Hîlala Zêrîn bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrîne -7

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fatma Ehmed li ser girîngiya beşa şanoyê di kar û xebatên Hîlala Zêrîn de dibêje ku bi şoreşê re Tevgera Hîlala Zêrîn ava bû paşê beşên wê çêbûn, yek ji wan jî beşa şanoyê ye.

‘Şano eynika civakê ye’

RONAHÎ NÛDA

Hesekê – Şano yan jî hunera şanoyê hunereke wêjeyî ye ku şanoger li ser dikê  pêşkêş dikin. Her wiha cihê ku berhemên şanoyê lê tên pêşandan şanogeh e. Bi îşaret û axaftinê bi awayekî din îfadekirina hest û bûyeran e. Xebata şanoyê bûyeran bi rûdana wan nîşan dide. Yekem şanoya Kurdî ya ku xwedî rê û rêbazên cewherî yên şanoyê ye, şanoya dayik niştiman e. Ev şano bi nivîsa Pêşewa Qazî Mihemed di sala 1944’an a zayînî de, li Komara Kurdistanê ya 11 mehî çûye ser dikê. Di şert û mercên di wê dema Kurdistanê de şanoya dayika niştiman girîngiyeke xwe ya cuda hebû ku pir kêm li ser hatibû rawestandin. Şanoya dayika niştiman yekem şanoya bi Kurdî ye ku bi şêwazekî bi rêk û pêk hatiye pêşkêşkirin û xwedî metneke şanoyê ye. Heta radeyekê parametreyên serekê yên şanoyê di hundirê xwe de dihewîne mîna musîqa, dekor, makyaj û perde. Di heman demê de wek mekanîzmayeke çandî û civakî ji bo hişyarkirina neteweyî sûd jê hatiye girtin. Di heyameke çil rojan de her sê çar rojan carekê hatiye pêşkêşkirin. Di dema pêşkêşiyê de qederek mirov amade bûne.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şanoya Kurdî careke din zindî bû, lîstikên şanoyê dest pê kirin. Tevgera kompozîsyona şanoyê aktîf bû, bi taybetî di mîhrîcanan de karê şanoyê derket holê û xweşî û bedewiya şanoya Kurdî vegeriya. Taybetmendiyek şanoya Kurdî ew e ku mîrateya folklora Kurdî bi berhemên şanoyê ve girê bide û tîmên qewîm a kevin careke din nûjen dikin. Destpêka xebatên şanoyê yên nivîskî digihîje şanoger Ebdulrehîm Rehmî Hekarî, sala 1919’an. Ebdulrehîm Rehmî Hekarî fikra şanoyê ji mîrateya devkî ya Kurdî girtiye û kiriye metneke şanoyê.

Îro careke din ew ruh bi pêkhateyên Kurdan re zindî dibe. Ji bo ku çand û hunera Kurdî li derdora xwe civakbûnê ava bike, bi gelek komên cur be cur ew ruhê şanoyê zindî dihêle. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re çand û hunera Kurdan jî xwe nûjen kir. Ji bo ku careke din ruhê şanoyê zindî bike girîngiyek mezin da vê xebatê. Îro Hîlala Zêrîn dikaribû bi avabûna xwe re gelek pêşketinan çêbike ku yek ji wan beşa şanoyê ye. Şano ji aliyê gel ve eleqeyek mezin dibîne û di hemû munasebetan de rol dilîze. Ji bo ku em zêdetir kar û xebatên şanoyê ji nêz ve bişopînin Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Fatma Ehmed nêrîna xwe anî ziman.

‘Mirov di şanoyê de çand û hunera xwe dibîne’

Fatma Ehmed girîngiya şanoyê wiha vedibêje: “Şano bi her netew û welatî tê pêşandan û mirov di şanoyan de çand û hunera xwe dibîne. Şano neynûka civakê ye ku her êş, xweşî, kêfxweşî û serkeftina xwe di wir de derbixî. Şano hunerek pir kevin e û nêzî dilê gel e. Şano di nava civakê de tê hezkirin ku gelek bandorê li civakê dike. Mirov dema bixwaze peyamek ji civakê re bişîne dikare bi riya şanoyê bigihîjîne.”

‘Bi şoreşê re rola jinan di şanoyê de diyarde bû’

Fatma Ehmed destnîşan kir ku bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re çand û hunera jinan jî aktîf bûye û wiha domand: “Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re beşa şanoyê jî bi pêş ket. Beriya şoreşê hebûna jinan di şanoyê de tunebû. Cihê ku jin di şanoyê de rola xwe bilîze, nedihat hiştin û mêr rola jinan dilîst. Lê bi şoreşê re wek jin em dikaribûn rola xwe di şanoyê de bigrin. Jin pir ji şanoyê hezdikin. Bi şoreşê re Tevgera Hîlala Zêrîn ava bû, paşê beşên wê çêbûn ku yek ji wan beşa şanoyê ye. Niha li her navend û bajaran beşa şanoyê heye û bi hêvî û baweriyek mezin lîstikên xwe dilîzin.”

‘Li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên şanoyan hatine avakirin’

Fatma Ehmed diyar kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên şanoyê hatine avakirin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di sala 2010’an de kar û xebatên me dest pê kirin, piştî ku di sala 2012’an de rêveberiya xweser hat avakirin. Îro em hemû cihê xwe di Tevgera Hîlala Zêrîn de digrin. Niha em hemû kar û xebatên çand û hunera xweser di bin navê Tevgera Hîlala Zêrîn de dimeşînin. Li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşa şanoyê hatiye avakirin û gelek komên şanoyê hene ku êş û kêfxweşiya civaka xwe tînin ziman. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komên şanoya xweser hatine avakirin û ev yek jî pêşketina di kar û xebatên şanoyê de dide diyarkirin.”

