dagirtî ye

Mirov dikare bibêje ku tabloya heyî hê jî bi newekheviyan dagirtî ye. Jin li tevahiya cîhanê di karên bê temînat û mûçeya kêm dixebitin, nikarin ji çavkaniyên aboriyê sûdê bigrin, di mekanîzmayên biryargirtinê de nûnertiya wan kêm e. Ji nava 165 welatan tenê li 104 welatan zagonên li ser şîdeta malbatê hene. Di warê siyasî de jî jiber zagonên cudakar, qalibên zayenda civakî û xizanî, li pêşiya nûnertiya jinan sînor tên danîn. Li gorî pisporan, civakên ku jin pêşengiyê dikin, zêdetir berxwedêr, adil û di nava aştiyê de ne. Ji ber vê yekê 25’ê Mijdarê ne tenê rojeke bîranînê ye; weke banga jinan a ji bo jiyan, mafên wan û parastina daxwazên nûnertiya wekhev derdikeve pêş.

Ji bo Tirkiyeyê krîz

Rapora Wekheviya Zayendî 2025 a Forûma Aboriyê ya Cîhanê (WEF) li ser wekheviya jin û mêran a li welatan daneyan dide. Rapora dawî ya forûmê nîşan dide ku Tirkiye di vê mijarê de di kîjan astî de ye. Rapor ji bo Tirkiyeyê balê dikşîne ser krîzek. Tirkiye di navbera 148 welatan de bi 8 gav paşve çûye ketiye rêza 135’an, li cîhanê di warê wekheviya zayendî de cih jê re nemaye û li Ewropayê jî ketiye asta welatê dawî. Ketina rêza dawî ya welat nîşan dide ku di warê polîtîkayên jinan, destekdayîna wan an jî parastina wan de çi hatiye kirin.

Tirkiye niha ji Erebistana Siûdî ya ku bi salan e polîtîkayên wê yên jinan tên rexnekirin jî paşketîtir e, ev yek jî asta wê bi awayekî pir zelal nîşan dide.

‘Di sala malbatê de jin hatin kuştin

Di vê sala ku Serokomarê Tirk Receb Tayyîp Erdogan, bi soza ‘mizgîniyê’ ‘sala malbatê’ îlan kir de jî şîdeta li dijî jinan her çû bi awayekî zêdetir domiya. Di sala 2025’an de ne jin, malbat bi pesn hat mezinkirin, polîtîkayên ji bo jinan dîsa kêm bûn, gotinên paşverû yen dijminane û biryarên darazê rojevê dagirtin. Jiyana jinan û zarokên keç tune hat dîtin. Jin û zarok li malên xwe yên ku weke ‘cihê bi ewle’ tên pênasekirin hatin kuştin. Kiryar an mêren bi wan re zewicandî, bav, kur an jî xizmên wan bûn. Bûyerên kuştina jinan herî zêde di nava malbatê de qewimîn.

Herî kêm 296 jin hatin kuştin

Wezaretan îsal jî der barê bûyerên kuştina jinan de daneyan parve nekirin. Li gorî daneyên JINNEWS’ê ku ji nûçeyên çapemeniyê her meh daneyan dide, ji 25’ê Mijdara sala par heta niha, li Tirkiyeyê 296 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Mirina 220 jinan jî bi awayê bi guman ketin qeydan. Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin

dabû xuyakirin ku di 6 mehên sala 2025’an de hejmara jinên ji aliyê mêran ve hatine kuştin gihîştiye 336’an, 9 jin jî tevî di bin parastinê de bûne hatine kuştin. Ne tenê jin zarok jî bûn hedefa şîdetê. Dîsa di heman dîrokê de 24 zarok hatin kuştin, mirina 19 zarokan bi guman hat dîtin. Di navbera jinên ku hatibûn kuştin de yên der barê wan de biryara parastinê hatibû girtin jî hebûn. Li gorî daneyên 2024’an, di navbera 394 jinên ku di salek de hatin kuştin de 20 jinên ku der barê wan de biryara parastinê hatibû dayîn hebûn.

Zarok rastî tacîz û tecawizê hatin

Yek ji xalên bingehîn ên sala malbatê ew bû ku li welat zewac lezgîntir bibin, rêjeya zewacê zêdetir bibe û di heman demê de pêşî li hevberdanê were girtin. Bi hinek gotin û kirinan hewl dan pêşî li zewaca di temenê biçûk de vekin. Di 10 mehên sala 2025’an de 218 zarok ji aliyê mêran ve bi awayên cuda rastî destdirêjiyê hatin. Li gorî daneyên dawî yên TUÎK’ê; 6 hezar û pêncsed zarokên 15- 17 salî û 130 zarokên di bin 15 salî de zarok anîn. Ev tê wateya ku van zarokan rastî destdirêjiyê hatine. Li gorî nûçeyên çapemeniyê li Zonguldakê zarokek 14 salî rastî destdirêjiyê hatiye û zarok aniye. Li heman bajarî zarokek 16 salî dema ku bi nexweşiya zikêşiyê çû nexweşxaneyê, zarok anî. Li Nexweşxaneya Ceyhanê jî zarokek, bêyî ku bizanibe çi jiyaye, di tuwaletê de zarokek anî. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karamanê jî dîsa zarokek 14 salî zarok anî.

