Entegrasyona Demokratîk: Ezmûnên cîhanî ji nakokiyê ber bi siyasetê ve (2)

Ezmûna Baskê di çareserkirina nakokiyan de, bi statuya xwe ya destûrî, saziyên xweser, mekanîzmayên verastkirina navneteweyî, rola civaka sivîl û bandora jinan di avakirina aştiyê de, modelek pirqatî pêşkêş dike.

Ji nakokiyê ber bi entegrasyonê: Ezmûna Baskê li Îspanyayê

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Dema ku li pêşveçûna dîrokî ya dewletên neteweyî tê nihêrtin, yek ji xalên werçerxê yên herî girîng, tengezariya di navbera dewleta navendî û avahiya civakî ya pirqatî de ye. Nakokiya di navbera refleksên monolîtîk û entegrasyonê yên dewletê û daxwazên gel ji bo nasname, ziman, çand, bawerî û hemwelatîbûna wekhev de, an spîrala tundiyê gur kiriye an jî li gelek welatan kanalên danûstandin û veguherînê vekiriye. Pirsgirêka Baskê li Îspanyayê di vî warî de wekî yek ji mînakên herî berbiçav di nav ezmûnên cîhanî de derdikeve pêş. Ji ber ku ezmûna Baskê ne tenê rawestandina çalakiyan a ji hêla rêxistinek çekdar ve, di heman demê de pêvajoyek çareseriyê ya pir-alî jî nîşan dide ku ji hêla guhertina destûrî, statuya xweser, siyaseta demokratîk, mekanîzmayên verastkirina navneteweyî, destwerdana civaka sivîl û dînamîkên lihevhatina civakî ve hatî teşekirin. Di vî warî de, pirsa Baskê hem sînorkirinên nêzîkatiyek navendî ya ewlehiyê û hem jî derfetên çareseriyên siyasî û civakî nîşan dide.

Di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka Kurd de, entegrasyona demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve tê pêşniyarkirin, wekî modelek ku ji hêla gelek ezmûnên berbiçav ên li çar aliyê cîhanê ve hatî ceribandin, derdikeve pêş. Gelek welatên ku bi rêya veguheztina ji pêvajoyên pevçûnê ber bi çarçoveyek siyasî û qanûnî ve çareseriyan bi dest xistine, nîşan dane ku ev nêzîkatî ne tenê teorîk e, di heman demê de di pratîkê de jî tê sepandin. Ev beşa dosyayê, ezmûna piralî ya li Îspanyayê vedikole, ku ji pêvajoya bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya ETA’yê dest pê dike, dighîje veguherîna demokratîk, xurtkirina hikûmetên herêmî û avakirina aştiya civakî.

Serdema Franco û derketina holê ya ETA’yê

Li Îspanyayê, gelê Baskê hebûna xwe wekî komeke etnîkî ya cuda bi zimanê xwe yê bêhempa, Euskara, nasnameya çandî ya bihêz û avahiya civakî ya dîrokî parast. Lê belê bi taybetî di dema dîktatoriya Francisco Franco de, nasnameya Baskî bi tundî hate tepeserkirin. Zimanê Baskî ji qada giştî hate derxistin, dîtina çandî hate tepeserkirin û dewleta navendî, li şûna ku cudahiyan nas bike, hewl da ku wan asîmîle bike. Ev hawîrdora zordar ne tenê daxwazên mafên çandî, di heman demê de fikra serxwebûnê jî bipêş xist. Şerê Navxweyî yê Îspanyayê, ku di sala 1936’an de dest pê kir û rejîma Franco ya piştre bû sedema ku pirsa Baskê formeke dijwartir û dîrokî ya dabeşker bigre.

Di salên 1960’î de, ETA di bin van şert û mercan de hate damezrandin. Rêxistina bi navê "Euskadi Ta Askatasuna" (Welatê Bask û Azadî), bi armanca avakirina dewletek serbixwe li Welatê Bask dest bi têkoşîneke çekdarî kir. Bi salan, ETA’yê sûîqest, bombebaran û êrîşên çekdarî pêk anîn, ku bû yek ji xalên krîzê yên bingehîn di siyaseta Îspanyayê de. Di têkoşîna çekdarî ya 43 salan de, zêdetirî 850 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes birîndar bûn û gelek revandin çêbûn. Ev wêne nîşan da ku pirsgirêk ji meseleya nasname û statuyê veguheriye travmayek kûr a civakî.

