Di sala 2022’an de têkoşîna azadiyê ya jinên Êzidî - PANORAMA

Jinên Êzidî di tevahiya sala 2022’yan de bûn xwedî têkoşînek têr û tijî, di hemu qadên siyasî, civakî de têkoşiyan.

SITÎ ROZ

Şengal – Cîhan saleke din li pey xwe dihêle. Îsal jî welatên cîhanê şahidî ji şerê dagirkerî ferşîzan, gerîlayên ku ji bo azadiyê bûn xelek, berxwedana jin, xweza û hemû zindiyan re kir. Bû cihê lêgerîna ji bo azadî û demokrasiyê û di heman demê de bû cihê texrîbata li ser xweza, mirov û gerdûnê. Em ber bi dawiya saleke ku şer hê jî didomin, bi qasî şer, berxwedan jî mezin dibe ve, ber bi sala 2023’yan ve ya ku her kes li bendê bû ve diçin. Jinên Êzidî yên li Şengalê jî bi têkoşîna xwe salek li dû xwe dihêlin. Ji aliyê jinên Êzidî ve sala 2022’yan çawa bû? Em ê bi hevpeyvîna xwe ya ku me bi berdevka jinên Êzidî Riham Heco û endama yekitiya jinên ciwan ên Êzidî Lîza Zerdeşt re kir behsa vê salê bikin. Di hevpeyvîna ku me bi berdevka TAJÊ Riham Heco re kir, me behsa serhildanên ku bi dirûşma “jin, jiyan, azadî” dest kirin, destkeftiyên ku bi felsefeya Apoyî ji bo jinan çêbûne, jinên ji qirkirinê hatine rizgarkirin, derewên welatên cîhanê yên di warê pênasekirina qirkirinê de pergala xweser a li Şengalê û jinan, pirsgirêkên civakî, kar û xebatên jinên Êzidî yên di nava salek de û gelek mijarên din kir.

Ji 70 Km wê ve şoreşa jinan

Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li cîhanê veguherî şoreşa jinan. Serhildana ku jinên Kurd jê re pêşengî kirin veguherî têkoşîna azadiya jinan. Jinên Êzidî îsal çawa nêzî serhildanên jinan ên ku mora xwe li salê dan bûn? Felsefeya ku bi gotinên “jin jiyan azadî” jiyandar bû, ji bo jinên Êzidî tê çi wateyê?

Ji bo me jinên Êzidî sala 2022’yan bi zorî û zehmetî, serkeftin û destkeftiyan derbas bû. Ji bo me ev ev sal bi gavên nû, pêşketinan derbas bû. Ji bo vê em jinên Êzidî sala 2022’yan ji bo xwe ji aliyê manewî ve girîng û serkeftî dibînin. Bêguman îsal jî sekna dayikan mora xwe li berxwedana bêtirs û bi cesaret da. Bi gotineke din, em bibêjin, dayik bûn pêşengên berxwedanê.

Serhildanên jinan ên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, ji bo şoreşa jinan a li cîhanê bû asteke nû. 11-12 sal e şoreşek ku li Rojhilata Navîn dest pê kiriye heye. Şoreşa herî bi bandor a ku bi dirûşma “jin jiyan, azadî” dest pê kiriye ye.” Şoreş bi ruh û îradeya jinan didome. Şoreşa jinan a niha, xwedî ruhekî wisa ye ku dikare hemû jinên cîhanê bîne ba hev. Rola pêşeng a şoreşên li herêmê jinan girt ser milên xwe. Ji ber vê yekê li her derê jin hatin hedefgirtin. Em jî wek jinên Êzidî, di nava vê pêvjoyê de bûn. Tişta ku ji bo şoreşa jinan ket ser milan me bi cih anî. Ruhê me bû yek û hêz û moral da me, bû pêvajoyek bi cesaret û ders ji bo me. Em jinên Êzidî ji hevpariya jinan ku bi pêş ketibû dûr neman. Tevî hemû êrîşên li ser Şengalê jî jinên Êzidî xwedî li jinên pêşeng derketin. Vê rastiyê, bi bandora fikir û felsefeya jin jiyan azadî ya Rêber Apo bi jinên Êzidî re bi pêş ket. Berê sînorê jinên Êzidî diyar bû, ji 70 km. derbas nedibû ev sînor. Ev sînor jî jixwe yê Şengalê bû. Ji derveyî vê, çi dibû çi diqewimî, jin çawa dijiyan, pirsgirêk, destkeftî û qetliamên çêdibûn, me eleqedar nedikirin. Lê dû re ne fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Vê felsefeyê me guherand û em ji 70 km’yan derbas bûn. Em êdî wekî berê nebûn, me destkeftiyên jinan parast û em bûn xwedî ruhekî ku dijî qeliamên li dijî jinan disekine. Ji bo me, têkoşîna jinan hevpar e.

