Jinên Îranî û împaratoriyên beriya zayînê

Dîroka mirovahiyê, çi ya kevn û çi ya nûjen, bi gelek navên jinan tijî ye ku roleke mezin di pêşketina civakan de lîstine û mohra xwe li dîroka mirovahiyê û şaristaniyê dane.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Îran an jî bajarê Faris weke ku berê jê re dihat gotin, xwedî dîrokeke dirêj e ku vedigere zêdetirî sê hezar salên berî zayînê û çandeke wê ya taybet heye ku ew ji şaristaniyên din cuda kiriye. Jinên Îranê di şaristaniyên li herêmê de roleke girîng lîstine û di warê civakî, aborî, siyasî, leşkerî û hwd. de cih girtine.

Îran heta roja me ya îro jî bi cihêrengiya xwe ya çandî ku Fars, Kurd, Ereb, Belûç, Ermenî û gelek neteweyên din lê dijîn, tê naskirin. Kombûna gelên Arî û gelên kevnar ên li deşta Îranê, gelek ava kirin ku bi hezarên salan xwedî çand û şaristaniyeke kevnar bûn, di encamê de xanedanên împaratoriyên bi bandor li cîhanê, kevnar û nûjen derketine.

Anahîta xwedawenda herî navdar a Farsan

Di dirêjahiya dîrokê de, efsaneyan hêza jinan bi têgîna xwedayên jin ên mîna xwedawenda Tîştar ku di mîtolojiya îranê de, çavkaniya hemû av û baranê ye, sedema zayînî û mezinbûnê ye û sedema ducaniya jinên ku nikarin zarokan bînin, radigihîne. Di efsaneyan de tê gotin ku xwedawend Tîştar bi cinê "Abuş" re şer dikir ku ew bi xwe sembola ziwabûn û mirinê ye.

Xwedawend Anahîta “Anahîda” ku xwedawenda avê bû xwedawenda herî navdar a Farsan bû, di serdema berî îslamê de wek xwedawenda bedewî, qencî û bereketê dihat naskirin, perestgeha wê ya li bajarê Kinxawir li parêzgeha Kirmaşanê, di Lîsteya Serpêhatî ya Mîrata Cîhanê de ye û hê jî ji aliyê gelek arkeologan ve tê ziyaretkirin. Hin dîroknasên Ereb û Îranî di wê baweriyê de ne ku avakirina perestgehê vedigere sedsala sêyemîn a hîcrî, hinek jî dibêjin ku dîroka wê vedigere sedsala sêyemîn a berî zayînê û li gorî hinekan jî dîroka wê vedigere sedsala yekem a berî zayînê.

Anahîta tê wateya paqij û bê guneh û ew xwedawendek Fars e ku têgihîştina Farisî ya xwedawenda Mezopotamya "Eştar" temsîl dike, ji hêla Akkadî, Babîl û Asûriyan ve hatiye pîrozkirin, navê wê ji bo binavkirina gerstêrka Venus dihat bikaranîn.

Li Muzexaneya Brîtanîyayê de peykerekî xwedawend Anahîta heye, dîroka wê vedigere sedsala pêncan berî zayînê û li gorî pêşketina îbadeta wê, ew weke xwedawenda lihevhatina di navbera olan de hatiye binavkirin. Di hermîta çaremîn a pirtûka pîroz a Farsî Avesta de qala herdu xwedawend Anahîta û Tîştar hatiye kirin.

Di şaristaniya Êlamî de rewşa jinan

Jinan di serdema xanedana Êlamiyan de rola sereke lîstin, xanedanên yekem ên ku di navbera salên 3300 – 1200’an berî zayînê de li rojava û başûrê rojavayê ku îro bi navê Îranê tê naskirin, hatin damezrandin. Ji ber vê yekê, em dibînin ku eslê gelek xwedawendên jin vedigere şaristaniya Êlamî, ku Îranî jê re dibêjin Erebistan û dibêjin parêzgeha Ehwazê ku tê wateya welatê Erebistanê.

