‘Divê xwedî li xweparastinê were derketin û rêbazên wê werin pêkanîn’ – 3

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen, got ku êrişên li dijî jinan piralî ne û got: “Ger têkoşîna bi rêxistinkirî ya jinan çarenûsa sedsala 21’ê diyar bike, divê xweparastin zêdetir bibe û rêbazên wê werin pêkanîn.”

ZELAL JÎNDA

Navenda Nûçeyan- Em ê beşa dawî ya hevpeyvîna xwe ya ku me bi yek ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen re li ser salvegera Gulnaz Karataş (Bêrîtan Hêvî) ya di sala 1992’an de di şerê bi pêşmergeyên PDK û YNK’ê yê hevkarî bi dewleta Tirk re kiribûn, 25’ê Cotmeha 1992’an bangên ji bo teslîmbûnê bi berxwedan û tilîlî bersivand biweşînin.

Di beşa dawî ya hevpeyvîna me ya ku ji sê beşan pêk tê de Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şafak Aryen, bal kişand ku her dema têkoşîna bi bedelên mezin derbas bûye û got ku Şoreşa Jinan a Cîhanê dê bi saya mîrasa pêşengên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi pêş bikeve.

 *Em dîsa di meha Cotmehê de ne. Salvegera şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş), Gurbetellî Ersoz, Azîme, Ronahî (Andrea Wolf), Sarya (Nursel Înce) û gelekên din e. Van kesên ku di avakirina dîroka Tevgera Jinên Kurd de keda wan mezin e, tiştên ku van pêşengên jin li têkoşînê zêde kirine hûn çawa dinirxînin?

Her dema me ya tevgera azadiyê bi bedelên mezin bi pêş dikeve. Bi taybetî mehên Hezîran û Cotmehê, mehên şehîdên jin in. Wan kesan berpirsyariya çareserkirina pirsgirêkên dîrokî û civakî girtin ser xwe, bi yekbûna armanc û pratîkê jiyana xwe dan têkoşînê. Wan jinên şoreşger, berpirsyariya çareseriya pirsgirêka zayend, wekhevî û azadiyê girtine ser xwe, di vî riyê de hewl dane çavkaniya pirsgirêkê ji holê rakin, ji bo wê têkoşiyane, merheleya zêde ya pêşketinê ava kirine. Bi taybetî dema ku berê xwe dane riya azadî û şoreşa jinan, dizanibûne ku rola şoreşgeran ew e li dijî çanda tecawizê bi her awayê xwedî helwest bin û pê re têbikoşin. Bêguman ji bo pirsgirêka koletiya li ser jinan a li Kurdistan û Rojhilata Navîn ku heta qirikê hatiye, bidin dîtin, nirx û adetên civakê yên hatine rûniştandin biguherînin, li dijî rastiya dijmin ku tê wateya sazîbûyîna zayendperestiyê têbikoşin, tişta ketiye ser wan kirine. Ev yek weke ku tu koka xwe berdî bin kevirê bû. Ji ber wê bi qasî diyarkirina pêdiviya bi guherînê, têkoşîna ji bo wê jî gelek mesafeyan xwestiye. Derketina jinan a çiyayan, girtina çekê, hêza çalakiyê, xwebawerî, pêşî li pejirandina civakî vekiriye. Pela darê jî ji ber xwe ve naleqe. Vegotina pirsgirêkek bi tenê têr nake, dibe ku ji bo tesbîtkirinê baş be lê rastiyê naguherîne. Ji bo vê yekê têkoşîn pêwist e. Tişta tê ser ziman divê xwedî lê were derketin, ji bo wê ked pêwîst e, hewce bike divê bedel were dayîn. Dîroka azadiya jinan û têkoşîna wan di pêşengiya şehîdên me de, ne tenê ji bo me, hem li herêma me hem jî li qada navneteweyî de pênase û çareseriya pirsirêka jinan derxist holê, di vê mijarê de pêşketin çêbû. Îro nasnameya jina azad bû rastiyek ku dikare were pênasekirin, rexistinbûn, navgînên têkoşînê û qadên wê bi pêş ketin. Pirsgirêka jinan ji perspektîfa teng a ku femînîzma bi pergalê re bûye yek hat derxistin, hem di warê pergalî, hem civakî, hem jî kesayetî de hat pênasekirin û hat îsbatkirin ku azadî, bi pêşketina civakî pêkan e. Ev yek di sedsala me de ji bo jinan destkeftiya herî mezin e. Di pêşengiya van hevalên me de, jin bûn xwedî hêza raman, îrade, xwedîderketina li xwe. Ji bo ev yek were rewşa rêxistinbûyî, têkoşîna zayendî bi ya neteweyî û azadiya civakî re radîkalîze kir.

