Li herêma Kurdistanê daneyên fermî yên kuştina jinan
Li gorî daneyên ku ajansa me berhev kiriye, ji Mijdara sala 2024’an ve heta Mijdara 2025’an 42 jin hatine kuştin, 19 jin jî bi awayekî bi guman mirine. 5 jinan hewl dane întihar bikin û 1 jin jî neçarî xwekuştinê hatiye kirin.
HÊRÛ ELÎ
Navenda Nûçeyan- Ev zêdeyî çar salan e, aliyên pêwendîdar bi hincetên cuda, daneyên tundiya dijî jinan, bi taybetî kuştina jinan vedişêrin. Rêveberiya Tundiyê ya desthilatdaryê ragihandina daneyên qetilkirina jinan qedexe kiriye, rê nade dane bigihîjin destên medyayê û civak di vê der barê de biaxivin û stratejiya kêmkirin û nehiştina tundiyê daynin. Her wiha li ber çavên rêxistinên navxweyî û navneteweyî bê dîtin û bikaribin rewşa jinan bigrin dest. Armanc ne kêmkirina diyardeyan e belkî hewldanek ji bo bêdengkirin û dirêjkirina temenê wê diyardeyan di civakê deye. Her wiha di 24’ê Adarê de Wezareta Dadê biryara rakirina şopandina kuştina ji bo dezgehên ragihandinê derxist.
Kuştina jinan yek ji krîzên herî girîng a mafên mirovan e û di civaka başûrê Kurdistanê de weke urf û edet tê dîtin û di çanda kevneperest û aqilê mêrsalar de çavkanî girtiye, gelek caran ji aliyê bav, bira, hevjîn û kesên herî nêz ve bi hinceta namûsê sûc tê kirin. Jin ji ber biryarên dozê weke hilbijartina hevjîn, hevberdan, çawaniya cil û berg û têkelbûnû gelek sedemên din dibin qurbaniyên wê tundiyê.
Li gorî daneyên ku ajansa me NÛJINHA berhev kir hejmara kuştinan jinan ji meha Mijdara 2024’an heta Mijdaar 2015’an wiha ye:
* Di 12’ê Mijdara 2024’an de jinek bi navê Sedredînî ya 16 salî bi awayekî bi guman ket çemê Zêyê Biçûk û xeniqî û piştî rojekê cenazeyê wê hat dîtin.
*Di 14’ê Mijdara 2024’an de li taxa Bekrecû ya bajarê Silêmanî mêrek bi zanebûn du xwişkên xwe yê ku di navbera 2002 û 2005’an de ji dayîk bûne kuşt.
* Di 17’ê Mijdara 2024’an de sê xwişk li bajarê Kerkukê ji aliyê birayê xwe ve bi lîstina bi çekê, keçek a 15 salî tê kuştin û du xwişkên din birîndar dibin. Ew jî temenê wan di navbera 10-20 salî dene û piştre bira tê girtin.
*Di Kanûna 2024’an de li bajarokê Hacîawa, cenazeyê jinek xwedî sê zarokan gihandin nexweşxaneya dadê ya Ranyayê, piştre polîsên Raperînê piştrast kirin ku ew jin hatiye kuştin.
* Di 4’ê Çileya 2025’an de li taxa Çiraxanî ya bajarê Silêmanî, jinek a xwendekara pola 10’an a amadeyi ya Razî ya keçan ku 16 salî bû bi çeka bavê xwe dawî li jiyana xwe anî.
*Di 11’ê Çileya 2025’an de jinek pêşmergeya Zêrevanî ku girêdayî PDK’ê bû, ji aliyê birayê xwe ve li bajarê Hewlêrê hate kuştin.
* Di 15’ê Çileya 2025’an de jina bi navê ‘T.G’ a 43 salî û rûniştvana taxa Elyasefrî ya bajarokê Pêncewîn, ji aliyê hevjînê xweve bi awayek hovane hate kuştin, bedenê wê şewitî bû û piştre berbi Rojhilatê Kurdistanê reviya û di dawiyê de hate girtin.
*Di 16’ê Çileya 2025’an de li taxa fermanberan a bajarê Hewlêr, jinek temenê wê di navbera 37-40 salî de ji aliyê birayê xwe ve bi kêrê hate kuştin, piştî demekê kujer xwe radestî hêzên ewlehiyê kir.
* Şeva 31’Çileyê Duşemê, li yek ji sîteyên nêzî taxa Kurdistan a bajarê Silêmanî cenazeyê jinek mirî hat dîtin.
* Di şeva 2’ê Sibatê de, li taxa Kanî Kurdeyî ya bajarê Silêmanî li nêzî marketa Rehman, cenazeyê jinek 24 salî hat dîtin. Şopa guleyan di bedena wê de hebûn. Piştre kujer hat girtin
* Di 3’ê Sibatê de li taxa Rizgarî ya bajarokê Çemçemal, jinek ciwan a di sala 1991’ê de ji dayîk bûye, ji aliyê xalê xwe ve hat kuştin. Piştre kujer hat girtin.
