Dosyaya Gulistan Doku û rastiya Dêrsimê: Qeyûm, bêcezatî û şerê taybet (1)

Dosyaya Gulistan Doku li Dêrsimê rêveberiya qeyûm, pêşnûmepirsên ku bê bersiv hatine hiştin, rejîma bê ceza û têkiliya pergalî ya di nava tundiya li dijî jinê de, derxist holê. Tiştên hatine jiyîn nîşan dide ku ne tenê rêveberiya bajêr.

ARJÎN DÎLEK ONCEL

Dêrsim – Piştî ku Gulistin Doku di 5’ê Çileya 2020’an de hate windakirin, dosyaya lêpirsînê ku demek dirêj pêşketin tê de çênebû, ji nişka ve di çarçoveya ‘cînayetê’ de hat nirxandin û girtina di nav de Waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel û 12 kesan, derbarê pêvajoyê de pirsên girîng bi xwe re anî.

Ev geşedan, nîşan da ku kesên têkilî bi hêzên dewletê re hene, di sûcên li dijî jinan de mekanîzmayên bêcezahiştinê çawa dixebite, di heman demê de li Dêrsimê di çarçoveya polîtîkayên ‘şerê taybet’ de nasnameya bajarek çawa hatiye hedefgirtin, derdixe holê.

Mekanîka derbeya 2016’an: Êrîşa li dijî nasnameya rêxistinî ya Dêrsimê

Dêrsima ku bi dilsoziya bi çanda xwe, rêxistibûn û nasnameya polîtîk tê zanîn, di heman demê de yek ji cihên şênber ku modela jiyana ku li derdora jinê tê hûnandin e. 

Paşketina siyaseta dmeokratîk, bêkarbûn, danîna destûrê û darazê, gotinên nefretê û zêdebûna nijadperestiyê, çalakkirina qirkirina zayenda dijî jinan, rêya diçe hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an vekir, rewşa awarte (OHAL) ku bi hewldana darbeyê hatî îlankirin, sûd da ku polîtîkayên ewlehiyê yên niha, bileztir bikeve meriyetê.

Piştî ku mekanîzmaya dewletê li bajarê Kurdistanê ket dewrê, ji bo şaredariyan qeyûm tayîn kir. Qeyûmên ‘rejîma yek mêrî’ ku li Kurdistanê hatî dîtin, wek êrîşek li dijî nasname û îradeya Kurd ji duh heta îro hebûna xwe diparêze. Qeyûm tenê bi guherînên rêveberiyê sînordar nebû, armanc kir ku nasnameya polîtîk a miletek tune bike. Pergala çandî ya gelan, qeyûmên ku pergala perwerdeyê dikin hedef, armanc kir ku nasname û çanda Kurd tine bike.

Bi lêpirsîna Gulistan Doku re, li bajêr polîtîkayên şerê taybet derket holê. Helbet em nikarin vê polîtîkayê ji siyaseta qeyûm cûda bifikirin.

Qutkitina dilsoziya di nava pêşengên xwecihî û civakê de

Kurdên ku li derdora civakbûyînê bûne yek, bi taybet li cihên gundewar, bi komînên xwezayî û meclîsan, vê pergala xwe heta îro parast. Pêşketin û azadbûna komîn û meclîsan li dijî dewletê, bingehê civaka ehlaqî û polîtîk ava dike.

Parastina têkiliyên civakê, nirxên çandî wek mîrasekê domandin, rola nûnerên xwecihî û pêşengan derdixe holê. Tam li vê derê qeyûm dikevin dewrê, dikevin nava pêşengên xwecihî û civakê, destpêkê hewl didin vê têkiliyê xirab bikin. Xwerêveberî, parastina pergala xwe fêrî civakê dike, qeyûm bi ferzkirina pratîkên rêveberiya biyanî li civakê, civakê ji nasnameya wê dûr dixwe. Mudaxeleyî torên piştevaniyê yên civakê dikin, li ser rêveberiyên xwecihî kontrolê pêk tîne û rêveberiyê digre dest, derbeyê li hêza bingehîn a civakê dixin.
Mudaxeleya civaknasiya bajarek: Qeyûm û polîtîkayên şerê taybet

Qeyûmên ku li bajarên Kurdistanê hatin tayînkirin, berê xwe dane du qadan, qada jin û çandê. Qeyûm bi vê re ji bo polîtîkayên şerê taybet bingeh amade dike.

Qeyûm li şaredariyên demokratîk ku bi nêzîkatiya balê dide ser jinê hatine, navendên jiyana jinan ên vekirine, îstasyonên tundiya jinan digre, vekirina stargehên jinan asteng dike, her wiha mekanîzmayên serlêdanên jinên di bajar de rastî tundiyê tên û bi awayek cûda dibin mexdûr, ji holê radike. Jinên xwe nagihînin van navendan, dikevin nava zivrîneka tundiyê.

Pratîkên qeyûm ku tenê bi tundiyê sînordar nîne, civaka ehlaqî û polîtîk jî dike hedef. Li saziyên hatine valakirin, endamên şerê teybet bicih dikin, hêz û qada bê sînor dide wan.