Nêrîna li jinan li vê erdnîgariyê guheriye

Di rewşa heyî de em ji tegeha şoreşa jinan bigrin heta divê ev yek çawa be, gelek qadên xwedî girîngiya stratejîk hatin zelalkirin û riya wan hat diyarkirin, di wan riyan de meş çêbûn, gelek serkeftinan bi xwe re anî. Niha tu kes nikare pirsgirêka azadiya jinan, têkiliya wê ya bi azadiya civakî re, desthilatdariya serdest a mêr, têkiliya wê ya bi dewletbûnê re înkar bike. Her kes dizane ku têkoşîna bi desthilatdariya mêr re divê hem di warê civakî, hem siyasî hem jî leşkerî de were kirin. Çima; lewre di têkoşîna ji aliyê tevgera me ve hat meşandin de ev yek îsbat bû. ‘Jinbûn’ di tevgera me de mijareke ku bibe propaganda nîn e, rastiyeke ku cewher, nasname, têkoşîn û stratejiya xwe diyar dike ye. Çareseriya nakokiya zayend, armanca şoreşgeriya me. Bi çareserkirina vê nakokiyê, jin hem weke kes, hem civakî, hem jî pegalî û çandî dikarin hebûn û azadiya xwe bixin bin temînatê. Tevgera zadiya jinan û artêşa wê ji niha ve xwedî pratîka ku dikare di sedsala 21’ê de pêşeroja jinan ava bike û bigihîjîne asteke baş e. Nêrîna li jinan di vê erdnîgariyê de guheriye. Baweriya bi hêza jinan û meşa li ser bingeha pêşengiya wan ji zû ve ji aliyê civakê ve hatiye pejirandin. Têkoşîna siyasî, leşkerî ya rê li ber vê vekiriye, di her warî de bi bandor bûye û tecrube û destkeftiyên girîng ava kiriye. Qadên weke namûs, exlaq, rûmet, kevneşopî, welatparêzê, nêrîna li xwezayê û têkiliya pê re, desthilatdarî, mêr, jin, jiyana civakî, aborî, siyasî, hêza xweser û gelek têgehên ku jiyana mirov diyar dikin bûne xwedî wateyên nû. Bêguman, tu ramanek ku hêz, parastina wê tunebe nikare bi pêş bikeve. Ji ber wê artêşbûyîna jinan, azadiya jinan, hêza rêxistinbûyî ya xwedî dawaza jiyanê ye û li dijî astengiyên li pêşiya wan, mekanîzmaya parastinê ye. Vê hêza ku gav paşve navêje, li dijî her cure zehmetiyê bi berxwedanê xwe heta şaneyên xwe ji nû ve ava dike, îradeya ku rastiyê bixe pratîkê ava dike û vê bi rêxistinkirinê derdixe pêşberî artêşên mezin ên cîhanê. Vê hêza ku şer birêve dibe, aqilê xwe dixebitîne, cesareta çalakiyê derdixe holê, bêguman berhema ramanek mezin û awayê pratîkbûyînê ye. Îro di her qada siyasetê de ji têkiliyên nava malbatê bigre heta sekna jinan, ji çeka milîtanê li çiya heta rabûna li dijî hemû desthilatdariyan, heta nîşaneya serkeftinê ya bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser zimanê zarokek keç a nû gavan davêje; şoreşa jinan li hemû qadan bi pêşketinên xwe ava dike. Di pêşengiya rêberê me de berhema şehîdên me ye ev. Zayîna jinan bi vê yekê ji rewşeke biyolojîk derketiye gihîştiye wateya xwe ya tam.

