Jinên Îranî di dîrokê de berxwedanên mezin nîşan dan (15)

Jin deng didin muzîkê

Yek ji cihên ku di warê muzîkê de taybet e Îran e. Li Îranê jin bi qasî ku ji bo parastin û pêşxistina çanda xwe dibin wesîle, di salên dawî de, muzîkî wekî dengê ku pê ramanên xwe bi awayê protestoyê tînin ziman bi kar tînin.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan - Ziman, netew, nijad û rengê muzîkê tune ye, bi saya muzîkê ruhê mirov bi xwe bi awazan dide der. Em mirov bi bîra xwe, reng-ziman-netew û hwd. din awazan. Dema ku em di çarçoveya ‘muzîka neteweyî’ de lê dinêrin, dibînin ku di vî warî de yek ji cihên herî girîng Îran e.

Muzîka Îranê tenê bi netew û erdnîgariya xwe bi sînor nemaye. Di serî de li ser neteweyên ku bi wan re jiyaye, bandorê çêkiriye. Di serî de Ereb, Kurd û Azarî gelek neteweyan xistine bin bandora xwe. Di muzîka Îranê de çar tiştên sereke derdikevin pêşiya me. Muzîka bi meqam a herêmên cur be cur, muzîka bi meqam, a tevlihev ango ji ya Îranê û muzîên çandên cuda sûd girtiye, terz û muzîka klasîk çêkiriye. Di muzîka Îranê ya ku gelek dengê amûran hene, zêdetir enstrumanên berê û herêmî tên bikaranîn. Tar û setar, dutar di serê van enstrumanan de tên.

Hebûnên jêneger ên jinên Îranî

Çanda muzîkê ya Îranê ji beriya Persan ve ye, ev çanda xwedî kok, mînakên nivîskî yên heta îro mane, xwe dispêrin berî zayînê 200 û belgeyên lu ji xanedaniya Sasaniyan mane. Jinên Îranî, di dîroka muzîka Îranê de xwedî cihek girîng in. Hebûna muzîka klasîk a Îranê di roja me de, ji avakirinê, heta deng û performansên ser dikê de jinên Îranê li pêş bûne.

 Tevî rejîmê ji bo hunerê têdikoşin

Rejîma Îranê ya heyî di temenê xwe yê ji 40 salan zêdetir de hewl da vê çanda dîrokî li paş bixe, jinan ji ser dikê dûr bixe, nehêle bi serê xwe derkevin ser dikê. Tevî vê yekê jî jinan dest ji welat û hunera xwe bernedan, geh li Îranê, geh li cihên din ji ber têkoşîna xwe ya ji bo hunerê, geh li penaberiyê, geh jî zindanan hunera xwe diparêzin.

Li Îranê piştî ku rejîma mola dest danî ser rêveberiya welat, tenê destûr da ku jinên hunermend ên Îranî ji bo jinan stranan bibêjin. Nehişt ku jinên muzîsyen bi serê xwe derkevin ser dikê û ev yek hat qedexekir lê muzîsyenên jin ên ku ji bo muzîka cîhanê bûbûn îlham, xwedî li muzîka gelên Îranî derketin.

Bingeha dîrokî ya xwedî hêz

Beriya îslamiyetê bi taybetî di serdema Sasaniyan de li Îranê muzîk pir bi pêş ket. Muzîsyenên weke Bârbad, Nakisâ û Râmtîn pir navdar bûn. Muzîka Îranê, xwedî bingeha dîrokî ya wisa bû ku ne bi hatina Îslamê ne jî piştî wê pêşî li bihata girtin. Ev herêma ku 3 hezar sal in amûrên muzîkê lê tên çêkirin û hebûna çanda Îranê ya dewlemend wisa bi hêsanî tune nedibû. Di bawerî û rêveberiya wê de em bandora vê yekê dibînin. Ger em çend mînakan bidin; piştî sala 1979’an li Îranê muzîkên pop û populer bîst salan hatin qedexekirin. Di salên 1990’an de rejîma Îranê ji ber ku bandora muzîka pop dît, destûr da vê muzîkê. Ev yek serbest bû lê destûr nedan ku jinên muzîsyen muzîka pop çêbikin.