Di nav tevahiya salê de jinên Êzidî li dijî çekên kîmyewî yên li ser gerîla tnê pêkanîn, tecrîda Îmralî û her cure tundiya ku li ser jinan bi pêş ket li ser lingan bûn. Hin çalakiyên  ku jinên Êzidî di nav salê de li dar xistin wiha ne;

  • Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nêzîkatiyên CPT û saziyên navneteweyî, polîtîkayên pergala Îmralî ya qirkirinê di nav salê de yek ji rojvên esasî ya jinên Êzidî bû.
  • Şoreşa Jinan, berxwedana jinên Êzidî, jinên ku di vê riyê de hatine qetilkirin bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî lê hat derketin.
  • Hesaba Axîna 6 salî ya li kampa Çem Mişko ya li Başurê Kurdistanê piştî tecawizê hat qetilkirin, hat pirsîn; jinan viya weke berdewama fermanê nirxand.
  • Li dijî êrişên dagirkeriyê, çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayan jin bi bertek bûn û bi çalakiyên xwe xwedî li gerîla derketin.
  • Li dijî tundiya li ser jinan hişyarkirin, li ser vê yekê bertekên xwe anîn ziman, semîner û meşên ku hemû beşên civakê digrin nava xwe li dar xistin.
  • Weke her salê, îsal jî bibîranîn, pîrozbahî, cejn, rîtuelên baweriyê li gorî çanda civakî hatin pêkanîn.
  • Ji bo PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin 40 hezar û 446 îmze hatin komkirin.

*Di fermana 74’an de ji 3504 jinên ku ketibûn destên DAIŞ’ê  2500 hatin rizgarkirin. 8 sal derbas bû, DAIŞ hat têkibirin û hê jî bi sedan jinên ku di destên şaneyên veşartî de ne, li benda rizgarkirinê ne. Îsal jî jinên ku hatin rizgarkirin hebûn. Ji bo rizgarkirina jinên dîl we têkoşînek çawa meşand?  

Hemû kesên ku di bin pergala Şengala Xweser û Demokratîk de bûn, peywira wan a yekem ew bû ku ji bo mirovên me yên di destên DAIŞ’ê de rizgar bikin têbikoşin. Armanca yekane ya tevgera jinan di sala 2022’yan de ew bû ku ji bo jinên ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatibûn girtin rizgar bike têbikoşe. Di vê mijare de hewldanên me yên zêde çêbûn. Heta niha bi hezaran jin ji aliyê QSD-YPG-YPJ’ê ve hatin rizgarkirin. Em jî ji destpêka salê ve heta niha bi Bakur Rojavayê Sûriyeyê re di nava têkiliyê de bûn. Jinên Êzidî tenê li Reqa, Dêrazor an jî kampa Holê nîn in. Li hemû welatên Rojhilata Navîn û cîhanê hatine belavkirin. Em dizanin ku wan revandine birine Iraq û Tirkiyeyê. Ji bo em vê yekê eşkere bikin, em bênavber xebitîn. Îsal li Iraqê me bi rayedarên hikumetê re, bi nûnerên NY’yê re û bi gelek saziyên navneteweyî re hevdîtin kir. Me xwest komîteyên hevpar werin avakirin. Bi van komîteyan, me xwest mirovên beşdarî DAIŞ’ê bûne, li welatên dimînin werin darizandin, hesab ji wan were pirsîn û bi taybetî ji bo tevahiya Iraqê jinên winda werin dîtin xebat werin kirin. Em baş dizanin li tevahiya Iraqê şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê hene û her roj êrîşên cihên cur be cur dikin. Bi taybetî li hinek herêman êrîşên wan zêde ne me jî xwest ev herêm werin lêkolînkirin lê gelek saziyên ku me bi wan re hevdîtinan kir, bersiva me nedan û destek nedan me. Hemûyan tenê xwest jinên ku ji kampa Holê tên rizgarkirin, bi tevgerên jinan re werin pêşwazîkirin û teslîmê malbatên xwe werin kirin.

