Hikûmet karesatan derfet dibîne û li dijî mexdûrên erdhejê şer dimeşîne - ANALÎZ

Ji Erdoganê ku ji mexdûrê erdhejê re dibejê 'bênamûs’, Bahçeliyê ku gazinan dike, heta AFAD'a ku li Sûriyeyê 100 hezar xanî ava kirine her tişt di elehiya mexdûrên erdhejê de ye. Dewleta-mêr li herêma erdhejê heman polîtîkayan dimeşîne…

BÊRÎTAN SARYA

Di erdheja 6'ê Sibatê li Mereşê pêk hat de herî kêm 13,5 milyon mirov mexdûr bûn, bi milyonan mirov bêmal man û bi sed hezaran jî jiyana xwe ji dest dan. Hikûmetê ev yek wek firsend dît. Ji Hatayê heta Dîlokê, ji Mereşê heta Semsûrê, ji Meletiyê heta Amedê, erdhejên ku li erdnîgariya Ereb-Elewî-Kurd ku pirsgirêka netew dewletê ye, ji aliyê AKP-MHP’ê ve weke amûrek temamkirina polîtîkaya 100 salan hat bikaranîn. Dema mirov di bin xirbeyan de terkî mirinê hatin kirin û qetlîama bi komî hat pêşxistin, bi OHAL’ê li dijî mexdûrên erdhejê û kesên piştgirî didin wan şer hat destpêkirin. Dewlet li herêmê bi hemû sazî û dezgehên xwe re li ser temamkirina qirkirina 100 salî û pêşxistina guhertina demografîk kûr bûye.

Dema ku hikûmet ji bo hilbijartinên di 14’ê Gulanê de bê kirin bi vê polîtîka û her cure zilmê hereket dike, Kurd, Elewî, gel, jin, derdorên demokratîk bi erka mezinkirina hevgirtin û rêxistinbûn bi amadekariyên hilbijartinê radibin.

Ne çareseriyên li dijî karesatê pêkanînên qetlîamê…

Hikûmeta ku bi polîtîkayên xwe yên beriya erdhejê berpirsyarê sereke ya felaketa sedsalê ye, bi pratîkên xwe yên piştî erdhejê jî qetlîma komî pêk anî. Piştî du erdhejên roja 6’ê Şibatê di nava 9 saetan de pêk hatin, Mereş, Hatay, Semsûr, Riha, Amed û hwd. ji 10 parêzgehan nûçeyên hilweşandinê hatin û qîrînên alîkariyê bilind bûn, ekîbên Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîn a dewletê (AFAD) di wextê xwe de neçûn tu cihekî û nehat şandin. Tevî ku ji bo rizgarkirina kesên di erdhejê de di bin avahiyên hilweşiyayî de mane 24 saetên ewil pir girîng bû, ekîbên AFAD'ê ji bo gelek cihan encax di roja 3'emîn de hatin sewqkirin. Li cihên gihîştinê jî ji ber kêmasiya amûran xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin. Ev rewş bû sedem ku dilxwazên AFAD'ê jî îsyan bikin, mexdûrên erdhejê li gelek cihan bi van gotinên xwe re şeklê rêveberiya karasetê ya hikûmetê pênase kirin, ‘hatin li ber kamerayan poz dan û çûn’, ‘Em ji binê xirbeyan derxistin. Tîmên AFAD'ê hatin sedye girtin dîmen kişandin û çûn’ berdan û çûn.’

Tîmên rizgarkirinê yên biyanî jî bal kişandin ser qetlîamê

Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku 48 saet dereng dest pê kirin, li gelek cihan zû bi dawî bûn û bi kepçeyan ketina nava xirbeyan di nava qetlîamê de bû sedema qetlîamê. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji roja ewil a erdhejê ve ji welatên cuda hatin herêmê û bi sedan kesan rizgar kirin jî bertek nîşanî vê yekê dan. Endamê tîma Îspanyolê Pedro Frutos ku ji ber vê sedemê karê xwe rawestand, di 14’ê Sibatê de li Balafirgeha Edeneyê ji qenala RTVE ya Îspanyayê re axivî û bi van gotin bal kişand ser qetlîama bi destên hikûmetê hat pêkanîn: “Hikûmeta Tirk biryar daye ku bi makîneyên kar bikeve xirabeyan. Xistina makîneyên kar tê wateya qezenckirina demê. Lê tiştekî wiha tê wê wateyê ku dê gelek kes dimirin. Em ê nebin parçeyek ji vê yekê.”