Di muzîka klasîk a Îranê de orkestrayên jinan

Di terz û awaza Farsî de dengê ku destpêkê tê hişê mirov, Parîsa ye. Ew hunermenda muzîka klasîk e, tê naskirin. Fatemeh Vaezî di 16’ê Adara 1950’yan de li Îranê hat cîhanê. Parîsa bi orkestrayê konseran dida. Ne tenê li welatê xwe, ji bo muzîk û çanda Îranê bide naskirin, hem li welatên Ewropayê hem jî li welatên DYA’yê ji sala 1996’an heta 2012’an her dem li ser dikê bû. Parîsa her wiha orkestrayek jinan a 5 kesan ava kir. Her çendî ku li Îranê dimîne jî di 20 salên dawî de li Ewropa û DYA’yê bi zimanê farsî muzîka tesawifê îcra kir û heta îro gelek albumên wê derketine. Hemû jinên hunermend di vê mijarê de bi qasî Parîsa bi şans nebûn.

Dengên ji sirgûnê

Dengê jina sirgûnê Meryem Akhondy bû. Lê ne tenê bi dengê xwe, lê bi lêkolînên xwe jî, wê di mûzîka Îranê de bi pêş xist û hebûna jinê di mûzîka Îranê de îspat kir, ku wê di qada navneteweyî de jî derxist holê. Piştî sala 1986’an, stranbêj Meryem Akhondy, ku li Tehranê muzîka klasîk xwend, bi muzîkjenên din ên Îranî re li sirgûnê dest bi xebatê kir. Bi Nawa û Tschakawak re li Almanya û Skandînavyayê derketin ser dikê. Wê her wiha, komeke din a muzîka hunerî ya kevneşopiya Îranî Ensemble Barbad ku di salên dawî de li seranserê Ewropayê gerand, damezrand. Maryam Akhondy di sala 2000 de wek gerekî mûzîkal a ji hemu çand û heremên Îranî bi navê ‘Banu’ koma a cappella (cureyêk muzîkê ya pir deng e û dengê mirovan weke ensturam tê bikar anîn) ya tevahiya wê ji jiyan pêk tê damezrand. Maryam Akhondy ji bo vê projeyê salên dirêj awazên herî kevin ên Farisî yên ku jin tenê di rewşên taybet de di nav xwe de dibêjin kom kir. Hûnermenda ku îmze avêt gelek xebatên lêkolîn-komkirinê di heman demê de xebatên ku lêkolînên muzîka Îranê ya ji beriya Îslamê jî dihewîne meşand, bi taybet di bin navê ‘Ahura Mazda’ de xebatên ku serdema baweriya Zerduştî diteyisîne kom kiriye. Maryam Akhondy, van stranên kevnar ên jinan vegerandinê ji xwe re wek erkek dît.

Ji bo jinan konser da

Navekî din ê navdar di hunerên dîtbarî û muzîka klasîk a Îranê de Sîma Bîna ye. Di sala 1945’an de li Horosanê ji dayîk bûye. Di muzîka Horosan, Belûc, Tirkmen, Lor, Şîrazî, Baxtiarî, Mazenderan de kedên girîng da. Li Îranê perwerdeya muzîkê da zarokên keç. Sîma Bîna wek “dayika muzîkê” navdar e. Ji ber ku yek ji şanoger û berhemhênerên mûzîka kevneşopî ya Îranê ye, di heman demê de wek hunermendê sehnê, lêkolîner û bestekar kar kiriye û bi hunera wênesaziyê re jî eleqedar bûye. Wê zarokên keç ên Îranî di qada muzîkê de mezin kir û ji bo jinan konser da. Sîma Bîna li derveyê welatê xwe mûzîk kiriye û niha li Îran û Almanyayê dijî.

