Ji Zagrosê heta Jin Jiyan Azadî: Berxwedana hezar salî ya jinan (1)

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, jinan di tevahiya dîrokê de li dijî pergalên serdest ên mêran, ji împaratoriyan heta dewletên neteweyî yên nûjen, ji serdestiya olî heta Îslama siyasî pêşengiya têkoşîna azadiyê kirine.

Veguherîna nasnameya jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

ROJBÎN DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Di dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, serokatiya jinan ne tenê berhevoka lehengiya takekesî ye. Her wiha pêkhateya herî zindî ya berxwedana avahîsaziyê ye ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonîst û serdest ên avahiyên dewleta navendî bipêş ketiye. Di civaka Îranî û Kurdî de, jinan di dîrokê de rola "hêzek pêşeng" a stratejîk girtine ser xwe ku berxwedana civakî di demên krîzê de seferber dike. Ev şêweya serokatiyê, bi kokên demokratîk û komunal ên di bîra dîrokî ya civaka Kurd de hatine bicîhkirin, veguheriye mekanîzmayek xweparastinê ya bihêz li dijî avahiyên desthilatdar ên navendî yên serdest ên mêran. Di civakên Îranî de, ew veguheriye warên têkoşînê ku carinan takekesî û carinan jî kolektîf bûn. Ji bo têgihîştina karakterê berxwedana civakî ya hemdem, pêwîst e ku bê lêkolînkirin ka mîrata mîtolojîk, bingehên olî û bîra civakî ya ku vê xwedî dikin çawa di warên leşkerî, siyasî û çandî de veguheriye hişmendiyek berxwedanê ya sazûmanî.

Rewşa civakî û karakterê berxwedêr ê jina Aryen rasterast bi fîgurên mîtolojîk ên matrîarkal û pergalên baweriyê yên ku di kûrahiya Mezopotamyayê de têne dîtin ve girêdayî ne. Vê binesaziya ontolojîk pîrozî û rewatiyeta exlaqî daye pozîsyona biryardar a jinê, di jiyana civakî de.

Di civaka Kurd de jin ne tenê wateyek biyolojîkî, di heman demê de wateyek olî, civakî û avahîsaziyê jî werdigirin. Jin stûna çanda Kurdî pêk tînin. Ji ber vê yekê, jinan di gelek warên jiyanê de wekî mijarên bi bandor ên desthilatdariya xwezayî û mekanîzmayên biryardanê rolên girîng girtine ser xwe. Li bajar û wargehên Kurdan, jin di nav avahiyên civakî de cih digirin ku rêz lê tê nîşandan û dengê gel giranî digire. Pozîsyona olî û felsefî ya jinan li Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî girîngiyek taybet e. Di "Haftan" (Heft Laş) ku yek ji hînkirinên bingehîn ên Yarsanîzmê de, jin di rewşek ne-hiyerarşîk de ne. Bi taybetî Xatun Rezbar wekî kesayetek jin a girîng derdikeve pêş ku tembûrê (amûrek têl) lê dixe, perwerdehiyê peyda dike û di nîqaşên giyanî û civakî de dengek heye.

Ev modela azadiya hundirîn yek ji xetên berxwedana herî xurt li dijî dagirkeriyên derveyî pêk anî, ku bi kampanyayên wêranker ên Îskenderê Mezin dest pê kir.

Çiyayên Zagrosê, keleha jinan, artêşa ku Îskenderê Mezin seqet kir

Projeya Helenîzmê ya Îskenderê Mezin ne tenê wekî dagirkirina leşkerî ya herêma Mezopotamyayê, di heman demê de wekî hewldanek sîstematîk a qirkirina çandî jî hatiye dîtin. Di hin vegotinan de, siyaseta Îskender a zewicandina bi zorê ya 40 hezar jinên Zagrosê bi leşkerên xwe re wekî amûrek asîmîlasyona biyolojîk û çandî tê şîrovekirin. Dabeşkirina seksîst a Demosthenes, "Ji bo me fahîşe ji bo kêfê, cariye ji bo lênêrînê û jin ji bo zarokan hene" dikare wekî mînakek ku zîhniyeta baviksalar a wê demê nîşan dide were hesibandin. Berevajî vê, çanda berxwedanê ya ku li herêma Zagrosê pêş ket, rê li ber jinan vekir da ku di têkoşînên leşkerî û civakî de rolên çalak bistînin.

