Di krîza Îranê de lêgerîna riya nû: Paradîgmaya demokratîk û azadîxwaz (2)

Li Îranê serhildanên civakî yên ku di pêşengiya tevgerên Kurd, rêxistinên çep û jinan de dest pê kirin; di vê pêvajoya ku krîza netew dewletê li Rojhilata Navîn kûr bûye de dibe hêza sereke û çalak, daxwazên azadiyê zêdetir dibin.

ROJBÎN DENÎZ

Navenda Nûçeyan– Di beşa yekem a dosyaya li ser pergala siyasî û civakî ya Îranê de li ser dîroka welat, bingehên bîrdozî yên rejîmê rewşa Rojhilatê Kurdistanê ya di nava vê pergalê de hatibû rawestîn. Di beşa duyem de jî serhildanên gel ên li Îranê û bandorên civakî û siyasî yên tevgera “Jin, jiyan, azadî” tên destgirtin.

Krîzên siyasî û civakî yên li Rojhilata Navîn kûr dibin, pirsgirêkên ku ji ber pergala netew dewletê çêbûne careke din tîne rojevê. Li Îranê jî bi taybetî, bi pêşengiya jinan, tevgera “Jin, jiyan, azadî” li dijî rejîmên destpotîk, lêgerîna pergaleke demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan mezin dikin. Pergala xwedî gelek nasname û çandan a herêmê, çareseriyeke demokratîk ferz dike û tê diyarkirin ku ji mudaxeleyên derve zêdetir çareserî, bi têkoşîna hevpar a gelan û hêzên hundir pêkan e.

Rêxistinbûna siyasî û leşkerî ya Kurdan

 Tevgerên muxalif û partiyên ku li herêmên Kurdan derketin holê jî di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstin. Jixwe tê zanîn ji dîrokê ve heta niha rêxistinên Kurd li dijî rejîma Îranê têkoşiyan e. Di navbera van rêxistinan de yek ji yên herî bi bandor Partî Jiyanî Azadî Kurdistan (PJAK) e. PJAK, 4’ê di 4’ê Nîsana  2004’an de hatiye avakirin, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, civaka bi azadiya jinan pejirandiye. PJAK’a ku xwe bi bi pergala hevserokatiyê bi rêxistin kiriye, meşandina têkoşîna bi hev re ya jin û mêran, îradeya hevpar û nûnertiya wekhev weke rêgeza bingehîn esas digre. Her wiha xebatên siyasî û sivîl ên PJAK’ê jî hene. Van xebatan bi riya Civaka Demokratîk û Azad a Kurdistanê (KODAR) ku saziyeke sivîl e û rêxistina jinan Koma Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) tên meşandin. Bi van saziyan, PJAK xwedî toreke berfireh û siyasî ya rêxistinkirina civakê ye. Li Îranê, Rojhilatê Kurdistan û  diasporayê rêxistinbûneke berfireh bi pêş xistiye. Di heman demê de baskê leşkerî yê PJAK’ê jî heye. Vê aliyê leşkerî xwe ji ser hêzên gerîla bi rêxistin kiriye. Hêzên gerîla ji Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jinan (HPJ) pêk tên. PJAK di 20 salên dawî de yek ji partiyên herî aktîf e li dijî rejîma Îranê xebatan meşandiye. Xeta wê ya sereke yekîtiya Kurdan û azadîxwaziya jinan e.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), yek ji partiyên Kurd ên herî kevin û dîrokî ye li Îranê. Rêxistineke din jî Rêxistina Têkoşîna Kurdistana Îranê (Sazman-i Xebat) e, sekreterê wê yê nû Baba Şê Huseyînî ye. Rêxistin piştî şoreşa 1979’an ji aliyê zanyarên olî yên sunî yên weke Şêx Nasir Subhanî ve hatiye avakirin û xwe weke “tevgereke îslamê ya ku serî li şîdetê nade” bi nav kiriye. Civaka Kedkarên Kurdistanê û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî di roja me de li gorî demên borî, xwedî xebatên bi sînor e. Civaka Kedkarên Kurdistanê, bi pêşengiya Riza Kabî di sala 2007’an de ji Civaka Kedkarên Şoreşger a Kurdistana Îranê veqetiya hat avakirin. Partî, 19’ê Tebaxa 2017’an da xuyakirin ku biryar daye li dijî Îranê têkoşîna çekdarî bimeşîne. Hinek ji van partiyan ji aliyê derdorên siyasî yên Kurd ve zêdetir bi navê “Komala” tên zanîn. Civaka Kedkarên Şoreşger a Kurdistana Îranê (Komala) ya ku di sala 1979’an de hat avakirin jî xebatên xwe yên siyasî bi têkiliyên ku komên muxalif ên Îranê û komên muxalifên Îranî yên li DYE’yê re çêkiriye didomîne. Partî têkiliyên xwe yên dîplomatîk, bi xebatên lobî yên navneteweyî, siyaseta derketina pêş a di medyayê de dimeşîne. Tê zanîn ku bi DYE’yê re jî têkiliyên baş dimeşîne. Tê diyarkirin ku rexistin xwedî hêzeke pêşmerge ya 1000 kesî ye.