Yanî xwestin bibin hevparên serkeftinên QSD-YPJ û jinên Êzidî. Ev nêzîkahî berjewendîperest bû. Me fam kir ku qirkirina li ser jinên Êzidî çêbûye, wisa ji bo dewlet û saziyên ku behsa demokrasiyê dikin xem nebû. Em nebin jî QSD-YJP-YPG, li ku şopa jineke Êzidî bibînin ji bo rizgar bikin her tişt dikin. Ji aliyê xwe ve TAJÊ bi serê xwe xebatên dîplomatîk meşand.

*Îsal ji bo ferman wekî jenosîd were naskirin, di warê dîplomatîk û giştî de we xebatên çawa kir?

Tevî rizgarkirina jinên dîlgirtî, di warê dîplomasiyê de jî xebatên me çêbûn, ji bo ferman werkî jenosîd were naskirin. Di vê salê de me komxebat û konferansek li dar xist. Li Şengalê bi mijara fermanê komxebatek hat lidarxistin. Jinên Ereb û aktivîstên ji Başûrê Kurdistanê û Kerkukê beşdarî komxebatê bûn. Ji bo fermana ku li serê jinên Êzidî rabû, wekî jenosîd were naskirin, homîsyonên hevpar hatin avakirin. Li ser heman mijarê li Bexdayê konferansek hat lidarxistin. Beşdariya vê konferansê berfirehtir bû, gelek biryar hatin girtin. Armanca me ew bû, em jinên Êzidî û Ereb bikin hevpar û li dijî fermanê rawestin, di serî de Iraq, bi hemû cîhanê bidin qebûlkirin ku ferman jenosîd e. Ji derveyî wê, bi qasî ku hêza me têr kir, em beşdarî xebatên ji bo jinan ên li derve ku em hatibûn vexwendin bûn. Her wiha li Almanyayê, bi desteka komeleya jinên Êzidî, di xeta Ewropayê de me xebatên dîplomatîk meşandin. Konferansa ku li Tûnisê ji 40 welatan jin beşdar bûbûn, tevgera jinên Êzidî jî hat vexwendin. Ji bo me aliyek trajîk ê konferansê hebû, gelek kesên ku beşdar bûbûn haya wan ji qirkirina ku li ser me pêk hatibû û tiştên em jiyabûn tunebû. Heta wê demê me digot qey heya hemû cîhanê ji fermana ku li serê me hat rakirin heye. Di heman demê de em bextewar bûn ku me derfet dît em behsa xwe bikin. Me qirkirina ku li ser me pêk hat û êrîşên ku bênavber didomin ji jinan re vegot. Tecrubeyên nû çêbûn ji bo me. Di konferansê de her ku me li jinan guhdarî dikir, me zêdetir asta qirkirina jinan fam dikir. Jinên hatibûn wê derê jî bûyerên wekî me jiyabûn. Me dît ku qirkirina li ser jinan li her derê cîhanê heye, tenê cudahî ew e ku her yek bi rengekî pêk tê.

Her wiha ji bo konferansa jinan a li Elmanyayê jinên Êzidî hatin vexwendin her wiha ji bo konferansa jinan a navneteweyî jî jinên Êzidî hatin vexwendin lê dewleta Elmanyayê ji bo hevalên me yên ku beşdarî konferansê bibin vîze neda û çûyîna wan asteng kir. Bi vê yekê derfet çênebû ku em biçin wê derê behsa fermanê bikin. Elmanayê bi vê helwesta xwe hewl da hevkariya xwe ya bi DAIŞ’ê re veşêre. Dewlet hemû jî baş dizanin çi hatiye serê me lê gelên wan welatan û jin nizanin. Ji ber vê nahêlin em xwe bigihîjînin gelan û jinan. Jixwe hêvî û bendewariyek me ji dewlet û hikumetên wan tune ye, hêviya me jin û gelên welatan in.

Di sala 2022’yan de 11 jin û zarok ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Jin û zarokên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgar kirine;

  • Sewsen Hesen Haydar a 23 salî li Şengalê ji dayîk bûye,
  • Wefa Elî Ebbas a 19 salî ji gundê Koço ye,
  • Mazin Cirdo Xelef a 15 salî ji gundê Werdiye ye,
  • Rusîta Hacî Baco ya 16 salî ji Til Qeseb e,
  • Canê Ziyad Heyder a 15 salî ku ji gundê Solax e,
  • Du xwişkên ji gundê Solaxê; Aliye Xelef Xidir a 10 salî û Nidal Xelef Xidir a 13 salî
  • Jinên ku ji aliyê malbatên wan ve li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin;
  • Delal a 25 salî û keça wê ya 8 salî,
  • Rojda ya 23 salî hatin rizgarkirin. 