Yutap û Menîje

Du jinên Kurd di vê têkoşînê de derdikevin pêş: Yutap a ku xwişka Ariyo Barzen e, li dijî Îskenderê Mezin fermandariya artêşek kir. Ev têgihîştina berxwedanê ku karakterê azadîxwaz ê çiyayan bi stratejiyên parastina leşkerî re dike yek, di bîra herêmî de cihekî girîng digre. Bi heman awayî, Menîjê, bi avakirina berxwedanê li lûtkeyên negihîştî yên Hewramanê, nîşan da ku hewesa jinan a ji bo azadiyê, nekarî bê çewsandin. Ev kiryarên berxwedanê, dikarin wekî mînakên sembolîk ên nakokiya dîrokî di navbera çanda Mezopotamyayê de, ku jinan wekî mijarên çalak û azad ên jiyana civakî didît û têgihîştinên baviksalar ên ku jinan ji holê radikirin, werin dîtin.

Fetih, talan, nepakî û niheqiya li hember bedena jinê

Pejirandina Zerdeştiyê ya mîna ola dewletê, di dema Împaratoriya Sasaniyan de bû sedema veguherînek girîng a aliyên azadîxwaz û civakî yên doktrînê. Yekbûna ol û desthilatdariya siyasî bi awayekî sîstematîk jinan kir rewşa welatiyên "pola duyemîn". "Mehriye" (mûçe) ku di vê serdemê de sazûmanî bû, bingeha qanûnî ji bo kodkirina jinan wekî "milkê" ku ji bavên wan derbasî mêrên wan bûye, ava kir. Şîrovekirina pêvajoyên biyolojîk ên jinan, bi taybetî jî regl, mîna "nepakî" an "qirêjkirina ayînî", ji hêla kesayetên olî ve bû sedema sazûmanîkirina têgihîştinên olî yên ku armanc dikirin laşê jinê kontrol bikin. Di vê serdemê de, jin wekî kesên ku pîroziyê qirêj dikirin, di cîhên tarî û îzolekirî de hatin sînordarkirin. Avahiya haremê di qesrên Sasaniyan de jinan kêm kir modela "koleyek guhdar" a di xizmeta serwer de. Bi heman awayî, saziya Sixe (Zewaca Demkî) ku wekî "fuhûşa qanûnî" tê pênasekirin, jinan bi pêşkêşkirina wan ji bo mêran ji bo demek diyarkirî û bedêlek diyarkirî kêm kir û kir tiştên sade. Di vê heyamê de, jinan veguheztin tiştên bêdeng û wan di nav sînorên milkê de pênase kirin, jin "hatin çandin û berhevkirin". Hatina Îslamê li Îranê despotîzma Sasaniyan a heyî ji holê ranekir. Berovajî vê, xurttir kir. Têgeha "fetihkirinê" pêvajoyek talankirina nirxên civakî û dîtina jinan wekî "genîmeta şer" da destpêkirin.

Berxwedana felsefî û olî li dijî feraseta ku jinan wek milk û xenîmeta şer didît

Hînkirinên Manî û Mazdek ku li dijî desthilatdariya damezrandî bipêş ketin, ji bo wekheviya zayendî û parvekirina civakî parêzvanî kirin. Bi vî rengî helwestek şoreşger li dijî rêzika serdest a wê demê nîşan dan. Hînkirinên Manî li ser "ronahî" û têgeha jiyana hevbeş a Mazdek, wek yek ji nerazîbûnên herî bihêz li hember têkiliyên ku jinan dikirin bazirganî û li hember newekheviyên civakî bipêş ketin.

