Zimanê bedenê û bandora wê li ser ragihandin û medyayê

Der barê girîngiya zimanê ragihandinê di jiyana me ya rojane de û di warê kar de, Leyla Şems El-Dîn wiha dibêje: "Zimanê bedenê ji bo hemû mirovan, ji bo xwendekarên zanîngehê, ji bo endamên malbatê yên di heman malê de û di warê kar û têkiliyên civakî de girîng e. Gelek enstîtuyên ku bi vî zimanî tên perwerdekirin hene lê mixabin di materyalên perwerdeyê de tune ne. Gelo çima zimanê bedenê di materyalên perwerdeyê ya xwendekarên dibistana navîn de cih nagire, yan jî çima di hemû materyalên seretayî yên zanîngehê de cih nagire?”

CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- Mamosteya zanîngehê û lêkolînera antropolojî û medyayê, Dr. Leyla Şems El-Dîn, diyar kir ku zimanê bedenyê yê neaxêver yek ji zimanên herî bi bandor li ser zimanên din e û teqez kir ku girîng e mirov zimanê bedena xwe fam bike û hestên xwe kontrol bike.
Dr. Leyla Şems El-Dîn bal dikşîne ku zimanê bedenê zimanek berdewam e ku ji hemû zimanên cîhanê nayê veqetandin û ew tiştê ku em bi dest û çavên xwe, bi tevgera beden û awayê îfade dikin. Ev ziman bi axaftina me re tê û ji gotinê xurtir bandorê dike.”
Di bersiva pirsekê de li ser girîngiya ku endamek ji zimanê bedena xwe fêm bike, Leyla Şems El-Dîn dibêje: "Ez dizanim ku her tevgerek ez bikim dikare bandorek ducarî û hevgirtî li ser mirovên ku ez bi wan re diaxivim bike. Ez bawer dikim ku em ji dayik bûne ji bo ku têkilî bi yên din re daynin, ji bo ku em bikarin ji hemû dijwarî û cudahiyên çandî, rewşenbîrî û civakî derbas bibin û ji bo ku bigihîjin gelek armancan, wek kirûbira bazirganî, medyayî, rewşenbîrî û îdeolojîk. Ji ber vê yekê, dema ku ez amûrên li pêş min hêsan dikin ez derbasî ba kesên din bibim fam bikin, ew ê ji tevgera min re piştgiriyek çêbike da ku astengiyan derbas bikim û bigihîjim mirovan. Dema ku ez bi tevahî têbigihîjim wateya tevger û refleksên di binhişê me de ku ji mêjî derdikevin û li ser masûlkeyên bedenê tên xuyakirin û bi lebat an tevgerên bedenê derdikevin, wek awayê ku em rûniştin û hwd. Wê hingê ez dizanim ku kesê bi min re rûniştî bi zimanê bedena xwe rehet e yan na, wê hingê ez dikarim rêgezek an amûrek ku wan rehet hîs bike qebûl bikim da ku danûstandina me bi bandor be.”
Girîngiya zimanê bedenê
Der barê girîngiya zimanê ragihandinê di jiyana me ya rojane de û di warê kar de, Leyla Şems El-Dîn wiha dibêje: "Zimanê bedenê ji bo hemû mirovan, ji bo xwendekarên zanîngehê, ji bo endamên malbatê yên di heman malê de û di warê kar û têkiliyên civakî de girîng e. Gelek enstîtuyên ku bi vî zimanî tên perwerdekirin hene lê mixabin di materyalên perwerdeyê de tune ne. Gelo çima zimanê bedenê di materyalên perwerdeyê ya xwendekarên dibistana navîn de cih nagire, yan jî çima di hemû materyalên seretayî yên zanîngehê de cih nagire? Çima di medyayê de nayê ronîkirin? Ruxmî ku medya bi zimanê bedenê ve girêdayî ye da ku bandorê li mirovan bike. Heta siyasetmedar û rêber jî kursên xwendina zimanê bedenê û perwerdeya kontrolkirina zimanê bedenê digirin. Ev ziman pir girîng e ji ber ku herî zêde bandorê li mirovan dike. Lêkolînên zanistî îsbat kirine ku bandora peyvê tenê ji sedî 7 li ser a din e, ahenga deng a ragihandina vê peyvê bandorê ji sedî 38 dike. Di heman demê de ji sedî 55 ji bo ragihandina dîtbar û zimanê bedenê maye ango ew herî zêde bandorê li mirovan dike.
