Entegrasyona demokratîk: Ji pevçûnan ber bi siyasetê ve tecrubeyên cîhanî (3)
FARC’a k udi mercên newekheviya axê û vederkirina siyasî de derket holê, piştî pevçûnên bi dehsalan domiyan, bû yek ji mînakên herî girîng ji têkoşîna çekdarî ber bi derbasbûna siyaset û entegrasyonê ve.
Li Kolombiyayê derketina FARC’ê: Têkoşîna leşkerî û entegrasyon
EVRÎM EKÎN
Navenda Nûçeyan – Li Kolombiyayê ji ber newekheviyên civakî, bi awayê newekhev parvekirina axê, vederkirina ji siyasetê û xizaniya aborî têkoşîna çekdarî ya ku ji 50 salan zêdetir domiya dest pê kir. Di wan salên dirêj ên şer de ji 400 hezarî zêdetir mirov mirin, bi milyonan ji cih û warên xwe bûn, bi deh hezaran kes jî hatin windakirin. Pêşketina dîrokî ya FARC’ê ji bo tevgereke çekdar a ku ji nava pevçûnan çêbû, mînake. Tevgera ku bi pêvajoya müzakere û aştiyê re veguherî kirdyeke siyasî.
Bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd 27’ê Sibata 2025’an re, careke din sernavên çareseriya demokratîk û entegrasyon, bal kişand ser tecrubeyên ku di vî warî de li cîhanê çêbûne. Di vê çarçoveyê de, mînaka Kolombiyayê, ne tenê ji bo çekberdana tevgereke çekdarî; awayê sereratkirina qada siyasî ya piştî pevçûnan, meşandina entegrasyonê ya bi kîjan mekanîzmayên hiqûqî û saziyan. Her wiha çêbûna têkiliya di navbera edaleta di pêvajoya derbasbûnê de û beşdariya siyasî de referanseke girîng e.
Di vê beşa dosyayê de, ji derketina holê ya FARC’ê heta peymana aştiyê, ji bêçekbûn, heta pêvajoya entegrasyona siyasî, tecrubeyên ku çêbûne tên destgirtin.
Derketina FARC’ê û pêşketina wê ya dîrokî
FARC (Fuerzas Armadas Revolucionarias de Colombia-Hêzên Şoreşger Çekdar ên Kolombiyayê), ji salên 1960’an pê ve li gundan û taxên kenar bûn aktorên sereke ji bo gelê xizan ê ku xwe bi rêxistin dikir û mafên jinan diparast. Tevgera ku jig undan xwe bi rêxistin kir û bi demê re bû yek ji hêzên dinamîk ên herî girîng li welat, li Kolombiyayê, li dijî pirsgirêkên pergalî, nêzikahiyên bêçareserî, zext û mêtinkariya li ser gel bû tevgreke girîng.
Rola dîrokî ya FARC’ê ku di sala 1960’an de derket holê, tenê bi têkoşîna leşkerî bi sînor nema. Bi peymana aştiyê ya di sala 2012’an de dest pê kir û pêvajoya muzakereye ya di 2016’an de bi lihevkirina aştiyê hat îmzekirin re; ji rêxisteneke siyasî veguherî kirdeyeke siyasî. Heman pêvajoyê ji aliyê bêçekbûn, entegrasyona ji nû ve û edaleta dema derbasbûnê ve modeleke balkêş derxist holê.
Ji bo ku sedema derketina FARC’ê were famkirin divê serdema bi pevçûna a sala 1948’an dest pê kir û weke “La Violencia” tê zanîn were dîtin. Piştî kuştina lîderê Partiya Lîberal Jorge Eliécer Gaitán ku serhildanên girseyî destpê kirin, di navbera partiyên lîberal û muhafezakar de li tevahiya welat pevçûnên bi şîdet dest pê kirin. Di vê pêvajoya ku deh sal domiya de bi sed hezaran mirov hatin kuştin.