Yekem sehneya bê peçe

Di serdema Qacaran de bû ku dengbêjên jin ên Îranî yekem car dengek tomar kirin û bê perde derketin ser dikê. Her çiqas li ser Kurdê Hiram Xanim Danbolî yê ji bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê dîmenek pir hindik hebe jî, navê wê yê bi deng, helbest û keda wê ya edebiyatê di kar û xebata wê ya hunerî de heya roja me ya îro maye. Tê zanîn ku wê bi zimanên Farisî, Azerî û Kurdî nivîsiye. Hiram Xanim Danbolî bi deng û helbestên xwe li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê jiyaye û koçî Tebrîzê kiriye. Ew di salên 1800’an de jiyaye.

Jinan riya henaseyê vekirin

Bi rastî jî mûzîka Îranê bi tevayî para xwe ji guheztinên siyasî girtiye, lê civakê û jinên mûzîkjen ên di civakê de, tevî hemû zext û zordariyam, ji xwe re riye hensayê vekirin û bi muzîka gerdûnî ev yek kir. Îro Lily Afşar, Hayedeh, Anicée Alvina, Derya Dadver, Evlin Bagçeban, Gülşifte Ferahani, Hayede, Helen, Mahsa Vahdet, Parisa, Sevdaliza, Jasmin Tabatabai û gelek muzîkjenên jin hene. Nazanîn Axaxanî û Nezhat Amirî rêberên jin in ku pêşengiya orkestrayên navdar ên cîhanê dikin.

Jin bi awayekî rêxistinkirî dadikevin qadan

Jinên ku li Îranê bi tena serê xwe derketina wan a li ser dikê qedexe bû, hewl dan ku bi rêxistinbûyînên xwe vê yekê bikin. Ji ber vê yekê em dibînin ku gelek caran komên muzîkê derdikevin. Dingo ku di sala 2016’an de hat damezrandin, tenê yek ji komên jin e ku ji hêla jinên Îranî ve pir tê pejirandin. Tenê di saziyên ku jin beşdar dibin de konserên xwe li dar dixin. Li aliyê din Glaris di na wan koman de ji aliyê jinên Rojhilatê Kurdistanê ve hatiye afirandin ye û balê dikişîne ser xwe. Koma muzîkê ya jinan a Glaris ku di sala 2017’an de li Kirmaşanê hatiye damezrandin, li welatên herêmê weke Iraq, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê konseran dide, lê bi sedema performansa xwe ya sahneyê, endamên komê nikarin xwe ji bin destê dezgeha dadweriya rejîma Îranê rizgar bikin.

Girtin û binçavkirinê girtin ber çavan

Hunermenda Îranî, helbestvana stranbêj Mona Barzûyî di 29’ê Îlona 2022’an de ji ber xwendina helbesteke ku li ser kuştina Jîna Emînî nivîsîbû, hatibû girtin. Çalakvan Maedeh Hajabri li ser girtina jinekê ya tenê ji ber dansa xwe ya li stasyona trenê ya li Tehranê hatibû girtin, dîmenên xwe yê dansê parve kiribû û paşê hat girtin. Çalakvan Maîde Hejabrî vîdyoyên xwe parve kir û bi gotina "Dîlan ne sûc e" girtinê girt ber çavan û dîmenên xwe parve kir. Bikarhênerên Îranî yên medyaya dîjîtal ji bo piştgirîkirina Maîde Hejabrî performansa xwe ya dîlanê parve kirin. Bi kurtî, jinên Îranî û Rojhilatî di van salên dawî de muzîkê ne tenê ji bo ragihandina çanda xwe, di heman demê de ji bo mebestên protestoyî û wekî derbirîna ramanên xwe bikar tînin. Jinên Îranî ji helbest-stranên polîtîk, heyanî dansên heremî ango klasîk hewl didin ku weke helwestek polîtîk bi parvekirina performansên xwe dîwarên hişk ên rejîma Îranê derbas bikin û îro êşên vê bi awayekê herî kur dijîn.

Dê bidome...