Jinên Îranê di dîrokê de berxwedaneke mezin nîşan dan (4)

Jinên Îranî di serdema Ebasiyan û Emewiyan de

Her çiqas piştî Îslamê rola jinê bi piranî bi qesrê ve sînordar be jî, jin di civakê de; di huner, wêje û perwerdeyê de derdikeve pêş.

MALVA MIHEMED

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilata Navîn piştî derketina Îslamiyetê û polîtîkaya cîhadê ya ku meşandiye, sînorên polîtîkaya belavker a ji Mekke-Medîneyê daye destpêkirin ji Behra Spî heya Îspanya, ji Mezopotamya heya Anatoliya Navîn û û heremên Farsê dirêj kir. Em ê li mewzî, rol û mîsyonên jinan ên di xîlafeta Emewiyan û Ebbasiyan de, ku siyaseta berfirehkirina wê serdemê domandine, binihêrin.

Mafên jinan û nêzîkatiya jinan li herêmên ku Îslam lê belav bûye, ji temen bi temen û heta di ayetên Quranê yên ku di navbera Mekke û Medîneyê de hatine cudakirin. Ji roja derketina Îslamê heta niha xwe li ser çanda ku serdema yek xwedayî û xwedawendan ava kiriye, daye avakirin. Di derketina Îslamiyetê de jinên weke Hz. Hatîce, Hz. Ayşe, Hz. Fatma rîstên girîng lîstine, dîsa di belavbûna wê de jî bi zanist û ceribandinên xwe erkekî girîng girtine ser milên xwe.

Farisan mezhebên Îslamê yên Şîî û Caferî pêş xistin û bi saya van mezheban çanda xwe parastin.

Di serdema Emewiyan de jin (661-750 PZ)

Dema ku em di dîroka Îslamê de serdema Xîlafeta Emewiyan bi giştî dixwînin, em dibînin ku mafên jinên Îranî yên berê heta radeyekê berdewam bûne. Lê belê di nava civakê de mirov nikare behsa heman mijarê bike. Di dema ku mafê jinên ji malbata Emewiyan heye ku hevjînê xwe hilbijêrin û bi rehetî rêwîtiya xwe bikin, jinên gelemperî jî ne xwediyê mafekî wiha ne. Peyva mehr (Farsî: مهريه) (Arabî: مهر) beriya Îslamê jî ji aliyê mêrê ku dixwaze bizewice û malbata wê ve ji bo jinê hatiye bikar anîn; di Îslamê de weke ‘birêvebirina zewacê’ tê bikar anîn, li aliyê din weke ‘pere, zêr, milk’ jî tê bikar anîn. Tê destnîşan kir ku dê jin mehrê çawa bîne, dixwaze bexş bike an na, ev biryara wê ye. Di zewaca yekem, duyemîn an sêyem de be jî dayîna dosyayê hema bêje ferz e. Li vir xalek heye ku divê were destnîşankirin, ew jî ew e; dikare were fikirîn ku meseleya ku îro wek "qelend" tê binavkirin, dibe ku ji vir hatibe û çavkaniya xwe ji vir girtibe, lê dema ku mehr ji aliyê jinê bi xwe ve tê diyarkirin (bi pirskirina ka mîqdara dayîn, mal û hwd. razî ye), "qelenda bûkê" ji malbata jinê re tê dayîn.

Di vê çarçoveyê de, ji bilî mafê milkiyetê û mafê mehrê, mirov dikare di jiyana rojane de şopa jinê weke heyîneke civakî bibîne û di wateya civakî de bi kêmanî bi qasekî biçûk bibe şahidê rolên ku jî jînê re hatîye dayîn. Her çend bi demê re şopa xwe winda bike jî, jin di vê serdemê de dikarin mîrateya xwe bi rê ve bibin û li ser mal û milkê biryar bidin, piştî mirina mêrê xwe têkevin bazirganiyê an jî berdewam bikin. Li gor şerîeta Îslamê ger jin xwediyê erdê bacê be, tenê baca xwe dide. Jizya ku ji bo kesên nemisilman cureyekî bac e, ji jinan nayê girtin. Xanedaniya Emewiyan cil û bergên tam li ser jinên misilman û jinên olên din ên wekî Xiristiyan û Cihûyan ferz kirin. Lêbelê, jin dikaribûn bi mêran re rûnin û di şahiyan de helbest bixwînin.

Me kêm-zêde nêzîkatiya zewacê ya serdemê lêkolîn kir, lê were em binihêrin ka em çawa dikarin cewabekê bibînin ji vê pirsê re ku jinberdan çawa hatine ceribandin. Telaq (Talak) her çend hem di şert û mercên îslamî û hem jî di şert û mercên civakî de nayê pêşwazîkirin jî, ew rêbazek wekî 'çareya dawîn' tê hesibandin. Dema ku di dema telaqê de 'doz' ji jinê re dihat dayîn, hem di dema berdanê û hem jî di dema dozê de ji aliyê 'hakemanên' berpirsyar ve dihat diyarkirin.