Şehadet dema bidawîbûna jiyanê nîn e, zayîn e; bi xwe re jiyanê, nirxan, welatê azad, li dijî îxanet û her cure paşverûtiyê, avabûna îradeyê, mezinbûn, paqijbû û ji nû ve hebûnê bi xwe re tîne. Bi vê wateyê, Cotmeh meha zayînên herî mezin, afrîneriyên herî bi hêz e. Tenê em li nasnameya hevalên xwe yên di vê mehê de şehîd bûne binêrin, tabloya jinên cîhanê derdikeve holê. Ev tabloya jinên bi her awayî hatine perçekirin, hatine hemberî hev, têkiliya wan bi reqabetê, bi hesûdiyê, bi kesên ku hev reş dikin hatiye binavkirin; li dijî van hemûyan, ji bo azadiyê bi hevrebûna xwe ava kirine ye. Gelo ji ve zêdetir serkeftin dibe? Em deyndarên şehîdên xwe ne û di meşa di şopa wan de divê em van nirxan mezin bikin, veguherînin sekna jiyanê. Ev berpirsyarî, ji bo her jina ku xwedî zanînê ye, ya kesên ji bo azadiyê diaxivin e. Exlaq jî ev e, namûs jî ev e. Bi serkeftina têkoşînê, xwedîderketina li xwe û civaka xwe vê dixwaze.

*Jin bi ruhê têkoşînê yê di pêşengiya têkoşîna azadiya jinan de bi pêş ket, bi îdiaya ku sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan dimeşin. Li dijî vê yekê di vê serdema ku zihniyeta serdestiya mêr, jinan bi pergalê ve entegre dike, dike perçeyek qirkirina nijadê, ji qetliaman de derbas dike heye. Gelo dê jin li ser xeta xweparastinê çawa xwe biparêzin? Ji vî aliyê ve girîngiya şoreşa jinan çi ye?

