Entegrasyona demokratîk: Ji pevçûnan ber bi siyasetê ve tecrubeyên cîhanî (1)
Têgeha “entegrasyona demokratîk” a ku bûye navenda nîqaşên çareseriya siyasî, ji sererastkirinên hiqûqî heta aştiya civakî, tê wateya veguherîneke berfireh. Gelo entegrasyona demokratîk çi ye, ji bo wê gavên çawa pêwîst in?
FERÎDE YILMAZ
Navenda Nûçeyan – Entegrasyona demokratîk a ku li Tirkiyê ji nû ve tê nîqaşkirin, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd wek çerçoveyeke siyasî tê rojevê. Ev model ne tenê ji bo bêdengkirina çekan, di heman demê de reformên qanunî, demokratbûyînê, bihêzkirina rêveberiyên xwecihî û aştiya civakî dike hedef. Gelek sernavên wek ji rêzîknameya meclîsê bigre heya reformên rêveberiyên xwecihî, vedihewîne.
Çawa gihîşt vê qonaxê?
Di sala 2025’an de, di siyaseta Tirkiyê de pêşketinên ku kes ne li bendê bû û balkeş hate jiyîn. Bi taybetî jî pêvajoya ku di meclîsê Tirkiyê de bi silav dayîna Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya ji bo parlementerên DEM Partiyê hate despêkirin, di demekê kin de rê li ber nîqaşek siyasî vekir. Pêşketinên ku piştî vê gava sembolîk hatin jiyîn, hem di raya giştî ya Tirkiyê de hem jî di navnetewî de ji nêz ve hatin şopandin.
Bangewazî û daxuyaniyên ku Devlet Bahçelî dikir, pêvajoya girêdayî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku salên dirêj e di şertên tecrîda giran de tê girtin, ji nû de kir rojevê. Piştî van pêşketinan hindik be jî di xedexeya hevdîtinê ya bi salan bû dihat sepandin de guhertinek hate jiyîn. Destpêkê destûr dan biraziyê Abdullah Ocalan ku biçe Îmraliyê. Piştê wê ji raya giştî re hate diyarkirin ku hin parlamenterên DEM Partiyê jî hevdîtin pêk anîne. Bi vî awayî çavderiyek bi hêz a ku riyên agahiyê yên ku demek dirêj bûn hatibûn girtin, ji nû de hate vekirin ava kir.
Piştê vê trafîka hevdîtinê, di 27’ê Sibata 2025’an de bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” bi raya gitştî re hate parvekirin. Bangawaziya hatibû kirin ne tenê nirxandinek ji bo pêvajoyê bû, di heman demê de bingeha çarçoveya perspektîfa çareseriyekê nû bipêş dixist. Piştre ev çarçove bi "Manîfestoya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk" a 160 rûpelî ku bi dîroka 25’ê Nîsana 2025’an hatiye nivîsandin û ji bo Kongreya 12’emîn a PKKê hatiye şandin re, ji hêla teorîk û siyasî ve bêtir hate kûrkirin. Di navenda herdû nivîsan de jî têgeha entegrasyona demokratîk hebû, ku wekî eksena bingehîn a çareseriyê hatibû pêşkêşkirin.
Bi van pêşkatina ve girêdayî, di nav Meclîsa Tirkiyê de Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk û Biratî û Demokrasiyê ya ku hatibû avakirin û 5’ê Tebaxa 2025’an de civîna xwe ya destpêkê kir û ji bo pejirandinê rapora xwe pepêş kir. Her çiqas rexneyên cuda ji bo raporê hatibe ser ziman jî, hate ziman ku bi xetên giştî hatiye pejirandin.
Her çiqas hatibe gotin ku hin qanûnên çareseriyê yên ji hêla komîsyonê ve hatine pêşniyarkirin dê di pêşerojê de werin rojeva Parlamentoyê jî, ev rewş ji nû de nîqaşên ku wê entegrasyona demokratîk çawa li ser bingehek qanûnî were şênber kirin, anî rojevê.
Wateya têgehê: Entegresyon tê çi wateyê?
Piştî ewqas pêşketinan pirsa ku ketiye navenda nîqaşan ev e: Entegresyona Demokratîk çî ye?
Bi awayekî giştî, têgeha "entegrasyon" pêvajoya avahî ya ji civakên cuda bi awayek pêşxistina pêwendiya bi tevahî ya bi hev re, yekbûyîn, girtina cihê xwe ya bi awayek hemahengî ya di nava pergalekê hevpar de ye.
