“Ziman kok û nasnameya mirovan e”
Emîne Omer a di temenê 56 salî de fêrî zimanê Kurdî bûye dibêje: “Ziman nasnameya mirovan e yên ku zimanê xwe fêr nebin, ji xwe dûr dikevin.”
Heleb- Xwendin ji bo mirovan pir girîng e, gelê bê ziman, ji xwe dûr û winda ye. Divê her kes bi zimanê xwe bixwîne û zanibe pê biaxive û binivîse. Zimanê Kurdî bingeh e ji bo hemû Kurdan. Divê her Kurd fêrî zimanê xwe bibin. Her kes divê fêrî zimanê xwe bibe ji ber ku ziman nasnameya mirov e. Dema ku mirov xwedî meraq be temen çiqas mezin be jî li pêşiya zanabûnê nabe astengî mînaka vê yekê jî Emîne Omer a 56 salî ye. Ruxmî temenê xwe yê mezin, bi coşeke mezin zimanê dayikê fêr dibe. Xeyala Emîne ew bû ku bi zimanê Kurdî fêr bibe, di encamê de xeyala xwe pêk anî. Emîne ji ber urf u edetên civakê nikarîbû xwendina xwe berdewam bike lê niha du zarokên wê hene her du zarokên xwe gihandin zanîngehan û dema şoreş çêbû tevli zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî jî bû. Her wiha cihê xwe di komîna Şehîd Gulê Selmo ya taxa Xerbî de digire. Têkildarî mijarê Emîne Omer nêrîna xwe ji ajansa me re anî ziman.”
“Ziman nasnameya mirovan e”
Emîne Omer li ser xwendina xwe ya Kurdî axivî û got: “Temenê min 56 salî ye ez li komîna Şehîd Gulê Selmo xwendina xwe ya Kurdî berdewam dikim. Di serî de em spasiya mamosteyên xwe dikin, keda ku mamoste bi me re didin em ji bîr nakin. Ji ber ku mamoste ji bo tîpek fêrî me bikin gelek diwestin. Pir kes dibêjin dema ku mirov bi temen mezin dibe zehmet e ku fêrî xwendinê bibe lê ez dibînim ev tişt şaş e dema ku îrade, mereq û hezkirin ji bo zimanê dayikê hebe ne temen û ne jî tiştên din dibin asteng. Her dem ez dixwazim di xwendina xwe de serkeftî bim. Ziman bingeh û nasnameya mirovan e ji ber wê divê her Kurd fêrî zimanê xwe bibe.
“Zehmetî hebû lê me derbas kir”
Emîne Omer di berdewamiya xaftina xwe de behsa zehmetiyên ku derketina pêşiya wê kir û got: “Wekî em dizanin di dema borî de ji ber urf û edetên civakî jin her dem dûrî xwendinê diman. Nedihiştin ku jin bixwînin û her dem di çarçoveya teng a malê de diman. Di demên borî de xwendina Kurdî tunebû ji ber ku hêzên desthilatdar ev ziman qedexe kiribûn û nedihiştin em bi zimanê dayikê biaxivin û bixwînin. Li ser Kurdan şîdet hebû lê niha êdî em dikarin bi serbestî bi zimanê xwe fêr bibin. Zehmetî hebû lê me derbas kirû niha em bi zimanê dayikê dixwînin. Daxweza me ji hemû Kurdan re biçûk û mezinan heye ku bi zimanê xwe bixwînin. Hemû netew bi zimanê xwe dixwînin çima em ê bi zimanê xwe nexwînin. Ziman ji bo her kesê bingeh e. Mafê me heye em bi zimanê xwe bixwînin. Her kes dikare bixwîne bila kes nebêje ez nikarim bixwînim ji ber ku ez bi vê temenê xwe yê nêzî 56 salî dixwînim. Hê jî dixwazim ji vê bêtir bixwînim ji bo ku jiyana me hemû bi Kurdî be. Dema ku meraqa me li ser xwendinê hebe wê demê her kes dikare bixwîne û fêr bibe. Li kêleka me Ereb jî bi zimanê Kurdî dixwînin, çima em Kurd bi zimanê xwe nexwînin. Zimanê me yê dapîr û bapîrên me ye divê em ji ber vê yekê bi zimanê xwe bixwînin û xwe winda nekin. Derfeta me tunebû em bixwînin lê niha bi saya şoreşê em bi zimanê xwe dixwînin. Bi saya rêxistinê em gihîştin vê astê. Di dema borî de em nizanibûn Kurdî heye erê em bi Kurdî diaxivîn lê me bi riya rêxistinê zimanê xwe nas kir.”
“Bi fikra Rêberê xwe em gihîştin vê astê”
Emîne Omar ev tişt jî anî ziman: “Bi fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em gihîştin vê astê û ev yek bû sedem ku jin û hemû cîhan zana bibin. Riya rastiyê da pêşiya me û riya me ronî kir. Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe fêr bibe. Rêber Apo dibêje asta pêşketina ziman asta pêşketina civakê ye, ji bo wê divê em pir girîngî bidin fêrkirina ziman. Her wiha Divê dayik bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, jinên Kurd ên di malên xwe de bi zarokên xwe re bi Erebî diaxivin ev şaştiyek mezin dikin. Ji ber ku zarok dûrî ziman û çanda xwe dimînin. Zimanê me heye divê her ker bi zimanê xwe biaxive.”
Bi keda xwe zarokên xwe gihand zanîngehan
Emîne Omar bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Keç û kurek min hene. Kurê min 33 salî ye wî zanîngehê qedandiye, keça min jî zanîngehê bi dawî kiriye. Keça min bi Kurdî xwendiye û li Efrînê mamoste bû, niha jî li nexweşxeneyê dixebite. Zarokên min bi zimanê Kurdî û Erebî xwendin. Serê min bi wan bilind e. Daxwaza min ji hemû dayikan ew e ku bi zimanê Kurdî fêr bibin. Ji bo ku zarok ji çand û zimanê xwe dûr nekevin. Divê her dayik baş bi zimanê xwe zarokên xwe fêr bike. Bila kes nebêje pêşeroja zimanê Kurdî tune ye, zimanê ku herî zêde pêşeroja wê heye zimanê Kurdî ye. Divê her dayik zarokên xwe bi zimanê xwe hişyar bike ji ber ku ziman di her demê de pêwîst e. Xwendin û axaftin di her saziyê de pêwîst e yên ku bi zimanê xwe nizanibin ew kes li dawiyê dimînin. Divê her jin bi zarokên xwe re bi zimanê Kurdî bixwînin û xwe bi pêş bixin, zana bibin. Dema ku xwendina mirov hebe nêzî siyasetê dibe, bi riya xwendina nûçeyan û lêkolînan û şopandinê ji her tiştî haydar dibe. Kesên ku zarokên xwe neşînin dibistanên Kurdî şaşiyan dikin lewre ev rewşeke bi xeter li ser civakê çêdike.”