Li gorî mîtolojiya kevnar a Îranê, îbadetên olî li ser bingeha xwedawendên dayikan pêş ketine, mîrateya ku hinekan li wê herêmê hiştiye heta roja me ya îro maye û ev jî bi dîtina gelek peykerên xwedawendan li welat diyar dibe.

Yek ji delîlên herî girîng ku rewşa jin û xwedawendan di şaristaniya Êlamiyan de û pîrozkirina wan nîşan dide, peykerê xwedawend "Bî Nîn Kîr" e ku yekem û girîngtirîn xwedawenda şaristaniya Êlamî ye û bi navê dayika xwedawendan tê naskirin. Bandora wê heya rûxandina desthilatdariya Êlamê domiya.

Navê xwedawenda Narîdî çend caran hatiye gotin û ji aliyê arkeologan ve bi çend şêweyan hatiye wergerandin ji wan Narîdah û Narîta. Li gorî gelek çavkaniyan, navê wê yekem car di serdema şah Îşbom de li bajarê El-Sûs (El-Şûş) hatiye gotin û weke xwedawenda serkeftinê hatiye naskirin her wiha navê wê di Peymana Hîta-Narmesîn de şeş caran hatiye gotin. Hin tiştên kevar ên giranbiha yên girêdayî wê hatine dîtin, di nav wan de peykerek li bajarê El-Sûs ku niha li Muzexaneya Lovir a Parîsê ye û her wiha tasek ku ji zîv hatiye çêkirin û wêneyê wê li ser hatiye xêzkirin ku dîroka wî vedigere serdema padîşah Kotîk Înşoşînak hat dîtin.

Peykerê xwedawenda "Kî Rî Rîşa" hat dîtin ku dîroknas bawer dikin hevjîna şahê Êlamî Hopman bû û bi navê "Xatûna Mezin" tê naskirin, navê wê li ser bermahiyên 7 padîşahên Êlamî yên ku jê re diperizin derketibû.

Di nav şahbanûyên navdar de şahbanûya Êlamî ya navdar "Nabîraso Nabîreşa" jî heye, hevjîna padîşahê Êlamî Untaş Nabîreşa bû ku di nîvê hezarsala duyemîn B.Z hukumdarê bajarê Sûsê bû. Peykerekî wê hatiye dîtin ku dîroka wê vedigere (1340 -1300) berî zayînê yanî di serdema Êlamiya Navîn de. Ev peyker li Muzexaneya Lovir a Fransî hatiye nîşandan. Peyker ji sifir û tûncê hatiye çêkirin û bi qasî bedena mirovan mezin e.

Her yek ji parêzgehên Êlamê bi serxwebûna xwe û serxwebûna şahê xwe dilgiran bûn û di her yekê ji wan de xwedawendek dayik “xwedawenda parêzger” ku padîşah desthilatdariya xwe jê distîne, hatibû bicihkirin, xwedawend desthilatdarên eslî dihatin hesibandin ku pergala federal a dewletê ya ku di hezarsala sêyemîn berî zayînê de hebû nîşan didin. Rola zewaca padîşah di serweriya text û danîna serweran de hebû.

Belgeya serdema Êlamî ya nûjen ku vedigere nêzî 710 berî zayînê, vê yekê rasterast destnîşan dike. Piştî mirina padîşah, wêris bi jinebiya birayê xwe re dizewice. Kurên ku ji zewaca padîşah çêbûn, di serwerî û wergirtina astan de xwedan bextê herî mezin bûn. Xwedawend Kirîrişa bi xwedawend Xomban û dû re jî bi xwedawend Înşoşînak re zewicî. Li gorî ramana olî ya li Êlamê, ji wê zewacê xwedawend Xotran çêbû, ku navê "kurê xwedawenda dayika delal" girt. Diviyabû wêris bi jinebiya padîşah re bizewice, da ku bibe mîrasgirê qanûnî, ji ber vê yekê nesla padîşah ji jinan tê.

