Jinên ku agirê Newrozê bi berxwedanê gur kirin – 2

Newroza ku li Kurdistanê veguherî serhildanê bi berxwedanên jinan wateyên nû bidest xist. Berxwedêrên ku gotin “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlûm” mîrateyek mezin a têkoşînê ji bo roja me hiştin.

DELAL SARI

Navenda Nûçeyan – Newroza ku ji bo gelê Kurd bû roja bilindkirina berxwedan û serhildanê, her sal li 4 aliyên Kurdistanê û l gelek welatên cîhanê bi agirên ku tên dadan tê pîrozkirin, sozên azadiyê tê nûkirin. Di beşa dosyaya xwe ya duh de me cih dabû Zekiye Alkan û Rehşan Demîrel ên bi bedenên xwe agirê Newrozê geş kirin û têkoşînê mezin kirin. Di beşa dûyemîn a dosyaya xwe de emê cih bidin têkoşîna Bedriye Taş (Ronahî), Nîlgun Yildirim (Bêrîvan), Binevş Agal (Bêrîvan), Sema Yuce, Elefteria Fortulakî.

Jinên Kurd ên berxwedêr ku gotin “Ez bûm Newroz, bûm Mazlûm” bi çalakiyên xwe ji bo têkoşîn û şoreşa xwe dispêre azadiya jin mîrateyek mezin hiştin.

Çalakiya Ronahî û Bêrîvan li derveyî welat deng veda

Ji jinên berxwedêr Ronahî (Bedrîye Taş) û Berîvan (Nîlgûn Yildirim) di heman çalakiyê de hatin cem hev. Ronahî di sala 1972’an de li navçeya Elbîstan a Mereşê ji dayik bûye. Ronahî keça malbateke welatparêz di sala 1979'an de tevî malbata xwe koçî Swîsreyê kiriye. Rohanî ku zarokê herî biçûk ê malbatê ye bi sê birayên xwe re li Swîsreyê komeke muzîkê ava dike. Birayên ku li ser têkoşîna azadiya Kurd stran gotin, piştî wefata bavê xwe dawî li xebatên koma muzîkê anîn.

Di xebatên wê yê xêzkirinê de xweza û zarokên keç xuya dibe

Ronahî ya xebatên wênexêziyê jî dike li ser wêneyên wê xweza û zarokên keç timî xuya dibe. Ronahî ya biryara beşdarbûna têkoşîna azadiyê dide, destpêkê beşdarî xebatên ciwanan dibe paşê piştî perwerdeya 20 rojan vesaziya wê li qada ragihandinê çêdibe. Piştî demekî ku xebatên ragihandinê dimeşîne beşdarî xebatên birêxistina jinan dibe û Ronahî ji bo birêxistinkirina jinan dibe xwedî ked û hewldanek mezin. Elîf Ronahî ya ji dema ku Ronahî beşdarî xebatan bûye wê nas dike ji bo wê wiha dibêje: “Ronahî dema ku nû beşdarî xebatan dibe di nav têkoşînê de ket nav lêpirsîna ku ‘Ez di têkoşînê de dikarim çi bikim’. Li ser pirsa ‘Jinek divê çawa be’ lêhûrbûn dikir. Lêgerîna wê ya azadiya jinê pir bihêz bû.

Ronahî û Bêrîvan li heman dewreya perwerdê bûn

Ronahî û Bêrîvan di dewreya perwerdeya bingehîn de li hev in. Piştî van perwerdeyan Ronahî li xebatên jinan ya Manheîmê û Bêrîvan jî li xebatên li Frankfurtê cih digre. Elîf Ronahî diyar kir ku Ronahî û Bêrîvan di konferansa ku bi hev re beşdar bûne de gazî wê kirine û xwestine nîqaş bikin û wan agahiyan da:

“Çileya 1994’an bû. Me nîqaş kir gotin; ‘me biryar daye em dixwazin biçin çiya. Em dixwazin pêşî biçin qada Serokatî û piştre jî biçin welat.’ Dixwestin tevli bibin. Ronahiyê digot; ‘Ewropa min têr nake, her wiha xebatên jinan ên Ewropayê jî min têr nake. Ger ez biçim çiya wê demê ez ê xwe bi hêz hîsbikim. Gelek perspektîfên Serokatî hene bang li gelê Ewropayê dike divê em jî bibin bersiv.’ Wê demê amadekariyên çalakiya xwe dikirin. Me daxwazên wan qebûl ne kir û ew jî îkna ne bûn. Ji ber ku Ronahî û Bêrîvan kesên bi çoş bûn û lêgerînên wan hebûn. Dema me navber da konferansê her du çûn bi saetan nîqaş kirin. Min hîs dikir ku nîqaşên wan cûda bûn lê min ne dizanî çîbû.”