Jin mehkûmê xizaniyê hatin kirin

Desthilatdariya ku di nava sala 2025’an de hinek guherînan kir, tu carî di lehiya jinan de gavan neavêt. Polîtîkayên ji bo hepskirina jinan di nava malbatê de domand. Li gorî daneyên TUÎK’ê di sala 2025’an de rêjeya jinên ku dest bi xebatê kirin ji sedî 36,8 ket qeydan lê keda wan weke her gav nehat dîtin. Li Tirkiyeya ku bêdadî û krîza aborî lê zêde tê jiyîn, ji vê yekê herî zêde jin bi bandor dibin. Jin mehkûmê xebata bê temînat û bê qeyd bûn, keda wan a li nava malê nehat dîtin. Civak û desthilatdariya AKP’ê rola ‘koletiya modern’ dide jinan. Ji jinan dixwaze ku bipejirînin, serî bitewînin, îtaetê bikin. Di 10 mehên sala 2025’an de hezar û 737 karker di dema xebatê de bi cînayetên kar mirin. Li gorî nûçeyên ku ketin çapemeniyê ji wan kesan 114 jin bûn.

Şîdeta dewletê

Sala 2025’an di heman demê de bû salek ku şîdeta dewletê jî zêde hat dîtin û li ser hat axaftin. Jinên muxalif, rojnameger bi hincetên cuda hatin binçavkirin, li ser wan lêgerîna tazî hat ferzkirin, gefa destdirejiyê li wan hat xwarin. Li dijî jinan bi zanîn dijminahî hat zêdekirin, di mudaxeleyên polîsan de jî vê yekê vekirî xuya bû. Jin li girtîgehan jî rastî şîdetê hatin. Hinek jin di dema sewqkirinê de muameleya xirab dîtin û bi saetan di wesayîdan de hatin hiştin. Ev yek jî ji bo yên diçûn nexweşxaneyan veguherî îşkenceyê. Li girtîgehan lêgerîna tazî li ser jinan hat ferzkirin, li hinek girtîgehan jî bêyî mafê mehremiyetê li ber çavan were girtin, hewl dan li koxûşan kamerayan saz bikin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan li girtîgehan 161 jê jin, hezar û 251 mêr, herî kêm hezar û 412 nexweş hene. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û merc her diçe vediguherin îşkenceyê.

Polîtîkayên şerê taybet

Di şerên ku ji bo parvekirinê li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê didomin de, bi taybetî jin tên hedefgirtin. Ji ber şer xizanî zêdetir dibe, pê re jî şîdet û mêtinkariya li ser jinan dijwartir dibe, jin neçarî koçberiyê dibin. Jin tevî hemû tiştên ku tên jiyîn jî li dijî desthilatdariyên bi serdestiya mêr, têkoşîna jib o wekhevî û azadiyê didomînin. Jinên ku ji bo çareseriya meseleya Kurd di navenda têkoşînê de ne, ji bo çêbûna aştiya civakî rolên girîng digrin ser xwe.

Jinên ku hedefa polîtîkayên şerê taybet in, bi her awayê şîdetê re rûbirû dimînin. Di serî de bakurê Kurdistanê, li cihê ku hejmara Kurdan zêde ye, desthilatdarî li dijî jinan polîtîkayên şerê taybet zêdetir dike. Desthilatdariya ku hêza leşkerî û polîsan bi kar tîne, bi taybetî li dijî jinên ciwan rêbazên dejenerekirina nirxên exlaqî, çandî, bi soza zewacê xapandin, revandin, gef û sîxurkirinê her wiha bi medyaya dîjîtal serî li gelek riyên xirab dide. Wekî din jî jinên ciwan hînî bikaranîna tiryakê tên kirin, beramberî pere bi zora tekiliyê re rûbirû dimînin.

Heta niha jî kiryarên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş nehatine dîtin û bêdadiya di van dosyayan de didome. Bi çalakiyên jinan û îsrara wan a ji bo şopandina van dozan, neçar man hinek dosyayan ji refên bi xwelî bigrini ji nû ve vekin. Dosyaya Rojîn Kabaîş bi saya çalakî û berxwedana jinan nehat girtin.

