Entegrasyona demokratîk: Ji pevçûnê ber bi çareseriya siyasî ve ezmûnên gerdûnî (4)

Ezmûna Bakurê Îrlandayê, nîşan dide ku rêbazên leşkerî bi tena serê xwe nikarin çareseriyê bi xwe re bînin, nûnertiya siyasî, naskirina hev û navbeynkariya navneteweyî ku pêvajoyên muzekereyê destek dike, bingeha aştiya mayînde ava dike.

Ezmûna Bakurê Îrlandayê: Kokên dîrokî û avakirina aştiyê

FERÎDE YILMAZ

Navenda Nûçeyan – Pirsgirêka Bakurê Îrlandayê, di dîtinê de her çendî weke veqetandina etnîk û olî were dîtin jî di bingehê de mêtingeriya dîrokî, têkoşîna serweriya siyasî û pevçûna di bingeha nasnameyê de hatiye şikilgirtin. Pevçûnên tund ku nêzî 25 salan domiyan û modela aştiyê ya piştî pêvajoyên muzekereyê ku 13 salan domiyan, derketin holê, di lîteratura çareseriya pevçûnên nûjen de weke mînakek girîng tê qebûlkirin. 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek pirtûk û peyamên xwe de balê dikşîne ser mînakên entegrasyonên ezmûnên dinyayê, behsa çareseriya ku di sazîbûn û bingeha demokratîk de gengaz e dike û dibêje:

“... Sazî dê demokratîk bibin tayînkirina qeyûm wê qet nebe. Ger şaşî hebe, saziya demokratîk wê wî-wê bigre û li cihê wê yeka din hilbijêre. Ji jor de tayînkirin nabe. Mînaka Spanyayê heye. Hûn dibînin. Şarederiya Londrayê bi hilbijartinê tê. Ewlehî û hemû tişt girêdayî serokatiya şaredariyê ne. Ev rêbazeke demokratîk e. Em mînaka Îskoçyayê bidin. Meclîsa xwecihî, tîma neteweyî û gelek mekanîzmayên xweser hene lê belê ev 300 sal in li gel Brîtanyayê dijî. Ne kes îsyan dike ne jî tiştek din dikin. Li wê derê şer dernakevin. Gelek mînak hene. Hegemonyaya Îngilîz dinyayê bi rêve dibe. Lê belê bi demokrasiyê tê rojevê. Îngîltere xwe bi dinyayê dide guhdarîkirin. Rusya wisaye? Na. Demek çareserî demokrasiye. Ma bi pevxistina gelan dê çareserî derbikeve holê?”

Dewra rayeya di nava pergala unîter de: Modela Qraliyeta Yekbûyî

Di nîqaşên entegrasyona demokratîk ku Abdullah Ocalan tîne ziman de, dem bi dem serî li modela Qraliyeta Yekbûyî dide, bi esasî li ser sê ezmûnên bingehîn digre dest: Li Îskoçyayê ‘Dewra rayeyê’, pêvajoya (devolution), modela xweser a xweseriyê ya bi tebeqe ya li Galler û peymana Îniya Xêrê ya li Bakurê Îrlandayê. Ev model di çarçoveyek bi tebeqe ku bêyî hemû pergala dewleta navend ji holê rake, îradeya xwecihî nas bike, li herêmên cuda û di dijwariyên cuda de dewra rayeyê pêk tîne û sernavên pevçûnê ji eksena ewlehiyê derdixe, dibe siyaseta demokratîk û zemîna muzakereyan pêşkêş dike. Lê belê ev hersê ezmûn di heman şertên dîrokî de derneketine. Li Îskoçyayê û Gallerê pêvajo, di asteke mezin de bi riya bêpevçûn, muzekereyên siyasî û referandûman bi pêş ket; li Bakurê Îrlandayê, piştî pevçûnên bi çek ku bi salan domiyan, bi peymana aştiyê sazî bû. Bi vî aliyî modela Qraliyeta Yekbûyî, weke modelek dualî ku nîşan dide hem beriya pevçûnê çareseriya demokratîk, hem jî piştî pevçûnan avakirina aştiyê gengaz e derdikeve pêş. Ji ber vê em model, ne tenê sazûmaniyek îdare ye, di heman demê de nermbûna ku yekîtiya dewletê û naskirina nasnameyên cuda bi hev re difikire, weke aweyek veguherîna siyasî ya bi merhele û pir tebeqe tê nirxandin. 