Hikumeta Eniya Neteweyî ya di sala 1950’an de hat avakirin, parvekirina desthilatdariyê di navbera herdu partiyan de çêbû, beşdariya siyasetê ya gel bi sînor kir, aliyên cuda yên civakî veer kir û gel zêdetir neçarî xizaniyê kir. Nelihevkirinên li ser axê, vederkirina siyasî, bû sedem ku gundî mekanîzmayên xweparastinê bi pêş bixin û di wan salên ku pêşketin çêbûn de bingeha tevgera gerîla ya rêxistinbûyî ava bû.
FARC’ê 27’ê Gulana 1964’an avabûna xwe îlan kir. Daxwazên bingehîn ên gerîlayên FARC’ê û sedemên herî girîng ên destpêkirina têkoşîna çekdarî, ew bû ku li ser gel newekheviya civakî, aborî û polîtîk hebû. Ji bo vê jî daxwzên wan; reforma axê, belavkirina erdên mezin li gundiyan ku di kontrola xwediyên xwe de ne, edaleta civakî ango perwerde, ji bo beşên xizan zêdekirina xizmetên tendirustiyê yên bingehîn, têkoşîna li dijî pergala kapîtalîst û li derketina bandora DYE û şirketên pirnetew ên li Kolombiyayê bû.
Yek ji armancên bingehîn avakirina pergala civakî ya wekhevtir bû. FARC ji dema ku hat avakirin pê ve, bi stratejiya şerê gel, yekîneyên bi pergal û bi tevger ên gerîla ava kir û çalakiyan li dar xist.
Kongreya 7’an a ku di Gulana sala 1982’yan de li dar xist re FARC’ê biryar da ku veguhere FARC-EP (Artêşa Gel a Hêzên Şoreşger Çekdar ên Kolombiyayê.) Bi vê biryarê re dê çalakiyên çekdarî bi gel re û zêdetir bihatana lidarxistin.
Destpêkirina yekem hevdîtinên ji bo aştiyê
Di sala 1982’an de di navbera hikumeta Serokdewlet Belîsario Betancourt FARC’ê de hevdîtinên aştiyê dest pê kirin. Di encamê de 28’ê Adara 1984’an di navbera aliyan de peymanek hat îmzekirin. Li gorî peymana ku hat îmzekirin; di nava 2 mehan de dawî li pevçûn û operasyonan anî. Li gorî wê di navbera hikumetê û gerîlayên FARC’ê de dê agirbesta bêdem dê biketa meriyetê. Her wiha biryar hat girtin ku têkilahiyên dijminhiyê di navbera hêzên dewletê û FARC’ê de bi dawî bibin.
Bi agirbestê re FARC-EP, ji bo derbasî polîtîkaya sivîl bibe Union Patriotique (Eniya Welatparêz), di sala 1985’an de avabûna xwe îlan kir, bang li hemû rêxistinên sivîl kir ku li dora vê eniyê bibin yek.
Tevî hevdîtinên aştiyê û agirbestê jî di hilbijartinên parlamentoyê yên sala 1990’an de nêzî sê hezar sempatîzanên FARC- EP’ê, ji aliyê komên paramîlîter ên girêdayî dewletê ve hatin kuştin. Di navbera salên 1985-94’an de nêzî 5 hezar endamên sempatizan hatin kuştin. Ernesto Semper ê ku di sala 1994’an de hat ser desthilatdariyê, gerîlayan weke “komeke çete” û “rêxistinên ku mirovan direvîninin”, bin av kir û tekez kir ku pênasekirina tevgera gerîla bi karekterê polîtîk dê ji bo welat îxanet be. Agirbest bi fiîlî hatibû rawestandin û careke din pevçûnan dest pê kiribûn.