Ji aliyekî din ve, tevgera Hurramî wekî tevgereke berxwedana civakî derket holê ku li ser jiyan û azadiyê disekine û koka xwe ji baweriyên kevnar ên Mezopotamyayê û kulta Mîtrayî digire. Di serhildana Babek Hurramî ku rengê sor bû sembola berxwedanê de, jin ne tenê kesayetên ku piştgiriya lojîstîkî peyda dikirin, di heman demê de mijarên çalak ên berxwedanê bûn ku rasterast beşdarî têkoşînê bûn. Hewldanên hêzên serdest ji bo şermezarkirina van tevgeran bi retorîka "serhildan" an "bêexlaqî" delîlên dîrokî ne ku modelên civakî yên ku wekheviya zayendî diparêzin wekî gefek mezin ji bo avahiyên desthilatdariyê yên heyî hatine dîtin.

Nirxên civakî û giyanî yên ku van bawerî û pergalên ramanê ji jinan re vedibêjin, bingeha exlaqî ya berxwedana ku li dijî desthilatdariya navendî ya ku ji hêla mêran ve tê serdestkirin pêk anîn. Yarsanîzm ku ji kevneşopiyên Zerdeştî û kultên xwedawenda dayîkê yên kevnar ên Mezopotamyayê digire, beşdariya jinan di jiyana civakî de rewa kiriye û bingehek çandî ji bo jinan peyda kiriye da ku di demên krîz û şer de rolên serokatiyê û fermandariyê bigrin ser xwe.

Jinên pêşeng û tevger

Li Îranê, rastiya sîstemîk a ku jin tê de ne, ji aliyê rêxistina civakî ya ku ji aliyê rejîmên Îslamî ve hatiye afirandin ve hatiye teşekirin, ku laş û îradeya jinan di bin bandora hemû şêweyên hegemonyayê de teşe dike. Jin ew beşa civakê ne ku herî zêde ji vê pergala baviksalar êş dikşîne. Diyardeya bingehîn a ku jin di hemî tebeqe û warên civakê de pê re rû bi rû dimînin, zilm e. Baskê radîkal ê îdeolojiya Îslama siyasî di nav rejîma Îranê de jinan wekî sûcdarên potansiyel ên ku aştiya civakî têk didin dibîne û mekanîzmayên tund ên tepeserkirinê bipêş xistiye da ku wan li gorî pergala baviksalar bîne. Rejîma Îranê polîsek exlaqî ya çalak a bi navê "Sarollah" ava kir da ku hemû şêweyên zayendiyê biçewsîne. Lê belê li kêleka vêya, Îran xwedî berhevkirinek dîrokî û mîrateyek çandî ya dewlemend e. Ev mîrateya çanda azadî û berxwedanê ji bo çalakvaniya jinan jî derbas dibe.

Tevgera Babîzmê 

Li Îranê, di salên 1840’î de, Babîzm (paşê wekî Bahaîzm tê zanîn), ku ji bo edaleta civakî, azadî û mafên takekesî, sererastkirina bacên niheq, naskirina statuya jinan, rakirina pirjiniyê, qedexekirina tundiya li dijî jinan û reformên perwerdehiyê diaxivî, di salên 1850’yî de di civaka Îranê de populerbûna xwe zêde kir. Tevgera Bab a reformîst ku di sala 1844’an de li Şîrazê bipêş ket, xwe wekî "Bab" (deriyê rastiyê) îlan kir. Vê tevgerê giraniyek taybet da ser rizgariya jinan. Hikûmeta wê demê vê tevgerê wekî gefek dît û bertek û çalakiyên li dijî wê organîze kir. Di encamê de Bab û 28 şopînerên wî, tevî çalakvana femînîst a yekem a Îranê Qurrat ul-Ayn, di sala 1850’yî de hatin darvekirin. Tevgera Babîzmê ku ji bo azadiya jinan jî diaxivî, heta piştî darvekirina rêber û pêşengên xwe jî li Îranê çalak ma. Muxalefetên kêmneteweyên Îranî, rewşenbîr û jin berdewam kirin ku piştgiriyê bidin nerînên Babîst. Li Îrana ku zext û zordariya dewletê li dijî Behayiyan îro jî berdewam dike, di salên 1980’yan de nêzîkî 200 Behayî hatin kuştin an jî darvekirin. Di sala 2005’an de, 65 Behayî li Îranê hatin girtin.