Ji bo fêmkirina nêzîkatiyên welatan ên li hemberî jenosîd û  fermana ku gelê Êzidî rû bi rû ma, welatên ku di sala 2022’yan û beriya wê jenosîd û fermanê nas kirine wiha ne;

  • Di sala 2015-2016’an de Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe de destnîşan kiriye ku DAIŞ bi awayekê plankirî li dijî Êzidiyan ‘qirkirinê’ pêk aniye.
  • Di sala 2016’an de Parlamentoya Ewropayê biryar da ku qirkirina Êzidiyan nas bike.
  • Di sala 2016’an de DYE’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew jenosîda li ser Êzidiyan û kêmneteweyên din hatiye pêkanîn dinase.
  • Di sala 2017’an de Meclisa Parlamenter a Konseya Ewropayê (AKPM) bang li dewletên Ewropî kir ku bi awayekê fermî jenosîda ku li Iraq û Sûriyeyê li ser Êzidî, Xirîstiyan û Sûniyan hatiye pêkanîn binasin.
  • Di 2018’an de Parlamentoya Ermenistanê sûcên ku li dijî Êzidiyan hatiye pêkanîn weke ‘jenosîd’ nas kir.
  • Di sala 2018’an de Kanadayê jenosîda li dijî Êzidiyan tenê bi awayekê “jêbirina nasnameyan” girt dest lê negot jenosîd. Kanada ji bo jinên Êzidî yên ji destên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin bibe welatê xwe polîtîkayek taybet dimeşîne.
  • Di sala 2018’an de li parlemantoya Awustralyayê Meclisa Nûneran, pêşnûmeyek ku jenosîda ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî dike, qebûl kir. Bang kir ku sûcdar bên lêpirsînkirin û darizandin.
  •  Di sala 2019’an de Parlamentoya Portekîzê jenosîdê nas kir.
  • Di sala 2021’ê de Parlamentoya Belçîkayê, sûcên ku DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî kirine weke “jenosîd” qebûl kir.
  • Di sala 2021’ê de Parlamentoya Hollandayê sûcên ku di sala 2014’an de li dijî civaka Êzidî hatine kirin wek “jenosîd” qebûl kir.
  • Di sala 2022’an de Hikumeta Brîtanyayê, hovîtiya DAIŞê li dijî Êzidiyan hat pêkanîn şermezar kir lê sûcan wek jenosîd nas nekir. Da xuyakirin ku biryar ji hukmê wêdetir polîtîkayeke ku li dadgeha cezayê bilind bê sepandin dihewîne.
  • Di sala 2022’an de Parlamentoya Luksemburgê tiştên li dijî Êzidiyan hatin kirin weke “jenosîd” nas kir.

*Di pergala xweser û demokratîk a Şengalê de jin pêşeng û rengê esas ê pergalê ne. Di bin sîwana pergalê de jin bi rêxistinkirina tevgera jinan, hevserokatî, meclis, komîte û komunan îfade dikin. Di nava vê salê de jinan ji bo avakirina Şengala xweser û demokratîk çi kirin?

Jinên Êzidî di bin zextan de li malan hatin dîlgirtin. Jin hînî vê rewşê hatin kirin. Me jinên Êzidî yên ku hînî koletiyê bûbûn azad kir, ji malên ku li wan hatibûn hepiskirin derxist derve. Di vî warî de xebatên me yên bênavber çêbûn. Hewldana me ya sereke ew bû ku jinên Êzidî bi hêza xwe, heqîqeta xwe bihesin, bi hebûna xwe bizanibin. Em hewl didin jinan bînin asteke ku bikaribin xwe biparêzin, li ser piyên xwe bisekinin. Divê jin di her warî de zana û şiyar bibin. Ji bo vê yekê em îsal bi giranî li ser hişmendiyê xebitîn.