Şoreşa civakî bi navê dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ gihîşt deklarasyoneke hevpar

 Partiyên Kurd ên me behsa wan kir, berê di bin sernavên diyarkirî de, tifaqên du an jî 3 ava kiribûn. Di pêvajoyeke şerê Îran-Îsraîl-DYE’yê û bi rewşa şer a li herêmê re bi qasî ku dibe li dijî Kurdan êrîşên qirkirinê çêbibin, derfetên siyasî jî çêbûne, partiyên Kurd ên li Rojhilat tifaqeke hevpar çêkirin.

Armanc bi vê tifaqê ew e ku li Rojhilatê Kurdistanê bingeha yekîtiya neteweyî were bihêzikirin. Bi vê yekê bi deklarasyoneke ku ku di nava xwe de mafê çarenûsa gelê Kurd di çarçoveya standardên navneteweyî de nas dike, pergaleke îdarî ya îradeya gel a demokratîk û bi hev re esas digre, modele laîk û demokratîk, mafên hemû komên baweriyan û gelan bikevin bin temînatê, mafên jinan bê kêmasî werin parastin, edaleta civakî çêbibe û polîtîkayên parastina hawirdorê di feraseta rêveberiyê de çêbibe bûn yek.

Serhildanên gel ên di serdema Komara Îslamî ya Îranê de çêbûn

Li Îranê, piştî Şoreşa Îslamê ya sala 1979’an, ji bo jinan polîtîkayeke ku gelek qadên weke siyaset, aborî û hiqûqê, jiyana civakî jî di çarçoveya rêgezên şerîetê de were bi teşekirin dest pê kir. Di dîroka Îranê de tê dîtin ku şoreş û dijberiya şoreşê pir çêbûne. Bi van ve girêdayî awayê cilan û lixwekirina jinan, mijarên weke mafên heyî û peywirên wan, bi zagonan hatine diyarkirin.

Bi zagonên ku hatin derxistin re hebûna jinan û îradeya wan tune hatiye dîtin, jin ji qadên giştî hatine vederkirin. Di serdema rejîma Komara Îslamê de, gava yekê a pergalîbûna polîtîkayên zextê yên li dijî jinan, di sala 1979’an de bi pêşketinên di navbera 8 û 14’ê Adarê de çêbûn. Di wê demê de 6 rojan jinan derxistin kolanan û hat îlankirin ku divê serê xwe bigrin. Hat diyarkirin ku ger jin serê xwe negirin dê nehêlin bikevin saziyên fermî û qadên giştî. Van şeş rojan bi zextên ku ji bo sergirtinê li dijî jinan zêde kirin, ne tenê mafên şexsî hatin binpêkirin, di heman demê de polîtîkayên dewletê yên ku pêşî li guherîna civakî û çandî digrin hatin nirxandin.