Destûra Bingehîn a 1978’an û statuya ku ji welatê Baskê re hat dayîn

Piştî mirina Franco di sala 1975’an de, pergala siyasî ya li Îspanyayê dest bi guhertinê kir. Bi Destûra Bingehîn a 1978’an re, têgeheke Îspanyayê ya yekgirtî ku ziman û çandên cûda dihewîne, hate pejirandin. Ev çarçoveya destûrî rê da ku welat bibe 17 herêmên xweser ên xwerêveber. Her çend her herêmek xwedî heman asta desthilatdariyê nebû jî, welatê Baskê di nav vê pergalê de statuyek taybet bi dest xist. Şiyana avakirina parlementoya xwe, damezrandina hikûmetek herêmî, bikaranîna desthilatdariya yasadanîn û rêveberiyê di perwerde, çand, tenduristî û hin warên aborî de û her wiha bidestxistina hêzên berfireh di berhevkirina bacan û rêziknameya darayî de, welatê Baskê kir yek ji avahiyên xweser ên herî bihêz ên di nav Îspanyayê de.

Vê statuya destûrî di mijara Baskê de xalek girîng a werçerxê çêkir. Ji ber ku cara yekem, nasname, ziman û avahiyên sazûmanî yên herêmî yên Baskê ne tenê di asta daxwazên civakî de, di heman demê de di asta yasayî û siyasî de jî hatin naskirin. Bi vî awayî, pirsa Bask êdî ne pirsgirêkek ewlehiyê bû ku pêdivî bi tevahî were tepeserkirin û bû mijarek ku dikare bi rêya rêziknameyên destûrî û siyasî bê çareserkirin. Ev ji bo entegrasyona demokratîk pir girîng e, ji ber ku entegrasyon tenê dema ku maf têne naskirin, sazî ji bo bikaranîna van mafan têne avakirin û îradeya herêmî wekî rewa tê pejirandin, watedar dibe.

Veguhestina ji nêzîkatiya ewlehiyê bo nêzîkatiya siyasî

PKK silah bıraktı: Türkiye ETA'dan ne öğrenebilir?

Lê belê tenê pirsgirêka statuya destûrî pirsgirêk çareser nekir. ETA’yê çalakiyên xwe yên çekdarî domand û dewletê bi salan nêzîkatiya xwe ya bi ewlehî berneda. Bi vî awayî, pirsa Baskê di navbera xweseriya destûrî û sazûmankirina herêmî de ji aliyekî ve û pevçûna çekdarî ya berdewam ji aliyê din ve asê ma. Lê belê ev hevsengî di salên 2000’î de, dest bi guhertinê kir. Xurtkirina hewldanên demokratîkbûnê li Îspanyayê, windakirina rewatiya civakî ji bo ramana çareseriyek çekdarî û derketina holê ya hewldanên danûstandinê zemînek siyasî ya nû afirand. Eşkeretir bû ku tenê nêzîkatiya ewlehiyê encam nade.

Xalek girîng di vê pêvajoyê de ew bû ku bêçekkirina ETA’yê bi pêvajoyek danûstandinê ya fermî ya klasîk, vekirî û berfireh pêk nehat. Rêxistinê bi salan hewl da ku kanalên danûstandinê yên veşartî ava bike, lê dewleta Îspanyayê pir caran bi dûrbûn an astengiyê nêzî van destpêşxeriyan bû. Her çend agahdariya ku ji çapemeniyê re derket holê nîşan da ku têkiliyên asta bilind lê bi sînor hatine damezrandin jî, mekanîzmayek danûstandinê ya fermî û berdewam nehat afirandin. Ji ber vê yekê, biryara ETA’yê ya danîna çekan ne encama peymanek rasterast a dewlet-rêxistinê bû, lê belê tevlîheviyek ji nirxandinek navxweyî bû ku têkoşîna çekdarî êdî girîngiya stratejîk negirt û şert û mercên civakî û siyasî yên guherbar.

Pêvajoya bêçekbûnê çawa pêş ket?