Îstîsmarkirina jinan avakirina zîguratan

Nêzî 5000 sal berê komploya li dijî jinan dest pê kir û mêr ji bo bidawîkirina rola jinan xebitîn. Ji ber girîngiya jiyana olî û giyanî ya berê, destpêka afirandina xwedayên ku mîna xwedawendên jin bûn, ji ber vê yekê têgeha xwedawendiya mêr xuya bû.

Her çiqas jinan serî netewand û berxwedanek mezin nîşan dan jî mêran hewl dan rola wan di civakê de biçûk bikin û kêm bikin. Sîstema dayikan veguherî sîstemeke baviksalarî ya li ser esasê serdestî û cihêkariyê û xwezayê ji rê derxist û her tişt li gorî berjewendiyên xwe dikir. Zilamên di bin navê xwedawendbûnê de hemû beşên jiyanê yekdestdar kirin, bi vê yekê neqediya lê navê wan bi padîşahan ve hat girêdan da ku hêza xwe zêde bikin.

Perestgeh celebek ji desthilatdariya baviksalarî bû ku tê de jin dihatin îstîsmarkirin. Feylesofê Kurd Abdullah Ocalan got ku zîgurat zêdetir weke malên fuhûşan bûn. Pêşxistina birêxistinkirina karên jinan di zîguratan de ji îstismarkirina kesayet û bedena jinan û tam bikaranîna wê ji bo xizmeta dewletê pê ve ne tiştekî din bû.

Piştî pêşketina zîguratan ku tenê bi pêkanîna ayînên olî bi sînor nebûn lê cihên çandî û siyasî bûn, jin hatin kolekirin û xwedawend neçar bûn ku têkoşînek mezin bi kahînan re bidin meşandin û efsane wan nakokiyan nîşan didin û ew di navbera civaka xwezayî ya bi pêşengiya jinan û civaka sivîl a bi pêşengiya mêr de şerekî rasteqîn bû.

Şaristanî bû bingeha ku desthilatdarî û çîn li ser hat avakirin, Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya “Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” de wiha dibêje: “Civaka çanda giştî ya ku çîn, bajar û dewlet tê de ava bûye, bi gelemperî wekî civaka sivîl tê pênasekirin, ji ber ku çîn, bajar û dewlet senifandina bingehîn a civaka sivîl in ango civak ji hêla çînan ve ji hev tê veqetandin.”

Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya xwe ya bi navê “Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk” de şaristanî û koletiya jinan bi hev girê dide û wiha dibêje: “Nakokiya diyalektîkî ya yekem a mezin a şaristaniyê di koletiya jinan de ye û di derketina otorîter a padîşah-xweda de ye ku bûye rewşek patolojîk.”

Êlamî ji şaristaniyên cîran bi bandor bûn

Li gorî dîroknas û nivîsarên nivîskî yên nêzî 3000 sal berî zayînê, şaristaniya Êlamê bi şaristaniya Sumeriyan re, şaristaniyên herî kevn ên ku li Mezopotamyayê derketine, hevdem e û di bin bandora wê de maye. Jinan di pêşketina şaristaniya Êlamî de cih girtin her wiha di pêşketina şaristaniya Sumeran e jî di warê çandinî, rêbazên avdaniyê û çêkirina bendavan de roleke mezin listin.

Jinan pîşeyên cihê di nav wan de nivîsandin, bijîjkî, dengbêjî û xemilandina jinan dikirin. Peykerên jinên ku gelek hunerên malê wek tevnkirin, dirûtin û selik afirandine, hebûn.

Bi derbasbûna şaristaniya Êlamî û Sumeran ji jiyana çandiniyê ber bi jiyana sivîl ve, mêr ji bo avakirina bajar û perestgehan xebitî û jinan ji cihên bi prestîj derxist û ji xwe re yekdestdar kir. Civak di bin siya bajêr de li ser çînên padîşah û kahînan û çîna gel, ji karker, gundî û bazirgan û xwedî milk û çîna koleyan ku jin jî beşek ji wan tê hesibandin, hat dabeşkirin. Ji ber vê yekê, rola jinan kêm bû, bi karê malê û lênêrîna zarokan ve hat sînordarkirin û rola duyemîn di jiyanê de di piştgirîkirina mêr de di karê wî yê derveyî malê de hat temsîlkirin.