Serhildana Xwendekaran a di sala 1999 de: Di sala 1999’an de çalakiyên ku xwendekarên zanîngehê dest pê kirin, weke çalakiyên protestoyî yên xwendekarên Îranê di Tîrmeha 1999’an de bi awayê tevgera civakî derketin holê. Çalakiyan ji yurdên Zanîngeha Tehranê (Kuy-e Daneshgah) dest pê kir, di demek kurt de berfireh bûn û di navbera rojên 9–14’ê Tîrmehê berdewam kirin. Vê serhildanê, di serdema serokomar Mohammad Xatemî de çêbû. Di dema çalakiyan de gelek xwendekar hatin binçavkirin, hinek ji wan hatin kuştin û xwepêşandan ji aliyê hêzên ewlekariyê ve bi tundî hatin çewisandin.

Hilbijartinên Serokomariyê yên 2009–2010: Di vê pêvajoyê d gel dengên xwe, dan Mîr Huseyîn Muwawî yê ku guherîna rejîmê dixwest û pergaleke sekulertir tercîh dikir lê bi derketina îdiayên ku digotin dewletê dengên gel dizî û ji nû ve Mahmud Ahmedînejad hilbijart re; gel bi dirûşma “Dengê min li ku ye?” dest bi çalakiyên protestoyî kir. Dewletê vê serhildana gel bi bi mudaxeleyek dijwar da sekinandn. Van bûyeran, di serdemek ku li Îranê daxwaza ji bo guherîna rejîmê zêde bûbû de ketin qeydan.

Serhildana Meşhedê ya 2017’an: Di navbera Kanûna 2017- Çileya 2018’an de li Meşhedê û derdora li dijî bêkarî, rewşa aborî ya ber bi xirabûnê ve diçe û zêdebûna bihayê her tiştî, serhildana gel destpê kir. Vê serhildanê di demek kurt de li 100 bajarên Îranê belav bû û weke tevgera gel a berfireh ket qeydan. Rejîmê bi dijwarî êrîşê çalakgeran kir, gelek kes hatin kuştin, gelek hatin girtin û rastî îşkenceyê hatin.

Serhildana Çarşema Spî ya sala 2017’an: Zextên rejîmê yên di jiyana civakî de li dijî jinan dikir her wiha zextên aliyên olperest û muhafezekar, pêkanînên weke ferzkirina sergirtinê û danîna rêbazan, bûn sedema berteka jinên Îranî. Yek ji mînakên yekem ên tevgerên jinên Îranê, berteka li dijî sergirtinê ya ku piştê şoreşê hat ferzkirin bû. Dem bi dem ji ber konjonktura siyasî û civakî her çendî tevgerên jinan hatibin rawestandin jî, heta roja me hebûna xwe parastine; çalakiyên jinan li dijî rejîmê tu carî bi dawî nebûne.

Tevgera jinan a li Îranê, li dijî ferzkirina sergirtinê di sala 2017’an de bi protestoya li Qada Şoreşê ya Tehranê, careke din xwe da nîşandan. Jinek dema ku egala ji serê xwe danî û kir sembola protestoyê, di demek kurt de çalakiyê di nava civakê de deng veda. Vê çalakiyê di civakê de bi “Tevgera Şarşema Spî” hat binavkirin û weke awayê berxwedaneke civakî bersivek xurt dît.

Protestoyên Zêdebûna Bihayê Benzîn û gazê yên sala 2019’an: Di sala 2019’an de serhildanên gel ên li dijî zêdebûna bihayê benzîn û gazê dest pê kirin, berfireh bûn. Di dema mudaxeleya rejîmê de, li gorî çavkaniyên ne fermî 2.500 kes hatin kuştin.

