Zordestî êşa zarokên astengdar ên li Idlibê zêde dike

Zarokên astengdar ên li Idlibê ji ber paşverûtiyên civakî rastî zordestî tên û bandorekê neyînî li ser wan dike. Xebatkara civakî Emel El-Zetûr destnîşan kir ku divê kesên astengdar ji tundiyê bên parastin da ku bi depresyona derûnî nekevin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib - Zarokên astengdar ên li Idlibê bi şêweyên redkirin, cudakarî û zordestiyê re rû bi rû dimînin û ev yek êşa wan zêde dike.

"Ez êdî keça xwe naşînim dibistanê ji ber ku ji aliyê hevalê xwe ve rastî zordestiyê tê"

Fatin El-Hedad a 33 salî da zanîn ku ew êdî naxwaze keça xwe ya heft salî, ku bi sendroma Downê ye, bişîne dibistanê ji ber ew ji aliyên hevalên xwe ve rastî zordestiyê tê û wiha pê de çû: "Keça min gelek caran dema ji dibistanê vedgeriya malê digiriya ji ber zordestiya ku ji aliyê hevalên wê li wê dihat kirin. Zarokan keça min di nav xwe de qebûl nedkirin. Ez bang li rayedarên pêwendîdar dikim ku çareyekê ji pirsgirêka van zarokan re bibînin, ku azarên wan di van demên dawî de ji ber koçkirin û nebûna lênêrînê û guhdanê zêdetir bûne."

"Zordestî zarokên astengdar ji mafên wan bêpar dihêle"

Esma El-Receb a 29 salî anî ziman ku ew her du kurên xwe yên ku ji atrofîya mêjî êşê dikişînin naşîne dibistanê, ji ber ku ew bawer bû ku ev yek dê ji feydeyê zêdetir zirarê bide wan û wiha axivî: "Kurên min rastî zordestiyê tên, vê yekê di wan rewşek nefret û dûrbûna ji civakê çêdike. Zordestî wan ji mafên wan bêpar dihêle."

"Ji ber ku zarokên astengdar nikarin êşa xwe bînin ziman bi depresyona derûnî dikevin"

Xebatkara civakî Emel El-Zetûr a 36 salî diyar kir ku zordestî pirsgirêkek civakî ye ku di çanda serdest de heye û çareserkirina wê hewildanên demdirêj û piralî hewce dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji ber ku zarokên astengdar nikarin êşa xwe di dema zordariyê de bînin ziman bi depresyona derûnî dikevin. Divê kesên astengdar ji tundiyê bên parastin da ku bi depresyona derûnî nekevin. Divê çapemenî balê bikişîne ser mijara zordestiyê û krîmînalîze bike."