Li Rojhilata Navîn xetekî nû ya têkoşînê tê hûnandin
Di nava veguherînên ku li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê diqewimin de, ciwan di pêşengiya berxwedan û guhertinê de ne. Ew hewl didin bi ruhê xwe yê ciwan û çalak mîrateya têkoşînê biparêzin û ragihînên pêşerojê.

AVRÎN NAVDAR
Navenda Nûçeyan – Dema ku em li dîrokê vedigerin û digihîjin îro, dibînin ku jin û ciwan li Rojhilata Navîn û Afrîkayê çawa toreke hevgirtî ya aktorên civakî ava kirine, tenê bi daxwaza mafan têr nebûne, bi giyanê pêşengî rê li ber guhertinê vekirine û mifteyên afirînerî û biryardariyê di destên xwe de digrin.
Li axa ku dergûşa mirovahiyê ye û nirxên jiyana hevbeş lê hatine xwedîkirin, jin û ciwanan şekil dan pêşerojê, li dijî zordariyê serî hildan û li hemberî hewldanên ku tê xwestin Rojhilata Navîn veguhere qada şerên daîmî yên pergala kapîtalîst sekinîn. Tevî her tiştî ew weke bûn mertal ji bo parastina nasnameya erdnîgarî, çandî û civakî ya herêmê.
Xalên girîng ên dîrokî yên vejîna ciwanan
Dema ku em li ser dîroka serhildanên ciwanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê difikirin, em bi rûpelên geş ên têkoşîn û serkeftinê dibînin. Di Şoreşa Misrê ya 1919'an de, ciwan di pêşengiya tevgera neteweyî ya li dijî dagirkeriya Brîtanî de bûn û dilê lêdana şoreşê pêk anîn.
Xwendekarên zanîngehê û aktîvîstên ciwan pêşengiya xwepêşandanên aştiyane û nerazîbûnên gel kirin. Di seferberkirina girseyan û motîvekirina wan a ji bo berxwedana li dijî kolonyalîzmê de roleke girîng lîstin. Ew bûn sembola hişyariya neteweyî û rûmetê.
Di navbera salên 1954'an û 1962'an de ciwanên Cezayîrî stûna şoreşa rizgariyê ya li dijî kolonyalîzma Fransî pêk anîn. Ew tevlî refên şoreşger û şervanan bûn, teslîmî dagirkeriyê nebûn û berxwedaneke çekdarî ya ku bi salan domiya, birêve birin. Bi saya biryardarî û fedakariya wan, Cezayîrê serxwebûna xwe bi dest xist, ev serdem weke yek ji kêliyên herî berbiçav ên qehremaniya ciwanan di dîroka herêmê de hat destnîşankirin.
Di Şoreşa Îranê ya 1979'an de jî ciwanan di hilweşandina monarşiya bi serokatiya Şah de roleke girîng lîstin. Ew bi awayekî çalak beşdarî xwepêşandan û çalakiyên rûniştinê bûn. Li dijî neheqî û gendeliyê dirûşman berz kirin û alîkariya seferberkirina girseyan ji bo guhertinên radîkal kirin.
Di dema tevgera Bihara Gelan a salên 2010 û 2011'an de, ciwanên li Tûnis, Misr, Lîbya û Sûriyeyê hêza sereke ya li pişt destpêkirina xwepêşandanên li dijî rejîmên otorîter bûn. Ew daketin kolanan û daxwaza azadî, rûmet û edaleta civakî kirin. Ciwanên li Tûnisê ku di encama kiryarên takekesî yên ciwanekî paşguhkirî de agirê serhildanê pêxistin, di pêşvebirina guhertinê û îlhamdayîna gelên herêmê de roleke girîng lîstin.
Ciwan êdî bûne aktorên navendî
Ciwan êdî tenê temaşevanên krîzan nîn in. Ew bûne aktorên navendî di ji nûve şekildana rastiyê de, ji dîroka têkoşînê sûdê digrin û amûrên nûjen bi kar tînin da ku qada bandora xwe berfireh bikin. Ji Misir û Cezayîr bigre heya Tûnis, Sûriye û Mexribê, çirûska protestoyê ji nû ve tê pêxistin. Ji ber ku nifşek nû radibe da ku têkiliya di navbera welatî û hikûmetê, daxwaz û rastiyê û di navbera dîrok û pêşerojê de ji nû ve pênase bike.
Mexrib krîzeke piralî dijî
Li Mexribê krîzên aborî, civakî û siyasî ketine nava hev û rewşeke zor û zehmet bi taybetî ji bo ciwanan, diafirînin. Gelek faktor dibin sedem ku ciwan ber bi protestoyên nû ve biçin û di nebûna stratejiyên hikûmetê yên bi bandor de, daxwazên ji bo reformên pergalî, hesabpirsîn û azadkirina qada giştî ji sînorkirinên otorîter di nava xwe de digrin, zêde bûne.
Qadên tendrustî û perwerdeyê jî şahidiya kêmbûna berbiçav a kalîteyê dikin ku bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan dike û aloziyan zêde dike. Di asta siyasî de, sînordarkirinên li ser azadiyên sendîkayê, gendeliya berbelav û nebûna stratejiyên bi bandor ên rêveberiya qeyranê hemû faktor in ku ciwanan neçar dikin ji nû ve şekil bidin çalakiyên xwe û sînorê daxwazên gel ji bo zelalî û berpirsyariyê, bilind bikin.