Serhildanên Jin Jiyan Azadî yên 2022’yan: Di sala 2022’yan de piştî ku Jîna Emînî bi hinceta xuyabûna por ji aliyê polîsên exlaq ve hat binçavkirin û bi êşkenceya giran hat kuştin; li Îran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Vê bûyerê di demek kurt de li Îran, Rojhilatê Kurdistanê, herêmê û li cîhanê veguherî çalakiyên berfireh ên bi pêşengiya jinan dihatin lidarxistin.

Tevgera gel di demek kurt de veguherî serhildaneke civakî û ji aliyê gelek aliyan ve bi nave şoreşa jinan hat pênasekirin. Vê serhildana ku ji bo azadiya jinan bi pêş ket, rejîma desthilatdariya mêr xist zorê û bû tevgereke civakî ya ku bingehên rejîmê dihejîne. Van çalakiyên bi pêşengiya jinan du salan domiyan û li tevahiya cîhanê deng vedan. Di encama mudaxeleya tund a rejîmê de bi hezaran kes hatin kuştin, bi hezaran hatin girtin û hinek kes jî hatin darvekirin. Gelek jinên ku pêşengên vê serhildanê bû hê jî li girtîgehan, di bi mercên giran de ne.

Serhildana Gel a 2025’an:

Li Îranê bi zêdebûna krîza aborî re, gelek kes ketin bin sînorê xizaniyê û mercên jiyanê yên ku her diçe giran dibin, bû sedema berteka dikandaran. Çalakiyên ku ji ji aliyê dikandaran ve hatin destpêkirin di demeke kurt de berfireh bûn, hema bibêje li tevahiya Îranê belav bûn. Polîtîkayên zextê yên dewletê, pêkanînên ku krîza aborî kûrtir kirin û mudaxeleya bi şîdet a li dijî daxwazên civakî, berteka gel mezin kirin û portesto berfirehtir bûn. Serhildanên ku dawiya sala 2025’an de dest pê kirin, du mehan domiyan û di dema êrîşan de gelek kes hatin kuştin. Li gorî daneyên fermî hejmara kesên hatine kuştin 35.000 e lê li gorî çavkaniyên herêmî û agahiyên gel, hejmar ji 50.000’î zêdetir e. Hejmara zêde ya kesên hatine kuştin jin û ciwan in.

Bi serhildana gel a di dawiya sala 2025’an re, cezayê darvekirinê jî zêde bûn. Li Îranê bi taybetî di pêvajoyên ku şoreşa civakî bi dirûşma “Jin, jiiyan azadî” bilind bû her wiha di dema serhildana dawî ya gel de hejmara kesên hatin darvekirin zêdetir bû. Tevî ku rejîm hewl dide bi van komkujî û darvekirinan desthilatdariya xwe biparêze jî serhildan didomin, rejîma molayan qels bûye, meşrûyeta civakî û desteka gel ji rejîmê re nemaye. Sekna bi biryar a gel, bi taybetî jî ya jinan, bû sedema hejandina rejîma Îranê. Bi taybetî piştî ku di rojên pêşîn ên şerê Îran-Îsraîl-DYE’yê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kir de Xaminey û kadroyên girêdayî wî hatin kuştin, krîza li Îranê kûrtir bû.

Tevgerên jinan jî ji destpêkê ve diyar kirin ku ew li tu aliyê pevçûnan cih nagirin, modelek demokratîk a ku azadiya jinan, wekheviya civakî û îradeya gel esas digre diparêzin. Pêşketinên ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çêbûn, bingehek çêkirin ku gel, jin û komên ji baweriyên cuda daxwazên xwe bi awayekî bihêztir bînin ziman. Vê pêvajoya guherîna li herêmê, xuya ku dê ji bo avakirina pergaleke demokratîk derfetan bi xwe re bîne.