Di sala 1998’an de careke din hikumeta Kolombiya û FARC’ê dest bi hevdîtinên aştiyê kirin. Di navbera salên 1998 û 2002’an de, di encama bazarên ku bi serokdewletê demê Andres Pastrana re hatin kirin de aliyan pejirandin ku li herêma Caguanê qadeke 42 hezar km. weke “herêma bê çalakî ya bê alî û bê çek” îlan bikin lê di Tebaxa 2002’yan de Alvaro Uribe ji bo serokdewletiyê hat hilbijartin. Alvaro Uribe îlan kir ku ew hemû hevdîtinên ku berê bi FARC’ê re hatine kirin betal dike û li dijî FARC’ê şerê topyekun îlan kir.
Destpêka pêvajoya aştiyê û muzakereyan
Juan Santos ê ku di sala 2010’an ji bo serokatiyê hat hilbijartin, piştî ku bû serokê dewletê, careke din hevdîtinên di navbera dewletê û FARC EP’ê de ketin rojevê. Di sala 2012’an de bi navbeynkariya Norvecê, li Kubayê hevdîtinên veşartî yên ji bo aştiyê destpê kirin. Muzakere 4 sal domiyan û gelek caran hatin qonaxa bidawîbûnê. Di nava vê pêvajoyê de, sûîqestên li dijî hinek fermandarên FARC-EP’ê û sempatîzanan domiyan. Di sala 2016’an de di navbera aliyan de peyaman aştiyê hat îmzekirin, li welat pêvajoya avakirina aştiyê destpê kir. Demek kurt piştî îmzekirina peymana aştiyê jî pêvajoya ku bi navê bêçekbûn, terhîs û ji nûve entegrasyon (Disarmament, Demobilization and Reintegration) hat binavkirin dest pê kir.
Vay bendan di peymanê de cih girtin:

* Reforma xakê û bernameya pêşxistina gundewaran: Yek ji xala herî girîng a tevgerên gerîlayên li Kolombiyayê derketinê, belavkirina bê edalet ya mulkiyeta xakê bû. Li gorî peymanê, dewletê wê xakê bida gundên bê xak da bi kar bînin û wê di pêşxistina qadên gundewar de rolek aktîf bilîze. Xakên ku di şer de dest danîne ser, wê bida gundên xizan.
* Beşdariya siyasî: Nêzîkatiyên bingehîn wekî li welat avakirina partiyên siyasî yên nû, zelalkirina hilbijartinan, teşwîqkirina beşdariya hilbijartinan, zêdekirina beşdariya siyasî ya jinan û teşwîqkirinê digre nava xwe. Her wiha di çarçoveya vê madeyê de, aliyan biryar da ku FARC-EP veguherin partiyên siyasî. Di heman demê de di çarçoveya vê madeyê de FARC-EP ku veguherîbû partiya siyasî, ger di hilbijartinan de dengên pêwîst bigirta jî di Senato û Meclîsa Nûneran de hatibû garantîkirin ku 5 endamên wan hebin.
*Hilberîn û bazirganiya madeyên hişbir: Ji bo çareseriya pirsgirêka qaçaxkarên madeyên hişbir û dûrxistina berhemên madeyên hişbir ên derqanûnê ji bazarê, wê tiştên pêwîst bihatana kirin. Di peymanê de, ev made, xwedî hedefa bidawîkirina bazirganî û hilberandina madeyên hişbir a derqanûnî di welat de bû, bi taybetî hatibû diyarkirin ku reforma çandiniyê ya berfireh û di çarçoveya medeya peymana li ser mexdûran wê xebatên hevpar bihatana meşandin.
* Berdana çekan: Dewlet ji destpêkê ve, çekberdana endamên FARC-EP û xwe fesihkirina partiyê wek armanca bingehîn a muzakereyê girtin dest. Mijar ji ber darizandinên mafên mirovan ket nava hev, demek dirêj dereng ket lê di Îlona 2015’an de, li ser şertên darazê lihevkirin, sernavê berdana çekan, gihîştina encamê bi xwe re anî.