Mêr di hemû astên jiyanê de dest bi biçûkxistina jinan kir, piştî derketina zîguratan ku di nav komên cuda de cihekî mezin da kahînanên mêr û mafê jinan nebû ku postên kahînan ên bi prestîj bistînin.

Binpêkirina mafên jinan di asta malbatê de jî derketiye holê, mêrê Êlamî mafê wê hebû ku jin û zarokên xwe bifroşe eger berjewendiyên madî li ser zêde bibûna. Her wiha mafê wî hebû ku jinek bixeniqînê bikuje ger jin dev ji erkên xwe yên dayiktiyê berde û ew dikaribû hevjîna xwe bi sedem an bê sedem berde yan jî bi jineke din re bizewice.

Civaka Êlamî rê dida pirzewaciyê, her wiha rê dida zilamekî ku dema birayê wî bimre bi jinebiya birayê xwe re bizewice. Lê eger jin ji hevjînê xwe berdan dixwest, dihat qetilkirin.

Guman tune ku zagona kevnar a Babîlê bandorek bi bandor li qanûnên şaristaniyên cîran jî kiriye, di nav de şaristaniya Êlamî.

Nakokîbûna di qanûnên jinan de, rewşa baviksalarî ya di danûstandina bi jinan re wê demê derxist holê, di demekê de ku jin beşek ji mafên xwe di zagonekê de digrin, jiyana wan di zagonek din de tê stendin. Civaka Babîlê baviksalarî bû, her tişt di destên mêr de bû, mafê wan hebû ku bizewacin yan jî betal bikin û nesla zarokan li wî vegere û jin di zewacê yan jî betalkirina wê de ne xwedî maf bû.

Di van qanûnan de qelen ji jinan re dihat dayîn û di dema berdana wê de, tiştên ku bi xwe re ji mala bavê xwe biriye, vedigerîne û piştî berdanê jî mafê wê yê xwedîkirina zarokên wê heye. Yek ji sedemên herî girîng ên telaqê zîna an jî sterîbûn bû. Mafê mêr hebû ku bi jineke din re bizewice bi şertê ku hevjîna wî sterîl be (jina ku qet zarok jê re çênabin) û jina ku pê re bizewice di kategoriya koleyan be.

Ger jinek hevjînê xwe îhmal bikira, wê davêtin çem, lê ger mêr hevjîna xwe îhmal bikira tenê telaqa bêveger ji bilî bi peymanek nû ku hemû şert û mercên zewacê pêk tîne, di navbera wan de pêk dihat û rê dida wê ku vegera mala bavê xwe. Li gorî qanûna Hammurabî, mêr dikare hevjîna xwe ji bo dayina deynên xwe bi kar bîne, ji ber vê yekê jin rastî kuştinên namûsê û telaqên keyfî dihatin.

Di warê mîrasê de tenê mafê mêran e û jin tiştekî ji mîrasê nagirin û ji aliyê din ve mafên jinan hat dayîn ku bibin xwedî milk, mamostehî, karkirina bazirganiyê û peymanên qanûnî yên wekî kirîn û firotin û karsaziyên din pêk bînin.

Qanûnên Asûriyan cudakariya civakî siyasî û çandî

Piştî berfirehbûna şaristaniya Asûriyan ku tê zanîn li ser bingeha şerên di hezarsala duyem a B.Z hatiye avakirin û belavbûna xelkê wê li Îranê bi hejmareke kêm di wê demê de, welat ket bin serweriya karakterê mêr, ji ber ku Asûriyan xwedawendê mêr Aşûr pîroz kirin.