Krîza Îranê û hevriyên wan

 Netew dewletên ku li Rojhilata Navîn û li tevahiya cîhanê ji aliyê hêzên modernîteya kapîtalîst ve ji bo berjewendiyên xwe yên bîrdozî ve hatine avakirin; ji roja hatine avakirin ve heta niha nebûne dewleta tu gel an jî jinan. Dijberî wê van netewe dewletan netewperestî, olperestiyê ji ser zayendperestiyê ava kirin, siyaseteke yekparêz û qirker ferz kirin. Van pergalên ku li dora rîtuelên welat, gel, dewlet, al û rîtuelên olî yên cur be cur ve hatin avakirin; bi zagon û saziyên bîrdozî, civakê bi taybetî jinan, di nava pirsgirêkên pergalî de hişt. Van pirsgirêkên kûrbûyî, bi demê re, wekî ku çarenûsa Rojhilata Navîn be hewl dan bidin pejirandin. Lê tiştên ku ten jiyîn encama krîzeke konjkonkturel a pergalî ya li ser herêmê tê ferzkirin e. Vê krîzê di hemû warên jiyanê de bandora xwe nîşan da, weke perçeyek ji jiyanê dan pejirandin. Di merheleya heyî de li Rojhilata Navîn netew dewletên ku li ser mirovahiyê texrîbatên mezin çêkirin, yek bi yek hildiweşin, li pey xwe trajediyên weke Xezayê dihêlin. Krîza li herêmê, ne tenê Rojhilata Navîn, fitîla Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku li ser hemû cîhanê bandorê çêdike vêxistiye. Şerê cîhanê yê sêyemîn wisa bi hêsanî were gotin jî; tiştên ku bi salan e li herêmê tên jiyîn, drameke mirovî ne. Kîna mezin a di navbera aliyên şer de heye, pêşî li hilweşîna xwezayê vedike, gelan û jinan bi texrîbatan re rûbirû dihêle. Xuya texrîbatên ku ji ber pevçûnên di navbera rejîmên xwe bi kavilên netew dewletê ve girê dane û hêzên modernîteya kapîtalîst de çêbûne çiqas mezin bin jî, hêzên kapîtalîst ji vê têr nabin û her diçe krîzan zêdetir dikin. Xuyaye ku krîza modernîteya demokratîk dê sivik nebe.

 Vegera li cehwer paradîghama demokratîk ekolojîk û azadiya jinan

 Rewşa kaosê ya ji ber vê krîzê çêbûye di heman demê de bi xwe re lîgerîna nû ya ji bo çareseriyê jî tîne. Rojhilata Navîn, weke dergûşa şaristaniya mirovahiyê; erdnîgariya ku çand, bawerî û tecrubeya jiyana bi hev re lê bi teşe bûye ye. Mirovahî, jiyana bi hev re ya jin û mêr û têkiliyên civakî li van axan dest pê kirine. Peymana civakî ya xwezayî ku di wê pêvajoyê de çêbûye, li ser pêdiviyên mirovan û têkiliyên xwezayî bi pêş ketiye. Her çendî hatibe xwestin ku vê bîra dîrokî, ji aliyê desthilatdariya mêr û rejîmên despot ve were tunekirin jî; di kûrahiya civakê de bi taybetî di ruhê jinan de hê jî zindî ye. Di tevahiya dîrokê de di her serdema kaosê de, ji nû ve di lêgerîna çerseriyê, di bîra hevpar û kolektîf a gelan de ji nû ve bûye riya ji bo çareseriyê.

Serdema netew dewletan bi taybetî rejîmên destpotîk bi dawî dibe. Li hemberî krîza kûrbûyî û pirsgirêkên ku mezin dibin tu rejîm an jî pergal nikare xwe rizgar bike. Pêşketinên li Îranê çêdibin jî belavbû û hilweşîna faşîzma ku hatiye avakirin nîşan dide. Wekî ku me di tevahiya dosyaya xwe de jî diyar kir, Îran bi gelên xwe bi taybetî bi jinên xwe yek li herêmê yek ji cihên ku herî zêde xwedî dînamîkên şoreşê ye. Di tevahiya dîrokê de gel, Kurd û bi taybetî jî jinan, li dijî rejîma Şah berxwedan raber kirin, têkoşiyan û tu carî rêveberiya tehekumkar nepejirandin. Tu carî serî netewandin. Bi heman awayî li dijî rejîma mola ya 47 salî jî bi pêşengiya jinan têkoşîn hat meşandin.