Bê guhdayîna hişyariyên pisporan ên ku dibêjin dibe ku hê jî di bin xirabeyan de mirovên dijîn hebîn, bi kepçeyan ketin nava xirabeyan, mirovên hê sax bûn kuştin û cenazeyan parçe kirin. Ji ber hikûmet qîmet û hurmetê nade sax û miriyan, di nava bermahî û qadên ku xirabe hatine rijandin de, cenaze û lebatên mirovan tên dîtin. Hema bêje li her herêmê mexdûrên erdhejê diqîrin û dibêjin ku xizmên wan ên di bin xirbeyan de alîkarî xwestine û wisa canê xwe dane.

AFAD’ê li Sûriyeyê 100 hezar xanî çêkir…

Tiştên ku ji 6’ê Sibatê ve heta îro li herêmên erdhejê bûn sedema hilweşandinê, rastiya hikûmet, AFAD’ê girêdayî wî û saziya alîgirê wî Kizilayê jî bi awayekî zelal nîşan da. AFAD’a ku bi îdiaya ku ji Erdheja Golcukê encam hatiye girtin di 17'ê Kanûna 2009'an de ji bo ku di rewşeke karesat û rewşên awarte de rayedar û koordînasyonê bi awayekî dest kom bike, ji sala 2018'an û vir ve girêdayî Wezareta Karên Hundir a Komara Tirkiyeyê ye, li herêmê erdhejê ji lîstok û rantê re hat bikaranîn. Derket holê ku AFAD ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve heta niha ji OSO, Cephet El Nusra (HTS) û çeteyên DAIŞ’ê re alîkarî dibe, vinçên di destê xwe de ji bo mexdûrên erdhejê yên hewl didin xizmên xwe ji bine xirabeyan derxin re serê saetê 10 hezar TL kirê dike.

Ji ber erdhejên 6’ê Sibatê li 11 parêzgehan bi milyonan mirov bê mal man, bi sed hezar mirov nikarin konan jî bibînin. AFAD'a ku nikare ji mexdûrên erdhejê re konan jî bibe, 3 sal in li herêmên Sûriyeyê yên weke Idlib, Efrîn, Ezaz, Mare, Cerablûs, ji bo mayîndekirina malbat û koçberên çeteyan û guhertina demografiyê, xaniyên dagirkeran ava dike. AFAD'ê di 22'ê Cotmeha 2022'an de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev pratîka xwe wiha eşkere kir: "Bi piştgiriya rêxistinên me yên sivîl ên di bin koordînasyona Serokatiya me ya AFAD'ê de ji 86 hezar û 481 xaniyên brîket ên li 284 nuqteyên cuda yên Sûriyeyê hatine plankirin 68 hezar û 713 hatine temamkirin. Heta niha 64 hezar û 977 malbat di xaniyên birîket ên hatine temamkirin de hatin bicihkirin. Hedefa me ya dawiya salê 100 hezar malên brîket e."

Heyva Sor a ku alîkariyê dide DAIŞ’ê xurk û konan firot mexdûrên erdhejê

Mexdûrên erdhejê yên ku xizmên xwe di bin xirbeyan de winda kirin û nikaribûn xwe bigihîjînin cenazeyên wan jî di nava şert û mercên dijwar de bi êş û birînên ku nayên pêçandin hewl didin jiyana xwe bidomînin, ji aliyê dewlet û saziyên wê ve veguherîn amûra rant û bazirganiyê. Heyva Sor a ku gelek caran ji Wezareta Tenduristiyê pere tê razandin, dest bi bazirganiya kon û xurekê kir. Derket holê ku Kizilaya ku di sala 2019’an da bû fîrmaya holdîngê û fabrîqeya wî ya çadirê heye, kon û xurek firotiye Ahbapê ku hewl dide alîkariyê bide herêmên erdhejê û kon firotine Yekitiya Dermanfiroşên Tirkiyeyê. Kizilaya ku her çiqas holdind bûye jî xwe weke saziyeke xêrxwaz pênase dike, li şûna ku alîkariyê bigihîjîne herêma erdhejê, veguherîna kar a ji bazirganiyê re şert û mercên mexdûrên erdhejê hin dijwartir kir.

