Bakurê Efrîqayê: Pênc welat, qeyranek ku jin bedêla wê didin – 2
Li Tûnisê metirsiya 'Jinanebûna xizaniyê' di nava yasayên ku wekheviyê mîsoger dikin û rastiyeke ku cudakariyê kûr dike de zêde dibe. Ev krîzek e ku sînorên neteweyî derbas dike û li herêma Mexrîbê rû dide.
Jinanebûna xizaniyê li Tûnisê qeyraneke aborî û polîtîkayên sexbêrî ye
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Aboriya Tûnisê bi qeyranên pêwendîdar ên pêkhateyî re têdikoşe; qeyranên ku bûne sedema daketineke hêza kirînê û rêjeyên metirsîdar ên enflasyonê. Her çend ev hilweşîn bandor li hemû beş û tebeqeyên civakê kiriye jî, qeyran xwediyê aliyeke taybet ê têkildarî zayendê ye. Jin barê herî giran hildigirin, ev jî encama bandorên hevgirtî yên newekheviyên pêkhateyî û cudakariyê ye ku bûne sedema dubare, derketina şêwazên nû yên paşguhkirinê û kûrtirkirina girêdayîbûnê.
'Serokên malbatan di kar-wergirtinê de pêşîniyê distînin'
Her çend çarçoveya yasayî û zagonsaz a Tûnisê tijî yasayên ku tekezî li ser wekheviya zayendî dikin e jî, di nav de mafên jinan ên ji bo wergirtina kar a li qada giştî û wergirtina mûçeyên wekhev, lê rastî tiştekî cuda nîşan dide. Êş û dûrxistina ji derfetan bi wê hincetê zêdetir dibin ku mêr 'serokên malbatan' in, loma di wergirtina kar de mafê wan ê pêşîniyê heye. Ev rewş li welatekî diqewime ku rêxistinên civaka sivîl ji 'Jinanebûna xizaniyê' ango (zêdebûna rêjeya jinan a di nava kesên xizan de) ditirsin.
Daneyên Enstîtuya Neteweyî ya Îstatîstîkê nîşan didin ku rêjeya bêkariya jinan ji sedî 21,6 derbas dibe, li gorî ji sedî 14 ji bo mêran; di nav jinên xwediyê bawernameyên xwendina bilind de, ev rêje dighîje ji sedî 35,6’an. Ev yek windakirina potansiyela jinan derdixe pêş, ku bazara kar di nava tengbûna aborî û kêmbûna derfetên kar de li her du qadên giştî û taybet, nekarîbû wê potansiyelê bi kar bîne.

Yasa tenê li ser kaxez mane
Îstatîstîkên fermî eşkere dikin ku hejmara giştî ya jinên ku li Tûnisê kar dikin, li gorî 2,54 milyon mêran tenê 1,2 milyon e. Ev yek jî dûrxistina jinan a ji qada aborî radixe ber çavan. Li gorî heman çavkaniyan, jin bi piranî di qadên xeternak û neewle de kar dikin wek çandiniyê, ku li wir ji sedî 70'ê hêza kar pêk tînin û pir caran bê peyman an jî sîgorteya civakî dixebitin. Jin gelek caran dibin qurbaniyên trajediyên têkildarî 'kamyonên mirinê' û veguhastina bêkontrol, ji ber ku yasayên ku ji bo parastina wan hatine derxistin, tenê li ser kaxezê mane û nayên pêkanîn.
Zehmetiyên karkerên tekstîlê
Her wiha rewşa dijwar a qada tekstîlê ku piraniya karkerên wê jin in, nayê jibîrkirin. Li wir jin bi mûçeyên kêm û derxistina kêfî ya ji kar re rûbirû dimînin. Hejmara wan nayê tomarkirin û êşa wan bi piranî nayê dîtin. Bi taybetî di salên dawî de wiha ye. Ji ber ku qad piştî hatina girseyî ya kelûpelên Tirkî (ku bi hatina Îxwanul-Muslimîn a ser desthilatdariyê dest pê kir) rastî zehmetiyan hat.