Ronahî û Berîvan ên ku bedena xwe dan ber agir, wek 'Şehîdên Newrozê' hatin îlan kirin

Ronahî û Bêrîvan ên ku bi çalakiya di 22'ê Adara 1993'an de li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi pêkanîn bedena xwe şewitandin dan ber agîr, wek 'Şehîdên Newrozê' tên îlankirin. Çalakiyên wan hem li Kurdistanê hem jî li Elmanyayê bandorek mezin avadike. Dewleta Elman dixwaze kesên tevlî merasîma cenaze dibin asteng bike. Polîsên ku tundî bikartîne bi dehan kes binçav dike. Bi hezaran kes astengiya polîsan derbas dikin û bi merasîmeke girseyî Ronahî û Berîvan oxîr dikin.

Armanca çalakiya xwe di nameya nivîsandin de vegotin

Nameya ku Ronahî û Bêrîvanê bi hev re nivîsandin û li paş xwe hiştin wihaye: “Dewleta Alman di demên dawî de dijminahiya xwe ya li hemberî gelê Kurd bi awayekî vekirî îlan kiriye. Komeleyên me hatin girtin, reng û ala me ya neteweyî hatiye xespkirin, gelek welatparêzên me hatine binçavkirin û girtin. Almanya li pey nijatperastiya Tirkiyeyê dimeşe. Piştgirî didin gotinên Demîrel-Çîller-Gureş ên dibêjin dê xelat bibin. Ji bo şerê qirêj berdewam bike û gelê Kurd bê tunekirin her şêwe piştgirî didin. Qetlîamên li Kurdistanê bi çekên ku Almanan dane tê kirin. Herî dawî di sala 1994’an de êrîşî gelê ku Newroz li bajarên Almanyayê pîroz dikirin û pêkanînên ku Hîtler derbas dike li ser gel dan meşandin. Ev kirinên wan bû sedem ku sebra me nemîne.

'Agirê azadiyê ku em pêxin wê bibe sedem ku agirên mezintir bişewite'

Di berdewamiya nameya ku diyarkirin di wehşeta li Cizîr, Şirnex û Amedê de ku li hemberî gelê Kurd pêk hat berpirsyariya Almanyayê heye, ev nirxandin cih digrin:

Dewleta Almanyayê de hesabê vî sûcê mirovahiyê bide. Em Mazlum Dogan ku bi sê darên şiqatê di zîndana Amedê de rê nîşanî gelê Kurd da, Ferhatên ku bi agirê bedena xwe bersivdan vê rêyê, Zekiye Alka ku digot Newroz bi agir tê pîrozkirin û li sûrên Amedê bedena xwe da ber agir û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û mînet bi bîrtînin. Em dibînin ku ew ala me ji wan dewr girtî kêm maye dê li ser sûran bê danîn. Em bi îradeya xwe dikevin rêya azadiyê ya Necmiyan ku digotin ‘agir ne vemirînin.’ Bersiva herî mezin a ku ji bo Emperyalîzm û mêtingeriyê were dayîn agir bi berdana xwe xistine. Gotinên Wezîrê Derve Manfred Kanther ên wekî; ‘ji îro û pêde dê tewrê me yê li hemberî PKK’ê dijwar be. Divê PKK’î vê baş bizanin ku dê nikarin li her cihî serbest tevbigerin’ hişt ku em di biryara xwe de bi israr û em pêngavek din nêzîk kirin. Em dizanin û bawer dikin ku agirê azadiyê yê me vêxistî dê mezintir bibe. Bedena me û fikrên me bila diyarî hemû gelê Kurd be.”

'Armanca me jiyanek mirovî ye'

Nameya Ronahî ku bi tena serê xwe nivîsandiye wiha ye: "Ez Newroza we ji dil pîroz dikim. Hedefa me berxwedana ji bo jiyanek birûmete, Rêber Apo digot: ‘Divê hun li ber xwe bidin.’ Ji ber vê em kêm be jî dest bi berxwedanê dikin û dixwazin dewrî we bikin. Rêber Apo digot ku ‘divê şoreşê bibin Kurdistanê’, ji ber vê bi taybetî gelê me yê Ewropayê vê bike û ev yek pir girîng e. Di vê bingehê de ji ber ku gelek karên wiha yên girîng dikevin ser milê jinan, divê li ser piyan rawestin û bi rênîşandana Rêber Apo bikarin vê yekê bikin. Em ji we û gelê xwe ji dil bawer dikin û baweriya me bê dawî ye.”