Di vê modelê de parlamentoya navendî (Westminster), rayeya xwe di qadên stratejîk, wek parastin, pilîtîkaya derve û polîtîkaya pere de parast, di qadên weke perwerde, tenduristî, rêveberiyên xwecihî û pêşxistina aborî de rayeya biryargirtinê dewrî parlamentoya xwecihî ya Bakurê Îrlanda, Îskoçya û Gallerê kiribû.

Ev pergal di federalîzmê de cuda ye. Ji ber serweriyê weke nîhayîmayîna di navendê de domand. Lê belê rayeyên ku saziyên xwecihî nas dikin, ne tenê îdarî, di heman demê de xwedî kapasîteya hilberînek a rewatiya siyasî û civakê ye. Vê rewşê awayên hişk ên navendîbûnê nerm kir, naskirina îradeya xwecihî di nava pergalê de gengaz kir.

Ji ber bala vê dosyayê li ser modelên çareseriyê ya ji pêvajoyên pevçûnan derketiye, di nava ezmûna Qraliyeta Yekbûyî de ye, bi taybetî em ê li ser mînaka Bakurê Îrlandayê bisekinin.

Bakurê Îrlandayê: Mêtingerîkirin û veqetandina nasnameyê

Bingeha pirsgirêka li Bakurê Îrlandayê heta sedsala 16 - 17’an, rûniştvanên Protestan heta rûniştvanên Bakurê Îrlandayê dirêj dibe. Dikare were gotin ku bingeha vê pirsgirêka dîrokî, siyasî û nasnameyê, weke berhemen veqetandinek kûr derdikeve holê. Di vê pêvajoyê de; nifusa Îrlandayî ya Katolîk a xwecihî bi awayê siyasî û aborî hat dûrxistin, rûniştvanên Protestan bi rêveberiya Îngilîz re bûn yek û civak li ser olî û nasnameyê bû du parçe.

Di sala 1922’yan de başûrê Îrlandayê serxwebûn bi dest xist û Komara Îrlandayê ava kir, herêma Bakurê girêdayî Qraliyeta Yekbûyî ma. Bi vî awayî grav bi fiîlî bû du parçe. Di nava vê pergalê de Katolîk salên demdirêj rastî cudakariyê hatin, tevgerên sivîl ên bi daxwaza mafên wekhev di 1960’an de destpê kirin, bi mudaxeleya dewletê hatin tepisandin û pêvajo veguherî pevçûnên bi çek. Her çendî kokên wan bigihîje 1913’an, IRA’ya ku di 1919’an de hat avakirin, “The Troubles” wek (dema pevçûnên bi çek) tê binavkirin ku bi girtina çekê destpê kir, veguherî pêvajoyeke bi pevçûn, nêzî 30 salan domiya û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, civak li xetên dijwar belav bûn.

Bingeha pirsgirêkê: Pevçûna bi çek û têkoşîna du xet

Ji 1960’an ve rageşiya li Bakurê Îrlandayê, veguherî pevçûneke vekirî. Di vê demê de IRA’yê (Artêşa Komara Îrlanda), bi hedefa Îralandaya Yekbûyî û serbixwe wek rêxistinek bi çek ku nûnertiya civaka Katolîk dike têkoşiya, li dijî vê komên Protestan ku alîgirên yekîtiyê û hêzeke paramîlîter (Hêzên dilxwaz a Ulser) û hêzên ewlehiya fermî ya dewleta Îngilîz gelek êrîş pêk anîn.

Di 1972’an qetilkirina 14 sivîlan di bûyere bi xwîn ku wek ‘bazara bi xwîn’ li Londonderry hat jiyîn de, pevçûn kûrtir bûn. Heta salên 1970’an IRA’yê çalakiyên xwe zêde kirin, bajarên Îngîltereyê jî bûn hedef. 