Di serî de Dêrsim, di bin navê ‘ewlehiyê’ de polîtîkayên xistine meryetê, bajar vegerandine qereqolek. Ji derveyî polîs, leşker û çawîşên pispor, karmendên ku tên bajêr, bi destdirêjiyên li dijî jin û zarokên keç dibin rojev.

Texrîbata çandî: Bajarek ku tê xwestin bê nasname be


Gel, bi ziman û çanda xwe ku yek ji rêgezên herî bingehîn in, dibe gel. Qeyûm li bajaran bûne amûrê qirkirina çandî, poltîkaya xwe li ser tinehesibandina Kurdî û yek zimanî dimeşînin. Wek yek ji gavên herî mezin ên biyanîkirina nasnameya vê civakê derketiye pêş.

Qeyûmên ku bi guhertina navên Kurdî li ser tabelayên şaredariyê dest bi kar kirin, hewl dane çi tiştê derbarê dîroka Kurdan de hebe, ji holê rake. Bi rêya qeyûmên ku navê xwecihî yê polîtîkayên asîmilasyon, înkar û îmhayê ne, navê mekanan hatin guhertin, saziyên ku dersa Kurdî didin, hatin girtin. Li ser civakek ku dihat xwestin bê bîr were hiştin, wek xebata endezyarî hat kirin.

Li hember tabloyek wiha, wek pêkanîna polîtîkayên şerê teybet a dewletê, Tuncay Sonel yek ji fîgurên ku hewl daye vê pergalê li Dêrsimê bike meriyetê ye. Di sala 2017’an de Tuncay Sonel ku wek qeyûm ji bo şaredariyê û Walîtiya Dêrsimê hatiye tayînkirin, li gel pêkanîna van hemû polîtîkayan, beşdarî komkujiya jinekê bû.

Derbarê qeyûm û Waliyê demê Tuncay Sonel ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatî binçavkirin, biryara girtinê hate dayîn. Hate xwestin ku Tuncay Sonel bi giştî ji 5 sûcan were girtin. 

Waliyê Qeyûm Tuncay Sonel 

Tuncay Sonel, li Dêrsim ê di navbera 13’ê Hezîrana 2017’an û 9’ê Hezîrana 2020’an de erk girt. Çawa ku ket bînayeta şaredariya Dêrsimê, yekser tabelaya Şaredariya Dêrsimê guhert, kir “Tuncelî.” Festîvalên çandî yên ku her sal li bajêr tê rêxistinkirin, di dema Tuncel Sonel de hatin qedexekirin.

Kiryarên Tuncay Sonel
Tuncel Sonel ê ku bi texrîbatên ekolojîk, firotina milkên şaredariyê, bi gendeliyê kete rojevê, bi riya veşartina sûcên hatine kirin a bi peywira xwe jî ket rojevê.

Piştê ku Tuncal Sonel weke qayûm hate tayînkirin, bi hin kiryarên bi vî awayî di rojevê de ye:

“* Tuncay Sonel qeyûmê ku ji bo Şaredariya Dêrsimê hatiye tayînkirin, milkên ku çavkaniya dahata saziyê ne, wekî kargeh, parkgeh, dikan, xanî û bazar, da îhaleyê.

*Her wiha Tuncay Sonel, di çerçoveya firehkirina rêyan de talîmat da ku bi hezaran dar ji kokê ve bên rakirin.

*Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de li navçeya Pêrtagê ji AKP’ê re deng dixwest.

*Li Dêrsimê li ser pira dihat çêkirin a bi navê Fatma Ana ya ku ji bo gelê bajêr pîroz e, navê xwe jî da nivîsandin. 

* Piştî teqîna 15’ê Tîrmeha 2018’an li mezra Çakilyayla ya gundê Bîlgeça navçeya Pilûrê ku birayên Ayaz tê de jiyana xwe ji dest dan, Sonel bi gotina xwe ya ji malbatê re, “Em ê xwarin û xanî peyda bikin. Zarok şehîdên me ne,” rastî rexneyan hat.

Navê Tuncal Sonel tevlî gelek gendeliyan bû. Tuncel Sonel gelek carani bi bêserûberiya îhaleyan ketiye rojevê. Derket holê ku hema bêje di tevahî îhaleyan de di hêla yasayî de dawetnameya ku tenê dikare di rewşên awarte de bikar bîne, bi kar aniye. Di vê rêbazê de, tenê fîrmayên hatine dawetkirin dikarin beşdar bin.

Pêşnûmepirsên ku ji meclîsê re hatine şandin bê bersiv man

Êrîşên weke fuhûş, bazirganiya tiryakê û tawanên zayendî yên li dijî jinan li ser nasnameya bêhempa ya Dêrsimê weke sûc derdiketin holê, lê pirsên parlementoyê yên li ser vê mijarê bê bersiv mane.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di sala 2019’an de ji bo ku Wezirê Karê Hûndir bibersivîne pêşnûmepirs dabûn parlementoyê.

Di pêşnûmepirsê de tê îdiakirin ku Serokê Beşa Teknolojiyê ya Zanîngeha Munzurê, Cem Tekinoğlu, zextê dide ser xwendekarên jin ku bi hin qeymeqam û waliyan re têkiliyên zayendî pêk bînin.