Girîngiya sedsala 21’ê ew e ku nakokiya  di navbera zayendan de êdî tê dîtin, bi qasî ferzkirina çareseriyê, têkoşîna rêxistinkirî ya jinan jî weke alî, di şerê diyarkirina pergalê de çalak bibe. Bêguman hê diyar nîn e ka dê ev sedsal bibe ya jinan an na, ev potansiyel heye lê ya ku encadmê diyar bike têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan e. Şansa herî mezin a jinan ew e ku hem ji aliyê bîrdozî ve hem leşkerî ve xwedî pêşengiyê ne. Di nava şerê ku heta niha didome de daxwazên ji bo wekhevî û azadiyê û xwedîderketina beşên mezin li vê daxwazê, encama vê yekê ye lê pergala desthilatparêz nasekine, çawa ku qadên berfireh ên li dijî xwe ku xwedî potansiyela mezin in, xistiye nava pergalê û bêbandor kiriye; heman tiştî li dijî jinan ji gelek aliyan ve dike. Ji aliyekî ve di çarçoveya siyaseta qirkirinê de hewl dide gelan û jinan bîne rewşek wisa ku nikaribin li warên xwe bijîn. Polîtîkaya koçberkirinê, bi awayê pergalê dide meşandin, ji aliyekî ve hewl dide sosyalîteya nelihevhatî ya modernîzmê û ezezîtiyê li ser jinan kûr bike. Ji aliyekî ve jinan weke kes dike hevkarê siyaseta xwe, bi wê yekê hewl dide girseyên xwe bixapîne, wan bike hevparê biryarên qirkirinê, ji aliyekî ve di çarçoveya şerê taybet de xwe bi çekên zayendperest-netewperest-olperest girê dide, jinan bi pêkanînên herî paşverû re rûbirû dihêle û dixwaze hêza ku pergalê biguherîne asteng bike. Bi taybetî ji bo bandorên xeta azadîxwaz a Rêber Apo û tevgera azadiya jinan a mezin, têkoşîn, çand, sekn, berxwedêriyê bişkîne di nava hewldanan de ye. Li dijî pênasekirina jinan û guherîna mîsyona wan, hewl dide îradeya siyasî bişkîne, pergalê belav bike. Bi armanca ku civakê bi riya jinan dejenere bike, fuhûş, tiryak û hwd. teşwîq dike, li Kurdistanê bi riya leşkerên bi pere tecawiza li dijî jinan zêde dike. Bi vê yekê êrişê nirxên civakê dike, bi riya terîqetan, pîvanên paşverû yên ji bo jinan li ser civakê ferz dike. Bi taybetî bi hedefgirtina jinan hewdana sîxuriyê û polîtîkayên hwd. weke hemleyên dewleta desthilatdar a mêr tên pêşxistin. Bi vê yekê armanc ew e pêşî li pêşketinên ku bi saya Rêber Apo û tevgera azadiya jinan çêbûye were girtin û dejenerekirin. Êrişa li dijî jinan piralî ye. Di civînên NATO’yê de ji pozên ku jinên siyasetmedar didin, heta zagonên leşkeriya bi zorê gelek tiştan dike. Hiştina jinan di bin însafa Talîbanê de û rêxistinên hwd. heta firotina li bazaran ji aliyê DAIŞ’ê ve, zindanan tije jinên siyasî kiriye. Ji zarokên weke Narîn ên 8 salî ku piştî tecawizê hatine qetilkirin, heta rexistinbûna sîxuriyê, hemû rewşên bê parastin ên jinên koçber bûne bi her awayî bi kar tîne. Ji betalkirina metnên ku mafên jinan dixe bin temînata zagonan, heta normalîzekirina cînayetên jinan, li her qadê êrişên berfireh tên meşandin. Ev hemû nîşan didin ku li dijî têkoşîna jinan a sedsala 21’ê şer hatiye destpêkirin. Aqil û pergala mêr bê merhemet e û dema ku îhtîmala devberdana ji desthilatdariyê derdikeve holê, xirabiyek ku neke tune ye. Em vê hem ji dîrokê hem jî ji roja xwe dizanin.

A ku encamê diyar bike gihîştina jinan a hêza parastinê ye

Cudahiya îro ya ji dîrokê, zindîbûna zanîna jinan e. Ya ku encamê diyar bike gihîştina jinan a hêza xweparastinê ye. Ger desthilatdariya mêr ji her eniyê ve êriş bike, maf û berpirsyariya jinan heye ji her eniyê bersiv bidin. Jixwe ji derveyî vê rizgarî nabe. Ger çarenûsa sedsala 21’ê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan diyar bike divê ji her demê zêdetir xwedî li pîvana xweparastinê were derketin. Xweparastin; bi qasî zanîna nasnameya xwe, zêdebûna tiştên ku nayên pejirandin dixwaze. Bi xwedîderketina li vê ji bo ku tiştên li dijî wan helwest hatiye danîn neyên jiyîn divê tu bi xwe bibî hêza têkoşînê. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn di rastiyê de qetliamên li ser gelan, jinan piralî û kûr armanc dike. Kî lê temaşe bike û tiştek neke dê were qetilkirin ji ber wê divê teqez her jin berê xwe bidin rêxistinbûnê. Ji mala xwe heta kolanê, ji dibistanê, heta cihê kar, li her warê jiyanê, heta çiyayan, li dijî serdestiya mêr û polîsên wî, artêşa wê, rêbazên olperest û netewperest, terîqetên wê, sîxur, xayîn û sîmsarên jinan xwe bi rêxistin bike.

