"Zextên civakê jinan difetisîne"

Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê der barê tundiya li ser jinan de wiha got: "Hişmendiya baviksalarî û şerê taybet li ser jin û ciwanan tê meşandin. Divê her ferda civakê xwe li dijî van kiryaran biparêze da ku jiyanê bê xetere derbas bike."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Şer û aloziya li Sûriyeyê ket sala xwe ya 10'an, ji ber vê aloziyê gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û hin ji wan birîndar û winda bûn. Li rex van şeran kiryarên ku li ser jinan tên meşandin çi ji milê şer an jî hişmendiya civakê ve be herî zêde yên ku para xwe ji vê aloziyê û şer digrin jin in, ên ku rastî tundiya malbatî yan jî civakî tên jî jin in. Lewre ji ber van sedeman roj bi roj kuştin û xwekuştin li hemû deverên cîhanê zêde dibin. Bi taybetî li herêmên dagirkirî, niha bi sedan jinên ji Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şengalê rastî kiryarên xirab, qetilkirin û tundiyê tên. Herî zêde jinên dawî li jiyana xwe tînin an jî tên kuştin sedemên mîna hişmendiya civakê, zewaca di temenê biçûk de û desthilatdariya zilamê serdest e. Li herêma Firatê jî bûyerên kuştin û xwekuştinê ji ber sedema şerê taybet û hişmendiya baviksalarî û desthiladariyê çêdibin. Ji bo her ferdeke civakê û bi taybetî jin xwe biparêzin dê Kongreya Star li kolan, tax, bajarok û navçeyan dest bi rêzeçalakiyên hişyarkirin û parastinê bike. Têkildarî mijara xwekuştin, tundî, qetilkirin û zextên li ser jinan tên kirin, Endama Koordînasyona Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê Hedle Hesen nêrîna xwe anî ziman. 
"Divê jin xwe biparêzin dawî li jiyana xwe neynin"
Ji ber ku jin di çarçoveyeke tarî û teng de mane, çareseriyê di kuştinê de dibînin û dawî li jiyana xwe tînin. Hedle li ser vê mijara kuştin û xwekuştinê de van nirxandinan dike: "Di her dema ku jin pêşengî yan jî rêveberiya bajarekî dikin de, li hemberî vê mirov bala xwe didê ku kuştin an jî xwekuştin derdikeve pêş. Dibe ku civaka me ne di wê ferqê de be lê ev tişt li ber çavan e. Nabe ku em vê wekî mijareke tesadufî bibînin. An jî rewşên hewldanê derdikevin holê. Bûyerên li pêşiya çavên jinan diqewimin bandoreke neyînî li ser derûniya wan dike ev yek jî dibe sedem ku dawî li jiyana xwe bînin. Lê hêz û vîna jinan ji kuştinê zedetir e. Divê jin bi sebir bin, li şûna ku jin rihê xwe bi destên xwe tune dikin, divê xwe li saziyên jinan bigrin û pirsgirêkên xwe bi wan re parve bikin. Her wiha ciwan bi riya şerê taybet wekî madeyên hişbir di milê fihûş û sîxurî de tên xapandin. Dewleta tirk dixwaze vî bajarî bi destên ciwanan bide xirabkirin da ku armancên xwe bi ser bixe. Divê ciwan li hemberî van xirabiyan şiyar bin da ku nekevin xefika dijmin. Îro ne tenê xetere li ser ciwanan heye di heman demê de li ser me tevan heye."
"Deriyê me ji hemû jinan re vekiriye"
Li her malê li her taxê jin rastî tundiyê tên, ji ber tirsa malbatê yan jî hevjîn, bira û bav jin nikarin berê xwe bidin saziyên ku pirsgirêkan çareser dikin. Hedle da zanîn ku bandora malbatê li ser jinan gelek e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Her ku rêxistinên jinan berfireh dibin li hemberî wê tundî jî zêde dibe, li gorî analîz û lêkolînên me em wiha dibêjin, hişmendiya heyî naxwaze jin bibin xwediyên erk û rola xwe di nava civakê de. Dema ku jin mêze dikin jin tên hedefgirtin, tirs di hundirê wan de çêdibe, ji ber ku ew jin di çarçoveya derve de dimînin û tirsa wan ew e ku wek jinên din di komkujiyan re derbas bibin. Herî dawî li Kobanê jineke temenê wê 40 salî bû xwe perwerde kiribû lê dawî jiyana xwe anî û ev yek pirsnîşan di serê mirovan de dihêlîn. Ger tundî li ser wê jinê nehatibûya meşandin wê dawî li jiyana xwe nedianî. Ji ber mirov bê sedem dawî li jiyana xwe nayne. Rihê mirovan gelekî şêrîn e û mirov dil nade ku xwe rihê xwe bi destê xwe bistîne. Civînên ku der barê kuştin, xwekuştin û tundiyê de hatin lidarxistin me biryar girt ku êdî çi bûyer biqewimin em ê navê wê tenê kuştin daynin."
"Têkoşîna herî mezin ew e ku jin li dijî tundiyê xwe biparêzin"
Paşverûtiyên civakê nahêlin rêxistinên jinan ji van bûyer û pirsgirêkan re bibin bersiv, ev hişmendî astengiyan li pêşiya van saziyan derdixe holê. Hedle bi bîr xist ku Rêxistina Kongra Star rêxistineke jinan e û pirskirêkên jinan çareser dike û wiha bi dawî kir: "Ji bo em pirsgirêkên jinan nas bikin û bi wan re bibin alîkar, bi riya van civînan em ê hewl bidin pirsgirêkên civakê û bi taybetî yên jinan çareser bikin. Lê ya girîng divê her du zayend bi awayekî baş bi hev bidin fêmkirin, jin xwedî li mafê xwe derkeve, behsa mafên xwe yên xwazayî bike, yan jî çareser nebû divê berê xwe bide saziyên jinan wek Kongreya Star, Desteya Jin, Mala jin, Rêxistina jin a li dijî tundiyê û pirsgirêkên xwe bi wan re parve bike da ku ew rêxistin çareser bikin. Dema ku em serdana malan dikin, em dizanin ku ev jin rastî tundiyê tên lê ew bi xwe nabêjin ku tundî li ser wan tê meşandin, em bi riya telefonê xwe dighînin wan û pirsgirêkan çareser dikin. Banga min ji tevahî jinan re heye ku xweşiya jiyanê bibînin. Jiyan xweş e divê em tenê li ser kuştinê nehizirin li şûna wê em dikarin xwe biparêzin û hişmendiyê bidin guhertin, ji ber ku jiyan guhertin û veguhertinan di nava xwe de dihewîne. Her wiha dijmin bi zanebûn şerê taybet li ser herêmên me dide meşandin, herî zêde şerê taybet bandorê li ciwanan dike loma divê ciwan li hemberî şerê taybet şiyar bin."