Nifşê Z: Ji cîhana dîjîtal ber bi kolanan ve
Di nav vê rewşê de nifşê Z yê Mexribê weke aktorek nû di qada xwepêşandanan de derket holê. Van ciwanan ku di demek krîzê de mezin bûn, amûrên serdema dîjîtal hilbijartin da ku tevgerên xwe dûrî pergalên kevneşopî, birêxistin bikin. Bi riya ragihandina dîjîtal wan nerazîbûna xwe ji rastiya xwe ya rojane nîşan dan û bangên xwepêşandanê kirin. Ev îfade zû veguherîn tevgerên meydanî li bajarên mezin ên weke Casablanca, Rabat, Fez û Tangier.
Tiştê ku van tevgeran ji hev cuda dike, xwezaya wan a ne navendî û xwerêxistinkirî ye. Însiyatîf ji hêla kesan û komên piçûk ve tên damezrandin, bê serokatiyek yekgirtî lê daxwazên wan di nebûna bersivek hikûmetê de li hev dicivin û zêde dibin.
Jin di navenda protestoyên dîjîtal de ne
Di nava tevgerên ciwanan de jin ne tenê weke beşdar, wek destpêker û afirînerên nû yên protestoyê derketine holê. Bi riya platformên dîjîtal çalakvanên ciwan redkirina xwe ya li hemberî cudakariya pergalê ya ku ew di perwerde, tendrustî û bazara kar de pê re rûbirû dimînin, anîn ziman û tekez kirin ku têkoşîna ji bo edaletê bê edaleta zayendî nabe.
Komên jinan wek "Dengê Jinên Mexribî" û "Jinên Mexribî li dijî Paşguhkirinê" kampanyayên dîjîtal dane destpêkirin û daxwaza tevlêkirina jinan di çêkirina polîtîkayên giştî de, misogerkirina mafê rêxistinbûnê û têkoşîna li dijî şîdeta aborî û sazûmanî dikin.
Nifşa Z ne tenê daxwaza xizmetên başttir dike, vîzyonek alternatîf ji bo belavkirina lêçûnên giştî pêşniyar dike û daxwaz dike ku çavkanî ji bo pêşîniyên civakî werin veqetandin ne ji bo projeyên werzîşê yên mezin ên ku hewcedariyên piraniyê nîşan nadin. Di dilê van tevgeran de daxwazên zelal hene, reformkirina pergala perwerdeyê, misogerkirina maf û azadiyên bingehîn, têkoşîna li dijî gendeliyê, xurtkirina beşdariya siyasî ya ciwan û jinan û parastina mafên rêxistinbûn û grevê de.
Ji pankartê ber bi vîzyonê ve
Ew tiştê ku em îro li Mexribê dibînin ne tenê protestoyek demkî ye, guhertinek kûr di hişmendiya siyasî û civakî de ye ku ji hêla komeke ciwanan ve tê birêvebirin, ew paşguhkirinê red dikin. Ev kes ne tenê mafên xwe dixwazin, wateya hemwelatîbûnê ji nû ve pênase dikin û vîzyonek alternatîf ji bo belavkirina hêz û çavkaniyan pêşniyar dikin ku tê de edaleta civakî, beşdariya siyasî û rûmeta mirovan bingeh in.
Di demeke ku krîzên pergalê bi teqîna amûrên derbirîna dîjîtal re zêde dibin de, nifşek nû derdikeve holê, bi protestokirinê têr nabe lê çîroka xwe ava dike û têkiliya di navbera hikûmet û civakê de, di navbera dîrok û pêşerojê de ji nû ve xêz dike. Gelo hikûmet dê guh bide dengê pankarta ku ji hêla ciwanan ve tê hilgirtin? An jî dê cîhana dîjîtal weke platforma yekane ya rûmetê bimîne? Veguherîn tê û êdî pirs ne ew e ku gelo ew ê çêbibe lê çawa, kengî û kî dê li aliyê guhertinê be dema ku pankart dîsa were bilindkirin?
Ciwan rol û rista xwe dilîzin
Bi berçavgirtina veguherînên radîkal ên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, eşkere ye ku ciwan xwedî potansiyel in, bibin aktorên navendî di şekildayîna paşeroja welatan û ji nû ve şekildana hikûmetan de. Ji qadên rizgariya neteweyî bigre heya qadên têkoşîna dîjîtal, ciwanan şiyana xwe ya derbasbûna ji pergalên kevneşopî û pêşniyarkirina vîzyonên alternatîf ji bo belavkirina hêz û çavkaniyan, îsbat kirine.
Ev rîtma nû ne bi dema fermî, bi lêdana kolanê pirsên ku ji hêla kesên li meydanan ve hatine pirsîn û însiyatîfên ku ji paşguhkirinê çêdibin da ku navendê ji nûve pênase bikin, tê pîvandin. Çîna ciwan bi ji nûve belavkirina rolan têr nabe, di heman demê de ziman bi xwe jî ji nû ve formule dike. Zimanê berxwedanê, edaletê û jiyana rojane ku vediguhere çalakiyeke siyasî.
Di vê çarçoveyê de, pêşengî dibe kiryarek kolektîf ne tenê bi kesek ve sînordar e, di navbera kesên ku dinivîsînin, bi rêxistin dikin, derman dikin û kesên ku diqîrin de tê belavkirin. Ev pêşengî bê hiyerarşî ye, bê navbeynkar e û bêyî ku kêliyek jî li bendê bisekine şerekî sembolîk an meydanî dide meşandin. Ew îsbat dike ku ev kom li temsîliyetê nagere çalakiyê dike. Li benda naskirinê namîne bi riya berdewamiyê, bi riya şiyana xwe ya veguherandina qelsiyê ber bi hêzê ve û nebûnê ji bo hebûnê ferz dike.
Bi vî awayî, nifşê ciwan ne tenê nexşeyên roja îro ji nû ve xêz dike, di heman demê de tê wateya çalakbûnê jî ji nû ve pênase dike. Ew ne tenê şopdarên kesên beriya xwe nei riyên nû vedikin û yên din vedixwînin ku li pey wan biçin.