”Zewaca di temenê biçûk de sûcê li dijî zarokatiyê ye”

Di civakek ê de ku zilam tercîh dike bi keçek temenê wê biçûk re bizewice, jiyan dê çawa be gelo? Ev adeta ku ji hêla mêrên malbatê ve tê meşandin, li ser jiyan û derûniya jinan texrîbatên mezin çêdike.

XIFRAN EL-RADÎ
Bexda- Gelek çîrokên jinên ku ji zaroktî û xeyalên xwe mehrûm bûn, hene. Di nava gelek civakên paşverû de ev diyarde pir lê pêş e. Çend ji wan jinan ji ajansa me re çîrokên xwe vegotin. 
N.F 17 salî ye dayika du zarokan e behsa zewaca xwe ya ku beriya pênc salan pêk hatiye dike û dibêje ku wekî ku şok derbaş kiribe, ji ber ku wê tenê dizanibû ku zewac tenê lixwekirina kirasê spî ye û dibêje: "Têkiliya di nava zewzcê de çêbû, ji bo min şok û tirsek bû, wekî ku ez ji nişka ve ji cîhaneke bedew bar bikim ber bi hûrguliyên êşdar ve biçim. Dilê min heman diêşe her ku rojên yekem ên zewaca min tê bîra min."
Çawa hat zewicandin
Li ser awayê zewicandina wê N.F dibêje: "Kesê ji min nepirsî û nêrîna min qet nehat girtin ku ez qebûk dikim an na. Ji nişkê ve wan ji min re gotin mêvan hene û pêwîst e ez wan pêşwazî bikim, ez çûm min ew pêşwazî kirin, min dît ku zilamekî mezin e bi çend salan ji bavê min biçûktir e, min silav dayê û min jê re got apo ew keniya piştre malbatê ji min re gotin ku ew ê bibe hevjînê min."
"Bi zewicandinê xeyalên min hatin tunekirin"
Der barê xeyalên xwe de dibêje: "Min dixwest ez xwendina xwe bi dawî bikim û bibim Endezyar û hewesa min ji bo xêzkirinê pir hebû lê zewicandina min xeyalên min hemû tune kirin. Ez roja xwe bi xwarinçêkirin, paqijkirin û hûrguliyên malê diqedînim. 5 sal di ser zewaca min re derbas bû, zewacê ez gelekî dam guhertin ez xwe wekî kesek 50 salî hîs dikim tevî ku temenê min hê 18 salî ye."
Her wiha bi hesret gotinên xwe didomîne û dibêje: "Geger vegera demê pêkan bûya min ê ev zewac red bikira û li beramberî dê û bavê xwe bisekiniyama û min ê bigota na. Min di wê demê de mijar fam nedikir. Her çend hevjînê min ji min bi min re baş e jî êşek di hundirê min de heye û min dide hîskirin ku ez hatime binpêkirin û min biryara hilbijartina jiyana xwe neda."
"Xwedîkirina zarokan bi tenê ne hêsan e" 
S.S ya 33 salî, jinebî ye û dayika 5 zarokan e, di 14 saliya xwe de zewiciye. Ew piştî wefata hevjînê xwe ku beriya  du salan di 60 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, serdemek dijwar dijî ji ber ku di ciwaniya xwe de bi xwedîkirina 5 zarokên ji temenê cuda yên di navbera 5 û 12 salî de dijî û ev li Iraqê berpirsiyariyeke dijwar e ji ber ku dedezgehên lênerîna zarokan dikin tune ne. Mijar bi giştî ji rêxistinên mirovî re dimîne, taybet ku ew di xaniyek neqanûnî û jîngehek ne erênî de dijî ev jî piştî ku zarokên hevjînê wê yên ji hevjîna wî ya yekem xaniyê ku tê de bûn ji wan girtin, ji ber ku ew a duyemîn e.
"Ez di temenekî pir biçûk de zewicîm"
Der barê zewaca wê û hûrguliyên ku ew dijî de S.S dibêje: "Ez di temenekî pir biçûk de zewicîm. Bavê min ez dam hevalê xwe wekî jina duyem ji ber ku rewşa zilam a aborî pir baş bû, piştre hevjînê min nexweş ket û piştî du salan ji nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Jiyana min bi giştî hat guhertin û min fam kir ku ez lawaz im û neçar im ku jiyana xwe bidomînim û ez tu şêwazî nagrim ku zarokên xwe bidim xwedîkirin." 
"Zewicandina temenê biçûk ji ber adet û rêbazên paşverûtiyê ye"
Çalakvan Sera El-Taiî 25 salî ye dibêje: "Zewaca kesên temenê wan biçûk sûceke li dijî zaroktiyê ye, keç di her temenê xwe de pêwîst e bi xwezayî  û dûrî peymanên civakî bijîn û ez bawer dikim ku sedema zewaca keçan bi temenê biçûk ji ber adet, peşverûtî, rêbazên jiyanê yên dubare yên civaka Rojhilat in."
Sera El-Taiî li gotinên xwe zêde dike ku jin xwedî mafê hilbijartina zilamê ku wê pê re bizewicin e û got: "Mafê her keçê heye ku hevjînê xwe hilbijêre ji be ku ew ê pê re bijî û jiyana xwe bi wî re bidomîne ne malbata wê ji ber vê pêwîst e ew biryara zewaca xwe bide ne malbat da ku encamên biryarên xwe bigre ser milên xwe ne biryarên malbatê ku xeyalên keçan binpê dikin. Pêwîst e jin ji bo pêşketina xwe her dem bixebitin û baweriya jinan pêwîst e bi kesayeta wan were û rê nede ku adet û gotinên civakê çarenûsa wan biguherîne û li beramberî vê yekê bi ser bikeve. Gelek malbat hene van sûcên xwe yên hov mafdar didînin ji ber rewşa aborî."  
Divê zagona zewaca di temenê biçûk de û bi zorê esas were girtin 
Der barê girîngiya derxistina qanûnên girêdayî jin û zarokan Sera El-Taiî dibêje: "Divê zagona zewaca di temenê biçûk de û zewaca bi zorê wekî bingeh were pejirandin û ne wek tercîhek, ger jin di hundirê welat û malbata xwe de kesê nebîne ku wê biparêze, wê li ku bibîne? Wê kî perpirsyariya xwekuştin û berdana wê di temenekî biçûk de bigre ser milên xwe? Hevberdan di temenê biçûk de dijwar e ji ber ku ew ê hewce bike ku bi civakek tev re rûbirû bimîne."
Çalakvana sivîl di warê mafên jinan de, Alaa El-Mosowî, piştrast kir ku zewaca keçên di temenê biçûk de bi gelemperî dibe sedem ku dev ji xwendinê berdin û wiha berdewam kir: "Ji ber vê yekê keça ku di temenekî biçûk de dizewice nikare xwe îsbat bike û bibe endamek çalak di civakê de." 
Alaa El-Mosowî got ku keça ku temenê wê di bin 18 salî de be nikare berpirsyariya hevjîn an malbata ku ew ê tê de bijî, bigre ser xwe û wiha pê de çû: "Em gelek caran dibînin ku pirsgirêkên zewacê ji rojên yekem ên piştî zewacê xuya dibin û cudahî zêde dibin, ji ber vê yekê em gelek bûyerên berdanê dibînin."
Di dawiya axaftina xwe de, Alaa El-Mosowî teqez kir ku pêdivî heye qanûnên ku pêşî li zewicandina keçên temenê wan biçûk digire hebin û divê dê û bavên keça xwe di temenê biçûk de bizewicînin, ceza bigrin.