Di 1981’ê de endama IRA’yê û parlamenter Bobby Sandas, li girtîgehê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest da, ev bû windahiyek girîng ku aliyê pevçûnê guherî. Piştî vê pêvajoyê, têkoşîn êdî ne bi çekê, di heman demê de di xeta siyasî de jî dest bi pêşketinê kir. Mezinbûna partiya Sinn Fein ku bi IRA’yê re heman hedefê diparêzin, bû îfadeya şênber a vê veguherînê. Ev stratejiya nû, kurtasiya nêzîkatiya ‘di destekî de çek, di yê din jî siyaset’ bû.              

Pêvajoya çareseriyê: Muzakere siyasîbûn û bandora navneteweyî

Di salên 1990’an de, bi awayekî eşkere hat dîtin ku pevçûn bi rêbazên leşekerî nayê çareserkirin. Di vê demê de sê dînamîkên bigehîn derketin pêş:

*Derbasbûna şertên pêşî: Di dema Margaret Thatcher de, nêzîkatiya ku ‘Bêyî çekberdanê, muzakere nabe’ hakim bû. Lê belê di 1994’an de bi agirbesta IRA’yê re, ev nêzîkatî hat guhertin û pêvajoya çekberdanê wek encamek hat destgirtin.

* Rola aktorên siyasî: Bangên diyalogê yên Serokê Qraliyeta Yekbûyî yê Demê, John Major, pêvajoyê dest pê kir. Qebûlkirina hevdîtina bi şert a Tony Blair di 1997’an de şikestinek krîtîk ava kir. Daxilkirina lîderê Sinn Fein Gerry Adams a pêvajoyê rewabûnê bi xwe re anî.

* Navbeynkariya Navneteweyî: Serokê DYE’yê, Bîll Clinton, desteka aktîf da pêvajoyê. Senator George Mitchell weke navbeynkar, di navenda muzekariyan de cih girt. Yekîtiya Ewropayê bi awayekî aborî û siyasî destek da pêvajoyê.

Peymana Îna Xêrê ya 1998’an: Çarçoveya aştiyê

Peymana Îna Xêrê ku di 1998’an de hat îmzekirin, bû belgeyek bingehîn, dawî li pevçûnan anî. Rêgezên bingehîn ên peymanê ev bûn: “Çekberdana IRA’yê, berdana girtiyên siyasî, kişandina leşkerên Îngilîz ji herêmê, dayîna mafê rêveberiya xweser ji bo Bakurê Îrlandayê, Katolîk û Protestanî hikûmeta hevpar ava bikin, pêşeroj bi dengdana gel were diyarkirin (mafê reformê).”

Peyman bi refarandûmê ji sedî 71 destek girt û hat erêkirin, bi vî awayî pêvajoya aştiyê rewa bû.

Peymana Îna Xêrê (Good Friday Agreement), bi dawîkirina pevçûnan sînordar nebû, di heman demê de bû belgeya avakirina pergala nû ya siyasî. Bi peymanê re li Bakurê Îrlandayê, parlamentoya xwecihî ku navê Northern Ireland Assembly (Meclîsa Bakurê Îrlandayê) lê hat kirin hat avakirin, ev pergala ku bi pergala nûnertiya wekhev hat hilbijartin, erka danîna qanana herêmê hat dagirtin. Sazûmaniya herî krîtîk jî modela ‘belavkirina hêzê’ ye. Ji bo di rêveberiyê de hem partiyên nûnertiya civakên Katolîk û Protestan dikin cih bigrin, kiribû neçarî. Meqamên wezîrê yekem û alîkarên wezîrê yekem, di nava civakên cuda de hat parvekirin û îhtimala desthilatdariya yek alî ji holê rakiribû. Vê pergalê, modeleke rêveberiyê ku li cihê demokrasiya piranî, xwe dispêre rêgeza neçariya hevkariyê derxist holê.