Jinên pêşeng

Qurratul-Ayn (1814/15-1852)

Fatîma Beraganî, yekem çalakvana jin a naskirî li Îranê ye. Di sala 1814’an de li Gazvînê wekî keça rêberekî olî ji dayîk bû. Qurratul-Ayn ku navê wê yê rastî Fatîma Beraganî bû û bi leqeba xwe ‘Tahîra’ dihat nasîn, helbestvanek bi bandor, îlahiyatnas û endamek pêşeng a tevgera Bab a li Îrana sedsala 19’an bû. Fatîma, ku modelek herêmî ji bo jinên Îranî bû, perwerdehiya olî bi Erebî û Farisî wergirt. Di 14 saliya xwe de, wê bi pismamê xwe yê ku rêberekî olî bû re zewicî. Di sala 1828’an de, bi xwişka xwe re çû Iraqê. Wê li Necef û Kerbelayê xwendina olî temam kir. Di vê heyamê de, ramana Ewropî ku li Rojhilata Navîn bi bandor bû, fêr bû. Wê navê Qurratul-Ayn da xwe û piştî ku bi Bayan Reştî re hevdîtin kir, mêrê xwe terk kir û tevlî Tevgera Babîst bû û bû yek ji pêşengên wê. Qurratul-Ayn, li kêleka Babîstan beşdarî şer bû. Di vê serdemê de, gelek jinên ku bi cilên mêran beşdarî çalakiyên siyasî bûn, di êrîşên dewletê yên li ser gel de mirin. Qurrat ul-Ayn daxwaza mafên wekhev ji bo jinan û qedexekirina pirjiniyê kir. Qurrat ul-Ayn ji aliyê civakê ve bi hestên dijî-olî hate tawanbarkirin û di komkujiya Babî ya 1850’yan de hat darvekirin.

Sedîqe Dowlatabadî

Di sala 1882’yan de li Îsfehanê ji dayîk bû. Ji ber ku di temenê ciwan de zewicî bû, wê girîngiyek mezin da rêxistinên ku balê dikişînin ser keçan. Di sala 1917’an de, wê yekem dibistana keçan li Îsfehanê vekir û di sala 1918’an de, wê Ummulmadares ji bo keçên xizan vekir. Di sala 1918’an de, wê Komeleya Jinan a Îsfehanê (Isfahan Khawateen) damezrand û di sala 1919’an de "Dengê Jinan" (Zaban-e Zanan), rojnameya yekem a jinan a Îsfehanê, weşand. Piştî zextên kesayetên olî (melayan) û rexneyên wê yên li ser peymana "Wusuqqudawla", wê rojname girt û çû Tehranê, li wir weşana "Dengê Jinan" mehane domand. Di sala 1921’an de, wê Komeleya Nirxên Jinan (Anjoman-e Azmayesh-e Banovan) li Tehranê damezrand. Di sala 1923’yan de, ew çû Parîsê û li Sorbonne rêveberiya karsaziyê xwend. Di sala 1926’an de, wê nûnertiya jinên Îranî li Konferansa Navneteweyî ya Piştgiriya Mafê Dengdana Jinan kir. Piştî ku di sala 1927’an de vegeriya Îranê, wê serê xwe rakir û di sala 1935’an de dijberiya xwe ya li dijî laçika serê xwe îlan kir. Ew li Wezareta Perwerdehiyê bû Mufetîşa Perwerdehiya Jinan, dû re Mufetîşa Dibistanên Jinan û paşê di sala 1936’an de, ew ji bo Komeleya Jinan (Kanoon-e Banuwan) hate tayînkirin. Di sala 1947’an de, wê nûnertiya jinên Îranî li Konferansa Navneteweyî ya Aştî û Azadiya Jinan kir û gotarek li ser "Jina Îranî" da. Sedîqe Dowlatabadî di Mijdara 1942’yan de "Dengê Jinan" wekî kovareke 48 rûpelî ji nû ve derxist. Ew di sala 1962’yan de di 80 saliya xwe de mir. Gorên Sedîqe, birayê wê û bavê wê, di Tebaxa 1980’yan de ji aliyê fanatîkên Îslamî ve hatin xirabkirin. Arşîv û belgeyên kesane yên wê, digel arşîvên rojname û kovara Dengê Jinan ku Tevgera Jinan a di nîvê yekem ê sedsala 20’an de ronî dikin, ji aliyê malbata wê ve ji beşa Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn a Enstîtuya Navneteweyî ya Dîroka Civakî re hatin dayîn.