Pirsgirêkên wekî pirzewacî (Teaddudü Devcaat), di şeran de jin weke xenîmet dihatin dîtin bi bandora Îslamê li herêma Farisan belav bûn. Tê dîtin ku nêrîna Zerdeştiyê ya li ser jinan heta ku Îslam derbasî herêmê bû belav bû û zewacên ku li ser esasê mijarên wekî “tifaq” an jî “berjewendiyên siyasî” dihatin çêkirin ji aliyê rayedarên qesrê ve dihatin tomarkirin. Digel ku di gelek zewacên ku di qesran de dom dikirin de, tu carî destûr nedihatin ku kurên "cariyeyan" bibin xelîfe, tenê zarokên "jinên azad" dikarin bibin xwediyê gotinê.

Dema ku baweriyên cuda yên wekî Zerdeştî û Manîzmê di salên pêşîn ên Împaratoriya Sasaniyan de, ku wekî Împeratoriya Sêyemîn a Farisan (224-651 P.Z.) jî tê naskirin, hatin qebûlkirin; axên Farisan ên ku herêmê digirtin, ji rojava bi êrîşên Xiristiyanî-Împeratoriya Romayî û ji rojhilat rastî êrişên Îslamî-Emewiyan rû bi rû dihat. Împaratoriya Sasaniyan a bi êriş, dagirkerî û bandora Îslamê hilweşiya nekarî hebûna xwe biparêze. Li aliyê din gelên Îranê piştî dagirkeriya îslamî kevneşopiyên erebî-îslamî yên serdest bi qismî qebûl kirin, lê di bin pêşengiya jinan de bi mezheba ku pêşxistibûn, bi giranî çanda xwe parastin.

Xelîfetiya Ebasiyan (750-1258 PZ)

Di serdema yekem a xîlafeta Ebasiyan de (PZ 750-847) di çavkaniyên dîrokî de gelek caran tê dîtin ku jinên Îranî di qada siyasî de hebûna xwe domandine. Di serdema Ebbasiyan de li welatên Farisan avahiyên cuda yên wekî Samanî, Bûyî, Saferî û Qermetî hatin avakirin.

Em dixwînin ku di serdema Ebasiyan de rastiya ku zarokên kesên ku di serdema Emewiyan de di rêveberiya dewletê de bûn, ji bilî hevjînên wan bi fermî wekî xelîfe nehatine qebûlkirin, hatiye guhertin û ev yek di hemû vegotinên dîrokî yên fermî de cih digire. Di serdema xîlafeta Ebbasiyan de, ku bi salan hukumdarî kir, li gorî qeydên fermî, tenê dayikên sê xelîfeyan wekî "azad" hatine tomarkirin, lê xelîfeyên din ji zarokên "cariyeyên" (ummüveled) hatine dinyayê. (Diya Ebûl Ebbas Ebdullah, ku bi nasnav Seffah, xelîfeyê yekem ê dewleta Ebasiyan ketiye dîrokê, jineke 'azad' Rita ye. Mehdî ku di navbera salên 126-744'an de li Xumeynê ji dayik bûye û rûniştiye. Weke xelîfeyê sêyem Ebasî di panzdeh saliya xwe de jî gotiye: Dayîka Mehdî Ummûsa bnt Mensûr El Himêrî ye ku nesla wê li ser padîşahê Himêrî ye. Yê ku li ser nasnameya Ebu Mûsa tê nazîn Muhammed b. Hârûn e.) Heyanî serdema “Emîrû’l-Umerêyan” a Abasiyan hijde xelîfên din hemu “ummuveled” ango zarokên cariyeyan e. Tê zanîn ku di qesrên Ebbasiyan de “cariyeyên” farisî hebûn û ji wan re xelîfe çêbûn.

Daneyên diyar dikin ku jin di vê heyamê de hîn zêdetirî deh hezar salan di civaka Farisî de zanîna xwe ya bijîjkî domandine. Hat ragihandin ku jin ji midûrî heta dermankirina êşan, heta zanista botanîkê di piraniya beşên civakê de hebûna xwe didomînin. Dîsa xêzkirin û xebatên kaligrafiyê hene ku nîşan didin ku ew li ser kar, ne li malê, di mijarên rît, dirûn-dirûtin û kuaforiyê de ku îro wek “xebata jinan” tê dîtin, beşdarî aboriyê dibin. Dîsa jinan di hunera xeflet û nivîsandinê de xebatên profesyonel meşandin (divê bê zanîn ku berî çapê pirtûk û malzemeyên nivîskî bi destan dihatin hilberandin). Her çend di rayedarên fermî yên Ebbasiyan de tu dane tunebe jî, jinên faris di jiyana xwe ya civakî de di nav malbat û civakên xwe de dikaribûn helbestan bixwînin, saz bikin û stranan bibêjin.

Wê bidome...