Karneya AKP’ê ya 21 salan a li dijî jinan-3

Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê li gel jinên mexdûrên erdhejê bin û da zanîn ku ew ê di 8'ê Adarê de ji hikûmeta ku mîmarê pergala riziyayî hesab bipirsin.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan- Tirkiyê jinên her sal 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi tililî, ken, govend û stranan bi yek dengî dibêjin, pîroz dikin. Lê îsal dê wisa nebe. Di erdhejên ku navenda wê Mereşê li pey hev hatin û hilweşandinek mezin pêk anîn, bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Tê diyarkirin ku di bermahiyên avahiyê de hê jî cenazeyên ku nehatine derxistin hene. Jinên ku ji roja yekem a erdhejê ve dibêjin, "Dewlet nîne", dîsa bi hevgirtina jinan xwe li jiyanê digrin.

Di 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de îsal dê jinên ji Tirkiye û Kurdistanê bi jinên mexdûrên erdhejê re di nava hevgirtinê de bin. Jin li dijî tundiya li ser jinê, şer, talanê biseknin, herî zêde jî dê ji hikûmetê hesab bipirsin.

Em bi Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran re polîtîkayên jinan ên hikûmeta AKP-MHP'ê, polîtîkayên şer û tecrîdê yên li ser jinan ya li Tirkiyeyê û tiştên hilweşîna erdhejê ava kir nîşan dide axivîn.

Ayşe Acar Başaran, balkişand tişta ku hatine jiyîn ne asayî ye, hilweşandinek mezin pêkhatiye û destnîşan kir ku ev hilweşandin dê ji şer û polîtîkayên tecrîdê yên li Tirkiyeyê tên meşandin cuda neyê fikirandin. Ayşe Acar Başaran wiha axivî:

“Polîtîkayên tecrîdê û neçareserî pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên sereke yên vî welatî ne. Helbet ne yekane pirsgirêke wî ye, lê cihê ku gelek pirsgirêk û gelek mijar veguherê û tê girêdan e. Carna pênaseyeke wiha dikim; dema hûn kevirekî diavêjin avê û destpêkê helqeyek çêdibe û piştre li dora wê helqeyên din çêdibin. Di aliyê pêvajoya li Tirkiyeyê de dikare ev nirxandin bê kirin. Ya rastî di navenda mijarê de polîtîkayên tecrîdê û şer hene û li derdora wê jî hemû civak vê pêvajoya din dijîn. Em vê yekê dizanin ku neçareseriya pirsgirêka Kurd nedemokratîkbûna Tirkiyeyê bi xwe re tîne. Nebûna welatekî demokratîk, tê wateya ku jin di jiyana civakî de bêhtir bi paş ve tê xistin û hin zêdetir bi şer ve girêdayî rêxistinbûna mîlîtarîzmêya zayendperestiya ya serweriya mêr e.”

‘Fatureya hemû qeyranan li ser jinan tên birîn

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku polîtîkayên şer û pevçûnan ên li Tirkiyeyê her tim ji aliyê hikûmetê ve tên xwedî kirin, bal kişand ser hevdîtinên di sala 2015'an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin û wiha got: "Piştî van hevdîtinên sala 2015'an bi dawî bûn, me şahidî kir ku Tirkiyeyê di her warî de paşveçûnek jiya." Ayşe Acar Başaran diyar kir ku dûrketina ji zemîna demokratîk destkeftiyên jinan jî tine dike û bal kişand pêvajoyek ku faşîzm û rejîma yek zilamî sazî dibe de, ji aliyê hikûmetê ve girek bi girek tê honandin. Ayşe Acar Başaran diyar kir ku fatureya hemû qeyranan li ser jinan tên barandin û anî ziman ku yekperestî jinan dike hedef, zayendperestiyê bi rêxistin dike û polîtîkayên şerê taybet pêş dixe.

'Jin dibin hedef’

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku dema ji demokrasî tê durketin, hedef dibin jin, balkişand ku rojeva wan a sereke rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û polîtîkayên şer e û diyar kir ku bi erdhejê re ev hemû rojev bûne yek. Ayşe Acar Başaran wiha axivî: “Me dît ku pergal çawa rizî bû. Weke civakê em hemûyan fatûreya herî mezin ya derbaskirina bûdceyê ya ji bo şer, kûrkirina polîtîkayên şer, ewqas girêdanbûna hikûmet ya bi rantê re û avakirina hundirê hemû saziyan da. Em didin jî. Li hemû cîhanê erdhej û karasetên xwezayî çêdibin. Lê dema li welatê me lehî çêbibe, em nikarin bûdceya ku ji bo lehiyê hatiye veqetandin bibînin, erdhejê bandor li 11 parêzgehan kir, helbet erdhejek mezin bû, lê ger em bi rastî jî ji bo vê erdhejê amade bûna, ger hundirê ewqas Sazî nehatibûna valakirin, ji AFAD'ê bigire heta Kzilayê û saziyên din bi mudaxeleyek hin zêdetir lezgîn dê windahiyên canî hin kêmtir bihati jiyîn û pêdiviyên gel bihatana bicihanîn."