Di pêşnûmepirsê de ji Wezareta Karên Hundir hat xwestin ku mijarê lêkolîn bike û hin ji walî û rêveberên navçeyan ên ku di îdiayan de hatine behskirin, tespît bike.

'Me Kurdek din jî kuşt'

Di sala 2020’an de, HDPê ji bo Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne pirsek pêşkêşî parlementoyê kir. Di pêşnûmepirsê de îdiayên ku çawiş û leşkerên pispor ên ku her tim bi wesayîtên xwe de li ber wargehên xwendekarên jin ên li Dêrsimê disekinin û bi rêya medyaya civakî tacîz û gef li xwendekarên jin dixwin cîh digre.

Di pêşnûmepirsê de cîh dabûn vê gotinê: “Li gorî nûçeyên hin dezgehên medyayê, tê gotin ku çawişên pispor ên li dora wargehên xwendekarên jinan ên li Dêrsimê li bendê ne û dewriye digerin, destdirêjî û tecawizê li xwendekarên keç dikin û ji bo her xwendekarek ku pê re hevdîtinê dikin dibêjin 'Me Kurdek din jî kuşt.'

Pêşnûmepirsên derbarê xwendekara rastî tecawîzê hatî de bê bersiv ma

Di pêşnûmepirsê de, dîsa aqûbeta xwendekara jin ku di sala 2020’an de, bi awayek giran birîndar anîne nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û li pişt deriyê kilîtkirî hatî tedawîkirin hate pirsîn. Di pêşnûmepirsê de ev tişt hate gotin: “Di rojên borî de, dîsa jinek rastî tecawîzê hat, rakirine nexweşxaneyê û ji bo gilî neke jê hate xwestin ku burs bidin wê.”

Di pêşnûmepirsê de ev pirs ji wezîrê tenduristiyê hate kirin:

* Gelo xwendekarek ji ber tecawîzê serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê daye?

* Di rojên borî de li Dêrsimê jinek xwendekar rakirine nexweşxaneyê û îdiayên daxwazên ku ji bo gilî neke raste an ne?

* Di nava 2 salên dawî de, serlêdana xwendekarek jin ji ber tecawîz û destavêtinê li nexweşxaneya dewletê ya Dêrsimê çêbûye an na?

* Îdiayên ku xwendekara jin a rastî tecawîzê hatiye du canî bûye û zarokê wê ji ber çûye tê rojevê. Di 2 salên dawî de xwendekarên jin ên du canî bûne û zarok ji ber çûne hene an ne?”

Pêşnûmepirs bê bersiv man

Heman pêşnûmepirsê pirsa ku ‘Derbarê idiayên tacîz û tecawîza li zanîngeha Munzurê û wargehên xwendekarên jin li Dêrsimê, li wezareta we û saziyên eleqeder çend serlêdan hatine kirin? Çend ji van serlêdanan hatin lêkolînkirin? Ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçûk hate pirsîn.

Bi daxwaza ku Wezîrê Karê Hundir ê demê Suleyman Soylu bersîv bide HDP’ê, pirsa; “*Di rojên borî de dîsa xwendekarek jin rastî tecawîzê hatiye, rakirine nexweşxaneyê û hate îdiakirin ku ji bo gilî neke gotine em bûrs bidin te.

* Li Dêrsimê, di nava du salan de çend kesan serlêdana saziyên tacîz û tecawîzê kirine? Hate pirsîn. 

Pirsên ku derbarê aqûbeta jina ku hatî diyarkirin ku rastî tacîz û tecawîza polîs û çawişên pispor hatiye bê bersiv hate hiştin.

Civakek çawa tê parastin?
 Ji ber vê, tiştên li Dêrsimê hatin jiyîn divê wek pêvajoyek mudaxeleyê were destgirtin. Polîtîkayên qeyûm, mekanîzmayên bêcezahiştinê, tundiya li dijî jinan û mudaxeleyên çandî, ji hev ne qut in. Asta cûda ya heman stratejiyê ye. Ev stratejî hedef dike ku, ne tenê rêveberiya bajarekê, civaknasiya wê, bîra wê û têkiliyên civakî ji nûve ava bike.

Di encamê de, dosyaya Gulistan Doku xalek ku vê hemû mudaxeleyê diyar dike. Nîqaşên ku li derdora vê dosyayê şekil girtin, ne tenê pêvajoyek edlî, tê wateya awayek ê rejîmê û nîqaşên encamên wê yên civakî jî. Tiştên li Dêrsimê hatin jiyîn, nîşan dide ku mudaxeleya dewleta nûjen, li ser civaka xwecihî çiqas kûr û pir tebeqe ye, di heman demê de ji pirsa bingehîn jênevegere. Kapasîteya rêxistina xwe bi xwe ya civakekê, hebûna çandî û bîra civakê, li dijî mudxaleya desthilata navendî wê çawa were parastin?

Ev pirs ne tenê Dêrsimê, ji hemû erdnîgariyên ku heman pêvajo jiyan kiriye deriyê nîqaşê vedike.