Pergala xweser ji bo Êzidiyan pergaleke nû ye. Ev pergal bû 8 salî. Em Êzidî bi salan hînî pergala dewletê, terzê desthilatdariyê hatin kirin. Ji ber wê dema me dest ji hînbûnên xwe berda û em derbasî pergala xweser bûn, zehmetî çêbûn. Tişta ku jinan ber bi pergala xweser ve bir, pergala hevserokatiyê bû û bêguman vê yekê bala civakê kişand. Civak wekî tê zanîn hînê serokek mêr bûbû. Li gorî civakê di sazî û dezgehên dewletê de rêveber tenê mêr bûn. Piştî ku em derbasî pergala hevserokatiyê bûn, hevalên mêr, xwe wekî berpirsyarên yekem, jina hevserok jî wekî alîkar dîtin. Di warê biryarên bi hev re, pejirandina awaye xebatê de zehmetî çêbûn. Jin li dijî vê nêzîkahiyê têkoşiyan. Niha pergala hevserokatiyê, di nava dezgehên vê pergalê de hatiye rûniştandin lê niha jî em di pejirandina vê pergalê ya ji bo hemû beşên civakê de pirsgirêkan dijîn. Îsal em di vî warî de têkoşiyan. Di vê mijarê de me semîneran li dar xist, em çûn serdana malbatan û di bin banê meclisan de me perwerdeyan da. Li meclis, sazî û qada siyasî, pergala hevserokatiyê hat rûniştandin. Bi taybetî di warê dîplomasiyê de sekna jinan bi bandor bû.

*Bandor û şopa zîhniyeta mêr a serdest û ya fermanan, bûn sedem ku di civaka Êzidî de pirsgirêkên civakî kûrtir bibin. Wekî TAJÊ îsal hûn bi çi awayî li ser pirsgirêkên civakî û çareseriya wan sekinîn?

Îsal yek ji xebatên me yên sereke pirsgirêkên civakî bû. Jinên Êzidî, zexta mêran ji bo xwe wekî çarenûs dibînin. Di civakê de jin tenê ji bo werin zewicandin tên perwerdekirin. Zarokên keç hîn dikin ka dê li malek çawa bibin jin û bi wan didin qebûlkirin. Ji bo jinan ji derveyî zewacê tiştek din rewa nayê dîtin. Ji ber ve ferasetê em îsal bi gelek pirsgirêkan re rûbirû man. Me hewl da em 300 pirsgirêkên bi vî rengî çareser bikin. Çend ji van pirsgirêkên sereke, zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî û nexweşiyên derûnî bûn. Her wiha divê em bibêjin ku îsal xwekuştina jinan û cînayet li gorî sala borî kêmtir bûn. Ji bo xwekuştin û cînayetan, bi salan e em bênavber dixebitin. Em gund bi gund, mal bi mal geriyan. Di wan serdanan de em bi jin û mêran re li ser pirsgirêkên civakî axivîn, hema bibêje me her malê kir cihe perwerdeyê. Di bingeha hemû pirsgirêkan sedem, êrîşên li dijî pîvanên exlaqî û rêgezên civakê bûn. Jinên ciwan di temenê biçûk de bi evîn sexte dihatin xapandin û zewicandin û ev zewac, piranî bi hevberdan û xwekuştinê bi encam dibûn. Pirsgirêkên ku bandora xwe zêdetir li ser jinan dikirin ev bûn. Me dît ku pirzewaciyê jî di civakê de pêşî li krîzên derûnî vekiriye.

Ji ber van sedeman, îsal 250 jin ji hevjînên xwe veqetiyan. Van kesên ku hev berdan hema bibêje temenê hemûyan ji 25 salan biçûktir bû. Em dikarin bibêjin ku pirsgirêkên îsal ev bûn lê pirsgirêkên herî giran, li kampên Êzidiyan ên li Başûrê Kurdistanê çêbûn. Li wan kampan, bûyerên cînayet û xwekuştina jinan îsal pir zêde bûn. Li wan kampan zextên derûnê, mercên jiyanê, siyaseta çewisandinê ya li ser kampan, bi xwe re encamên wiha anî. Bûyerên kiryar nediyar, tecawiz û şîdeta li dijî jinan, wan kampan îsal ketin rojeva me. Wekî din jî îsal polîtîkaya sîxurkirinê ya PDK’ê li ser şêniyên kampê zêde bû. PDK bi siyaseta xwe ya zextker jinên Êzidî ber bi xeta îxanetê ve dibe. Jin ji  bo xwe û malbatên xwe dikevin rewşeke wisa ku zextên PDK’ê yên ji bo sîxuriyê bipejirînin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û zanabûna jinan, me îsal xebatên xwe zêdetir kir. Di nava salek de di bin banê her meclisê de du dewreyên perwerdeyê hatin dayîn. Li ser mijarên, jin û malbat, dîroka jinan, jineolojî, pêşengiya jinan a di pergala xweser de perwerde hatin dayîn. Îsal me 7 dewreyên perwerdeyê da. Ev perwerde hemû 10 rojiyan domiyan û girtî bûn. Her wiha di bin banê her meclisê de du dewreyên perwerdeye hatin dayîn. Jinên di nava meclisê de û yên ji derveyî meclisê, di warê şerê gelê şoreşgerî û parastinê de hatin perwerdekirin. Jin dibêjin ku em naxwazin fermanên din jî bijîn û ji bo vê yekê em ê xwe ji fermanan biparêzin. Divê vê pemaya jinan baş were famkirin. Îsal nêzî 300-400 jin di bin banê meclisa jinan û akademiyê de hatin perwerdekirin.