'Em bi hikûmeteke ku xwe bi şer xwedî dike re rû bi rû ne'

Ayşe Acar Başaran a dibêje, “Ev zelal e, hikûmetek heye li pêşî ya me, lê ne hikûmete ku pêdiviyên civakî bi cih tîne, civakê ji xwe re esas bigre û civakê pêşî dest digre ye. Em bi hikûmeteke ku xwe û komeke li derdora xwe xwedî dike, mezin dike û ji bo vê ked dide re e rû bi rû ne” û anî ziman ku berdela van hemû polîtîkayan ji civak û jinê re tê barkirin. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê bi van gotinan balkişand li ser wehametiya rewşa tê jiyîn, “Li cihê ku em diçûn, tiştê herî zelal hat gotin ew bû. 'Dewlet tune' Dewlet bi rastî jî tunebû. Kizilay wî jî tunebû. AFAD jî tune bû. Erkdarên wî û leşkerên wî jî tunebûn. Ew ne li gel leşkeriyê bû. Piştre bi zorê derket holê", dest nîşan kir ku gel ji ber nasnameya xwe nikarîne alîkariyê bixwaze û wiha berdewam kir:

“Hem Kurd û hem jî Elewî hemû kes dibêje li dijî wan cudakariyê hatin. Hemû kes dibêje bi awayekî ji aliyê hikûmetê ve bi tenê hatine hiştin. Mesele ew e, ger kesekî vê hestê dijî, di vir de pirsgirêkek heye. Bi rastî jî ev encama polîtîkayek ku ji aliyê dewletê ve hatî afirandin e û encama mudaxele û nêzîkatiya wî ya di vê pêvajoyê de ye. Piştî erdhejê yekser pergalek hat avakirin, wek mînak navenda bange li vir jî Kurdî tune bû. Her ziman hebû, lê Kurdî tune bû. Wezîrê Derve bi hemû zimanan spasiya hemû welatên ku hatine alîkariyê kir, lê bi Kurdî nekir. Ev yek jî nîşaneya di vê pêvajoyê de helwestek cudakar ya çawa heye ye.”

'Jin pirsgrêkek mezin ya ewlehiyê dîjîn’

Ayşe Acar Başaran a bi van gotinan tiştên li herêmên erdhejê qewimîn vegot, “Wek her car, di demên qeyranê de bandorên herî mezin jin dijîn. Ji ber ku bifikirin mala we hilweşiyaye, hûn sibehekê ji xewê şiyar dibin tu tiştekî we nemaye, hûn bi cil û bergên ku bi şev li xwe dikî, li derve yî, li lingên we şimik nîne, li ser we palto û pêlav tune ye, tu tiştekî we tune ye. Hûn li kolanan dimînin. Rêxistinek ku hewcedariyên we pêk bîne tune. Ger we kon ditî be hûn pir bi şans in, ji ber ku li gelek deveran em çûn, mirovan nikaribûn kon peyda bikin. Li hin cihên nû ji bo dîmen û reklamê bajarên kon hatin vedan. Li van deran hêj di warê tuwalet û serşûştinê de pirsgirêk hene."

“Bifikirin hûn li kolanê man. Li cihekî ku ev qas serdestiya mêr pêş dikeve, tundiya li ser jinê heye, tacîz û tecawiz lê heye, jin li cihekî ku ewlekarî nayê misoger kirin pirsgirêkeke mezin a ewlekariyê dijîn. Li aliyê din jî pêdiviyên bingehîn ên jinan heye. Pêdiviyên bingehîn ya ji ber jinbûnê hene. Ji pedên hîjyenîk heta tuwaletên hîjyenîk pêwîstî hene. Tê payîn ku di nava mehekê de bi sedan jinên ducanî û heta zêdetirê 20 hezarî jin doxûm bikin. Di warê zarokan de pêdiviyên herî bingehîn ên weke paçê zarokan hene û tu mekanîzmayeke ku serî lê bidin tune ye. Herder hilweşiyayê û hatiye rewşa bêkêr. Mekanîzmayên ku ji xwe tunebûn ji ber erdhejê hilweşiyan. Jinek dema rastî tundiyê tê dê biçe ku derê?  Dê jî kî piştgirî bistîne? Ev pirs hene.”

Dê di tariyê de çawa bi ewle bin?