Ji Kela Dimdimê heta Xatûn Zîdan

Berxwedana Kela Dimdimê ku li herêma Bradostê li rojavayê Gola Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ye, serhildanek destanî ye. Serhildanek li dijî Împaratoriya Sefewiyan di salên 1609-1610’an de, bi serokatiya Xanê Çengzêrîn çêbûye. Ev berxwedan di bîra kolektîf a Kurdan de wekî yek ji sembolên herî xurt ên hişmendiya xweparastinê ya li dijî desthilatdariya dewleta navendî pêşketiye tê hesibandin. Parastina Kela Dimdimê ne tenê pevçûnek leşkerî bû; di heman demê de îfadeyek dîrokî ya hevgirtina civakî û çandek berxwedana kolektîf e. Di vê pêvajoyê de, rolên zayendî guherîne û jin bûne mijarên rasterast û çalak ên berxwedanê.

Artêşa jin û mêran ava kir

Xatûn Zîdan (Zadina) wekî yek ji sembolên herî girîng ên jinên wêrek ên Kurd ên ku keleha dorpêçkirî û berxwedanê parastine derdikeve pêş. Jina yek ji Mîrên Erdalan, Xatûn Zîdan piştî mirina hevjînê xwe serokatiyê girt ser xwe û hêzên gelêrî yên ji jin û mêran pêk dihatin li dijî artêşa Sefewiyan organîze kir. Stratejiya leşkerî ya Zîdanê ne tenê bi qada şer ve sînordar bû; ew di warê parastina psîkolojîk de jî bi bandor bû. Bi cilkirina jinên ku nikaribûn rasterast beşdarî şer bibin bi cilên mêran, wê artêş mezintir nîşan da û her weha armanc kir ku pêşî li hedefgirtina jinan li gorî "rûmeta" wan bigire di rewşa dîlgirtina dibêtiyê de. Bi vî awayî, jin ne tenê bûn piştgirên berxwedanê, di heman demê de bûn aktorên damezrîner ên rasterast ên parastinê jî.

Şenaz Xatûn

Şenaz Xatûn yek ji wan kesayetên jin e ku di vegotinên dîrokî yên Kurdan de derbarê berxwedana li dijî Sefewiyan de tê behskirin. Ew wekî jina Helo, yek ji fermandarên herêmî yên wê demê ye ku di dema pevçûnên li herêma Erdalanê de tê behskirin. Şenaz Xatûn tenê di pozîsyonek piştgirî de nema; wê rolek rêxistinî û berxwedanê ya rasterast girt ser xwe. Şenaz Xatûn yekîneyeke çekdarî ya ji nêzîkî 15 jinan ava kir û bi awayekî çalak beşdarî parastinên li dijî hêzên Sefewiyan bû.

Serdema Pehlewî û Berxwedana Qedem Xêr

Polîtîkayên navendîkirinê yên ku di serdema Reza Şah de hatine bicîhkirin, armanc dikirin ku avahiyên civakî yên herêmî hilweşînin û nasnameya Kurdî di bin navê "modernîzasyonê" de homojen bikin. Berxwedana Qedem Xêr li çiyayên Loristanê wekî yek ji serhildanên civakî yên girîng li dijî van polîtîkayên navendîparêz tê dîtin.