‘Şano bandorek kûr li ser temaşevanan çêdike’

Fatma Ehmed rola şanoyê di çand û hunerê de wiha rawe dike: “Hezkirina gel ji xebatên şanoyê re heye. Şano wek find e û gel xwe lê digre. Şano nêzî gel e. Rola şanoyê di çand û hunerê de kombûnê ava dike. Mirov dema li şanoyê temaşe dike di wê kêliyê de her tişt ji bîr dike û bi endamên şanoyê re diçe nava jiyana cuda.”

‘Çand û çîrokên heyî divê bi şanoyê werin vegotin’

Fatma Ehmed rola şanoyê di danasîna çanda gelan de wiha şîrove dike: “Dewlemendî di çanda gelan de heye. Gelek lîstikên şanoyê hene ku tên wergerandin û dibin cîhanî. Her wiha bi şanoyên ku tên pêşkêşkirin civak tê şîrovekirin. Rola nivîskaran jî di nivîsandina lîstikên şanoyê de girîng e. Divê rol û mîsyon bê nivîsandin û rola şanoyê di civakê de çi ye bê ziman û kesên ku wê şanoyê bilîzin hîs bikin. Kesên ku li şanoyê mêze dikin divê serkeftin, êş û xweşiya xwe tê de bibînin. Divê em çand û çîrokên heyî bixin xizmeta şanoyê û pêşkêşî civakê bikin. Divê pênûsa nivîskaran xurt bibe da ku çand bi civakê û cîhanî bê pêşkêşkirin.”

‘Şano hunera herî kevin e’

Fatma Ehmed da zanîn ku şano yek ji kevintirîn avakirina civakê ye û wiha domand: “Şano hunera herî kevn e. Dema demsal dibe havîn şanoyên xweş û kêfxweşî tên pêşandan. Dema demsal dibe payîz şanoyên dirama û xem tên pêşandan. Şano xebatek herî kevin e ku mirov pê rabûye. Bandora şanoyê li ser civakê heye. Şano bûye hunerek giştî ku gelek kar û xebat tên meşandin. Mijarên ku bi şer û guleyan tê xwestin, bi pênûs, nivîs û şanoyan jî tê gotin. Şer ne tenê şerê çekê ye, şerê pênûs û gotinê heye. Şanoyên ku em pêşkêş dikin azadî, xweşî, aramî, wekhevî û maf tê de hene. Em daxwazên xwe dikarin bi riya şanoyê pêşkêş bikin. Mijarên ku em dest digrin diyar in. Niha şanoyên ku em pêşkêş dikin û bandorê li ser civakê çêdikin, em rastî û xeyalê dikin yek û di şanoyê de pêşkêş dikin. Gelek mijarên mîna dîrok, destan tên nivîsandin.”

‘Di beşa şanoyê de trajedî dram û komedî heye’

Fatma Ehmed beşên şanoyê wiha parve dike: “Şano jî wek dibistanê ye. Di beşa şanoyê de trajedî, drama, komedî û absurd hene. Şano li ser însanan dimîne ku çawa pêşkêş dikin. Em hewl didin perwerdeyên xwe bi awayekî akademîk û pispor bidin. Her wiha di perwerdeyan de hemû perwerdeyên şanoyê ya beden, mîmîk, deng, sekin, çawa li ser dikê tevger bike, çawa bisekine ev yek girîng in. Em bi perwerdeyên akademîk endaman perwerde dikin. Her wiha em perwerdeyên teorîk mîna dîroka şanoyê, dibistanên şanoyê û nivîskaran didin. Em hem teorîk hem jî pratîk endaman perwerde dikin. Şanoyên ku em pêşkêş dikin civakê bi bandor dikin. Mijarên ku em digrin dest mijarên ku civak dijî ye. Peyama ku em dixwazin didin civakê. Em bi şanoyên xwe hem hêvîdar dibin hem jî hêviyê didin gel. Divê jin xwedî hêvî û bawerî bin.”

‘Huner nûnera welatê xwe ye’

Fatma Ehmed herî dawî anî ziman ku şano hezkirin e û divê kesên ku ji şanoyê hez dikin beşdar bibin û wiha bi dawî kir: “Elbet di nava van salan de me gelek xebatên girîng ên şanoyê ava kirin. Her wiha em wek beşa şanoyê tevli gelek mîhrîcanên ku tên lidarxistin dibin. Em her sal beşdarî şahî û munasebetên girîng dibin û hunera xwe pêşkêş dikin. Li bajaran girêdayî çand û hunerê çi pêngav dest pê bike em tevli dibin û danasîna Tevgera Hîlala Zêrîn dikin. Di kar û xebatên ku em dimeşînin de rola jinan girîng e û pêşengiyê dikin. Şano hezkirin e û kesên ku ji şanoyê hez dikin divê astengiyên xwe derbas bikin û berê xwe bidin şanoyê û tevli bibin. Divê her ciwanek xeyalên xwe pêk bîne. Huner nûnera welatê xwe ye. Em bi riya şanoyê dixwazin çand, hêvî û hunera xwe pêşkêş bikin.”

 (Sibê: Di Tevgera Hîlala Zêrîn de beşa wênexêziyê.