Jinên ku bi îdeolojiyê re rûbirû dimînin: Hebûneke nû di qadên berxwedanê de –3

Her çiqas hinek jinan ji bo parastina welatê xwe çek hilgirtine jî yên din hê jî ji bo naskirin û edaletê têdikoşin. Artêşbûna jinan li Rojhilata Navîn ne ezmûneke yekreng e, mozaîkek ji pratîkên cihêreng e.

MALVA MUHEMED

Navenda Nûçeyan – Doza artêşbûna jinan li welatên Rojhilata Navîn meseleyeke aloz û bi hev ve girêdayî ye ku hêmanên dîrok, îdeolojî û polîtîkayên civakî dihewîne. Beşdarbûna jinan di hêzên leşkerî de ne bûyerek ji nişka ve bû, encama pêşketineke gav bi gav bû ku bi gelek pirsgirêkan re rûbirû ma. Di nav de sînorkirinên çandî û nêrîna kevneşopî ya rola wan di civakê de jî hebû.

Ji bo têgihîştina vê diyardeyê, ne bes e ku mirov li hejmaran an biryarên fermî binêre lê ji bilî lêkolîna bandorên wê yên civakî û siyasî yên demdirêj, analîzek li ser motîvasyonên li pişt artêşbûna jinan, armancên ku welat bi vê gavê ve digrin jî hewce dike.

Jinên Iraqî ji cilên spî ber bi qadên şer ve

 


         


        

Li Bexdayê qehremanî ne tenê ji bo mêran bû. Di salên 1970’yan de, bi taybetî di sala 1977’an de, xwendekarên jin ên beşa bijîjkî, zanist û hemşîretiyê bi cilên leşkerî di korîdorên zanîngehê de digeriyan, rutbeya efseran digirtin û erkên xwe di nava hêzên çekdar de pêk dianîn. Ew kêlî gaveke neragihandî bû ku jinên Iraqî ketine qada desthilatdariyê.

Lê Şerê Îran-Iraqê yê sala 1980’an zû rewşê guherand. Dema ku agirê şer li ser sînor gur dibû, jin ji bo eniyên şer hatin gazîkirin dûre bi bêdengî paşve hatin şandin. Paşê, biryarek hat dayîn ku dayîna rutbeyên leşkerî ji jinan re were rawestandin û xwe bi tayînkirina peymankarên jin weke sivîlan ve sînordar bikin. Ango her gava şerekî dest pê dikir, jin dihatin gazîkirin û her gava ku şer kêm dibû, dihatin jibîrkirin, mîna ku beşdarbûna wan demkî, mercdar be û tenê dema ku hewce be were dayîn.

Piştre salên 1990’î hatin ku jinan red kirin di vegotina parastina welat de tenê piçek bin. Di sala 1993’an de, yekîneyên jinan ên serbixwe yên yekem derketin holê, dabeşên leşkerî yên ku ji hêla jinan ve dihatin birêvebirin, dûrî kontrola mêran. Ew kêlî jidayikbûnek nû bû, berevajî yên berê. Perwerdeya şer, mîsyonên taktîkî, hişmendiyeke zêde ku jin ne tenê jêhatî ne lê di heman demê de amade ne jî.

Lê belê ew yekîneyan wek saziyên serbixwe yên demdirêj berdewam nekirin, ji ber ku ew nêzî destpêşxeriyên rewşî yên bi şert û mercên dorpêçkirin û şeran ve girêdayî bûn. Piştî sala 2003’yan, ew ezmûn winda bû şûna wê bi beşdariya takekesî yan sînorkirî hat dagirtin ango piştî hilweşandin û ji nû ve avakirina artêşa Iraqê. Hebûna jinan kêm bû, bûn xwedî rolên sînorkirî, pir caran îdarî yan bijîjkî, bi nebûna tevahî ya yekîneyên şer ên jinan ên serbixwe.

Di sala 2005’an de, jin dîsa hatin gazîkirin ji bo hêzên çekdar ên Iraqê xwebexş bin lê derfetên girîng nedan wan. Jin gelek caran di rolên bijîşkî, îdarî û yên din ên ji derveyî şer de dihatin erkdarkirin. Raporên dawî nîşan didin ku jin di artêşa Iraqê de hê jî bi temsîliyeteke kêm girîng re rûbirû ne. Bi taybetî di meqamên serokatiyê, perwerde û rolên taktîkî de. Ev nebûn rasterast bandorê li ser bandora hêzan di çareserkirina pirsgirêkên weke parastina sivîlan an rûbirûbûna tundiya li ser bingeha zayendî de dike.