Di 20’ê Cotmeha 2011’an de, ETA’yê bidawîbûna dawî û tevahî ya têkoşîna çekdarî ragihand. Di sala 2018’an de, wê bi fermî xwe hilweşand. Her çend ev pêşketin di rûyê erdê de tenê wekî girtinek rêxistinî xuya bike jî, di rastiyê de ew encama veguherînek civakî-siyasî ya pir berfirehtir bû. Ev pêvajo ne tenê ji hêla tepeserkirina dewletê ve, di heman demê de ji hêla hewldanên hevbeş ên civaka sivîl, aktorên herêmî, mekanîzmayên çavdêriya navneteweyî û bi taybetî rola çalak a jinan di avakirina aştiyê de ve hate şekilkirin.

Rola Komîsyona Verastkirina Navneteweyî

Yek ji stûnên herî girîng ên pêvajoya bêçekbûnê, Komîsyona Verastkirina Navneteweyî bû. Ev saziya serbixwe ku bi navê Komîsyona Verastkirina Navneteweyî hate damezrandin, erkdar bû ku çavdêriya ka ETA sozên xwe yên agirbest û bêçekbûnê bicîh aniye an na, çavdêriya lihevhatina pêvajoyê bi standardên navneteweyî re bike û baweriya gel ava bike. Komîsyonê çavdêrî kir ka agirbesta daîmî û piştrastkirî ya ku ji hêla ETA’yê ve di sala 2011’an de hatî ragihandin hatiye bicîhanîn an na; li ser rawestandina şer rapor da û pêvajoyên valakirina depoyên çekan û radestkirina çekan çavdêrî kir. Vê mekanîzmaya verastkirinê alîkarî kir ku bêçekbûn ne tenê wekî daxuyaniyek, wekî pêvajoyek şopandin û piştrastkirî be.

Destwerdana civaka sivîl: Înîsiyatîfa Artisans de Paix

Di aliyên pratîkî û lojîstîkî yên bêçekkirinê de, civaka sivîl roleke diyarker lîst. Yek ji formasyonên herî berbiçav di vî warî de Artisans de Paix, an jî înîsiyatîfa Aştiyê ya Pîşesaz bû. Ev rêxistina ku li welatê Bask ê Fransayê dixebite, ji çalakvanên aştiyê, akademîsyen, siyasetmedarên herêmî û nûnerên civaka sivîl pêk dihat. Artisans de Paix bi nûnerên ETA’yê   re têkilî danî, di destnîşankirina depoyên çekan de navbeynkarî kir, di sala 2017’an de koordînatên van depoyan da hikûmeta Fransayê û di hevrêzkirina lojîstîkî ya pêvajoya radestkirina çekan de rolek lîst. Bi vî awayî, li cihê ku kanalên fermî qels bûn, civaka sivîl wekî hêzek navbeynkar derket pêş.

Ev wêne nîşan dide ku ezmûna Bask ne tenê li ser têkiliya di navbera dewlet û koma çekdar de bû, di heman demê de rewatiya civakî û înîsiyatîfa sivîl dikarin bibin hêmanên damezrîner di pêvajoya çareseriyê de.

Veguhestina ji hêzên çekdar ber bi siyaseta demokratîk

Aliyek din ê girîng a ezmûna Baskê entegrasyona tevgera çekdarî di siyaseta demokratîk de bû. Di serdema piştî ETA’yê de, entegrasyon ne tenê li ser danîna çekan bû. Ev yek bi vekirina kanalên temsîliyeta siyasî ve gengaz bû. Di dawiya salên 1990’î û destpêka salên 2000’î de, dewleta Îspanyayê gelek rêxistinên siyasî bi hinceta ku ew bi ETA’yê ve girêdayî ne qedexe kir. Girtina Batasuna di sala 2003’yan de li gorî Qanûna Partiyên Siyasî û piştre qedexekirina rêxistinên wekhev rêya siyaseta demokratîk teng kir. Lê belê di serdema piştî 2011’an de stratejiyeke nû derket holê: siyaseta demokratîk li şûna têkoşîna çekdarî.

Biryara Dadgeha Destûrî û entegrasyona siyasî

Sortu, ku di vê çarçovê de hate damezrandin, di destpêkê de ji hêla dadgeh û hikûmetê ve hate hedefgirtin. Ew wekî berdewamiya ETA’yê dihesibandin. Lê belê di sala 2012’an de, Dadgeha Destûrî biryarek krîtîk da, diyar kir ku Sortu di bernameya xwe de bi eşkere tundiyê red dike û têkiliyek organîk bi ETA’yê re tuneye, bi vî rengî rê li ber xebata qanûnî ya partiyê vekir. Ev biryar bû yek ji xalên werçerxê yên herî girîng di pêvajoya entegrasyonê de. Ji ber ku tevgera Baskê bi vî rengî vegeriya pergala siyasî ya fermî; mafê beşdarbûna hilbijartinan, temsîlkirin û meşandina siyaseta rewa bi dest xist.