* Mafê mexdûran, edalet û dadgehên JEP: Di têkoşîna ku 50 sal di ser de derbas bû de, ji bo lêkolînkirina aqubeta 220 hezar mirovên jiyana xwe ji dest dane, bûyerên dermirovî yên di pevçûnan de hatin jiyîn sûcên şer, ev made di çarçoveya mafên mirovan de hatin destgirtin. Bi taybetî di dema pevçûnên li Kolombiyayê de tê zanîn ku nêzî 8 milyon kes ji cihên xwe bûne û bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane. Tê zanîn ku nêzî ji sedî 80 kesên jiyana xwe ji dest dane sivîl in, di wê pêvajoyê de hejmarek zêde mirov rastî îşkence û êrîşên zayendî hatine, gelek kes ji bo fîdyeyê hatin revandin û bi demdirêjî hatine girtin.
JEP: Dadgeha Taybet a Aştiyê

JEP (Jurisdicción Especial para la Paz), di 2016’an de bû yek ji saziyên herî girîng a peymana ku di navbera hikûmeta Kolombiya û FARC’ê de hat îmzekirin. JEP ku weke ‘Dadgeha Taybet a Aştiyê’ tê zanîn, bi armanca cezakirin, darizandin û lêkolînkirina binpêkirinên mafên mirovan û sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin û sûçên şer ên di pêvajoya pevçûnan de hatin kirin hat avakirin. JEP ku girîngî dide modela edaletê ya dema derbasbûyî, derxistina heqîqetê, tazmînata mexdûran û lihevkirina civakê di plana destpêkê de digirt.
JEP, li gel Komîsyona Heqîqetê û Yekîneya Lêgerîna Windayan, parçeyên mekanîzmaya edaleta dema derbasbûyî ava kir. Di dadgeha JEP’ê de lêpirsîna zêdeyî 14 hezar kesan hat kirin. Di pêvajoyên darizandinê de 13 hezar mexdûr hatin temsîlkirin.
Komîsyona Heqîqetê, rapora dawî ku nîşaneyên derbarê sedemên pevçûnan de digre nava xwe weşand. Daîreya Efû û Efûkirinê, yên ji efûyê sûd bigrin tesbît dike. Yekîneya Lêgerîna Windayan, 112 hezar kesên ku hatiye ragihandin di pevçûnan de winda bûne girt bin qeydan. 400 cenaze radestî xizmên wan hatin kirin.
Pêvajoya entegrasyonê û zorî

Kolombiya, FARC, dema bi peymana aştiyê ya 2016’an ket pêvajoya çekberdanê, yek ji mijarên ku herî zêde hat nîqaşkirina modela ‘entegrasyonê’ bû. FARC, nêzîkatiya bêçekkirina klasîk-Terhîs- ji nû ve entegrasyon (DDR) rexne kir, nêzîkatiya ku dixwaze çekberdanê wekî teslîmiyetê bide qebûlkirin red kir. Her wiha li cihê entegrasyona şexsî, modela yekbûna ji nû ve ya kolektîf (reunificacion) parast û bi vî awayî pênase kir. Vê seknê, hem di teşegirtina pêvajoya aştiyê de, hem jî beşdariya gerîla ya jiyana sivîl de roleke diyarker lîst.
Bingeha nerazîbûna FARC’ê, li ser du xalan bû. Ya yekem, parastina ku DDR, gerîlayan bêçek bikin, ji êrîşên komên paramîlîter û dewletê re bîne halê vekirî bû. Ya duyem jî fikirîna ku modela entegrasyona şexsî, wê gerîlayan bi tenê bihêle, dê di aliyê aborî û civakê de girêdayî dewletê bin û bi vî awayî dê piştevaniya rêxistinî tune bike bû.
Ji bo FARC’ê berdana çekan, ne bidawîbûna têkoşînê bû, dihat wateya veguhertina awayê têkoşînê. Ji ber li cihê ‘jinûve entegrasyon’ parastina têgîna ‘yekbûna nû ya kolektîf’ bû. Armanc kir ku gerîlayên berê bi hev re bijîn, projeyên hevpar ên aborî hilberînin û nasnameya siyasî were parastin.