Di dawiya salê de jî me kongreya xwe ya duyemîn li dar xist. Me raporên xebatên xwe yên du dalan derxist.Kongreya me, dema ku li dijî Şengalê êrîş pêk dihatin, hat lidarxistin. Me di kongreyê de xebatên xwe nirxand û ji bo pêşerojê plansaziyan kir. Me ji bo xebatên xwe yên du salên li pêş nexşerê amade kir. Mijara rêxistinbûn û parastina ji fermanan mora xwe li kongreyê da. Ji bo vê komîteya bi navê “xwe ji fermanan biparêze” hat avakirin. Rewşa şer a li herêmê û li cîhanê li ber çavan e. Pêdiviya sereke ya civak û jinên Êzidî ew e ku xwe ji fermanên dijmin û zordariya mêr biparêzin. Me xwest komîtey lihevhatinê were avakirin. Em dizanin dema ku nelihevkirinên di navbera Êzidiyan de bi dawî bibin, bi tifaq û têkoşîna hevpar pêk were, em ê bikaribin xwe ji fermanan biparêzin. Di sala nû de em ê jinan bi hevpeymana civakî ber bi têkoşînê ve bibin û bi feraseta ku xwe dispêre hêza cewherî bi rêxistin bikin. Em ê komîteyên xwe bêhiztir bikin, di sala nû de bi beşdariyek zêdetir xebatên xwe bikin. Nexşeriya me “jin, jiyan azadî” ye.

Xebatên ku jinên Êzidî yên di sala 2022’an de li dijî “qirkirina jinan” meşandin;

  • Di 29’ê Çileyê de bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJE) jinên Êzidî û Ereb li komxebata “bi mijara Ferman” li hev civiyan.
  • Bi awayeki aktîf tevlibûna jinan ji konferansa Kurdên Feylî û Êzidiyan ku di 5’ê Adarê de li Bexdayê hate lidarxistin, çêbû.
  • Di 7’ê Tîrmehê de li Bexdayê konferansa jinan a navneteweyî bi pêşengiya jinên Êzidî bi sernavê “qirkirina li dijî jinan” hat lidarxistin. Jinên ji welatên Ereb, Rûsya, Almanya, Iraq û Başûrê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.
  • Koordînasyona jinên Êzidî ku nûnerên jinên Êzidî yên li welat û derveyî welat dijîn dihewîne hat avakirin.
  • Di salvegera fermanê de ji 200 sazî, rêxistin, rêxistin, akademîsyen û kesayetên navdar ên li Iraqê û derveyî Iraqê re dosyayên li ser fermanê hatin şandin. Wek bersiva dosyayê ji gelek welatên Ereb welat û sazî û rêxistinên Ewropayê peyamên piştgirî û piştevaniya ya bi civaka Êzidî re hatin.
  • Jinên Êzidî jî beşdarî konferansa li Tûnisê ya ji 40 welatan jin hebûn, bûn.
  • Ji konferansa bi mijara “jenosîd” ya li Silêmaniyê pêk hat re tevlibûn pêk hat.
  • Ji bo konferansa jinan a navneteweyî ya ku li Berlînê hat lidarxistin, ji ber astengiya dewleta Elmanyayê peyamek bi dîmen hat şandin.
  • Di pêşengiya TAJÊ’yê de ji bo qirkirina li dijî jinên Êzidî pêk hat û naskirina xweseriya Şengalê bi rêxistinên jinan, saziyên navneteweyî, rêxistin û saziyên mafên mirovan û rayedarên hikûmetê yên li Basûrê Kurdistanê, Mûsil û Bexdayê re hevdîtin hatin kirin.
  • Belgefîlma ku derhêneriya wê Derya Denîz dike ku çîroka fermandara Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YJŞ) Hêza ya ku di fermana piştî 3 salan de di destên çeteyên DAIŞ'ê dîl hat girtin hat rizgarkirin vêdibêje îsal hat nîşandan. Belgefîlm li gelek welatan beşdarî festîvalan bû û hêjayî 9 xelatan hat dîtin. Belgefîlmê li ser wijdanê cîhanê bandor çêkir lê jenosîda li dijî jinên Êzidî nehat naskirin.