‘Ger azadî ewqas hêsan bûya, Bêrîvan û Ronahî bedana xwe nedidan ber agir’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocana çalakiya Ronahî û Bêrîvan, ji bo nameyên ku li paş xwe hiştine digot ‘kesên ku gihiştina raza agir’ û der barê wan de van nirxandinan dike:

“Hinek nameyên ku şehîdên me yên Newroza Ewropayê ku ji me re hiştine hene. Girînge ku em hinek li ser vana rawestin. Hevala Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) û Ronahî (Bedriye Taş) ev keçên Kurdistanê nameyên bi wate hiştine. Ez bûm şahidê hinek roportajên wan. Bawerim gelek nameyên wan, nirxandin û raporên wan hene.  Hinek ji wana min dîtin. Ger azadî ewqas hêsan baya dê Bêrîvan û Ronahî xwe neşewitandibana. Van hevalan nameyên gelek watedar hiştine. Ne mimkûna ku mirov rêz nîşan nede. Di nirxandinên wan de tê zanîn ku bi zanist bûn.

Sema Yuce zanîngeh berda û tevli PKK’ê bû

Sema Yuce (Serhildan-Leyla) di sala 1971’an de li gundê Aşagi Kargali ya Tutaka Agriyê hat dinê. Malbata wê malbatek berxwedêr a Kurdistanê û tevli serhildana Agiriyê bûye. Di nava malbatê de jê re digotin Leyla Qasim. Sema heta zanîngehê li Agiriyê xwend, di sala 1989’an de zanîngeha ODTU beşa Sosyolojî qezenc kir û çû Enqereyê. Li vir ciwanên welatparêz nas kir û tevli xebatên ciwanan ên YCK’ê bû. Di sala 1991’an de zanîngeh berda û tevli PKK’Ê bû.

Di girtîgehê de bi hevalên xwe yên jin re eleqedar dibe

Dest pêkê li herêma Mardînê xebat dan meşandin û piştre çû gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Geliyê Bekaa yê. Li vir demekê perwerde dît û piştî demek kurt li herêma Serhedê dest bi xebatan kir. Di pêvajoya girtîgehê de lêhurbûnên wê yên li ser hişmendiya jinan û berxwedana jinan balkêş bû. Derdora xwe jî ber bi vê lêhurbûnê ve dibir, di girtîgehê de bi hevalên xwe yên jin re eleqedar dibû, ew jî bi xwe re pêş dixistin û hişemdiya zayendî di wan de dida ava kirin. Sema bi sekna xwe ya jina azad dema li ser kesayetiya xwe lêhurbûn çêdikir ji xwe re Zeynep Kinaci û Zekiye Alkan bingeh digirt. Yek ji berpirsên Girtîgeha Çanakaleyê ye û li hemberî xêza tasfiyekar li ber xwe dida.

‘Ez dixwazim bedena xwe ji 8’ê Adarê re bikim pirek’

Sema Yuce di şeva Newroza 21’ê Adara 1998’an de got: “Ez dixwazim bedena xwe bikim pirek di navbera 8’ê Adar û 21’ê Adarê de” û çalakiya wê deng veda. Asta wê ya ku gihiştiyê ji bo tevgera jinên Kurd bû nokteya hilçiliqînê. Sema ku demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin, di 17’ê Hezîranê de beriya jiyana xwe ji dest bide wiha dibêje: “Ez bûm Newroz, ez bûm Mazlum.” Di nameyên xwe yên hiştî de wiha dibêje:

 “Çawa ku li asîman du roj tune ne û dê nebe, ji bo mirovekî, ji bo jinek ku dixwaze azad bibe, hilbijartina du jiyanan û du navendên moralê nabin. Di saniyeyên ku ez vê nameyê dinivîsim de, min ji bo xwe Rêber Apo kir navenda fikir, moral û jiyanê, saniyeyên ku min di xwe de hemû astengî derbas kirine. Azadî ji bo me hemûyane û em dikarim gav bi gav ber bi azadiyê ve bimeşin.”