Ev têgeh li ser lêkera întegrare (temamkirin, dawîkirin) hatiye avakirin, ku ew jî ji peyva Latînî integer (destnedayî, temam, tevahî) tê û veguheriye forma entegrasyonê. Ev peyv bi riya peyva fransî integration (entegrasyon, yekkirin) ketiye zimanê Tirkî. Têgeha entegrasyonê, ku ji vê kokê hatiye wergirtin, wateyên "temamkirin", "entegrasyon" û "ji nû ve avakirin" hildigire, lê naveroka wê di çarçoveyek siyasî û civakî de li gorî prensîb û bingehên ku ev entegrasyon li ser hatiye damezrandin diguhere.
Gelek caran entegrasyon di şêweyê ne demokratîk de vediguhere mekanîzmaya bişavtinê ku yên serdest rêgezên xwe pozber dike, cudahî ji holê tê rakirin û yê lawaz di nava yê bi hêz de tê helandin. Li hember vê yekê Entegresyona Demokratîk vegotina modela ku cudahiyan nas dike, mafê wan dike bin ewlehiyê, jiyana hevpar li ser bingeha wekhevbûyînê ji nû de ava dike. Ji bo vê entegresyona demokratîk ne pêvajoyek teknîkî, îdarî û “biahengkirinê” ye. Pêwîst e ev yek bi perspektîfa ji nû de avabûyîna siyasî, hiqûqî û civakî were nirxandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa penase dike?
Abdullah Ocalan, entegresyona demokratîk mîna pêngavekê teqtikî an jî gaveke siyasî yê derbasbûyî nanirxîne. Di çarçoveya paradîgmeya “Netewa Demokratîk” de weke riya çareseriyek stratejîk û pergalî penase dike. Hedefa vê nêzîkatiyê ew e ku avahiya modela netew dewlet a klasîk derbas bike, nasnameyên civakên cuda hebûna xwe biparêzin û li ser bingehek demokratîk a hevpar de bîne gel hev. Li gor Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan entegresyona demokratîk ne aliyekê tevlî aliyê din bibe û bihele ye, pêvajoya li ser bingeha hev naskirin, veguherin û ji nû ve yekbûyîn e. Di têbiniyên xwe yên hevdîtinê de bi vî awayî pênaseya entegresyonê dike:
“Entegresyon vegotina yekitiya civaka demokratîk a bi netew dewletê re dike. Pênaseya herî rast ev e. Civak xwe wek dewletek rêxistin dike û xwe bi dewletek din ve girê nade. Wek civaka demokratîk xwe entegreyî komara demokratîk dike. Entegrasyon di heman demê de wekheviyê jî dihewîne. Bi mûzakereyên demokratîk re tê avakirin. Entegresyon mûzakereyên demokratîk mecbûrî dike. Mûzakereyên demokratîk, bi civaka demokratîk re yekbûyîna netew dewletê piştrast dike.”
Dermanê asîmîlasyonê
Abdullah Ocalan entegrasyona demokratîk ne wekî "helandin" an "asîmîlasyon" lê wekî ji nû ve vejîn, temamkirin û yekbûnê pênase dike. Di vê nêzîkatiyê de pêvajo ne ku yê bê hêz di nava yê bi hêz de bihele, pêkhateyên civakî yên cuda bi riya guhertin û beşdariya hevbeş di nava avahiyek hevpar de hebûnek hevgirtinê ye. Ji ber vê yekê, entegrasyona demokratîk li ser bingeha yekîtîya kolektîf a li ser bingeha naskirina hevbeş, wekhevî û jiyana hevbeş ava bûye, pêk tê. Di heman demê de Abdullah Ocalan vê têgehê weke dermanê li dijî bişaftinê bicîh dike. Bişavtin di nava netewa serwer de vegotina helandinê dike, hedefa entegresyona demokratîk ew e ku nasnameyên cihêreng bi parastina hebûna xwe re azad bibin û bi komara demokratîk re bibin yek. Di vê çerçoveyê de gelê Kurd bi awayek azad di hêla çandî, ziman û hebûna civaka xwe bi awayek azad jiyîna wan û bi komarê re yekbûyîna wan bingeha entegrasyonê ava dike. Ji ber vê yekê entegrasyona demokratîk li hember ferzkirinên dewletê yên yekalî qadeke têkoşînê heye, heman demê pêvajoya ji bo avakirina jiyanek nû ya hevpar e.
