Kombûna Jinan a Zenûbiya 2025’an bi têkoşînê derbas kir
Di sala 2025’an de, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xebatên jinan gelek tengasî hebûn, lê berê çerxa têkoşîna li dijî van astengiyan nesekinî. Planên ji bo serkeftina sala nû tên domandin.
Reqa – Sûriye piştî hilweşîna rejîmê û avabûna hikûmeta demkî, ket qonaxek dîrokî û krîtîk. Ev geşedanên siyasî û civakî rasterast li ser jinan bandor kir. Li Sûriyeyê piraniya jinan, bi tundî, cûdakarî, bi zorê ji cihê xwebûn û ji mafê xwe bêparbûnê re rûbirû ne.
Di sala 2025’an de, her çiqas li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevgerên jinan û saziyên wan pêşketinên girîng bidest xistibin jî, ji ber şertên leşkerî û siyasî ku Sûriye tê de derbas dibe, jinan xwe di navenda pevçûnan de dîtin. Barê van şertan hê zêdetir li ser milê jinan bû û vê rewşê rasterast bandor li ser ewlehî û mafên wan kir.
Li herêmên di kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam de, di mekanîzmayên biryardayînê, nûnertiya lawaz de, jinan di pêşeroja Sûriyeyê de wek hevkar nasnekirin, li hember jinan binpêkirinên wek kuştin, revandin û bi zorê ji cihê xwebûn derket pêş. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gotinên nexweş li hemberî siyasetmedar, aktivîstên jin û rola jinan, zextên derdor ku projeya Neteweya Demokratîk dike hedef, hat dîtin. Di heman demê de binpêkirinên giran ên li herêmên peravê û Suweydayê li dijî jinan, hesta bêparastinê kûr kir.
Amûrên li dijî jinan hatin bikaranîn
Ji Rêveberiya Kombûna Jinan a Zenûbiya Beşre Îsmaîl el- Mihemed, têkildarî xebatên Kombûnê yên sala 2025’an û tengasiyên ku kişandine wiha got: “Li herêmên me ji dema avakirina Rêveberiya Xweser heta niha, jin hevkarên nevendên biryardayînê ne. Di qadên siyasî û civakî de hebûna wan a aktîf, bûye sazî. Bi vîzyonek ku azadiya jinê di azadiya civakê de derbas dibe, ji bo bihêzkirinê qadên berfireh hatin vekirin. Ev jî wisa kir ku ev model bibe hedefa êrîşan. Hewldanên ji nûve hilberandina zîhnyeta mêrê serdest derbarê sînordarkirina destekftiyên jinan û şikestina îradeya wan de, zêde kiriye. Zêdebûna tundiya li dijî jinan, kuştin û belavbûna tiryakê, zêdebûna bûyerên xwekuştinê û şantaja sîber ku di demên dawî de em lê rast hatin, destpêka vana ye.”
Beşre Îsmaîl el- Mihemed van pêkanîna wek ‘amûrên li dijî jinan tê bikaranîn û hedef dike wê bixwe bin zextê û pêşketina wê asteng dike’ bi nav kir û got: “Tevî tengasiyên ku hedef dike jin dev ji daxwazên xwe yên bi maf berde, ber bi nivîsa peymana civakî ve gavên xwe didomînin. Em li ser projeyek ku azadiya jinê û beşdariya berfireh a her qadê jiyanê esas digre dixebitin. Em dixwazin ceribandina me ji bo hemû erdnîgariya Sûriyeyê bibe modelek.”
Hevbandorî û kampanyayên piştevaniyê di navbera gel de zêde bûne
Kombûna Jinan a Zenûbiya, li Tebqa, Reqa û Dêrezorê, gelek kampanya meşandin. Li kantona Reqayê, kampanyaya bi diruşma ‘Bi rêxistina jinan re civak dibe yek’ di 10’ê Îlonê de destpê kir û mehekê dom kir, qadên gundewar û bajar girt nava xwe. Bi jinan re 177 civîn hatin lidarxistin. Kampanyaya duyem, li kantona Tebqa mehekê dom kir û 29 civîn hatin lidarxistin. Di heman demê de li Tebqayê kampanyayek din bi diruşma ‘Ji bo rêxistinkirina jinan civakek bi hêz’ hate destpêkirin. Di çarçoveya vê kampanyayê de 373 civîn hatin lidarxistin û 4 hezar û 660 jin beşdarî kampanyayê bûn. Beşra Îsmaîl el-Mihemed da zanîn ku îsal li herêman xebatan erêkirinek berbiçav hatiye dîtin û jin beşdarî kampanyayên piştevaniya bi jinên peravê û Suweyda re bûn, peyam, dîmen danezan û çalakiyên cûda hatine lidarxistin û got: “Di heman demê de ji bo avakirina perspektîfek hevpar a derbarê pêşeroja tevgerên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derbarê pêşeroja Sûriyeyê de bi armanca bal kişandina ser bendewariyên jinan li gel Kongra Star, di nav koordînasyonê de konfernasek hat lidarxistin.”