 Têkiliya di navbera zanebûna mirov û zimanê bedenê de çi ye?
Leyla Şems El-Dîn bal dikşîne ser çawaniya bandora adet, kevneşopî, jîngeh û perwerdeya mirovî li ser zimanê bedenê û wiha dibêje: "Em di wê baweriyê de ne ku ger em têgehek fêr bibin, nemaze di warê zanistên civakî û mirovî de divê em xwe bispêrin lêkolînan lê em mijarek pir girîng paşguh dikin ku ew jî nepeniya derdor û civakan e. Hema hema di hemû civakan de çarçoveyek giştî li ser lihevkirî heye lê mijarên taybet ên jîngeh, çand û kevneşopiyê hene û di vê çarçoveyê de ew armanca ji pêwendiyê, ango vekirina kanalên derbasbûnê bi yên din re zelal dike û dibêje: "Ger ez bixwazim bi hinek awayên nepenî bikevim derdoreke diyarkirî û ez vî zimanî ku ez wî zimanekî piştgirî dibînim, li ser wî ferz bikim, bêguman ez ê bi encama ku ez lê digerim dernekevim ku ev têkiliyeke bi bandor e, ji ber vê yekê girîng e ku em li ziman xwedî derkevin û taybetmendî û xisletên ku di her hawirdorê de hene bizanibin. 
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Gava ku em li ser pêwendiyê diaxivin, em dibêjin ku ragihandina bi bandor bi nêrîna li çavên kesê ku bi me re diaxive ew e ku xwe girîng hîs bike lê li Japonyayê, mînak, heke du kes bi hev re têkilî daynin û li ber çavan binêrin her çend saniyeyan be jî ew wek bêrêzî û neqedirgirtinê tê hesibandin, ji ber ku rêzgirtinê, bi tewandina serê xwe û nenihêrîina bi çavan tê nîşandan. Ji ber vê yekê ger ez çanda jîngeha ku ez diçim lêkolîn nekim, ez ê nikaribim sînorên ku wan danîne bişkînim da ku bi wan re biaxivim.”
 "Têkiliya di navbera rewşa psîkolojîk a mirov û zimanê bedenê de"
Li ser bandora rewşa psîkolojîk a li ser zimanê bedenê û çawa ew wê kontrol dike, Leyla Şems El-Dîn rave dike û dibêje: "Wek mirov, em komek ji hest, coş û ramanan in ku bi hev re têkildar in da wan bi çalakiyan îfade bikin. Em di bertek û hestên xwe de ji hev cuda ne û ji ber vê yekê dibe ku em pir li hin rewşan binêrin û qala çarçove, sînor û bingehên xwe bikin, lê bi rastî di hin kêliyan de em dikarin rastî zextên ku bandorê li reaksiyonên me dike jî bikin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha behs dike: "Ji bo ku em jêhatî bibin naskirina zimanê bedenê tenê têr nake lê belê divê em fêrî ziman bibin û bi pratîkî û perwerde bikin ku ji me re bibe adet lê carna dibe ku em kontrola li ser wê winda bikin, ji ber vê yekê hin rêbaz û amûr hene dihêlin ku me bêyî di psîkolojiyê de pispor bin fêr bibin. Ew amûrên hêsan in ku felsefeyek ramanê fêrî me dikin da em karibin hestên xwe kontrol bikin. Dibe ku di demek diyarkirî de em neçar bin ji kesên bi wan re rûniştin destûr bixwazin ji ber ku em hîs dikin, nikarin reaksiyonên xwe kontrol bikin û ji bo çend kêliyan dûr bikevin da ku hin awayên bilez bi kar bînin ku bi wan re em hevsengiyê vegerînin û kapasîteya xwe ya kontrolkirinê ji nû ve bi dest bixin, çi bi zimanê bedena me yan bi xwendina zimanê bedenê yên din. Ez piştrast dikim ku mijar ne hêsan e lê di heman demê de ew ne dijwar e û ew hemû tê wê wateyê ku em tiştan çawa qebûl dikin, em çawa tevgera xwe dinirxînin û çawa kanalên derbasbûnê ji bo xwe vedikin.” 