Bi hevpeyvîna ku me bi berdevka TAJÊ Riham Heco re kir em li ser dînamîzma sala 2022’yan û têkoşîna jinên ku bi ruhê berxwedanê bûn bersiv axivîn. Em ê bi endama rêxistina jinên ciwan ên Êzidî Lîza Zerdeşt re jî li ser cihê jinên ciwan ên di têkoşîna azadiyê de û di sala 2022’yan de çi kirin û bi renge jinên ciwan di kîjan astê de xwe bi rêxistin kirine biaxivin.

*Di sala 2022’yan de di têkoşîna jinên ciwan ên Ezidî de çi derket pêş?

Xebatên jinên ciwan bi şeş salan bi sînor nîn in, beriya şeş saslan dest bi xebate kiribûn. Xebatên rêxistinkirinê jinên ciwan û yên ku li ser heman mijarê didomiyan hebûn lê nave li wan nehatibû danîn. NE jî heta niha bi Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) re têkoşînek hevpar meşand. Me xwe parçeyek ji têkoşîna ji tevgera jinan dît, rêxistinbûna me xwedî vê ferasetê ye. Di nava çalakiyan de jinên ciwan îsal girîngî dan xebatên spor û hunerê. Di nîvê salê de jinên ciwan bi xebata xwe û jinên ku dora xwe kom kiribûn, pêdivî bi rêxistinbûyîneke berfireh dît. Li ser vê yekê me biryara kongreya jinen ciwan girt. Di nîvê salê de jî me kongreya xwe li dar xist.

*Îsal di kongreya we de, rêxistina jinên ciwan xwe bi fermî îlan kir. Rêxistibûna jinên ciwan, li dijî pirsgirêkên ku di civakê de çêdibin, ruhê tekoşînek hevpar afirand gelo? Wekî rêxistina jinên ciwan di asta çareserî û tesbîta pirsgirêkan de hûn dikaribûn têkoşînek bi bandor bi pêş bixin?

Di kongreyê de li ser pirsgirêkên ku jinên ciwan dijîn, astengiyên li pêş rêxistinbûnê û pêdiviyên jinan nîqaş hatin kirin. Pirsgirêkên civakî yên ku jinên ciwan zêde jê bi bandor dibin hatin nîqaşkirin. Mînak; zewaca di temenê biçûk de herî zêde bandorê li ser jinên ciwan çêdike. Zewaca di temenê biçûk de dibe bingeha pirsgirêkan û pêşî li tecawizê û cînayetên li dijî jinan vedike ku ev yek pirsgirêkek civakî bi xwe re tîne. Rêxistinbûna me zêdetir li ser çareseriya ji pirsgirêkên jinan re bi pêş ket. Bêguman em ne tenê jinên Êzidî, di heman demê de jinên Ereb ên li Şengalê dijîn jî digrin nava xwe. Lewre pirsgirêkên ku jin dijîn eynî ne. Me dît ku em di warê perwerde, çand, huner, spor, ziman û medyayê de kêm in. Me îsal giranî da van beşan. Bi taybetî kursên voleybol û futbolê yên ku me ji o jinên ciwan û zarokan vekiribûn, bala jinên ciwan kişandin.

Her wiha li ser fikr û felsefeya Rêber Apo em xwe bi pêş dixin û hêz, cesaret û baweriya xwe ji ve felsefeyê digrin. Di vê mijarê de em tecrîda li ser Îmraliyê li ser xwe jî dibînin. Di nava ve salê de ji bo em fikrên Rêber Apo ragihîn jinên ciwan, em bênavber xebitîn. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, îsal çalakiyên me çêbûn û dê berdewam bikin.

*Jinên ciwan ên Êzidî îsal xwe çawa perwerde kirin, çiqas girîngî dan perwerdeyê?