Perwerde û paanel hatin lidarxistin
Kombûnên di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî de bi awayek bi hêz cih girt. Di çarçoveya kampanyaya bi diruşma ‘Ji bo bi dawîanîna tundiyê, civakeke komînal û demokratîk ava bikin’ 241 civîn hatin lidarxistin. Ji bo mêran derbarê awayên tundiya dijî jinan û kêmkirina vê diyardeya civakî de perwerde hatin dayîn. Li kantona Tebqayê, 3 dewreyên perwerdê hatin dayin, dû meşên mêran hatin organîzekirin û derbarê cûreyên tundiyê de bruşor hatin belavkirin. Di dawiya kampanyayê de ji aliyê Kombûna Jinan a Zenûbiya ve nirxandin hatin kirin. Kombûnê di nava salê de, gelek danezan û axaftin weşandin, tenê bi herêmê ve sînordar nebû. Panelên ku pirsgirêkên jinan li her cihê heman e lidar xistin, ji Jîna Amînî heta herêmên peravê û jinên Suweydayê.
Komîteya Kombûnê, xebatên wan
Kombûn li Tebqa, Reqa û Dêrezorê xebat dimeşîne.Di heman demê de îsal şaxa bi navê ‘Pêşketina Zenûbiya’ li Şamê hat vekirin. Li herêma Muaddamiye civînên kurt ji bo jinan hatin lidarxistin. Heyetên kombûnê, serdana welatên cûda yên Ewropayê kirin. Ji derveyî kampanyayê, komîteya aborî, bi armanca bihêzkirinan jinan di aliyê aborî de proje dan destpêkirin û perwerdeyên pîşeyî vekir. Di salê de, bala xwe dan ser projeyên çandinî (bi berhemên cûda çandina eraziyan) dirûnxane, tesîsên konserve û firûnan. Ji bo firûnan temînkirina madeyên xam ji aliyê kombûnê ve hate pêkanîn.
Komîteya Mala Jinan, li ser hiqûqa malbatê xebitî, sûd da çareseriya gelek dozan û destek da jinan. Di sala pêş me de pilanên têkildarî pêkanîna vê zagonê hatin amadekirin.
Komîteyên perwerdê, derbarê hişmendîkirina jinan û rêxistinbûnê de bernameyên perwerdê plan kirin.
Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk, di sala 2025’an de li gel heyetên ku serdana herêm û kombûnê kirin, koordînasyon pêk anî. Îsal gelek heyet, ji bo ceribandinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibînin serdana herêmê kirin. Planek xebatê ku hedef dike ku asta xebatên rêxistinî zêde bike, asta çalakî û bernameyan bipêş bixe û asta kapasîteya xebatên kombûnê amade kir. Plan tê payîn ku girîngî bidin mekanîzmayên nû yên bihêzkirina rola qadên cûda yên jinan, ji nûve sazûmankirina awayê meclîsa navxweyî û komîteyê bi hêz bibe û beşdariyê berfireh bike.
Planên pêşerojê
Di hedefên sala 2026’an a kombûnê de, bilindkirina tempoya têkoşîna jinan û bihêzkirina jinan di vê dema ku Sûriye tê de derbas dibe, cih digre. Beşra Îsmaîl el-Mihemed wiha got:
“Divê em balê bidin ser bihêzkirina îdarî û siyasî, zêdekirina beşdariya lîdertiyê, parastina civakî, hiqûqî û têkoşîna li dijî tundiyê. Di nava planên mecde, çalakkirina hiqûqa malbatê, dersên hişyarkirinê û zindîkirina komînên jinan, bi berfirehkirina qadê re xwegihandina hê zêdetir jinan e. Li Reqayê ji bo jinan avakirina akademiyek, vekirina projeyên akademîk, berfirehkirina projeyên heye û zêdekirina firsendên hêza kar a jinan heye.”
Kombûn hedef dike ku bi kampanya û çalakiyan têkoşîna dijî tundiyê, parastina jinê û şopandina dozên jinan û hemû pirsgirêkên ku eleqe bi jinan re heye digre dest.
Hedefgirtina kombûnê
Beşra Îsmaîl el-Mihemed, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di 2025’an de di dema berxwedana li Bendevan Tişrînê de 4 endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya hatin hedefgirtin. Hinek endamên din ji aliyê hêzên bi pere yên dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin û wiha got: “Ên ji fikrê jinan bawer nakin û ditirsin, çalakiyên sabotajê didomînin. Lê belê ji bo parastina destkeftiyên me, em têkoşîna xwe didomînin.”