 Destwerdana di navbera pêwendî, medya û antropolojiyê de
Mamosteya zanîngehê Leyla Şems El-Dîn difikire ku belkî şansê wê hiştiye di warê antropolojî, medya û ragihandinê de pispor be û ew van mijaran jî li zanîngehê bixwîne û wiha didomîne: "Ragihandin, çi di jiyana giştî de çi di saziyan de, mijarek pir girîng e û di jiyana me de destwerdana her tiştî dike, destwerdana zanist û jiyana me ya kesane dike. Ez dibînim ku medya wekî vexwarineke girîng a me dide jiyandin, mirov dikşîne û kontrol dike. Ez di warê medyayê de xebitîm û ji ber vê yekê min ji vê dinyayê hez kir bi eşqek ku me dike  em pê re bijîn û em bi hemû çîrokên ku di nav civakên me de hene hîs dikin û her ku em xwe zêdetir bi vî warî ve girê didin, em bêtir li çareyan digerin da ku alîkariya mirovan bikin bigihîjin wan. Ev yek hevdem e ligel girîngiya ragihandin û pêwendiya bi bandor ku em bi riya wê armanc dikin kanalên zanîn û sûdwergirtinê vekin.”
Leyla Şems El-Dîn behs dike ku medya pencereyek mezin ji mirov re vedike û me bi komeke mezin ve girêdide, ne ji bo navûdeng lê bi mebesta pêşxistina ramanên ku em ji bo mirovan sûdmend dibînin. Li vir em têdigihîjin ku sîwana mezin a di jiyana me de, antropolojî ye. Antropolojî her tiştê ku bi mirov û jiyanê ya li ser gerstêrka erdê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê destwerdanek mezin bi pêwendiyê re heye, ji ber ku di antropolojiyê de ez dixwazim fam bikim ku mirov çawa tevdigerin, ez nas bikim ku kanalên ragihandinê yên çêtir bibînim da ku bikaribim xwe bigihîjînim wan û rastiya wan teşhîs bikim û bibînim ka ez çawa dikarim alîkariyê pêşkêşî wan bikim.” 
 Di ragihandinê de mijarên li ser jinan
Leyla Şems El-Dîn li ser çawaniya mijûlbûna medyayê bi pirsgirêkên jinan re wiha got: "Pirsgirêka jinan di hemû civakên me de mijareke hestiyar û bingehîn e ji ber gelek nêrînan. Ez pirsgirêka jinan ji pirsgirêka malbat û civakê cuda nakim lê lêkolînên min gelek li ser pirsgirêka jinan û nêrîna wan hene, ji ber ku jin weke pêkhateyeke civakî hene û stûneke bingehîn a civakê ne. Gelo çima girîng e doza jinan? Ji ber ku pêkanînên li ser jinan di civakên me de neheqî ne û rola me ya di civakê de jî ew e ku em li dijî neheqiya heyî rûbirû bibin. Li gorî min jî doza jinan yek ji mijarên sereke ye ku ez li ser xwe digirim lewma ez bi riya medyayê çawaniya destgirtina dozên jinan dişopînim û civak çawa bi wan re mijûl dibe dibînin.”
Leyla Şems El-Dîn amaje bi veguhertina erênî ya medyayê di mijara jinan de dike û dibêje: "Bi sedan kenalên Ereb û kanalên navdewletî hene ku bi zimanê Erebî diaxivin û di warê mijûlbûna bi kêşeyên jinan de heta radeyekê guhertineke baş heye. Berê pirsgirêkên jinan û tundiya ku li ser wan tê kirin ne mijara gotûbêjê bû. Lê îro pirsgirêkên jinan tên nîqaşkirin û gelek nêrîn tên pêşkêşkirin, ev tiştekî erênî ye.” 
Tevî guhertinên erênî jî Leyla Şems El-Dîn dîsa rexne li rola nerazî ya medyayê di çareserkirina kêşeyên jinan de dike û dibêje: "Gelek mijar min mijûl dikin, wekî nimûne, dozên jinan tenê bi hin wesîleyan tên nirxandin, wek di kampanyaya 16 rojan de, roja têkoşîna li dijî tundiya zayendî. Di wir de pirsgirêkên jinan bi hemû kanalan û carna jî di nûçeyan de tên ragihandin. Lê piştî kampanyayê kanal dikevin rewşeke bêhaliyê heta ku bûyerek bi êş an jî bûyereke şîdetê li ser jinan rû dide û piştre jî medya vedigere û behsa pirsgirêkên jinan dike.”
Di dawiya axaftina xwe de Leyla Şems El-Dîn got: "Pêwîst e pirsgirêka jinan bi awayekî mayînde di çapemeniyê de cih bigire da ku bandorek bihêle. Divê çapemenî rola çalak a jinan di civakê de derxe ku çawa bandorê li ser nifşan dihêle, heke dayik, karkerek, an xwedî peywirên din be.”