Gelê min dê ne milkê te be

Piştî kuştina birayê wê yê mezin Murad Xan, Qedem Xêr serokatiyê girt ser xwe û demek dirêj li dijî artêşa Pehlewî li ber xwe da, herêma çiyayî veguherand herêmeke parastinê ya stratejîk. Qedem Xêr pratîkên rejîma Şah, mîna "keşf-î hicab" (qedexeya li ser pêçanê), ne mîna projeyek ji bo rizgariya jinan, wek pratîkên ku kontrola desthilatdariya navendî li ser laş û nasnameyên jinan zêde dikin, didît. Ji ber vê yekê, wê pêşniyarên zewac û efûyê yên Reza Şah red kirin û got "Gelê min dê ne milkê te be."

Îşkence, zîndan û darvekirin

Ji ber ku bi rêbazên leşkerî nekarî encam bigire, Reza Şah bi sozên aştiyê Qedem Xêr razî kir ku teslîm bibe; lê belê, paşê soza xwe şikand û îşkence û zilmeke giran li wê kir. Qedem Xêr ji porê wê ve li pişt hespê hat kaşkirin, heta ku hestiyên wê şikestin îşkence lê hat kirin û piştî sê salan zindankirinê hat darvekirin. Vê wehşetê yek ji şopên herî kûr di bîra dîrokî ya bêbaweriya gelê Kurd a bi dewleta navendî û bedela ku ji bo serokatiya jinan hatiye dayîn de hiştiye.

Merziye Ehmedî Oskuyî

Merziye Ehmedî Oskuyî, kesayetiyeke pêşeng a jin di têkoşîna şoreşgerî ya li dijî rejîma Şah de, mamoste, helbestvan û şoreşger bû ku di dawiya salên 1960 û destpêka salên 1970’yan de di tevgerên şoreşgerî yên li Îranê de roleke çalak lîst. Oskuyî ku li Îranê û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê tê nasîn, beşdarî têkoşîna çekdarî û siyasî ya li dijî rejîma Pehlewî ya zordar a wê demê bû. Endama kadroya jin a tevgera Gerîlayên Fedayî yên Gelê Îranê Marziye Ehmedî Oskuyî ne tenê di têkoşîna siyasî de, di heman demê de wekî kesayetiyeke bi bandor di warên rewşenbîrî û çandî de jî derket pêş. Oskuyî ku di nav gel de bi hînkirin û helbestên xwe tê naskirin, mîna yek ji sembolên serdemeke nû tê dîtin ku tê de jin rasterast di têkoşîna şoreşgerî de bûne hêman.

Di salên 1970’yan de, ew û koma hevalên wê di pevçûnekê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin dorpêçkirin. Wekî ku di gelek rêxistinên veşartî yên wê demê de gelemperî bû, çekdaran siyanûr hilgirtin da ku ger werin girtin, xwe ji îşkenceyên giran û xetera windakirina agahdariyê biparêzin. Li gorî vê têgihîştina ku teslîmnebûn wekî prensîbeke bingehîn dihesiband, Marziye Ehmedî Oskuyî dema ku bi giranî birîndar bû, bi vexwarina siyanûrê jiyana xwe bi dawî kir. Piştî mirina wê, hêzên dewletê laşê wê bi pişta wesayîtekê ve girêdayî nîşan dan da ku tirsê bikin nav gel û berxwedanê bitepisînin. Ev bûyer di bîranîna tevgerên şoreşgerî yên Îranê de bûye mînakek sembolîk a tundiya dewletê û dijminatiya taybetî ya li hember şoreşgerên jin.

Komara Mehabadê û Mîna Qazî

Jin di tevgerên civakî ku li dijî polîtîkayên rejîma Pehlewî yên ku nasnameya gelê Kurd înkar dikirin de bipêş ketin, roleke pêşeng a girîng lîstin. Komara Kurd a Mahabadê ku di sala 1946’an de hate damezrandin, xaleke dîrokî ya werçerxê ye ku tê de statuya jinan ji avahiyên eşîrî-bingehîn ber bi şêweyên demokratîk-komunal ên rêxistina siyasî ve çû.