Karkerek kargeha tekstîlê li herêma Sahel a Tûnisê ya bi navê Helîma Seîdan, derbarê rewşê de wiha dibêje: “Min 20 salan bê sîgorteya civakî an jî sîgorteya tenduristiyê kar kir. Dema ku min mafên xwe xwestin, bi awayekî kêfî ji kar hatim avêtin, wek ku qet rojekê di jiyana xwe de neşixulîbim. Min gilî kir û heta îro jî li bendê me ku sîstema dadweriyê mafê min û karkerên din ên tekstîlê yên di vê qada paşguhkirî de, bide me.”
Her wiha em nikarin rewşa karkeran li malê jî paşguh bikin; tevî derxistina Yasaya Hejmar 37 a sala 2021 ew hê jî rastî zilmê, îstismara pir alî, tundî û nenasîna mafên xwe tên. Ew vê êşê bi wan jinan re parve dikin ku karê malê yê nedîtbar dikin karekî ku rojane hêza giyanî û tenduristiya wan a derûnî kêm dike.

Polîtîkayên sexbêriyê jinan dikin armanc
Di nava vê rewşa dijwar ku barê encamên wê dikeve ser milê jinan û di çarçoveya polîtîkayên sexbêriyê û rawestandina wergirtina karmendan li qada giştî de, cudakariya pêkhateyî di bin navê sexbêriyê de zêdetir dibe. Ferasetek baviksalarî li bazara kar serdest e; ev feraset wê baweriyê xurt dike ku mêr dabînkerên sereke yên debarê ne, loma bêtir mafê wan ê kar heye û bi vî awayî pêşîniyeke sedîsed dide wan. Ev cudakarî bûye sedem ku jin û rolên wan ên hilberîner bên paşguhkirin û dûrxistin, gelek jin neçar mane koç bikin da ku ji birçîbûn û dûrxistinê rizgar bibin.
Ji ber xizaniyê hatiye koçkirin
Endezyara elektrîkê ya 36 salî Hebîba Maznî ku ji parêzgeha Bîzertê ya li bakurê Tûnisê ye, dibêje: “Berî 6 salan çûm Fransayê; ev yek bi dilxwazî nebû. Ji ber ku ez tenê zaroka dê û bavê xwe me. Ji bo rizgarbûna ji rastiyeke dijwar a tijî xizanî, feqîrî û bêkariyê, ji bilî koçkirinê tu rêyeke min a din nemabû. Malbata min hemû hebûna xwe ji bo perwerdeya endezyariyê xerc kiribû, lê dîsa jî min nikaribû karekî guncav bibînim; mûçeyên karên heyî ji 300 dolarî derbas nedibûn. Van faktoran neçar kirim ku welatê xwe terk bikim.”
Çîroka Hebîba Maznî ne ya yekem û ne jî ya dawî ye. Êdî koçkirin ne tenê bi taybetî bi mêran e; jin tevî dayîkan û malbatên tevahî koçkirinê wek çareya dawî dibînin da ku ji xizanî û paşguhkirinê rizgar bibin. Hebîba di koçberiya neyasayî de rûbirûyê xetereyên mezin ên li deryayê dibin, an jî di koçberiya yasayî de rastî rîskên din tên.

Li hember kariyera wê tu rêz nayê girtin
Di Cotmeha 2025'an de, werzişvana hilgirtina giran a Tûnisî Ghofrane Belkhir piştî veqetîna ji şandeya Tûnisê, koçî Almanyayê kir. Biryara wê piştî têkoşîna li dijî rayedarên têkildar ên li Tûnisê hat dayîn. Rayedaran alîkarî û derfetên ji bo jiyaneke bi rûmet nedidan wê. Hebîba hîs dikir ku rêzgirtin li hember kariyera wê nîne û bi rastî jî derfetên bingehîn ên domandina jiyanê tune bûn, ew neçar ma ku bi awayekî neyasayî koç bike.