Ev sekn, di teşegirtina pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê de diyarker bû. Di 2017’an de Ajansa Entegrasyona ji nû ve ya Kolombiyayê (ACR) weke Ajansa ji nû ve Yekbûn û Normalbûnê (ARN) hat veguhertin. Di encama daxwazên FARC’ê de qadên jiyana kolektîf (Espacios Territoriales de Capacitacion y Reincorporacion) hat avakirin. Piştî peymana aştiyê ya hatiye îmzekirin, zêdeyî 7 hezar gerîlayên FARC’ê di kontrola NY’ê de çekên xwe radest kirin û li van kampan hatin bicihkirin. Gerîlayên berê li vê derê di qonaxa yekem a neçarî ya 24 mehan de, hem perwerdeyên pîşeyî girtin, hem jî modelên jiyana kolektîf di pêşerojê de nîqaş kirin. Qonaxa duyem jî domandina aborî ya demdirêj, bicihbûn, perwerde û beşdariya siyasî digirt nava xwe. Her wiha di 2017’an de FARC’ê bi navê Partiya Comunes partiyek qanûnî ava kir.
Şervanên berê yên FARC’ê ku pêvajoya entegrasyonê bi krîzê derbas kir, piştî bêçekbûnê, rastî gelek sekvaniyan hatin. Gerîlayên li kampan adaptasyona wan wekî dihat xwestin nebû. Ji gelek mafên bingehîn ên weke tenduristî, aborî û perwerdeyê bêpar hatin hiştin. Piştî bêçekbûnê, operasyonên li dijî gerîlayên berê, kampanyayên zextê, girtin û cînayetan destpê kir. Ji ber wê hejmara gerîlayên berê yên FARC’ê ku di navbera 2016-2025’an de hatin kuştin 400 derbas kir. Her wiha zêdeyî 150 sendîkavan û aktivîst, piştî peyman hatin îmzekirin hatin qetilkirin.
Zoriyên ku jinên gerîla kişandin

Ji sedî 40 gerîlayên FARC’ê ji jinan pêk dihatin. Di nava FARC’ê de jinan erk û berpirsyariyên girîng girtin. Gerîlayên jin hem di qada leşkerî de hem jî di qada siyasî de rolên girîng lîstin. Bi peymana aştiyê ya 2016’an re ji bo gerîlayên ku çek berdane, pêvajoya entegrasyonê, bû parastina nasnameya jinan û têkoşîna qebûlkirina civakî. Gerîlayên jin di pêvajoya entegrasyonê de, neçar man zêdetir têkoşîna zayendî bimeşînin, modela entegrasyonê ku hem siyasî hem jî xweseriya wan diparêze ya ‘du alî’ pêşkêş kirin. Jin divê li dijî xizaniya aborî, nêzîkatiyên kevneperest, newekheviya zayenda civakî li gorî hevalên xwe yên mêr zêdetir têbikoşin.
Pêşeroja entegrasyonê

Ezmûna FARC’ê, nîşan da ku berdana çekan ji bo aştiyê tenê şertê pêşîn e, têkoşîna bingehîn di pêvajoya ‘entegrasyonê’ de destpê kiriye. Bi taybetî mijara aştî û entegrasyonê di pevçûnên ku didomin û aliyê ku balê dikşînin ser çareseriyê ya hat kirin û nehat kirin de ceribandinek girîng e. Li cihê entegrasyona şexsî ya FARC’ê, pêşkêşkirina modela yekîneya ji nû ve ya kolektîf, teyîsîna nêzîkatiya parastina rêxistinkirinê û veguherîna civakê bi hev re bidomînin. Lê belê komkujî, kêmaniyên aborî û astengiyên siyasî di pêvajoya entegrasyonê de hatin jiyîn, nîşan da ku mayîndebûna aştiyê ne tenê bi peymanan, hevparbûna gelek beşan, bi avakirina jiyana komînal dê gengaz be.
Sibê: Ezmûna Bakurê Îrlandayê: Kokên dîrokî û avakirina aştiyê