Pergalên saziyên pir tebeqe

Yek ji rêbaza ku modela Bakurê Îrlandayê were cudakirin, avabûna pergalên saziyên pir tebeqe bû. Bi riya North-South Ministerial Council (Konseya Wezîrên Bakur-Başûr), di navbera Bakurê Îrlanda û Komara Îrlandayê de di qadên weke aborî, derdor û xwegihandinê de hilberîna poltîkayên hevpar hatin pêkanîn. Di navbera British-Irish Council (Konseya Îngiltere-Îrlanda), Qraliyeta Yekbûyî, Îrlanda û herêmên din de mekanîzmaya koordînasyona siyasî hat avakirin. Bi vî awayî ne tenê asta hundirîn a şer, asta derveyî sînor û di nava dewletan de jî gihandin çarçoveya sazîbûnê çêbû. Bi vê sazûmaniyê di nava daxwazên netewperestî û hesasiyetên yekîtiyê de pergalek ku hevsengiyê ava dike derketibû holê.

Di aliyê domandina pêvajoya aştiyê de, rêgezek din a krîtîk jî bêçekbûn û reformên ewlehiyê bûn. Ev pêvajo, bi Komîsyona Piştrastkirina Bêçekbûna Navneteweyî û mekanîzmayên kontrola navneteweyî hatibû meşandin. Radestkirina çekan û îmhakirina wê di bin çavdêriya serbixwe de pêk hatibû. Di heman demê de amûra ewlehiyê ji nû ve hat şekildayîn, li cihî Polîsê Ulster Kralyet û Serwîsa Polîsê Bakurê Îrlandayê hat avakirin, bi vî awayî bêalîbûna saziyan û rewabûna civakî bi hêz kirin. Di qada mafên mirovan de jî saziyên weke Komîsyona Mafên Mirovan a Bakurê Îrlandayê xistin dewrê û kontrola binpêkirinên mafan û wekheviyê xistin ewlehiya saziyan. Pêvajoyê bi vî aliyê ve, ne tenê siyasî, pergalek ku veguherîna civakî û hiqûqî giştî digre nava xwe qezenc kiriye.

Ezmûna partiya siyasî Sinn Fein

Qelişîna herî şênber a entegrasyona demokratîk, tevegrên bi çek, daxilbûna pergala siyasî ye. Sinn Fein beşdarî hilbijartinan bû, di parlamentoyê de qezenckirina nûnertiyê û cihgirtina di hikûmetê de, yek jî mînakên herî balkêş ji têkoşîna bi çek derbasbûna siyaseta demokratîk e, ev veguherîn, ne tenê pêvajoya ‘berdana çekan’ e. Di heman demê de tê wateya ji nûve pênasekirina rewabûna siyasî. Bi vî awayî aktorên berê ku ji derveyî pergalê dihatin dîtin, bûn yek ji rêgezên parastina qada siyaseta demokratîk.

Rêxistina jinan Cumann na mBan û rola wê ya di têkoşînê de

Di têkoşîna serbixwe a Îrlandayê de jin, berovajî ya dihat hêvîkirin, ne pergalek ku piştre daxil bûye, ji destpêka têkoşînê ve bûye parçeyeke rêxistinkirî bûn. Jin bi riya Cumann na mBan (Yekîtiya Jinan) ku di 1914’an de hat avakirin, hem siyasî, hem lojîstik û bi demê re di qadên leşkerî de rola aktîf girtin, di têkoşîna girtîgehan de heta mobîlasyonên civakî xeteke berfireh a têkoşînê hat avakirin. Li gel vê tevî vê beşdariya aktîf û tê dîtin, di asteke mezin de mekanîzmayên biryargirtinê di serweriya mêr de mayîn, nakokiyên îdiaya pergalê ya wekhevî û sînorên di pratîkê de derxist holê. Dîsa bi taybetî di derbasbûna pêvajoya aştiyê de, jin bûn aktorên herî girîng ên hilgirtina lihevkirina civakî û veguherîna demokratîk.

Aştiyeke çawa?

Her çendî pevçûnên bi çek di asteke mezin de bi dawî bûbin jî li Bakurê Îrlandayê, veqetandina civakî bi temamî ji holê ranebûye. Di roja me de hê civakên Katolîk û Proteston di asteke mezin de cuda dijîn. Rageşiyên li ser bingeha nasnameyê, dem bi dem dîsa bilind dibin. Hevrûbûna bi demboriyê re û pêvajoyên lihevkirinê temam nebûne.