Paşê, Sortu digel tevgerên din ên neteweperest ên Baskî, bû hêzek siyasî di bin sîwana EH Bildu de. Vê hevpeymaniyê di Parlamentoya Xweser a Baskê de temsîl bi dest xist, wekîlan şand parlamentoya Îspanyayê û şaredariyan di rêveberiyên herêmî de mîsoger kir. Bi vî awayî, xeta siyasî ku carekê bi têkoşîna çekdarî hatibû teşekirin, bi tevahî bû beşek ji siyaseta parlamentoyê.

Karê hikûmetên herêmî û saziyên xweser

Yek ji aliyên herî girîng ên modela Baskê, hêza sazûmankirina herêmî ye. Parlamentoya Baskê, hikûmeta herêmî û saziyên rêveberiya herêmî ne tenê wekî avahiyên sembolîk, di heman demê de wekî mekanîzmayên bi hêza biryardanê di gelek waran de, ji perwerde û tenduristiyê bigire heya aborî û polîtîkayên çandî, têne organîzekirin. Ev ji bo entegrasyona demokratîk pir girîng e. Ji ber ku entegrasyon ne tenê bi rêya naskirina mafên abstrakt, di heman demê de bi rêya hebûna saziyên ku ev maf dikarin lê werin bikaranîn, parastin û veguherînin îradeya siyasî gengaz e. Ezmûna Baskê, di vê xalê de, sazûmankirina naskirinê temsîl dike.

Di vê çarçoveyê de, yek ji aliyên herî berbiçav ên modela Baskê, pergala xweseriya darayî ye. Welatê Baskê di hundirê Îspanyayê de xwedî hêzên pir berfireh di derbarê berhevkirina bacan û rêveberiya dahatê de ye. Hikûmeta herêmî çavkaniyên xwe yên darayî berhev dike û parek diyarkirî vediguhezîne hikûmeta navendî. Ev rêkeftin ne tenê wekî îmtiyazek aborî tê dîtin, di heman demê de wekî hêmanek ku giraniya siyasî û kapasîteya xwerêveberiyê ya îradeya herêmî xurt dike jî tê dîtin. Modelek ku tê de hikûmeta herêmî ji çavkaniyên darayî bêpar nebe, piştrast dike ku xweseriya demokratîk bêtir berbiçav û fonksiyonel dibe.

Rola jinan di avakirina aştiyê de

Di ezmûna Baskê de, yek ji aktorên herî girîng ên ku aliyê civakî kûrtir kir jin bûn. Tevî ku demek dirêj ji mekanîzmayên biryargirtina siyasî hatin dûrxistin jî, jin bûn yek ji hêzên civakî yên herî dînamîk di avakirina aştiyê de. Rêxistinên jinan, platformên aştiyê û formasyonên li ser bingeha mafan bi berdewamî neçarbûna danûstandin û diyalogê ji bo bidawîkirina tundiyê di rojevê de digirtin. Ev destwerdana jinan ne tenê perspektîfek siyasî, di heman demê de perspektîfek zayendî jî anî pêvajoyê.

Jinan di projeyên herêmî û civakî yên ku li ser tamîrkirina zirara ji ber pevçûnê çêbûye de rolek pêşeng lîstin. Wan ne tenê ji bo bidawîkirina tundiya fîzîkî, di heman demê de ji bo tamîrkirina zirara psîkolojîk, civakî û nifşî ya ku ew çêkiriye jî hewl dan. Vê yekê eşkere kir ku aştî ne tenê bêdengkirina çekan, di heman demê de tê wateya ji nû ve avakirina jiyana civakî jî. Jinan, nemaze yên ku dengê malbatên mexdûr bûn, binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji hem kiryarên ETA û hem jî pratîkên dewletê derdikevin anîn ber çavê raya giştî. Bi vî awayî, pêvajo ji mihwereke ewlehî û siyasî ya saf derbas bû, ber bi bingehek mirovîtir, civakî û wijdanîtir ve çû.