 Xeta 3’yemîn

 Van pêvaoyan hemû nîşan didin ku li gelên li Îranê bi taybetî Kurd, ji şerekî ku bibe sedema texrîbatên mezin zêdetir xwedî wê hêzê ne, bi dînamîkên xwe yên hundir dikarin guherînê çêbikin. Ji vî aliyê ve, Îran di nava welatên li herêmê de, yek ji welatên xwedî dînamîkên herî zindî yên civakî ye. Îran xwedî pergaleke civakî ya gelek nasneme, mezheb û çandan e. Zêdetirî şênyên wê Fars in; Kurd, Azerî, Lor, Beluc, Ereb û Xirîstiyan weke dînamîkên girîng ên welat li pêş in. Di nava cudahiyên civakî de, pir xuya ye ku tenê çareseriya mayînde bi pergaleke demokratîk pêkan e. Ji bo parastina nasnameyên cuda û temînata mafan divê pergaleke demokratîk were avakirin. Ev guherîn, ne bi mudaxeleyên leşkerî yên derve, bi mudaxeleyên hundir ên civakî dikare çêbibe. Hemû dînamîkên civakî yên li Îranê û bi taybetî têkoşîna jinan dema ku esas were girtin; dê were dîtin ku çareserî ne vegera serdema Şah, ne rejîma weke Talîbanê, ne jî berdewamiya rejîma mola ya heyî ye. Di vê xalê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî kokên dîrokî û civakî ye, fikra Komara Demokratîk a Îranê ku xwedî bingeha zagonî ye û dikare hemû dînamîkên civakî bîne ba hev derdikeve pêş.

Di vê çarçoveyê de çareserî; ew e ku pirsgirêk bi perspektîfa neteweya demokratîk û konfederalîzma demokratîk werin destgirtin, çareserkirin û li gorî sûdên gel be. Ev nêzikatî, weke riya herî girîng a ku Îranê ber bi çareseriya bingehîn û mayînd ve bibe xwe nîşan dide. Deklarasyona 8’ê Adarê ya Koma Jinên Azad a Rojhilat (KJAR) jî nîşan dide ku di navenda çareseriyê de jin hene û nexşeyeke mezin pêşkêş dike. Li gorî vê nexşeyê, jin paradîgmaya ’Jin, Jiyan, Azadî’ li ser sê bingehan digrindest, armanc dikin ku rêxistinbûna hevpar a jinên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi pêş bixin. Ji bo şênberbûna îradeya gelan, bawerî û çandan divê rêxistinbûna herêmî bi pêş bikeve; ji bo gihîştina kokên demokratîk û azadîxwaz ên civakê, pêşengiya jinan ber bi avakirina pêvajoya nû ve biçe. Van gavan, ji bo avakirina Îrana ku hemû gel û nasname tê de cih bigrin dê bingehek girîng ava bikin.

Li cihê Komara Îslamî ya ku hal tê de nemaye divê komareke demokratîk were avakirin. Azadiya jinan tenê bi pergaleke wiha dikare mayînd be. Riya çareseriya pirsgirêkên civakî yên zêde bûne, di avakirina komara demokratîk de derbas dibe. Deklarasyonên ku KJAR’ê û tifaqa Kurd a hat îlankirin eşkere kirin, ji bo hemû Îranê dikare weke bernameya Komara Demokratîk ji bo tevahiya Îranê were nirxandin. Li ser vê esasê pêşxistina tifaqa gelan û mezinkirina têkoşîna hevgirtî gelek girîng e.

Dawî.