Doza Gulistan Doku û rastiya Dêrsimê: Qeyûm bêcezatî û şerê taybet (2)

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, bal kişand ser sûcên li dijî jinan ên li bajêr û got: "Em di girtîgeheke vekirî de ne, derdora me dorpêçkirî ye çep û rastê me qereqol û qelekol in. Divê her kes ji van bûyeran ders bigre.”

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Dêrsim – Li gorî lêkolînan di dema Qirkirina Dêrsimê ya di salên 1937-38’an de 70 hezar kes hatine kuştin bi deh hezaran kes jî hatine sirgûnkirin.

Her wiha nifşê bi navê "Keçên Winda" yên Dêrsimê ku ji malbatên xwe hatine veqetandin û wekî zarokên xwedîkirî yan jî ji bo zewacê dane malbatên ku qet wan nas nakin jî aliyekî din ê vê qirkirinê ye.

Armanc ew bû ku bi qirkirinê gel were tunekirin lê jinan, bi zindîhiştina bîranînên xwe ku bawerî, çand, dîroka komkujiyê û hemû nirxên xwe dihewîne, hebûna xwe parastin.

Lê belê, polîtîkayên şerê taybet ên ku niha tên ceribandin ji qirkirinê wêdetir, xetertir û tirsnaktir in.

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan, polîtîkayên şerê taybet ên li Dêrsimê nirxand, diyar kir ku bi kuştina Gulistan Doku careke din ketiye rojevê.

Bîrsen Orhan got: "Tiştên vê dawiyê li bajêr qewimîne wêneyê herî zelal ê êrîşa li ser nasnameya Dêrsimê ye."

‘Saziyên dewletê aktorên vê rizandinê ne’

Bîrsen Orhan wiha domand: “Dêrsim cihekî wisa ye ku xwedî bîreke civakî ya dîrokî, nasnameyeke çandî û bi taybetî jî xuyabûna jinan di qada giştî de xurt e. Ew bajarê ku her dem bi pergalê re rû bi rû maye li hemberî pergalê her dem bê dudilî dengê xwe derxistiye. Ew cihekî bîr û berxwedanê ye ku taybetmendiyên civaka xwezayî lê tên dîtin û di nasnameya olî û nasnameya Kurdî de qada berxwedanê ye. Lê belê ji duh heta îro, polîtîkayên bênifûs û asîmîlasyonê di bin maskeya polîtîkayên ewlehiyê de hatine sepandin. Li vî bajarî rastiyek şerê taybet heye û dema ku meriv li tiştên vê dawiyê li Dêrsimê qewimîne dinêre, dibîne ku hemû saziyên dewletê, ji hêzên polîsan bigre heya walîtiyê, ji nexweşxaneyê bigre heya zanîngehê, aktorên vê hilweşînê ne.”

'Ew dixwazin qadeke ku di bin siya çeteyan de tê firotin biafirînin'

Bîrsen Orhan behsa jinan dike ku neçarî fihûşê dibin, ciwan dikevin nava torên narkotîkê û kuştina jinan û got: “Van polîtîkayên bêqanûn û hedefgirtî îro bûne sedema van encaman. Gelê Dêrsimê gelek caran bi dengê bilind pirs kiriye kê Gulistan kuştiye. Ji ber ku ev gel xwedî ezmûnek, rastiyek jiyanî ye. Rastiya ku ev civak bi salan pê re dijî, niha bi awayekî eşkere derketiye holê, ji ber ku dînamîkên desthilatdariyê ji bo berjewendiya xwe dilîzin. Ew dixwazin hawirdorek biafirînin ku tê de gendelî di bin navê bajarekî bi ewle û aram de normal bibe di bin siya çeteyan de were firotin. Gelo aliyên herêmî û zanîngehê yên vê mijarê jî dê werin lêkolînkirin? Gelo ev mijar dê kûrtir were lêkolînkirin? Kesê ku di dosyayê de navê wî hatiye nivîsandin bûye sedema cezakirin an jî sirgûnkirina gelek ciwanan.”

'Mekanîzmayên çavdêriya herêmî bi rejîma qeyûm re qels dibin'

Bîrsen Orhan behsa guhertinên li bajêr piştî tayînkirina qeyûman ji bo şaredariyan kir û got: "Di navbera tayînkirina qeyûman û sûcên li dijî jin û zarokan de têkiliyek heye. Bi rejîma qeyûm re, mekanîzmayên çavdêriya herêmî qels dibin, bandora civak û rêxistinên jinan kêm dibe û şefafî winda dibe. Di hawîrdorên wiha de, têgihîştina bêcezatiyê xurt dibe. Nebûna lêpirsînên bi bandor an jî agahdariya giştî ya nebaş, nemaze di sûcên ku hêzên ewlehiyê tê de ne, vê têgihîştinê kûrtir dikin. Ev yek xuyabûna sûcan kêm dike û di heman demê de metirsiya dubarebûnê zêde dike. Ji ber vê yekê pirsgirêk ne tenê sûcên takekesî ne, di heman demê de ew rewşa siyasî û îdarî ya ku sûc tê de diqewimîne nîşan dide. Her wiha girîng e ku were dîtin gava rêveberên tayînkirî tên, dest bi hilweşandina destkeftiyên jinan dikin. Ew an gelek deveran digrin an jî bêbandor dikin, wekî rêveberiyên siyaseta jinan, navendên jiyana jinan û xeta germ a tundiyê. Ew yekem karmendên jin ji kar derdixin. Rejîma tayînkirî ji ber gelek sedeman li wir e.”