Ev pratîka Heyva Sor, konên Heyva Sor ên li kampên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê anî bîra mirovan. Hêzên artêşa Iraqê ku di sala 2014’an de operasyonek li dijî kampeke DAIŞ’ê li nêzî Tilaferê pêk anîbûn, wêneyê konên Heyva Sor ên li kampê kişandin û di salên piştî de jî konên Heyva Sor ya li kampên cîhadiyên tirkmen ên li Idlibê kişandi bû. Her wiha hate diyarkirin Heyva Sor ku hema bêje hemû ji AKP’ê ne, ji Civata Menzîl a nêzî AKP’ê bê îhale pakêtên alîkariyê jî wergirtine. Vê yekê nîşan da ku hikûmetê ji Heyvasor re li herêma erdhejê ne tenê peywira bazirganiya daye, ji bo fînansekirina mezhebên nêzî xwe jî bi taşeroniyê re erkdar kiriye.

Ji hikûmetê pengava 100 salî: Guhertina demografîk û qirkirin

Pratîkên rantê yên erdhejê yên hikûmet û saziyên wê yên ku li 10 parêzgehên ku di erdhejên 6’ê Sibatê de hilweşandin û windahiyên mezin çêbûn, bi vê bi sînor namînin û dê bi demê re ji wan re yên nû werin zêde kirin. Lê belê dema ku ev polîtîkayên dijmirovahî dihatin meşandin, hikûmetê polîtîkaya xwe ya bingehîn bi temamkirina qirkirina Kurdan a sedsaliya netew dewletê û guherandina demografiya herêmê ava kir.

Erebên Xiristiyan û Elewî yên ku li dijî koçberiya ji Hataya di sala 1938’an de hat dagirkirin li ber xwe didin, Kurdên Elewî yên ku tevî komkujiyan li Mereşê û hwd. jî ji bo li ser axa xwe bimînin li ber xwe didin, di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de bi bicihkirina çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê AKP-MHP'ê ve nikaribûn werin koçberkirin. Ji 6’ê Sibatê vir ve mirov bê tuwalet, xurek, hîjyên paqijî, kon û bêçare man bi rijandina bermahiyên xirabeyan, li ber cihên lê dijîn di tozê de xeniqandin, eraziyan cih bi cih desteser dike, cih bi cih erzan difiroşe û neçarî koçberkirinê dike.

Bi OHAL’ê li djî mexdûrên erdhejê û kesên di nava hevgirtinê de dest bi şer kirin

Dema ku gel ji bo rizgarkirina kesên di bin xirabeyan li benda seferberiyê û ragihandina herêma karasetê bû, Erdogan piştî erdheja yekem 33 saetan li naveda AFAD’ê ya li Hatayê ji bo 10 parêzgehan ji bo 3 mehan OHAL’ê ragihand. Ragihandina OHAL’ê ji aliyê Erdogan ve nîşan da ku dê ne karesat û rewşa awarte, şer dê bê birêvebirin… Ev şer dê bi taybetî li dijî elewiyên Ereb ên li herêma erdhejê dijîn, Elewî, Sunî, Kurdan, beşên demokratîk û jinan û beşên hestiyar ên li herêma erdhejê bê meşandin…