Asûriyan li Îştar, xwedawenda evînê û bedewiyê, taybetmendiya şer zêde kirin, jinên ku xwedî meqamên bi prestîj bûn, tenê xeleka herî qels a wan civakan bûn. Ev kevneşopî heta serdema Nû-Asûriyan 934-609 B.Z berdewam kir.

Dîrok û heta kevnariyên hatine kifşkirin tenê bi destkeftiyên padîşahan ve sînordar bûne û civak û şert û mercên jinan paşguh kirine û rola jinê, ku di dîroka Aşûriyan de li Îran û Mezopotamya hatiye belgekirin, tenê bi qehremantiya jinên ku di damezrandina stûnên împaratoriya leşkerî de, di nav wan de zewaca siyasî, beşdar bûn, sînordar bûye.

Belgeyên jiyana ku jinan di dema Împaratoriya Asûrî de jiyaye, ji belgeyên kevnar ên ku tê de hesabên ku bi piranî beşên cuda yên civakê temsîl nakin, digirin. Piraniya jinên ku di nivîsarên Asûrî yên kevnar de behsa wan tê kirin, bi dîwana padîşahiyê ve girêdayî ne, her wiha di pirtûkên dîrokzanan de tenê behsa sê şahbanûyan tê kirin.

Şahbanûya Iraqî Semîramîs ku di sala 800 berî zayînê de ji bo pênc salan desthilatdarî girtibû ser xwe, dikaribû bigihîje textê heta ku kurê xwe mezin bibe û gelek referansên şaristaniyê guhert. Ji aliyê olî, rewşenbîrî û civakî ve bandoreke erênî li jiyana jinên Îranê kir.

Jin li Împaratoriya Asûrî beşdarî şeran nebûn, ji ber vê yekê civakê bi çavekî biçûk li wan dinêrî, nemaze yên ku zarokên wan ên jin hebûn. Zarokên xwedî astengiyên derûnî û bedenî dihatin paşguhkirin û heta dihatin avêtin. Ger zilamek keçikeke ku li mala bavê xwe rûdine bi darê zorê bigirta û destdirêjî lê bikira, bavê keçikê hevjîna tecawizkar digirt û destdirêjiyê lê dikir û nema wê dida hevjînê wê yê tecawizkar û wê ji xwe re dibir, mexdûra tecawizê neçar dima ku bi tecawizkarê xwe re bizewice.

Cudahiya civakî jî di navbera jinan de hebû, ev yek di qanûnên Asûriyan de ku cudabûnê dixist navbera jinên azad û kole yan jî yên ku bi fuhûşê ve mijûl dibûn, bi riya nixumandina serî, ev yek bi awayekî eşkere diyar bû ku li gorî zagona wan sembolîzmeke civakî ku jina azad ji jina kole cuda dike.

Jinan li amûrên muzîkê didan û stran digotin. Moh û vedîtinên arkeolojîk beşdarbûna jinan di wêjeyê de nîşan didin. Li gel van hemû zagonên neheq ên li dijî jinan, bandora împaratoriya li ser Îranê lawaz bû, ji ber ku tenê çend herêmên welat kontrol kir û nikaribû ji vê zêdetir berfireh bibe.

Jinên Medî

Împaratoriya Medan yek ji împaratoriyên mezin di dîroka kevnar de bû ku li ser axa Kurdistanê hatiye damezrandin û roleke mezin di peydabûna şaristaniya mirovahiyê de li herêma ku berê bi navê Mezopotamya dihat binavkirin ku di navbera çemê Dîcle û Firatê de ye, lîst.

Med li bakurê rojavayê Îranê bi cih bûn û hinek ji wan bi gelên herêmê yên li çiyayên Kurdistanê re tevlihev bûne û gelê Kurd ava kirine. Gelê Kurdî gelekî Îranî yên ji xanedana Arî ne û li devereke ku başûrê Azerbaycanê û beşên Zagrosê di nav xwe de dihewîne dijîn û ji sedsala heştan berî zayînê heta damezrandina xanedana Axemenî li ser deşta Îranê û şûnde serwerî kirine.