“ Netew dewlet niha bişaftinê pêk tîne. Dibe ku hîn kes bixwazin entegrasyonê wek bişaftinê fêm bikin lê, emê tam berovajiyê wê li hember bişaftinê berxwedaniyê bikin. Entegrasyon, berovajiyê bişaftinê ye. Pêdivî bi danûstandineke demokratîk heye; rêyeke din tune. Nêzîkatiya ku dibêje 'dewlet bihêz e, dewlet her tiştî ferz dike, bi zordariyê ferz dike' nayê qebûlkirin. Ev hemû nêzîkatiyên faşîst in. Divê hemû werin redkirin. Tiştê ku divê were kirin, entegrekirina civaka demokratîk bi dewleta neteweyî re ya bi rêya danûstandinên demokratîk e.”
Sê rêgezên bingehîn
Sê rêgezên bingehîn yên entegrasyona demokratîk heye. Ya yekemîn çawaniya aktoran e. Di vê modelê de “civaka demokratîk” û “netew dewlet” weke du kirdeyên cuda tên pejirandin. Bendewarî ne ew e ku civaka demokratîk di nava netew dewlet de bihele, her du kirde di bin sîwana komara demokratîk de li ser bingeha yekitiyê hevgirtinê pêk bînin. Ya duyemîn li ser rêbaz e. Entegrasyona demokratîk ne pêvajoyeke bi zorê ye, lê belê li ser bingeha danûstandinên demokratîk û siyaseta demokratîk a di bin şert û mercên wekhev de bipêş dikeve. Xala sêyemîn armanc e. Armanca dawîn ew e ku li ser qadeke wekhev yekîtî û entegrasyonê pêk were.
Pêkanîna entegrasyonê bi demokratîkbûna komarê ve girêdayî ye
Di paradîgmeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, entegrasyona demokratîk ne tenê adaptekirina civakê ya bi dewletê re ye. Ew di heman demê de demokratîkbûna dewletê bixwe jî di nav xwe de dihewîne. Ji ber vê yekê, pêkanîna entegrasyonê bi demokratîkbûna komarê ve girêdayî ye. Li gorî nêrînên Abdullah Ocalan, entegresyona rastîn bi avahiyeke dewletê ya nedemokratîk, yekpare û zordar re ne mumkin e. Di heman demê de, avakirina civakeke demokratîk aliyekî din ê vê pêvajoyê ye. Prensîp ne ew e ku civak xwe wekî dewletekê birêxistin bike, pê ve bê girêdan û bibe bindestê dewletek din. Lê belê, xwe wekî civakek demokratîk birêxistin bike û entegreyî komarek demokratîk bibe. Ev têgihîştin modelek entegrasyonê ya di çarçoveya civakê de temsîl dike, ne li ser dewletê.
Perspektîfek çar netew-dewlet dihewîne
Çarçoveya entegrasyona demokratîk bi welatekî tenê ve ne sînordar e. Abdullah Ocalan vê pêvajoyê bi perspektîfekê di çarçoveya çar netew-dewletên ku Kurdistan di nav wan de hatiye perçekirin digre nav xwe digre dest. Armanc ew e ku Kurdên li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn, li ser bingeha entegresyona demokratîk, di komarên demokratîk ên welatên xwe de entegre bibin û hebûna xwe biparêzin. Di vê rêbazê de guhertina sînoran tuneye. Lê belê, modelek jiyînê ya li ser bingeha demokratîkbûnê di nav dewletên heyî de bipêş dixe. Di derbarê vê yekê de wiha dibêje:
"Entegrasyon girîng e, ji ber ku ew girêdana me bi netew-dewletên ku dewletên neteweyî em ê bi hev re bijîn re nîşan dide. Çar netewdewlet hene ku rasterast bi Kurdistanê ve girêdayî ne. Em ê bi awayekî li ser bingeha entegrasyonê bi van çar dewletan re entegre bibin… Ji bo Sûriyeyê, nûnerên ku ji aliyê me ve wê di cihên wekî fermandariya leşkerî de, her wiha rolên din de hebin. Ev entegrasyon e. Yekîtiyek saxlem e, ango entegrasyonek e. Ew ne asîmîlasyon e. Rêya din cudaxwazî (qutbûn) ye. Her du dewlet wê bi hev bikevin û şer bikin. Em jê re dibêjin entegrasyon; ev rewşek îdeal e. Entegrasyon nayê wê wateyê ku mirov di nav tiştekî din de bihele, ango ne helandin e. Bihêlin em wê bi wateya rast şîrove bikin. Ew ne asîmîlasyon e yan jî helandin e, tam berovajî vê ye. Ne asîmîlasyon e û ne jî dewletbûn, em girîngiyê didin entegrasyonê.”
Divê qanûnên entegrasyona demokratîk di nav xwe de çi bihewînin?