Rewşa kaotîk tê wateya dema herî qels a pergala desthilatdariya mêr. Êriş dike lewre ditirse ku winda bike. Wê demê em derfeta berhevkirina wê nedin, nehêlin jiyana xwe li ser qetilkirina jinan û gelan bidomîne. Ango destkeftiyên mezin û tecrube hene, rêxistinbûn û pêşengiyek jinan heye, tenê divê mirov bikeve bin vê sîwanê û xwedî li berpirsyariyên xwe derkeve. Niha dê li dijî qetilkirina zarokeke keç a 8 salî ji aliyê hizbulkontraya bi olperestiya bi rûpoş, deng neyê derxistin? Dê li dijî yên ku Kurdistanê û Rojhilata Navîn dişewitînîn û dirûxînin bêdengî hebe? Dê li hemberî hêzên çekdarî yên ji dewletê hêzê digrin û tecawizê kirine weke çandek serî neyê rakirin? Destên kesên ku ziman û govendê qedexe kirine neyên şikandin, tif li rûyê îxanetkarên ku welatê xwe firotine neyê kirin? Dê milên kesên ku darên me dibirin, welatê me dikin çol neyên şikandin? Gotinên kesên ku siyasetê veguherandine meşrûkirina qetliaman di devê wan de neyên hiştin? Dê ji kesên ku gelan, mirovan tune dihesibînin, li qadên polîtîk erdnîgariya me pêşkêş dikin bersiv neyên dayîn? Dê pergala kesên ku dayikên me yên 70 salî di zindanan de terkî mirinê dikin bi serê wan de neyê xirakirin? Ji bo em li jiyanê, li xwe, li rûmeta xwe xwedî derbikevin û şoreşa jinan pêk bînin divê em van hemûyan bikin.

Bêrêxistinbûn û bê berpirsyarî dikuje

Di vê demê de bêrêxistinbûn dikuje, xwekişandin, newêrekî, pêşnedîtin û bê berpirsyarî dikuje. Di serî de jinên ciwan, divê her kes xwe bi amûrên parastinê bipêçe. Redkirin jî parastin e, li kolanan çalakî jî dikarin tora rêxistinbûna dijmin bêbandor bihêlin. Ji yekîneya herî biçûk, heta girseya herî mezin, ger jin bi perspektîfa parastinê tevnegerin dê ji bo tu kesê pêşeroj tunebe. Ango bi pêkanîna mekanîzmaya xweparastinê divê hêza çalakiyê çêbibe. Dijmin bi qasî gelan û jinan mezin nîn e. Em ê vê bizanibin. Ji dewletê çare nayê hêvîkirin lewre ew bi xwe çavkaniya xirabiyan e. Niha yekîneyek jinan a bi pîvana xweparastinê radibe, çima nikaribe pêkanînên dijmin ên li kolana xwe, li gundê xwe, li bajarokê xwe, li bajar û dibistana xwe vala derbixe? Tecawiz weke polîtîkaya şerê taybet ji aliyê MÎT’ê ve tê birêxistinkirin. Divê em vê derxin holê, deşîfre bikin, bi girseyî li dijî derbikevin lê em kesên vî sûcê dikin jî bê ceza nehêlin. Çima yekîneyek jinan a rêxistinbûyî ji bo tecawizkarek cezayê heq dike nede. Ev qet zehmet nîn e.