Înîsiyatîfên bi pêşengiya jinan ne tenê bidawîkirina pevçûnê wekî têrker hesibandin; wan her wiha daxwaza edalet, lihevhatin û hesabpirsînê jî tekez kirin. Kampanyayên ku li ser mijarên hesas ên wekî bêçekkirin, bexşandin, naskirina gilî û gazindan û avakirina bîra kolektîf disekinin, kûrahiya civakî ya pêvajoya aştiyê zêde kirin. Ji ber vê yekê, rola jinan di ezmûna Baskê de divê ne tenê wekî "piştgir", her wiha wekî rolek bingehîn di mîsogerkirina civakîbûna aştiyê de were dîtin.

Rûbirûbûn, dadmendî û pirsgirêkên çaresernekirî

Lê belê  ezmûna Baskê ne modelek çareseriyek nerm û bêkêmasî ye. Tevî rawestandina çalakiyên çekdarî, gavên derbarê endamên ETA’yê yên di girtîgehan de bi heman lez û bez û berfirehî nehatin avêtin. Rastiya ku ETA’yê dema ku dawiya têkoşîna çekdarî ragihand, daxwaza berdana girtiyan jî bilind kir, nîşan dide ku ev yek ji aliyên çaresernekirî ye. Komeleyên mîna Sare bi salan e ku piştgiriyê didin girtiyên ETA’yê û daxwaza berdana wan dikin. Ev eşkere dike ku pêvajoyên piştî pevçûnê bi danîna çekan temam nabin; pirsgirêkên cezakirin, dadmendî, rûbirûbûn û ji nû ve avakirina civakî demek dirêj berdewam dikin. Ji ber ku, tevî xurtkirina mekanîzmayên xweseriyê, serweriya dawî bi dewleta navendî re dimîne. Wekî din, tengezariya di navbera Madrîdê û daxwazên serxwebûnê an statuya bilindtir de bi tevahî winda nebûye. Lê belê mînaka Baskê girîng e, ji ber ku ew nîşan dide ku herêmek pevçûnê dikare bi rêya naskirina destûrî, sazûmankirina herêmî û danûstandinên siyasî veguhere, ne bi rêya tepeserkirina leşkerî ya daîmî.

Ezmûna Baskê li ser entegrasyona demokratîk çi dibêje?

Di encamê de, ezmûna Baskê li Îspanyayê nîşan dide ku çareserkirina nakokiyan di bin yek sernavê de nayê ravekirin. Di vê ezmûnê de, statuya destûrî, sazûmankirina xweser, naskirina mafên çandî, veguheztina desthilata darayî û siyasî, mekanîzmayên verastkirina navneteweyî, rola navbeynkariyê ya civaka sivîl, vekirina ji nû ve beşdariya siyasî, bandora jinan di avakirina aştiyê de û nîqaşên edaletê yên piştî pevçûnê bi hev ve girêdayî ne. Divê bêçekkirin û xwe hilweşandina ETA’yê tenê wekî encama serkeftinek leşkerî an ewlehiyê neyê dîtin. Divê ew wekî xalek werçerxê ya dîrokî were xwendin ku tê de hevsengiyên civakî yên guherbar, hewldanên demokratîkbûnê û destwerdana sivîl-civakî li hev dicivin.

Ji ber vê yekê, modela Baskê di nîqaşên entegrasyona demokratîk de cihekî girîng digre. Ji ber ku ev ezmûn nîşan dide ku ji bo gel mimkun e ku di nav avahiyek siyasî ya berfirehtir de bijî dema ku ziman, çand, nasname û saziyên xwe yên herêmî diparêze û ku nakokî dikare bi mekanîzmayên siyasî, qanûnî û civakî veguhere, li şûna tepeserkirina sedîsed. Ji bo Tirkiyeyê, ev ezmûn wekî mînakek cîhanî ya bihêz derdikeve pêş ku ji me re tîne bîra xwe ku çareserî ne tenê di polîtîkayên ewlehiyê de, di heman demê de di demokratîkbûnê, garantiyên sazûmanî, temsîliyeta siyasî, bandora civaka sivîl û lihevhatina civakî de jî were gerandin.

Sibê: Derketina holê ya FARC’ê li Kolombiyayê: Têkoşîna çekdarî û entegrasyon.