Îsal li her gundî ji bo jinan semîner hatin dayîn. 3 dewreyên perwerdeyê hatin vekirin. Me kampa perwerdeya jineolojiyê vekir. Perwerde û pratîka me ya li kampê gelek tişt da me. Di nava kampê de perwerdeya kareteyê hat dîtin û ji bo jinên ciwan li ser rêbazên parastin hat warestîn. Zanabûn, xweparastin ji bo me pir girîng e lewre em çiqas zana bibin em ê ewqas bikaribin xwe bigihîjînin jinan. Em çiqas di van waran de serkeftî bin em ê ewqas bikaribin xweseriya Şengalê biparêzin. Me soza têkoşînê daye. Lewre em dizanin ku dê rêxistinbûna civakê bi pêşengiya jinan bi pêş bikeve.

*Îsal ji bo tifaqa 9’ê Cotmehê bixin meriyetê gelek hewldan û êrîş çêbûn. Jinan ciwan çiqas dikaribûn bibin bersiv ji êrîşên ji bo dagirkerî û çewisandinê re?

Îsal li dijî Şengalê gelek êrîş çêbûn. Jinên ciwan bi çalakiyên xwe li dijî van êrîşan sekinîn. Di heman demê de bûn hêza pêşeng û dînamîk a her çalakiyê. Bûn perçeyek berxwedana li Şengalê. Bi giştî em dikarin bibêjin ku her êrîş rastî bersiva jinan hat û negihîşt armanca xwe. Gelek malbat naxwazin keçên wan beşdarî xebatan bibin û dibin asteng. Jinên ciwan di bin zextan de dimînin. Em vê wekî siyaseta dijmin a li dijî jinên Êzidî dibînin lewre dijmin jinên Êzidî di bin zextan de dihêle, em jî li dijî vê yekê derdikevin. Em weke yekitiya jinên ciwan, dibêjin ku em amade ne çand, bawerî û têkoşîna şehîdên xwe bidomînin. Gotineke Rêber Apo heye dibêje; “Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanê bi ser bikevin.” Ciwan her dem ji bo civakan bûne pêşeng.

Hin xebatên ku jinên Êzidî di sala 2022’an de ji bo xweza, huner, perwerde û aboriyê kirine;

  • Weqfa alîkariyê ya jinên Êzidî û şaredariyê di nava vê salê de li seranserê Şengalê 6 hezar dar çandin.
  • Meha Nîsanê ku meha jidayikbûna Rêberê gelan Abdullah Ocalan e, li Şengalê pêvgava çandina daran hat destpêkirin û bi hezaran dar hatin çandin.
  • Weqfa jinên ji bo jinên ciwan û zarokan kursên wêne, arbane, govendên gelerî û ziman vekir.
  • Navenda Çand û Hunerê ya Jinan a Sitiya Nexşayê koroyên domdariya komên koro yên zarokan govendên gelerî û kursên amûran vekir.
  • Bi dirûşma “Li dijî fermanan çanda xwe biparêzin” 1’emîn Festîvala Çanda Şengalê hat lidarxistin.
  • Yekemîn pêşandana Belgefîlma Nûjiyan a bi derhêneriya Jînda Asmen hat kişandin, li Şengalê pêk hat.
  • Koma Hêviya Jinên Şengalê îsal strana "Ewîn YJŞ" ya ku gotin û muzîka wê aîdê komê ye got û klîb kişand.
  • Akademiya Şehîd Binevş Agal îsal 4 dewreyên perwerdeyê yên girtî vekir.
  • Di bin siwana hemû meclîsên jinan de 2 dewreyên perwerdeyê hatin dîtin.
  • Ji meclisên jinan, jinên ciwan û meclisên giştî, semînerên tenduristiyê hatin dayîn.
  • Meclisên jin û jinên ciwan li ser heneka “Ji xwe fermana bipareze” perwerdeya xweparastinê dîtin.
  • Îsal di nava civakê de wek şênber 400 jin hatin perwerdekirin û her wiha her mal û gund  veguherî nqadên perwerdeyê.
  • TAJE’yê ji bo xwe bigihîjîne zêdetir jinan, îsal di medyaya dîjîtal de malpera xwe vekir.
  • Jinên ciwan li Şengalê yekemîn kongreya xwe pêk anîn û “Yekitiya jinên ciwan ên Şengalê” ragihandin.
  • Jinên ciwan kampeke perwerdeya jineolojiyê ya hefteyekê vekirin û jinên ciwan perwerde kirin.
  • TAJÊ 2’emîn Kongreya xwe ya asayî pêk anî.