Zemê û zoriyên jiyanê

Jina penaber Zemê Denîz bi bîranînên xwe yên dema li gund ser cîh û warê xwe dijî û hîna weke duh hemû jiyana gund li bîra wê ye.

 

DÎLAN KORHAN
Musil - Gelek gundên bakurê Kurdistanê yên herêma Botan û Colemêrgê ji ber zextên dewleta Tirk hatin valakirin. Yek ji wan gundan jî Qeşura yê Qilabana Şirnexê ye, di salên 1990’an de tê valakirin. Yek ji van jinên ku li wî gundî mezin bûye û ji ber valakirina gund berê xwe daye koçberiyê, li Wargeha penaberan a Mexmûrê a ser bi bajarê Musilê dijî û her tim xeyal dike ku careke din biçe gundê xwe bibîne Zemê Denîz e.
‘Ez li gel dapîra xwe mezinbûm’
Zemê diyar kir ku heta 15 salîbûye li gel dapîra xwe mezinbûye û wiha domand: “Ez û birayê xwe em cêwîbûn, dema ez nû ji dayik bûme ji ber dayika min nekaribûye me her duyan bi hev re xwedî bike heta 15 saliya min dapîra min ez xwedî kirime. Di zarokatiya xwe de ji ber ez li ba dapîra xwe bûm, şîr tunebû dapîra min bide min her carê ez dibirim gel jinên ku şîrê wan hebû. Min şîr wisa dixwar. Heta hinek mezin bûme min şîrê 7 jinan vexwariye. Dema ez li gel dapîra xwe dijiyam, ew bi ku ve biçûya ez her tim li pey wê bûm. Dema diçû meydanê, ber pez ez her ez li gel bûm. Di nava malê de ji ber mala bavê min û sê birayên xwe di nava hev de dijiyan, heya bavê min ji birayên xwe cuda nebû ez her li gel dapîra xwe bûm. Piştî bavê min cuda bû, ez girtim gel xwe û em çûn Xanorkeyê. Bavê min li wê derê ji bo xwe gundek nû ava kir. Me bi hev re ji nû ve xanî çêkir. Em 4 malbat me bi xwedîkirina lawiran debara xwe dikir.”
‘Li gundan hemû kar li ser milên jinan bû’
Zemê bi van gotinan behsa amadekariyên zivistanê yên di dema ciwantiya xwe de li gundê xwe bûne dike: “Dema dibû zivistan em diçûn kaşê, dema dibû bihar meha Gulanê me pezên xwe dibirin heta meha Îlonê em li meydanê diman. Dema em careke din dizivirîn gund me careke din karê xwe berdewam dikir li gund em diçûn çilo, dexil û genimok me dibir aşê. Jiyana me ya gund bi vî awayî derbas dibû. Ji bo amadekariyên zivistanê me giya û çilo ji bo lawiran amade dikir, ji bo malê jî me genimok, qelî, ar, genim çi pewîstiyên me hebûna me ji bo zivistanê amade dikir. Di dema ciwaniyê de li gund wesayîd tunebûn. Dema ku em diçûn cihekî bi dewaran em diçûn. Li gund bê agahiya dayikên xwe qet em nediçûn ciheki. Beriya ku em biçin cihekî me agahî dida malbatê. Li gundan hemû kar li ser milên jinan bû.” 
‘Me bi ta û derziyê cilên xwe didirû’
Zemê wisa behsa dawet, cil û bergên gundê xwe dike: “Cil û bergên me yên gund kiras, fistan û desmal bûn. Piştgirkek li ser pişta me bû. Em bi hevalên xwe yên keç re kom dibûn û diçûn komkirina daran. Me gore çêdikir, ji ber ku makîneya cilan tunebû, me bi ta û derziyê cilên xwe didirût. Min her tim di nava malbatê de çi kar hebûya dikir. Me zarok xwedî dikirin. Em diçûn ser avê me cil û serê xwe dişûşt. Cilên xwe yên şûştî me datanî ser milên xwe û em dihatin malê. Malbata me nedihişt em bi xortan re hevaltî bikin. Cihê ku xortek lê hebûya keç nediçûn wê derê. Dema mêvanek zilam bihata em nediçûn gel wan. Civata jin û zilaman cuda bû. Di dema dawetan de jî jin û zilaman ji hev cuda dîlan digirtin. Dema ku keç dibûn 7 salî kefî didan serê wan û diçûn nava baxçe zebze diçandin.” 