Hikûmetê ku polîs, leşker û hêzên paramîlîter ên beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nekir, bi OHAL’ê ji bo îşkencekirina mexdûrên erdhejê û kesên hevgirtinê dikin xist meriyetê. Piştî hewldanên Erdogan ên ji bo rewakirina ragihandina OHAL’ê ya bi hinceta pêşîgirtina li hin talankerên li herêma erdhejê, ji aliyê heman hêzan ve li ser medyaya dîjîtal vîdeoyên îşkenceya li mexdûrên erdhejê û komên piştevaniyê yên bi taybetî gelê Sûriyeyê weke 'Talanker' hatin belavkirin. Ji aliyê rêxistinên sivîl ve hat îsatkirin ku li Hataya ji ber erdhejê hilweşandiye, herî kêm 2 kes bi îşkenceya polîsan hatin qetilkirin û sewqî darazê hatin kirin. Kon, konternir, erzaq, makîneyên kar û hwd. ên ji aliyê gel ve ji heremên erdhejê re hatin şandin, ji aliyê leşker û polîsan ve hatin desteserkirin radestî AFAD'ê hatin kirin. HDP, rêxistinên sivîl, jin û mirovên hestiyar ên ku nîşan didin hê jî li van xakan hêvî, civakbûn û mirovahî heye, piştî erdhejê yekser dest bi xebatên seferberiyê kirin. Bi tayînkirina qeyûman ji bo maseyên krîzê û desteserkirina malzemeyên ku diçûn mexdûrên erdhejê, hewl hat dayîn ku hevgirtin were pêlçiqandin. Ji ber ku ev hevgirtin bû, li herêma erdhejê mirovan rizgar kir, mirovên ku ji mirinê rizgar bûne, lê bi êş û zehmetiyên mezin hewl didin bijîn li ser axa xwe girt.

Divê hevgirtin, têkoşîn û amadekariyên hilbijartinê bi hev re bên birêxistinkirin

Tirkiye û Kurdistan bi birînên ku ji ber erdhejên 6'ê Sibatê pêk hatin û rastiyên ku bi awayê tûj tên dîtin, ji her demê bêhtir di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin. Veguherandina rastiyên eşkerekirî ji hişmendî û rêxistinbûnê re; têkoşîna polîtîk bilindkirina asta herî jor, bi taybetî xurtkirina hevgirtin û pêşketina demdirêj li herêmên erdhejê pêşxistina her cure çalakiyên çêker û bertekî; pêşxistina tifaqa ked û azadiyê hem di qada hilbijartinê de hem jî di qada rêxistinî de pir girîng e.

Di pêvajoyeke bi vî rengî de encax helwest girtina hem li dijî desthilatdariya dawî ya faşîst AKP-MHP’ê û hem jî li dijî hêzên netew-dewlet ên ku ew anîne ser desthilatdariyê û li ser esasê berdewamkirina qirkirina Kurd li ser desthilatdariyê hiştine, dikarê pêşeroj were xilas kirin. Pêwîste vê helwestê hem li ser sindoqan nîşan bidin û hilbijartin bikin hilbijartina 100 salî û hem jî bi rêxistinbûna li her qadê jiyan, polîtîka û azadiyê bi her awayî biparêzin.

Divê tifaqa azadiyê ya HDP û Kedê ya ku ji bo jin, gel û kedkaran li gorî paradîgmaya ekolojîk, demokratîk, azadiya jinê polîtîkayên pêş dixe; ji bo civaka exlaqî ya siyasî dixebite û li dijî navendîtiyê, navendîtiya ademî û xwerêveberiyê pêşniyar dike,baştir were pêşxistin. divê hilbijartinên 14’ê Gulanê bên pêşxistin hem ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re bêje ‘raweste’, hem jî ji bo têkoşîna civakî û hevgirtinê hin hêztir bi rêxistin bike baştir bê nirxandin.

Ji ber polîtîkayên qirker, nijadperest, zayendperest ên netew-dewlet û desthilatdariyê, jinên mexdûrên sereke yên erdhejê ji bo pêşeroja xwe mijarên sereke yên vê pêvajoyê ne. Xebat û rolên zayendperestiya civakî jî ev mexdûriyeta jinan zêde kir. Jin hem bi polîtîkayên desthilatdariyê yên bi armanca guhertina demografîk ji civakbûn û axa xwe qutkbûn û hem jî bi nebûna polîtîkayên felaketê yên li ser jinê qirkirinek jiya.

Lê belê ji ber ku ji dewleteke qirker, zayendperest nayê hêvîkirin polîtîkayên karesatê yên der barê jinan de bên pêşxistin divê rêxistin û tevgerên jinan li dijî vê dewlet û desthilatdariyê têkoşîneke xurt bi rêxistin bikin û hevgirtina jinan a ku ji roja destpêkê ve bi rêxistin kirine jî hîn zêdetir mezintir bikin.