Divê bi xweparastinê bersiv ji şerê kûrbûyî re were dayîn

Xweparastin mafê jiyanê ye. Bi ji nedîtîve hatina bûyeran an jî sempatîzaniya rastiyê û bendewawriya ji kesên din, şoreş nabe. Jin azad nabe, civak azad nabe. Li navçeyek hebûna çend yekîneyên parastinê jyên i hev cuda jî dikare wisa bike ku dijmin, yekîneyên şerê taybet, tecawizkar, xayîn, sîxur nikaribin tevbigerin. Li dijî şerê kûrbûyî ger bi xweparastina baş bersiv were dayîn azadî dikare pêkan be. Li çiyayan artêşeke jinan a li ser navê hemû jinan şer dike heye. Bi awayê herî fedakar, radîkal beşdar dibe. Xweparastin, mezinkirin, zêdekirin, girtin çekên şehîdên me hewce dike. Lêgerînên şexsî yên modernîteyê, jinan nabin tu cihekî. Ji ber wê divê jinên ciwan bi vê berpirsyariyê tevli gerîla bibin û hêzeke ku bikaribe artêşa jinan bi bandortir bike were afirandin. Îro têkoşîna azadiya jinan a li welatê me didome, li ser herêma me û cîhana me bandorek mezin çêkiriye. Têkoşîna jinan û gelan a sedsala 21’ê bi esasgirtina dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ weke riya bîrdozî hatiye diyarkirin. Ev hem bandoreke mezin a bîrdozî ye hem jî mercên ku li ser bingeha têkoşînê çêbûne nîşan dide. Her çendî awayê rêvebirinê cuda bin jî em di nava şerekî cîhanê yê armanca wê hemane de ne. Kesên ku di nava rastiya şer de li xwe xwedî derkevin, hêza xweparastinê nîşan nedin, dibin qurbanên vî şerî. Ji ber wê berpirsyariya her kesê ew e ku di bin sîwana ‘Jin Jiyan Azadî’ de bizanibin aliyekî şer in û li gorî wê tevbigerin. Nekirin tê wateya lipaşmayînê û bêpariya exlaqê mirovahiyê û encama wê heta qetliama fizîkî diçe. Ger li çiyayan dar bên birîn, av di bin navê bendavê de dibin amûrên projeyên leşkerî, zozan ji bo sermayeyê bên pêşkêşkirin, tecawizê zarokan bê kirin, xayîn bê şerm li kolanan bigerin tê wateya ku jiyan nemaye. Ger hêzên leşkerî zindan û kolanan veguherandibin cihên îşkenceyê, kesên ku pênc quriş nakin li ser keda mirovan rûniştibin; weke ku tiştek nebûbe mirov hewl bide jiyana xwe bidomîne, mirov ji mirovahiyê dûr e, jiyan heram e. Divê me vê bizanibin.

 Divê pêşeng rola xwe bilîze lê ger pevçûn li gelek deran û li qadên berfireh çêdibin divê were zanîn ku her kes divê daxilî pêvajoyê bibe û berpirsyariya xwe bi cih bîne. Rewşa niha nîşan dide ku tesbîta Rêber Apo ya “Dê jin cîhanê rizgar bikin” çendî di cih de ye. Di vî wêneyê de têkoşîna jinan tenê dikare bi avakirina hêza civakî makanîzmayeke ku cîhanê rizgar bike bi peş bixe. Derfetên vê hene û ev yek ji bo me rûmet e, moral dide me, ferman dide ku em serê xwe netewînin. Wê demê divê em ji derveyî stêrkan li ser serê xwe bi qasî misqalî zere serdestiyê nepejirînin, bizanibin ku jiyan ev e, bi xwebaweriyê, bikevin tevgerê û îradey jinan bi şoreşê re bikin yek. Rêhevala me Bêrîtan çawa ku di dema dawî ya jiyana xwe de li ser bingeha vejînê bi tilîliyan, armanca xwe nîşanî xayîn û dijmin da û pîvanên ji bo rûmeta mirovbûnê diyar kir; divê em heman helwest zêdetir bikin û bikin hêza jiyan û têkoşînê. Em bi xwe, bi jinan, bi dayikan bawer in, em ê teqez bi serkevin. Ez bi vê bawerî û biryardariyê we û hemû jinan, bi hezkirin û rêzdarî silav dikim, salvegera 31’emîn a artêşbûna jinan pîroz dikim, dibêjim; girêdana bi bîranîna şehîdên me re sedema jiyana me ye.

Dawî…