Hewl didin tiryak û fuhûşê zêdetir bikin

Li gorî rapora 2024’an a Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ku di encama hevdîtinên bi 3 hezar û 200 jinan re kiriye, amade kiriye; ‘tiryal li Kurdistanê’ pir bi rehetî tê belavkirin. Temenê kesên ku digrin, 7, yên bi kar tînin jî heta 12-13’an diçe. Fuhûş li Kurdistanê bi zanîn tê belavkirin û li ser jinên Kurd vê yekê tê ferzkirin. Hêzên çekdar, bi têkiliyên ku di bin navê ‘hezkirin’ de datînin, jinan ji nasname û têkoşîna wan dûr dixin, di dema hevdîtinan de bi qeydên deng û dîmen, şantajê li jinan dikin.  Li dijî vê yekê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan didome, bi navbeynkariya TJA’yê gelek çalakî hatin lidarxistin û civînên malan çêbûn.

Di salek de jinan di gelek waran de bi navên cuda xebatên xwe domandin, gihîştin jin û zarokên ku rastî şîdetê hatine. Lijneya Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk a DEM Partiyê, di salek de bi kampanyaya ku 13’ê Mijdarê bi sernavê "Gotina me neqediya, em ê bi hev re şîdetê rawestînin" re gihîşt 125 hezar jinan. Şaredariyên partiyê, gelek saziyên jinan ava kirin, bi îstîhdama jinan û atolyeyan gavên girîng avêtin. Di şaredariyan de bi saya xebatên jinan bajar bûn xwedî statuya ‘bajaren dostên jinan.’

Jin bû berdevkên aştiyê

Di warê çareseriya pirsgirêka Kurd de yên pêşî xwedî li banga aştî û civaka demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir derketin jin bûn. Jinên ku dizanin pevçûn çawa dibin sedema şîdetê li ser jiyana wan, vê pêvajoyê bi pêş xistin. Bi banga Abdullah Ocalan re gerîlayên ku çekên xwe şewitandin, mizgîniya serdemeke nû dan. Di vê merasîmê de jî jin li pêş bûn. Jinan bi pêşengiya xwe ragihandin ku serdemeke nû dest pê kiriye, tevî desthilatdariyê jî ji bo civakîbûna pêvajoyê û cihgirtina di nava pêvajoyê de dengê xwe bilind kirin.

‘Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye’

Li Stenbolê di encama komxebata di 22-23’yê Sibatê de bi navê “Jin li ser aştiyê diaxivin” de jinan Însiyatîfa Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ava kir. Jinan însiyatîfe bi gotinên; “Em ji bo bibin kirdeyên aştiyê, avakar û daxwaza jiyana azad, ji bo têkoşîna aştiyê ya ku em ê pê pêşeroja xwe birêsin tên ba hev. Di van rojên ku zext, şîdet, êrîşên li ser mafên demokratîk zêde bûne de; em jin, bawer dikin ku avakirina aştiyê pêkan e û dixwazin bi hev re li riyên wê bigerin” pênase kirin. Jinan di vê çarçoveyê de, çalakiyan li dar xistin hewl dan dengê xwe bidin bihîstin. Di heman demê de li meclîsê beşdarî 15’emîn civîna Komîsyona Demokrasî û Xwişkîtî-Biratî ya Neteweyî ya meclîsê bûn, nêrînên xwe anîn ziman.

Dayîkên Aştiyê di refên pêş de cih girtin

Jinan li cihên lê bûn Kursiya Aştiyê ava kirin. Jinên ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin, bi meş, panel û civînan xwestin tecrîd bi dawî bibe. Dayîkên Aştiyê her dem destek dan pêvajoya ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û di refên pêş de cihê xwe girtin. Dayîkên Aştiyê bi konferansa ku piştî 12 salan, li dar xistin, îlan kirin ku ji bo aştî li nava civakê belav bibe ew ê berpirsariyan bigrin ser xwe.

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi pêvajoyê ve girêdayî bi jinên partiyên siyasî re hevdîtinan kir. Endamên Tevgera Jinên Azad-TJA bi meşên ku li 7 cihên cuda li dar xistin, daxwazên aştiyê anîn ziman. Jin hê jî ji bo çêbûna aştiyê, dengê xwe bilind dikin, bi taybetî jinên Kurd, li her derê berdevkiya pêvajoyê dikin.

Ên jiyanê dirêsin jin in

Jinan di pêvajoyên herî tarî yên zext, şer, xizanî û şîdetê de jî her dem ji bo jiyanê berxwedanê raber kirin. Têkoşîna wan, ne tenê ji bo wan e; ji bo hemû kesên ku edalet, aştî û azadiyê dixwazin bû çavkaniya hêviyê. Îro li çar aliyên cîhanê, dengê jinan bi hev re bilind dibe.

Jin bi felsefeya  ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û berxwedana xwe jiyanê ji nû ve dirêsin.