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser metirsiyên ku li herêma erdhejê bi taybetî ji bo zarokan bên jiyîn û wiha got: “Der barê zarokên keç de em ji tecrubeyên xwe yên berê dizanin. Em dizanin ku bi taybetî li qadên jiyanê yên komî, piştî demekê zewac gengaz e. Ev jî di bin navê parastinê de tê kirin.” Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ronîkirina kolanan jî pêvidiyek bi lezgîni ye, pirsa li cihê ku hemû kolan di tariyê de ye jin çawa dikarin bi ewle bimînin kir û wiha got: "Dema em hêj li nivê kolanan ji aliyê mêran nasnakin ve rastî tundî, tacîz û tecawizê tên, jin li cihên ewqas tarî xwe çawa di ewlehiyê de hîsbikin? Ev di warê jinan de pirsgirêkên pir bingehîn in û em difikirin ku dê di dema pêş de jî ev pirsgirêk mezintir bibin.”

'Erka wezaretê parastina zarokan e'

Ayşe Acar Başaran bal kişand ser zarokên bê rafakat jî û ser daxuyaniyên Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanîk ên der barê zarokan de û wiha axivî: “Parastina van zarokan erka dewletê ye. Tişta ku di vê di dewletên hiqûqa civakî yên demokratîk de bê kirin ew e, lê mixabin em dizanin ku li Tirkiyeyê pêvajo wiha nameşe. Em jî bi agahdariya ku ji raya giştî re tên xuya kirin dizanin ku pirsgirêkek wiha heye. Li holê îdîayek heye. Ya ku divê Wezerat li hemberî vê îdiayê bike ew e ku bi lez li ser vê îdiayê lêkolîn bike û daxuyaniyeke ku raya giştî tetmîn bike bide. Gotina 'malbatan difikirin ku zarokên wan di nava ewlehiyê de ye” nîşan dide ku bûyerek wiha heye û wezaret xwe ji vê bûyerê xilas dike."

'Hefizeya hevgirtinê derxist holê’

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku qeyûm li şaredariyên wan hatine tayînkirin, butçeya wan hatiye sinordarkirin, lê dîsa jî di nava hevgirtinê de ne û wiha got: “Ji aliyekî ve li vir hefizeya civakî heye. Mirovan tercûbeyên xwe yên ji pêvajoyên berê veguheztin vê pêvajoyê. Mînak ciwanên erdheja Wanê jiyan kirin bi derfetên xwe hatin û bi hevgirtinê bûn parçeyek vê xebatê. Hebûna rêxistinên girseyî yên demokratîk li Amedê di warê me de pir bihêsan bû. Ev jiyana komînal û hefizeya hevgirtina civakê derxist holê. Mirovan nan çêdikirin û anîn, pişt wesayitên xwe tijî kirin û anîn, bi rastî ev yek nîşanek e ku çawa ew ramana ku em bi salan girek girek avadikin di nav civakê de çawa belav bûye ye.”

'Em ê teşhîr bikin'

Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 8'ê Adarê li hemû cîhanê bi cejnan tê pîrozkirin û rojek têkoşînê ye û wiha axivî: "Rojeke ku jin coş, ken, qîrîn û hêviyên xwe tînin hev. Em jî di her 8'ê Adarê de her tim biryardariya xwe ya bilindkirina îtîrazê û têkoşîna xwe nîşan da, di heman demê de bi diyar kirina coş û hêviya xwe 8'ê Adarê bi cejnan derbas kir. Helbet piştî vê erdhejê ev planên hatin guhertin. Ji xwe îro bi erdhejê re heman feraset tundiya li ser jinê kûrtir dike. Bi tacîz û tecawizê re rû bi rû dihêle. Em dizanin ku ev rejîma ku keda jinan û bedena wan kedxwarî dike, bi rastî hemû civakê kedxwarî dike û dema vê yekê dike bi xwe jî rizî dibe û her roj hinekî din bêhn dide. Helwesta wî yê di erdhejê de derketiye holê li her derê teşhîr bikin û hesaba vê yekê bipirsin."

'Em ê hesab bipirsin'

Ayşe Acar Başaran got, " Me ev 8'ê Adarê weke pêvajoyeke ku em ê ne bi tenê, bi hev re, li ser her bingehî hevgirtina jinan mezin bikin plan kiriye.” Ayşe Acar Başaran herî dawî wiha axivî:

“Dê ji çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê ber bi van bajaran ve çûyin hebe. Em ê ji bo bicihanîna pêdiviyên jinan li vir bin û li aliyekî jî  hevgirtinê xurt bikin, ji ber ku di vê pêvajoyê de pêwîstiya herî bingehîn a jinan ew e ku bibîne û hîs bike ku ne bi tenê ye. Em ê di 8’ê Adarê de bi rêxistinên jinan re li qadan bin. Em ê bi têkoşîna jinan bersiva vê hikûmetê bidin. Em ê di 8'ê Adarê de bi diyar kirina em ê hesab ji wan bipirsin, hemû sûcên hikûmetê deşîfre bikin û bi têkoşîna hevpar a jinan re hikûmet dê hesabê herî mezin bide jinan li qadan bin. Em ê bi vîna xwe ya bi hêrsa xwe hesab bipirsin li qadan bin.”

QEDIYA