Abdullan Ocalan di peyama xwe ya ku di salvegera yekemîn di 27’ê Sibatê de hat xwendin de, got: “Veguhestina ber bi entegrasyona demokratîk ve qanûnên aştiyê pêwîst dikin. Çareseriya civakî ya demokratîk, pêdiviya xwe bi avakirina çarçoveyek zagonî di aliyên siyasî, civakî, aborî û çandî de pêşbînî dike.”
Gelek pirsgirêk û krîzên ku em îro pê re rû bi rû dimînin ji nebûna pergalek zagonî ya demokratîk derdikevin. Em di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareseriyek zagonî derdixin pêş. Em hewceyê modelek ku jîngehê ji bo civakek demokratîk ava bike ne. Her wiha ji bo demokrasiyê bi xwe mîsogeriyên zagonî yên bihêz ava bike. Ji bo entegrasyona demokratîk bidestxistina bingehek mayînde û rewa bi pergal û rêziknameyên zagonî pir girîng e.
Di vê çarçoveyê de, tê gotin ku qonaxa duyemîn a pêvajoyê, wekî ku hatiye destnîşankirin, divê ku zagonên entegrasyona demokratîk û zagonên azadiyê di nav xwe de bigire, bê derxistin û divê pêvajo bi mîsogeriyên destûrî yên li ser bingeha mafên mirovan bê destekkirin. Di ronahiya van nîqaşan de, çarçoveya qanûnên entegrasyona demokratîk jî zelaltir dibe:
*Yek; Berî her tiştî, pêdivî heye ku pêvajo bi şêwazên destûrî were mîsogerkirin. Hiştina çareseriyê ji bo tercîhên siyasî yên ku ji aliyê hikûmetan ve tên guhartin, entegrasyona demokratîk lawaz dike. Ji ber vê yekê, divê hemwelatîbûna wekhev, statuya rêveberiyên herêmî, mafên çandî, beşdariya siyasî û nûnertiya demokratîk bi destûrê werin mîsogerkirin.
*Ya duyemîn, divê reforma hikûmeta herêmî yek ji aliyên sereke yên van zagonan be. Divê di warên wekî perwerde, tenduristî, çand, xizmetên şaredariyê û pêşketina herêmî de derfetên berfirehtir bidin meclîsên xwecihî. Divê şiyana hikûmeta navendî ya destwerdana yekalî were sînordarkirin. Divê dûrxistin an bêderfetkirina rêveberiyên xwewcihî tenê bi rêbazên şefaf, dadwerî û demokratîk gengaz be. Divê erkdarkirina kontrolvanan bi awayekî zagonî be.
*Xala sêyem edaleta sererastkirinê ye (reformê). Entegrasyona demokratîk ne tenê modelek sazûmanîkirinê ji bo pêşerojê ye. her wiha ew rûbirûbûna bi rabirdûyê re jî hewce dike. Kuştinên ku nehatine çareserkirin, valakirina gundan, êşkence, windakirinên bi zorê û hemû binpêkirinên giran ên ku ji ber pêvajoya pevçûnê çêbûne, divê bi rêya mekanîzmayên rasteqîn û edaletê werin çareserkirin. Ji bo pêkanîna vê armancê, komîsyonên şopandina rastiyê, mekanîzmayên edaleta veguhêz ên taybet û pêvajoyên tazmînatê yên ku bêtir balê dikşîne ser qurbaniyan, werin damezrandin.
*Çaremîn, divê mafên çandî û zimanî ji hêla qanûnî ve werin mîsogerkirin. Lîste û rêziknameyên ku bikaranîna Kurdî di perwerde, rêveberiyên xwecihî, pêvajoyên dadwerî û xizmetên giştî de mîsoger dikin, aliyê civakî yê entegrasyona demokratîk xurt dikin. Xuyakirina nasnameyê tê wateya rewakirina hevjiyana demokratîk, ne qelskirina wê ye.
*Pêncemîn, divê avahiya ewlehiyê ji bo çavdêriya demokratîk were vekirin. Entegrasyona demokratîk bi parastina zîhniyeta dewletek navendî ya ewlehiyê re ne lihevhatî ye. Têgihîştina ku civaka xwecihî wekî gefek potansiyel dibîne, divê rê bide modelek rêveberiyê ya nû ya li ser bingeha hemwelatîbûn û pirrengiyê. Ev tenê bi rêya çavdêriya demokratîk a saziyên ewlehiyê, sînordarkirina hêzên rêveberiyê yên awarte û berfirehkirina qada siyasî mimkun e.
Sibê: Ji pevçûnê ber bi entegrasyonê ve: Ezmûna Baskê li Spanyayê (2)