Jina Medî di şîretkirina xwe de xwedî cihekî girîng û roleke mezin bû, vê peywirê hişt ku ew cihên girîng bigre û welat bi rê ve bibe lê ev rol di demên navber ên dîroka împaratoriyê de hatin temsîlkirin.

Çend navên jinên ku di warê birêvebirina kar û barên dewletê de û xurtkirina têkiliyên bi hev re jiyana aştiyane di navbera kurên Împaratoriya Med ji aliyekî ve û di navbera Med û împaratoriyên cîran de ji aliyê din ve, wek Babîl û Misir, derketine holê. Têkiliyên Medan bi Babîl û Misir re xurt bûn.

Jin di xurtkirina mafên jinan de xwedî rolên girîng bûn, di nav wan de şahbanûya Kurd (Vaştî) ku ji bo belavkirina toleransê di nav pêkhateyên civaka Medî de xebitî.

Şahbanûya Vaştî li dora sala 624 berî zayînê ji dayik bûye. Bavê wê di artêşa Med de fermandar bû, diya wê jî xwişka şah Kî Xosrow, şahê sêyem ê Padîşahiya Medyayê bû ku di navbera salên 678-550 B.Z de hatiye damezrandin.

Tevî ku agahiyên têr li ser wê tunebûn jî li gorî tiştên ku di nivîsên dîroknasan de hatine behskirin, ew ji bo ku jin nirx û rêzdariya pêwîst bi dest bixin, têkoşiyaye û xwestiye wan ji koletiyê û bindestiya mêran rizgar bike da ku bigihîjin wekheviyê.

Zewaca siyasî

Jin ji bo ku di navbera Împeratoriya Med û împaratoriyên cîranên wê de bi zewaca siyasî aştiyê pêk bînin hatin bikaranîn. Yek ji mexdûrên vê zewacê şahbanûya Arenes, jina padîşahê dawî yê Împaratoriya Medan, Astyages, keça Qralê Lîdyayê Aliatus II û xwişka padîşahê dawî yê Lîdya Croesos bû. Arenes bi zewaca xwe re têkiliyên her du împaratoriyan girêdide û di dema Lîdya Aliatus û Cyakhrisê Medî de aştî di navbera wan de pêk tîne û aştî bi navbeynkariya împaratoriya Babîlê ku têkiliyên wan ên baş bi herduyan re jî hebûn, pêk hat.

Qral Cyakhris di sedsala şeşan a berî zayînê de keça xwe Amedia, xwişka Qral Astyages, bi padîşahê Babîlê Nebukadnezar II re zewicand, ji bo ku hevalbendiya di navbera her du welatan de piştî têkbirina Împaratoriya Asûrî xurt bike. Herdu padîşahiyan, Med û Babîl, dest bi peymanên siyasî û hevpeymanên leşkerî kirin.

Dev ji adetên xwe berdan

Sîstema rêvebirina malbatê ya di serdema Medan de, li ser bingeha desthilatdariya bav û pirzewacê bû, ji bo pergala zewaca di qesran de, padîşahan zewaca kur û keçên xwe di nav malbata şah de sînordar dikirin. Lê şahê Medî Astyages ji ber xewna xwe ya ku tê de dît ku keça wî dê kurek an keçek bîne dinyayê ku dibe padîşahiya wî hilweşîne, ji vê kevneşopiyê dûr ket. Wî biryar da ku keça xwe  Mandana, keça şahbanûya Arenes, bi zewaca padîşah di nav Împaratoriya Medyayê de nezewicîne, ji ber tirsa kontrola paşeroja zarokên wê li ser desthilatdariyê, ji ber vê yekê keça xwe bi mîr Cambyses I re ku ji xanedana Axamenîs bû yê ku di serî de ji xanedana Êlamiyan bû re zewicand.

Beşa piştê: Beriya xîlafeta îslamê jinên Îranê