Ji ber vê mînaka Bakurê Îrlandayê, ji aştiyeke ku her pirsgirêk hatiye çareserin zêdetir, weke modela aştiyê ku tundî hatiye kontrolkirin û gihandina zemîna siyasî tê nirxandin.

Ev hemû mînak ji me re çi dibêjin?

Ezmûna Qraliyeta Yekbûyî, di aliyê nîqaşên entegrasyona demokratîk de, sê encamên bingehîn derxist holê. Ya yekem, ew bû ku bi parastina pergala dewletên unîter, naskirina îradeya xwecihî gengaz e. Ya duyem, li cihê kontrola navendî, mekanîzmaya riza û muzekereyê dikare wer pêxistin. Ya sêyem jî pêvajoyên pevçûnê, ji eksena ewlehiyê derbixin bibin qada siyaseta demokratîk. 

Ezmûna FARC’ê ya li Kolombiyayê jî bi taybetî dema derbasbûnê di aliyê edalet û hiqûqa başkirinê de derdikeve pêş. Mekanîzmaya JEP (Daraza Aştiyê ya Taybet), ket pêşiya nêzîkatiya edaleta cezakirina klasîk, li ser pêkanîna derxistina heqîqetê, naskirina mexdûran û başkirina civakî ava kir. Vê modelê derfet da ku hem hêzên dewletê hem jî berpirsyariya aktorên bi çek bi awayekî şefaf were nîqaşkirin.

Dema di aliyê Tirkiyeyê de were fikirîn, hevrûbûn cînayetên kiryar nediyar, windakirinên bi zorê, valakirina gundan, bûyerên weke Roboskê, ne tenê di çarçoveya teng a hiqûqa ceza de divê ku di eksena bîra civakî de heqîqet û başkirinê de werin destgirtin. Ji ber vê pergelek dişibe JEP’ê, weke modelek girîng a bihêzkirina lingê hiqûqa entegrasyona demokratîk dikare were nirxandin.

Dema di vî alî de lê were mêzekirin, modela herî nêzî pirsgirêka Kurd, tenê ne Îskoçya, Îrlanda û Kolombiya ye, di aliyê statuya siyasî de Îskoçya, di aliyê garantiya makezagon û beşdariya siyasî de Îrlanda, di aliyê hevrûbûna civakî û başkirina edaletê de Kolombiya dikare were gotin ku di aliyê civakîbûna bêçekbûnê û ezmûna xweseriya xwecihî de pêvajoya Baskê ya Spanyayê mînak e. Bi gotineke din çareserî, ji modeleke derve ya lêhatinanîn zêdetir, hevsengiya dilsoziya dîrokî ya xwecihî, weke pêvajoyeke veguherîna demokratîk weke sentez û xwedî gelek astan were fikirandin.

Di encamê de, entegrasyona demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îfade kiriye, di çareseriya pirsgirêka Kurd de modeleke siyasî ya alternatîf a li dijî asîmîlasyon, paradîgmaya dewletê ya dewleta ewlehî û înkarê hatiye pêşxisitin e. Bi vê modelê, tê pêşbînîkirin ku hebûna xwe biparêze û di bingeha welatiya wekhev de, di pergaleke hevpar a siyasî de cih bigre. Serkeftina entegrasyona demokratîk, ne tenê îradeya muzakereya aktorên siyasî, di heman demê de girêdayî hiqûqa yekbûyî, garantiya destûra bingehîn, naskirina demokrasiya xwecihî, avakirina mekanîzmayên başkirina edaletê û pêkanîna pêvajoyê hevrûbûna heqîqeta civakê ye. Ezmûnên dinyayê nîşan didin ku aştiyeke mayînde, ne tenê bi bêdengbûna çekan, bi avakirina sazûmaniya siyasî ya naskirina cudahiyan, pêkanîna edaletê û jiyana hevpar bi awayekî demokratîk ji nû ve hatiye avakirin gengaz e. Ji ber vê, entegrasyona demokratîk, di çareseriya pirsgirêka Kurd de, ne tenê pêşniyareke siyasî ye, di heman demê de weke îfadeya lêgerîna peymaneke nû ya civakî divê were nirxandin.

Bi dawî bû.