‘Yüreğin görmesi önemlidir’

Hediya Aksoy a ku di heman demê de li Girtîgeha Çanakkaleyê ma, diyar kir ku di 1'ê Kanûna 1995'an de Sema Yuce nas kiriye. Hediye Aksoy Sema Yuce bi van gotinan pênase dike:

"Têkiliyên wê yên civakî muthiş bû, jineke ku dikaribû derdora xwe temam bike. Mînak dema ez diçûm Çanakkaleyê ez xwendin û nivîsandin nizanîbûm û ji cihê ku Sema lê dima dûr bûm. Min dît ku bi kedeke mezin nêzî min bû. Ji min re hertim hûsa digot ‘ Hevala Hediye dibe ku zehmetî hebin, jiyana hêsan tişteke ku şoreşger nikare hilbijêre ye. Divê şoreşger her dem bikaribe ya zehmet biser bixe û ya zehmetiyan derbas bike.’ Bi vî awayî nêzî min dibû. Min ev nêzîkatiya Sema ji bo xwe wekî felsefeya jiyanê diyar kir. Dîtina çav tiştekî xweş e, lê dîtina dil hin zêdetir xweş e. Bi wê re jiyan kirin, bi wê re hîskirina jiyane, hîzira hevalên xwe tiştekî pir xweş e. Ez ji diyalogên Sema ya bi min re kir û ji helwesta Sema ya di jiyanê de van tiştan fêr bûm. Mînak rojekê pirtûkek ji min re dixwend, dema pirtûk dixwend, li cihekî rawestiya û ji min pirsî: “Em li kudere man?” ez heyecanê sekînim û ji min re got: “Belê heyecan. tiştekî xweş e, lê divê heyecan te neke êsîrê xwe, divê te ji xwe heps neke. te negire. Ger ev heyecan rê li ber te digre, divê tu vê heyecanê ji holê rakin û bi ser bikevin'. Ango Semayê dixwest tiştê ku daye te, di hişê te de zindî bîmine."

'Jinek ku jiyana wê guregır diherîkiya bû’

Hediye Aksoy diyar kir ku jiyana Sema Yece ne ya rawesteyî tune bû û wiha dibêje: “Jinek ku jiyana wê guregır diherîkiya bû.” Hediye Aksoy bir bîr tîne ku Sema Yuce di nîqaşek xwe ya 8’ê Adara 1998’an de wiha gotiye: “Îdeolojiya rizgariya jinê, îdeolojiyek ku jin ji xweliyê avadike ye. Hebûna jinê ya bivê îdeolojiyê û girtina wê ya vê îdeolojiyê û bi wê re jiyana afîrandina jiyana azad gelekî girîng e.”

'Divê Sema nebûya, divê Sema jiyan kiriba’

Hediye Aksoy der barê roja ku Sema Yuce çalakiya pêkanî de wiha dibêje: “Çoş û kelecana 21’ê Adarê di her hevalekî de di asta herî jor de bû. Me pîrozbahî li cihe hewa girtine pêkanî, me agir pêxist, me xwe ji ser agir avêt. Pêkanîna çalakiya xwe ji kesî re neda hîs kirin. Her tim serkeşiya govendê girt û  nîşaneke herî biçûk jî nîşan neda. Dema ku em hemû xwe ji agir avêt, ew xwe neavêt. Fikra ezê vê agirê bi bedana xwe gûr bikim hebû. Êvarê piştî ku her tişt qediya, her kes westiya bû, her kes raza, lê Sema Heval neraza. Li ser maseya xwe rûniştibû. Hertim ji min re digot Xalé Heso. Dîsa ji min re got, ‘Xalê Heso tu ye razê?’ Min jî got erê. Ez di derbasê ranzeya xwe bûm û razam, lê ew hêj dixebitiya.  Saet 5’ê sibê bû. Bi şev em bi qîrîn ji xew hişyabûn, hemû kes Sema diqîriya. Ji ber ku min nedidît, min nedikarî wek wan birevim. Piyên min tewîziî û min ji xwe re digot 'Na, na, nabe Sema nabe, divê Sema ev yek neke, nekiriye.’ Min nedixwest dengên ku min dibihîst bawer bikim, dengên sloganan dihat. Ji ber ku her kes ber bi Semayê ve diçû, ez jî li pey dengan diçûm û ber bi wî alî ve diçûm. Hemû li wir kom bûn, Sema Heval xwe şewitandi bû. Nizanim hestên wê gavê çawa vebêjim. Min jî digot dê kî ji me bûya bila bibe, lê Sema nebûya, divê Sema jiyan kiriba. Gelek tiştê ku Sema hînî me, jiyan û derdora xwe kiriba hebû. Ez hîn jî nikarim qebûl bikim."