Tirsên derbarê têkbirina serxwebûnê de
Di nava vê rewşê de, jinên li Tûnisê ji lawazbûna serxwebûna xwe û nekarîna rûbirûbûna lêçûnên jiyanê yên ku her diçin zêde dibin, bi fikar in. Ew ditirsin ku bi zorê vegerin jiyana malê û bikevin rewşeke girêdayîbûnê, ev pêşbînî hestên lawazbûn û tirsê zêdetir dikin.
Komele amaje dikin ku ev şert û merc ku bi zêdebûna rêjeya jinan di nava kesên xizan de û tengbûna aborî têne naskirin, dibe ku rêjeya tundiya li dijî jinan zêde bikin û di nava malbatan de zextên giran ên derûnî çêkin. Di rewşeke wiha de, dê yasayên heyî ji bo çareserkirin, birêvebirin an jî pêşîlêgirtina wê tundiyê têr nekin.
Rewşa li Tûnisê ji beşên din ên herêma Mexrîbî ku li wir jî trajediyên bi heman rengî diqewimin, ne cuda ye. Li Mexrîbê li gorî amarên sala 2025'an, rêjeya bêkariya jinan ji sedî 20.5 bû, lê li Cezayîrê ev rêje dighîje ji sedî 25.5'an. Di heman demê de li Lîbya û Morîtanyayê ferasetên eşîrî çarenûsa jinan diyar dikin û li dijî xebata wan derdikevin. Ev yek tekez dike ku ev qeyraneke pêkhateyî ye û bandorê li tevahiya herêma Mexrîbê dike, ne tenê li Tûnisê.

Krîz ji sînorên Tûnisê wêdetir diçe
'Jinanebûna xizaniyê' ne neçarî ye; berevajî vê ew encama polîtîkayên aborî û civakî yên nebûna wan e. Her wiha polîtîkayên ku mêran bêtir şayanê kar û şert û mercên baştir dibînin tenê ji ber ku ew "serokên malbatan" in, di çarçoveyek baviksalar de. Tevî retorîka fermî ya ku 'piştgiriya jinan' û hêzdarkirina wan bipêş dixe, hemû nîşane di navbera gotûbêj û rastiyê de valahiyek eşkere dikin. Afirandina dewlemendiya rastîn û geşbûna veberhênanê nekariye derfetan ji bo jinan çêke an jî tedbîrên hişk ên ku giraniya wan li ser wan dikşînin, li hember tedbîrên hişk ên ku giran in, bisekinin.
Paradoksek mezin di nakokiya di navbera retorîka qanûndanînê û rastiya aborî de ye: her çend zagon dikarin piştgirîya hêzdarkirina jinan bikin jî, pergala bingehîn hê jî li gorî mêran çewisandî ye. Serdestiya mêran a li ser biryardanê, di civakekê de berdewam dike ku hê jî nirxa hilberîner a jinan li gorî ya mêran wek hindik dibîne.
Rêya derketinê li ku ye?
Tekane çareseriya krîz û dûrketina ku jin pê re rûbirû dimînin, di polîtîkayên giştî yên wêrek de ye ku pêşîniyên kar li gorî jêhatîbûnê ji nû ve diyar dikin ne li gorî zayendê. Divê ev polîtîka piştgiriyê bidin projeyên ku ji hêla jinan ve têne rêvebirin, li şûna ku jinan bikin hedefên zextên aborî û zagonên li dijî cudakariya li ser bingeha zayendî bi bandor bicîh bînin. Hêzdarkirina jinan ne luks e û ne jî îmtiyaz e; ew şertek pêşîn e ji bo bidestxistina hevsengiya aborî û têkoşîna li dijî jinanebûna xizaniyê.
Dem hatiye ku mirov dev ji dîtina jinan tenê wek qurbanî an kesên ku ji ber şert û mercan zirar dîtine berde. Lê ev yek mûçeyên adil, parastina zagonî ya rastîn û derfetên kar ên ku pêşî li hewcedariya koçberiyê digrin hewce dike. Rûmeta aborî ji bo jinan pêşîniyek e, ji ber ku dema jin li paş bimînin, vejîna neteweyî çênabe.