Mîna Qazî (Dayê Mîna) di vê pêvajoyê de, mîna yek ji rêxistinvan û kesayetên dîplomatîk ên herî bibandor derket pêş. Mîna Qazî, yek ji damezrînerên Yekîtiya Jinên Kurdistanê (YAK), ne tenê li ser asta herêmî, di heman demê de bi avakirina têkiliyan bi jinên pêşeng ên li herêmên cûda yên wekî Hapsa Xan Neqîb û Gulzar Xanim Şikak re, hewl da ku toreke hevgirtina jinan a herêmî biafirîne. Ev nîşan dide ku ezmûna Mahabadê ne tenê îlankirina xweseriya herêmî bû, her wiha beşek ji şiyarbûnek civakî bû ku sînoran derbas kir. Weşandina kovara "Hêlale", xebata li ser perwerdehiya bi zimanê dayîkê û kampanyayên li dijî zewacên bi zorê rola jinan di avakirina civakî de bêtir xuya kir. Gelek jinên ku di vê pêvajoyê de têkoşiyan, bedêlên giran dan. Kesayetên wekî Keçên Nexede ku di encama îşkenceyê de kor bûn, di bîranîna vê berxwedanê de cihekî girîng digrin. Ji aliyê din ve, Mîna Qazî bi darvekirina mêrê xwe û windakirina zarokên xwe êşeke kûr kişand; lê belê, tewar di bin şert û mercên sirgûn û girtîgehê de jî, wê dev ji îradeya xwe ya siyasî berneda.

Sembola berxwedana rewşenbîrî û çandî: Mestûre Erdalan

Şerê zayendî di warê estetîkê de bi şêweyê xwe yê herî dijwar berdewam kiriye. Di wêjeya klasîk a Îranî de, kodên baviksalar di bin maskeya "aqilmendiyê" de hatine firotin. Her çend Nîzamulmulk, di berhema xwe ya Siyasetnameyê de, beşdariya jinan di qada giştî de wekî "gendeliya dewletê" pênase kiriye jî, daxuyaniyên Sa'dî yên ku dibêjin "Divê jin neçin bazarê, divê dengê wan neyê bihîstin" di nav mînakên herî berbiçav de ne ku çawa wêje veguheriye mekanîzmayek zilmê.

Lê belê, dengê jinê kariye vî dîwarê bêdengiyê bişkîne. Mestûre Erdalan, yek ji jinên pêşîn ku wekî hilgirên hişmendiyê dîrok li cîhanê nivîsandiye, Xatun Ramzbar, jina aqilmend a baweriya Yarsan û Reyhane Lorestanî, bijîşk/muzîkjen, bi rêya huner û zanistê "hêza hişmend" a jinan zindî hiştine.

Helbestên Farux Faroxzade û Pervîn Etesamiyê ku wekî serhildêrên nûjen têne binavkirin, wekî qîrînên li dijî hezar salan bêdengiyê derdikevin pêş. Rêbertiya jinên Kurd di parastina bîra civakî, ziman û nasnameya dîrokî de roleke bingehîn lîstiye. Mestûre Erdalan wekî yek ji dîroknasên jin ên pêşîn ên Rojhilata Navîn tê hesibandin. Mestûre Erdalan, ku bi jêhatîbûna xwe ya wêjeyî di Goranî, Soranî, Farisî û Erebî de tê nasîn, bi berhema xwe ya "Tarîh-î Erdalan" (Dîroka Erdalan), ne tenê vegotineke dîrokî nivîsandiye, di heman demê de rola bingehîn a jinan di dîroknûsiyê de jî eşkere kiriye. Hebûna wê nîşan dide ku dîrok ne tenê kronolojiyek e ku ji hêla mêran ve serdest e; jin di heman demê de hilberîner, hilgir û şîrovekarên bîra civakî ne.