'Min êşa herî mezin ya nedîtine wê rojê jiyan kir'

Hediya Aksoy diyar kir ku Sema Yuce ji bo ku agir netemirînin derî kilît kiriye û wiha berdewam kir: “Ji bo ku agir netemirînin derî kilît kiribû. Gazî hemû kesê kirin, erkdar hatin û xwestin derî bişkînin. Derî şikandin û Sema derxistin derve. Ew şewitî, di nav betaniyekê de pêçan. Min êşa hêri mezin ya nedîtinê vê rojê hîskir. Min tenê dikaribû bi dengan çi diqewime fêm bikim, min hewl dida fêr bibim. Sema got 'we çima agir vemirand, netemirîne, vemirandina agir xiyanet e. Min ev agirê ji bo ku hûn vemirînin ne pêxist." Hewl dan wê bibin nexweşxaneyê, dema ew dibirin korîdorê, destên wê şewitîbûn û spî bûbûn, Semayê li destên xwe nihêrî û got, 'Destên min dişibin baskê çûkan', min herî dawî ev yek ji wê bihîst…” Sema Yuce di helbestek ku nivîsandiye de hestên xwe wiha tîne ziman:

Ez îro hatim dinê

Beriya hefsed û sih roj di 1’ê Nisana 91'an de

Min bêhna xwe ya dest pêkê li Amedê girt li ber sûrên deriyê Mêrdînê

Ji dapîra min re gotin Zekiye Alkan

Bêhna welat dihat

Ji bo êşê nekişîne û çukên wê zêde nebin

Agirek mezin berdabû bedena xwe

Elefteria Fortulakî ya Yewnanî li dijî zilma Kurdan bedena xwe dide ber agir

Berxwedana azadiyê ya jinên Kurd di Elefteria Fortulakî ya Yewnanî de jî nîşana xwe dibîne. Elefteria Fortulaki ya 23 salî, di 24'ê Adara 2006'an de li dijî rola Yewnanîstanê ya di komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zextên li ser Kurdan de, li bajarê Atîna yê Yewnanîstanê li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanos bedena xwe da ber agir. Elefterîa Fortulakiya ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Katê, di 27'ê Adara 2006'an de li beşa lênêrîna giran a nexweşxaneyê ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.

'Ez ji Kurdistanê jî wek warê xwe hez dikim'

Elefteria ku bi Yewnanî tê maneya "azadî" dema ku ev çalakî pêk anî zewicandî bû û du zarokên wê hebûn. Zarokê wê ya mezin Ernesto, 23 mehî bû, û keça wê Clara jî 13 mehî bû. Elefteria Fortulaki di nameya ku beriya çalakiyê nivîsandibû de , wiha dibêje:

“Zarokên min ên hêja, keç û kurê min ê delal, hevalê min Şiwan, dayik û bavê min, hevalên min, sedema ku min ev cihê çalakiyê hilbijart; Heval Rohat jî çend sal berê li vir bedana xwe da ber agir. Dayika min ji min re dibêje ez ji Yewnanîstanê hez nakim, loma jî bi Kurdî diaxivim. Dayê, ez ji Yewnanîstanê hez dikim, ev der welata min e. Ez Kurdistanê jî wek warê xwe hez dikim. Ez ji zimanê Yewnanî hez dikim, lê ji Kurdî jî wek zimanê dayikê hez dikim. Dayê, dayika min, xwiş û biratiya gelan tiştekî pir xweş e. Gelê Kurd ji bo xwişk û biratiya gelan têdikoşe. Kurd zimanê xwe ya zikmakî û mafê perwerdeyê dixwazin. Dixwazin mîna mirovan bijîn. Ji ber vê yekê dayika min, hêzên ku Kurdistan kirine çar parçe, Kurdan dikujin. Li zanîngehê ziman û perwerdeya Yewnanî heye. Dewleta me jî heye. Lê ya Kurdan nîne. Divê zarokên me du zimanan hîn bibin, dayika wan Yûnanî û bavê wan jî Kurd e. Ji sedî pêncî Uûnanî û ji sedî pêncî Kurd e. Ez dizanim ku ev çalakiya min ne terzekî baş e. Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez Newroza îsal pîroz dikim lê hinek dereng , wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel û kesên din ên ev çalakî pêk anîn. Biryardariya wan gelê Kurd û Kurdistanê bilind kir. Dîroka kurdan mezin kir. Ez ji sestên malbatên şehîdan û dayikên aştiyê maç dikim.”

Qediya…