Zemê wiha qala çîroka zewaca xwe dike û dibêje: “Du salan ez xwestî di mala bavê xwe debûm lê heta me dawet kir, min û hevjînê xwe me hev nedît. Ger em biçûna palehiyê, rêya ku ew tê de diçû ez nediçûm. Ji ber ku gund wiha bû. Nedihiştin ku zarokên keç bê kefî biçin ber derî jî. Dema dibûn heft salî kefî didan serê xwe. Me di bistanan de bacan, xiyar û çi pewîstiyên me hebûn diçand. Dema ku hatin xwestina min, wê demê li gund dibistan nû hatibû vekirin. Ji bo dibistanê dema hatin navê me binivîsînin, bavê min navê min nivîsand lê nehişt ez herim dibistanê û ez zewicandim. Dema min dan nextên min wergirtin, piştî du salan hatin min birin. Di nava wan du salan de ez li mala bavê xwe bûm heta dawetê min û hevjînê xwe me qet hev nedît. Ji ber li gund wiha bû cihê jin lê bûna zilam nediçûn, cihê zilam lê bûna jin nediçûn wê derê.” 
‘Berê stranên dawatan bi devkî bûn’
Zemê behsa kevneşopî û adetên dawetên gundê xwe kir û got: “Ez bi hespan birim, ji ber axayê gund jiyana xwe ji dest dabû dawet ji min re nekirin. Li gundan dema her du alî li hev dihatin ji keç û kur pirs nedikirin didan hev. Di nava malbata me de jî du pêguherk çêbû. Dema nêzî dawetê dibû, amadekariyên xwe dikirin, ji bo bûkê zêr dikiriyan. Berê li gundan, bi dewaran diçûn bûkan danîn. Sê rojan dawet dihat kirin, çar danan xwarin dihat çêkirin. Dema bûkê dibirin dawetê bi paçeki bûkê vedişartin, nedihiştin kes berê xwe bide, heta ku zava bûkê bibîne. Berê stranên dawetan bi devkî bûn. Di navbera me de jin û zilamên dengxweş hebûn. Di şîn û şahiyan de dilorandin. Dema ku li gund nexweşiyek çêdibû yên temenê wan mezin û mixtar çareser dikirin. Niha çawa ku li Mexmûrê komun hene dema ku pirsgirêkek, nexweşiyek kêmasiyek hebe komun çareser dikin. Li gund jî bi vî awayî bû pewîstiyên kê hebûna dihatin çareserkirin.” 
Zemê sedemên koçberbûna xwe ya ji gundê xwe jî wiha anî ziman: “Hevjînê min hat girtin û çar salan di zindana Amedê de ma. Dema zilamên gund hatin girtin, li gund hemûyan bizinên xwe firotin. Ji min re jî gotin bizinên xwe bifiroşe lê min nefirot. Min 6 zarok û ew bizin bi tena serê xwe xwedî kir. Wê demê tiştek me tunebû, hemû tişt min bi tena serê xwe ji malê re kirî. Bi vî awayî heta hevjînê min hat berdan min berdewam kir. Ez diçûm bêriyê, şîr, mast, penîr, hêk û don, yanî bi kurtasî kîjan berhem hebûya me difirot. Pê debara mala xwe dikir. Di heman demê de jî min zarokên xwe xwedî dikir. Rojê du danan ez diçûm bêriye. Dema bêriyê me gorên xwe dibir li wê darê me çêdikir. Li gund min makîneyek kirî min bi wê gore, parzûn, lûfik, cil hemû tiştên pîwîst pê didirû. Ez ji dayika xwe fêrî makîneyê bûm. Dayîka min çedikir min jî berê xwe didayê ez pê re fêr bûm.”