* Di 22’ê Sibatê de di zêyê mezin ya ser pira Xebat û Kelekê, cenazeyê jinek 29 salî rûniştvana bajarê Hewlêr hate dîtin.
* Di 27’ê Sibatê de li bajarokê Binslawa ya bajarê Hewlêr, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve bi 7 guleyan hate kuştin.
* Di 4’ê Adarê de li sînorê îdareya Soran, mamostayek bi navê Awat Mihemed Kerîm a xelkê devera Biradost û rûniştvana bajarokê Çoman bû, ji ber rêjeya zêde ya şewatê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
* Di 13’ê Adarê de li Zêyê Mezin a ser bi gundê Zengel, li sînorê Akrê, cenazeyê jinek hat dîtin ku têl li ling û milê wê hatibû girêdan û pê hatibû xeniqandin û piştre avêtibû avê.
* Di şeva 13’ê meha Adarê de, bijîşkek a bajarê Hewlêrê bi navê ‘S.M’ bi êrîşek hovane ya hevjînê xwe hat kuştin û piştre kujer ji aliyê hêzên asayîşa Hewlêrê ve hat girtin.
* Di 19’ê Adarê de li gundê Gêrze ya girêdayî qezaya Seyîdsadiq ‘B.Ş’ ku ji derveyî welat hatibû 5 endamên malbata xwe kuşt ku sê jê jin bû navê wan Nîhayet Qadir, Dayîka kujer, SM. Salar û Yara Salar xwişka kujer bû.
* Di 2’ê Nîsanê de jinek bi navê Jiyan Mihemed a temenê wê 25 salî xelkê Sayîdsadiq û rûniştvana bajarokê Barzan li sînorê Silêmanî di mala xwe de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 4’ê Nîsanê de jinek ciwan a 21 salî li bajarokê Mexmûrê ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hate kuştin.
* Di 6’ê Nîsanê de jinek a rûniştvana bajarokê Rûvyan a sînorê Akrê bi navê ‘M.M.K’ a temen 24 salî ji aliyê hevjînê xwe yê bi navê ‘A.M.C’ yê temen 27 salî ve hate kuştin.
* Di 9’ê Nîsanê de cenazeyê jinek bi navê ‘Ş.N.M’ li taxa Seray a Helebce hat dîtin, ku cihên gule li ser bedena wê diyar bû.
* Di 24’ê Nîsanê de Aşna Ferhad ku rûniştvana bajarokê Soran ê sînorê Hewlêrê, bi awayek guman piştî du rojên li nexweşxaneya şewatê ya Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
* Di 3’ê Gulanê de li taxa Teyrewa ya bajarê Hewlêrê, ciwanek temenê wê 18 salî bi 11 guleyan xwişka xwe ya 16 salî kuşt û piştre ji aliyê polîsên bajar ve hate girtin.
* Di 20’ê Gulanê de li bajarê Duhokê, jinek ciwan a 29 salî hewl da xwe bikuje.
* Di 23’ê Gulanê de li gundê Pirreş ê girêdayî bajarê Hewlêrê, jinek ciwan a 22 salî ji aliyê birayê xwe ve bi guleyan hat kuştin.
* Di 28’ê Gulanê de li bajarê Hewlêrê cenazeyê jinek ciwan a bi navê Xerman Şemsedîn hat dîtin.
* Di 31’ê Gulanê de li taxa Qendîl a bajarokê Çarqurne, mêrekî gule li mala xezurê xwe reşand û di encamê de jinek 40 salî ku dibe dayîka havjînê wî jiyana xwe ji dest da.
* Di 31’ê Gulanê de li ber projeya nîştecihbûna ‘Drem Sty’ ya bajarê Hewlêrê jinek ji aliyê çekdarekê ve bi 10 guleyan hat kuştin.
* Di 2’ê Hezîranê de li taxa Bineslewa ya bajarê Hewlêrê, jinek ciwan a bi navê Sara Ferîdun ku pola 12’an a amadeyî bû bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
* Di 16’ê Hezîranê de li navenda îdareya Zaxo jinek ciwan bi navê ‘N.A.E’ ya 26 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hat kuştin.
* Di 22’ê Hezîranê de jinek bi navê Aşna Xesru ku xwendekara pola 10’an a amadeyî bû li îdareya Soran a girêdayî bajarê Hewlêr, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da. Agir bi bedena wê ketibû ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da.
* Di 3’ê Tîrmehê de li bajarokê Çarqurne jinek bi navê ‘H.R’ bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 5’ê Tîrmehê de jinek bi navê Meryem Sîravdel a 41 salî li ser banê mala xwe bi awayekî bi guman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
Di 12’ê Tîrmehê de li Hewlêr Firişte Seîd piştî îşkencekirin bi zêdeyî 9 guleyan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin û di çolek de cenazeyê wê hat dîtin.