Farox Parsa

Farox Parsa, yek ji endamên jin ên pêşîn ên parlementoyê û wezîra jin a pêşîn a Îranê di serdema Mihemed Reza Şah de, wekî yek ji kesayetên herî girîng ên tevgera jinên Îranê tê hesibandin. Farox Parsa, parêzvana mafên jinan, di sala 1963’yan de ket parlementoyê û bi taybetî ji bo baştirkirina rewşa yasayî û civakî ya jinan xebitî. Wê ji bo reformên di qanûna malbatê, mafê jinan ê perwerdehiyê û beşdariya wan di jiyana civakî de parêzvanî kir. Wê her wiha ji bo tevlîkirina perwerdehiya cinsî di bernameya dibistana navîn de jî parêzvanî kir. Di 27’ê Tebaxa 1968’an de, Farox Parsa bû yekem Wezîra Perwerdehiyê ya Îranê û di warê perwerdeyê de pêşengiya veguherînên girîng kir. Ew her wiha bi dabînkirina perwerdehiya dilxwazî ji bo jinên di zindanan de li derveyî demjimêrên dibistanê, di salên xwe yên wekî mamosteya biyolojiyê de tê zanîn. Di dema wezîrtiya xwe de, bi milyonan jinan gihîştina berfirehtir a derfetên perwerdehiyê, di nav de zanîngehan jî, bi dest xistin û xuyabûna jinan di qada giştî de zêde bû.

‘Ez ji mirinê natirsim’

Piştî Şoreşa Îranê ya 1979’an, Farox Parsa ji hêla hikûmeta Komara Îslamî ya nû ve hate darizandin û bi tohmetên wekî "kufra li dijî Xwedê" û "kêmkirina nirxên civakî" cezayê kuştinê lê hate birîn. Yek ji yekem kesayetên siyasî yên jin ên piştî şoreşê hatin darvekirin, Farox Parsa di dema darizandina xwe de qet paşve gav neavêt û berdewam kir ku azadiya jinan biparêze. Gotina jêrîn a ku jê re tê gotin di bîranîna tevgera jinên Îranî de bûye sembolek bihêz: "Ez bijîşk im; Ez ji mirinê natirsim. Mirin kêliyek e. Ez ji qebûlkirina pêçandina mecbûrî tercîh dikim."

Farox Parsa, di 8’ê Gulana 1980’yan de hate darvekirin. Jiyan û mirina wê li Îranê bûye yek ji sembolên dîrokî yên têkoşîna ji bo perwerde, azadî û wekheviyê ji bo jinan.

Homa Darabî

Homa Darabî bijîşk û akademîsyenek Îranî bû ku perwerdehiya xwe li Dewletên Yekbûyî temam kir. Piştî Şoreşa Îranê, ew vegeriya welatê xwe û helwestek eşkere ya dijber girt, bi taybetî jî li dijî polîtîkayên zordar ên ku jinan hedef digirin. Ferzkirina hicaba mecbûrî ji hêla Komara Îslamî ve û kontrola wê ya zêde li ser jiyana giştî ya jinan, di nav polîtîkayên ku Darabî bi tundî rexne kir de bûn. Di dema ku ew bijîşk bû de, gelek dozên tundî û destdirêjiyên ku hatin ber çavê wê, bala wê kişand ser zordariya dewletê. Li gorî raporên herêmî û îdiayên mafên mirovan, agahiyên ku dibêjin hin jin di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab û şîdeta zayendî hatine, rexneyên Homa Darabi yên li dijî rejîmê tûjtir kirin.

Homa Darabî di sala 1994’an de li Tehranê ji bo protestokirina li dijî zordariya li ser jinan, siyaseta hîcaba mecbûrî û şîdeta dewletê xwe şewitand. Ev kiryar wekî yek ji xwepêşandanên herî berbiçav ên li dijî zordariya rejîmê ya li ser laş û nasnameyên jinan di nav tevgera jinên Îranî de tê bîranîn.

Sibê: Zayîna Tevgerên Jinên Modern li Îran û Rojhilatê Kurdistanê