Tevî paşketina saziyî, çîrokên takekesî yên jinên ku destkeftiyên berbiçav bi dest xistine derketine holê. Mînak Anxam El-Temîmî bû yekem jina Iraqî ku di artêşa nû de pileya tuxgeneraliyê girt, destkeftiyek sembolîk ku şiyana jinan a şikandina astengiyan nîşan dide.

Di navbera sembol û çekê de: Jinên Filistînî


         


        

Li quncikên kampan, di navbera dîwarên terikandî û dengê balafiran de jinên Filistînî bi dengekî lawaz lê dengê ku nayê jibîrkirin serpêhatiyên qehremaniyê dinivîsînin. Artêşbûna jinan li vir ne her dem fermî bû, di hişmendiya gel de kûr bû ku wêneyê jinên şervan bi rûmeta neteweyî ve girêdayî bû.

Ji salên 1930’an vir ve, nîşaneyên berxwedana jinan li Qudsê xuya bûn, li wir jinan sendîkayek ava kirin da ku piştgiriyê bidin şoreşgeran û çekan qaçax bikin. Bi şoreşa 1936’an re, wan peyam û çekan di bin cilên xwe de hilgirtin. Di sala 1948’an de, Halwa Zeidan bi tifinga hevjînê xwe yê kuştî li dijî hêzên Îsraîlê şer kir, heta ku piştî kuştina 6 ji wan jiyana xwe ji dest da.

Di salên 1970’an de, jinên ciwan tevlî kampên perwerdeyê bûn û di nav wan de Delal Mughrabî derket holê ku operasyoneke leşkerî birêve bir û di wê operasyonê de jiyana xwe ji dest da û bû semboleke neteweyî. Di herdu serhildanan de jin di eniyên pêş de xuya bûn bi zextan re rûbirû man, wan avêtin zindanan lê paşve gav neavêtin.

Tevî wêrekiya wan serokatî û meqamên bilind ji bo mêran parastî man, heta di nav komên ku îdiaya wekheviyê dikin de jî. Li Xezayê, yekîneyên jinan di nava Hamas û Cîhada Îslamî de derketin holê lê beşdariya wan pir caran ji bo pêşandanê bû, ne ji bo hêzdarkirina rastîn.

Tevî perwerdeya xwe jî jin bi rolên taybetî ve girêdayî man, dema ku pêwist bû gazî wan dihat kirin û di dema danûstandinan de ji bîr dikirin. Cudakarî bi awayekî eşkere bû. Çandeke baviksalar, nêrîneke kevneşopî û civakek ku hê jî jinan weke sembol didît, ne weke pêşeng. Her wiha modelên rolên jinan derketin holê ku ev sînor şikandin û hebûna xwe hem di siyasetê de hem jî di qadê de piştrast kirin.

Di şerê dawî de, rapor derketin holê ku jin hê jî di nava komên çekdar de çekan hildigirin her çendî hebûna wan li gorî mêran sînordar bû jî. Hinek ji wan di yekîneyên piştgiriya lojîstîkî yan medyaya leşkerî de û carna jî di operasyonên şer de bi xwe, bi taybetî li Xezayê dixebitin.

 

Ji piştgiriya lojîstîkî ber bi gotûbêjên siyasî ve: Lubnan


         

Li welatekî ku mezheb bi çekan re li hev dicivin û dilsozî berî sînoran tê nîşandan, jinên Lubnanî hewl didan di meydanên ku tenê kesên mohra partiyê li xwe dikin de cihek bibînin.

Di dema şerê navxweyî de jin ne wekî rêber, weke leşkerên ku dilsoziya wan şert bû, tevlî partiyên siyasî yên bi karakterek leşkerî bûn, weke Hizbullah û Hêzên Lubnanî. Çeka di destê jinên Lubnanî de ne îfadeya serxwebûnê bû, ya aîdiyetê bû, ew pir caran demkî bû ango ew bi vîzyoneke femînîst a serbixwe ve ne girêdayî bû.

Di dema şerê navxweyî de (1975-1990), jin beşdarî xwepêşandanan, di xizmetên ambulansê de û di hinek operasyonên leşkerî de bûn. Ew tevlî fraksiyonên weke Tevgera Emel û Hizbullah bûn lê beşdariya wan her gav di bin sîwana mêraniya siyasî de bû. Heta piştî ku şer bi dawî bû jî derfetek rastîn ji jinan re nehat dayîn.

Cudakarî di terfîkirinê de, zextên civakî û rewşa ewlehiyê ya nazik hemû faktor in ku beşdarbûna jinên Lubnanî di artêşê de şerekî ne kêmtir ji şerê leşkerî bi xwe dijwar dikin. Tevî hebûna bernameyên perwerde û piştgiriya psîkolojîk, guhertin hê jî hêdî ye û bi însiyatîfan ve sînordar e ne bi polîtîkayan.