* Di 13’ê Tîrmehê de li taxa Şakal a bajarokê Rizgarî ya girêdayî navçeya Kelar jinek bi navê ‘Z.E’ a 66 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 2’ê Tebaxê de li taxa Şêxan a Silêmanî jinek 45 salî li ber mala xwe ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat kuştin û piştre bira ji aliyê polîsên Silêmanî ve hat girtin.
* Di 2’ê Tebaxê de li Derbendî ya bajarokê Ranya ya girêdayî îdareya serbixwe ya Raperîn, jinek xelkê Berî Merge li navçeya Memend Awa ya girêdayî bajarokê Dokan li sînorê Sîlêmanî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 7’ê Tebaxê de li taxa 99’an Zanko ya bajarê Hewlêr, cenazeyê jinek mamostaya xananîşîna zanîngehê bi navê Gizing Kemal Mecîd ku di sala 19954’an ji dayîk bûbû hat dîtin.
* Di 8’ê Tebaxê de cenazeyê jinek ciwan a 25 salî a rûniştvana bajarokê Çarqurne yê girêdayî îdareya Raperîn li mala wê hat dîtin.
* Di 11’ê Tebaxê de li bajarokê Dokan ê girêdayî Silêmanî, mêrekî bi çekê êrîşî mala xezûrê xwe kir û di encama êrîşê de hevjîna xwe kuşt û piştre hewldana xwekuştinê da.
* Di 18’ê Tebaxê de li Zaxo cenazeyê jinek 72 salî hat dîtin ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû. Her wiha di heman rojê de cenazeyê jinek di sala 1988’an de ji dayîk bûye ku berê karmend bû, piştî nêzî 10 roj di mala xwe ya li taxa Rizgarî ya bajarê Silêmanî de hat dîtin.
* Di 27’ê Tebaxê de li taxa Raperîn a bajarê Silêmanî, jinek 25 salî ji aliyê hevjînê xwe ve bi çekê hat kuştin.
* Di 5’ê Îlonê de li navçeya Derbendîxan a girêdayî Silêmaniyê jinek bi navê Çawan Hesen ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
* Di 6’ê Îlonê de li Parêzgeha Helebce cenazeyê dayîk û keçek bi navê (C.F.S) temen 54 û (E.E.E) temen 18 salî li nava mala xwe de bi guleyan hatibûn qetilkirin hatin dîtin.
* Di 8’ê Îlonê de li navçeya Kifrî jineke temen 21 salî ji ber birîna xwe ya giran ji ber şerekî bi kêran hat qetilkirin.
* Di 25’ê Îlonê de li navçeya Ranyayê bi îdareya Raperînê jina bi navê Ewîn Salih di salvegera yekem a hevjîniya xwe de di bûyereke bi guman de bi rengekî şewitî jiyana xwe ji dest dabû.
* Di 26’ê Îlonê de li bajarê Kerkûkê, jinek 23 salî ji aliyê birayê xwe ve bi 14 guleyan hat kuştin.
Di 27’ê Îlonê de li taxa Qerge ya bajarê Silêmanî, cenazeyê jinek li mala wê bi awayek kuştî hat dîtin, piştre kujer hate girtin.
* Di 7’ê Cotmehê de li taxa Karêzewşk ya bajarê Silêmanî jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin.
* Di 13’ê Cotmehê de li taxa Mameyare ya li parêzgeha Silêmaniyê cenazeyê jinek 41 salî di mala wê de xeniqiyî hate dîtin.
* Di 15’ê Cotmehê de li taxa Edenî ya ser bi parêzgeha Kerkûkê jinek bi navê ‘K-Î-S’ (32) di mala xwe de hat gulebarankirin û qetilkirin.
* Di 21’ê Cotmehê de li taxa Domîze ya parêzgeha Kerkûkê jinek 46 salî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
* Di 5’ê Mijdarê de jinek 55 salî ji qata 25’an a avahiyê ket xwarê û bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Di sala 2022’an de qet daneyek fermî ya kuştina jinan û tundiya dijî jinan nehat belavkirin
Di sala 2022’an de fermî a kuştina jinan û tundiya dijî jinan nehat belavkirin. Berê di dawiya her salê de dihat belavkirin. Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji dema dest bi karkirina kabîneya nehem a hikûmetê ya ji sala 2019’an ve hemû hewldanên xwe daye ser qedexekirin û rêgirîkirina belavbûna daneyên qetilkirin û tundiyên beramberî jinan. Li gel vê doz û dosyayên qetilkirina jinan an tên veşartin yan jî bi hinceta ‘namûsê’ tên girtin. Lê belê veşartina daneyên kuştinên jinan bandorê li ser kêmbûna rêjeya kuştina jinan nekiriye, berovajî her roja diçe zêde dibe.