'Bandora hêzên mîna leşker û polîsan li ser bajêr zêde bûye'

Bîrsen Orhan destnîşan kir ku bi tayînkirina qeyûman re, şaredarî veguheriye qadên jiyanê ji bo "bicîhanîna qanûnê" û jiholêrakirina çavdêriya demokratîk a herêmî çarçoveya burokrasiya ewlehiyê berfireh kiriye. Bîrsen Orhan bi van gotinan bal kişand ser encamên vê rewşê: "Ev wêne îhtîmala lêpirsîn û şefafiyeta bi bandor kêm dike, nemaze di sûcên ku kesên hêza giştî bikar tînin de. Di vê hawirdorê de, dozên ku karbidestên giştî yên mîna leşker, polîs û çawişên pispor tê de ne tên veşartin.”

'Armanc ew e ku çanda herêmî û pergala rêxistinî bêbandor bikin'

Bîrsen Orhan diyar kir ku rawestandina demokrasiya herêmî, sosyolojiya bajar jî diguherîne û got, "Bandora rêveberiyên tayînkirî li ser sosyolojiya bajar piralî ye. Pêşî, ji ber ku demokrasiya herêmî tê rawestandin, riyên beşdariya gel di rêveberiyê de teng dibin. Ev hesta aydiyetê li bajêr qels dike. Ya duyemîn, polîtîkayên civakî bi awayekî berbiçav diguherin; bi taybetî navendên ku balê dikşînin ser jinan, çalakiyên çandî û torên hevgirtina civakî yan tên girtin an jî bê fonksiyon dimînin. Ya sêyemîn, hesta ewlehiyê li bajêr têk diçe. Xelk hem ji rêveberiyê û hem jî ji sîstema edaletê bêhêvî dibe. Ev yek hilweşîna civakî bileztir dike. A rast ew e ku mirov di nirxandinan de tiştên diqewimin ne weke bûyerên takekesî, di çarçoveyeke siyasî û civakî de bibîne. Di vê wateyê de, mimkun e ku tiştên  diqewimin wekî hewldanek ji bo hilweşandin û veguherandina nasnameya bajêr werin dîtin. Ji ber ku pirsgirêk ne tenê li ser rêveberiya şaredariyê ye, li ser bêbandorkirina deng, çand û şêweyên rêxistinê yên herêmî ye.”

Bîrsen Orhan, bal kişand ser guhertinên di nava bajêr de ji ber rêveberên tayînkirî û polîtîkayên şerê taybet û got: "Ez ê vê yekê bi taybetî di çarçoveya Dêrsimê de binirxînim. Divê em lêkolîn bikin ka kê çi kiriye, bingeh çawa hatine hilweşandin û ew çawa dikarin ji nû ve werin avakirin. Belê rola pergalê diyar e, armanca wê diyar e. Ji bo bêqîmetkirina nasnameya jinan, ji cih û warê ciwanan derxistin û berfirehkirina fuhûşê, çalakiyên çeteyan û torên narkotîkê.”

'Divê her kes para xwe di vê yekê de bibîne’

Bîrsen Orhan hem rexnedayîna xwe da, hem jî rexneyên xwe kir û wiha domand: “Divê em rexnedayîna xwe bidin gel. Ji ber ku ev bajar xwedî dînamîkên xwe ye, xwedî avahiyên xwe ye, ji partiyên siyasî bigre heya rêxistinên civaka sivîl. Her avahî xwedî rêxistina xwe ye. Bêguman, kampanyayek ji bo bêrûmetkirina saziyan jî heye û ev jî divê were behskirin. Ev bajar bi wêneyên romantîk ên Dêrsimê û wêjeya li ser gund û kêzikan nayê parastin. Li gelek deveran, em ji rastiya xwe dûr ketine, di rewşeke azadiya xeyalî de dijîn. Em di girtîgeheke vekirî de ne, dorpêçkirî bi keleh û qereqolan. Divê her kes para xwe di vê yekê de bibîne.”

'Bersiva êrîşan divê kolektîf be'

Bîrsen Orhan diyar kir ku ger pirsgirêk êrîşek li ser hemû nirxên vî gelî be, wê demê divê bersiv jî kolektîf be û got ku Dêrsim tenê bi vegera li kokên xwe dikare were parastin.

Bîrsen Orhan, diyar kir ku divê hemû saziyên demokratîk li hev bicivin û bi awayekî hêza çareseriyê bixebitin û got: "Li cihekî weke Dêrsimê ku xwedî bîreke civakî ya xurt e di heman demê de demek dirêj di bin zexta ewlehî û rêveberiyê de ye, mijara parastinê piralî ye. Tiştê ku civakê diparêze kontrola civakî, demokrasiya herêmî û jiyana sivîl a rêxistinkirî ye. Dema ku ev hersê qels bibin, encam dê weke tişta îro li ser nîqaş dikin be. Ger rêxistinên jinan, avahiyên ciwanan, qadên çandî û rêxistinên taxan hebin, tu hêz nikare li hemberî vê rêxistinê bisekine.”

'Bêdengî xetera nedîtina pirsgirêkan çêdike'

Bîrsen Orhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Parastina civakî ne tenê li ser polîtîkayên ji jor ber bi jêr ve ye, di heman demê de li ser têkiliyên ku ji jêr ve tên avakirin e jî. Carna, qelskirina saziyan û her wiha bêdengkirina di nava civakê de bi xwe, qelskirina torên hevgirtinê û nedîtîkirina pirsgirêkan e ku  hemû jî xeteran diafirînin. Eger bersiveke kolektîf a bihêztir li hemberî bûyerên tundî, îstîsmar, an windabûnê bihata dayîn, dibe ku hinek ji wan valahiyan ku em îro dibînin ewqas kûrtir nebûna. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, derman e, li dijî van têgihîştinên şaş, ji ber ku tiştên diqewimin encama polîtîkayên şer û polîtîkayên bêewlehiyê ne.”