Paşê Jana Sader derket holê, yekem jina ku di dîroka Lubnanê de pîlotiya balafireke şer kiriye. Gaveke dîrokî ango xaleke werçerxê bû. Ne mimkun e, ji ber ku asîmanên Jana Sader lê difiriya têrê nedikir ku deriyên fermandariya bejahî ji bo jinan veke. Jin bi rolên lojîstîkî ve girêdayî man, dema ku pêwist bû gazî kirin û dema ku terfî kirin ji bîr kirin.

Rast e jinên Lubnanî îsbat kirine ku ew dikarin bigihîjin astên bilind lê dîsa jî ew ji daketina di meqamên biryardayînê de tên astengkirin. Ev çîrokeke têkoşînê ye ku ne kêmasiya qehremaniyê ye kêmasiya naskirinê ye. Ji bo ku mafê rêbertiyê bê dayîn, pîlotbûna balafirê bes e? Ji bo ku weke rêber bê hesibandin, şerkirin bes e? Ezmûna jinên li Lubnanê neynikeke rastiyeke Ereb a berfirehtir e ku jin weke sembola pêşketinê tên bikaranîn, bêyî ku amûrên wê bên dayîn.

 

Li Urdunê hebûna jinan a di parastina neteweyî de


         

Hêzên Çekdar ên Urdunê di nav saziyên pêşîn de bûn ku jinan di nav refên xwe de girtin. Însiyatîf di salên 1950’an de wek mamoste dest pê kir û dû re rol pêş ketin û xebata meydanî û operasyonên taybet jî di nav xwe de girtin. Di salên 1960’an de, hemşîreyên leşkerî hatin perwerdekirin û heta sala 1973’an, endezyarên jin wek efser di artêşê de hatin tayînkirin.

Her ku di salên 1970 û 1980’an de aloziyên herêmî zêde bûn, jin dest bi beşdarbûna bêtir di hêzên çekdar de kirin ji ber ku yekîneyên taybet ji bo jinan hatin damezrandin, ku derfet da wan ku perwerdehiya leşkerî bistînin. Prenses Ayşe bint Husseyîn yekem jina ji Rojhilata Navîn bû ku di sala 1987’an de ji Akademiya Leşkerî ya Qraliyetê Sandhurst derçûn bû. Wê di Hêzên Taybet ên Urdunê de xizmet kir, ji bo rola jinan di wan de parêzvanî kir û gihîşt pileya General Major.

Di salên 1990’î de, ji ber ku bernameyên perwerde û pêşketinê yên bêtir hatin destpêkirin da ku jin karibin rolên mezintir bigirin ser xwe, hejmara jinan di hêzên çekdar de zêde bû.

Di sala 2003’an de, gava ku destûr hat dayîn jin wek leşker tevlî Hêzên Çekdar ên Urdunê bibin, gaveke girîng hat avêtin. Bi demê re, jinan dest bi rolên şer kirin ku ev yek bû sedema xurtkirina hebûna wan di artêşê de. Pêşxistina rola leşkerî ya jinan berdewam kir. Di sala 2007’an de Şîrketa Polîsên Jinan a Hêza Hewayî (Hêza Hewayî ya Qraliyetê) hat damezrandin da ku beşdarî operasyonên teftîşê û çavdêriya dîsîplîna leşkerî bibe. Di sala 2010’an de, wan di Rêveberiya Ewlehî û Parastina Taybet û Ewlekariya Balafirgehê de dest bi xebatê kirin da ku bibin zêdehiyek kalîteyî ji bo zêdekirina çavdêrî û teftîşê.

Pêşxistina karê leşkerî yê jinan berdewam kir. Di sala 2016’an de, namzetên firînê yên jin ji bo perwerde û jêhatîbûnê hatin peywirdarkirin da ku di nav pîlotên Hêza Hewayî ya Qraliyetê û pîlotên helîkopter û şervanan de cih bigirin. Di sala 2021’an de beşek taybetî ji bo operasyonên jinan hate afirandin.

Di sê beşên vê dosyayê de, em dibînin ku ezmûnên artêşbûnê li Afrîka û Rojhilata Navîn bi şert û mercên cuda, bi krîz û şeran ve girêdayî ye û pir caran bi biryarên dewlet an jî fraksiyonan ve dihatin birêvebirin ku hebûna jinan dema pêwist be tê xwestin û dema ku îstîqrar tê damezrandin tê paşguhkirin. Ev yek di hemû aliyên xwe de bi tevahî ji ezmûna jinên Kurd li Kurdistanê cuda ye ku riyek cuda girtine. Em ê di beşa çaremîn û dawîn a dosya xwe de li ser vê yekê biaxivin.