Zekaya çêkirî ji bo jinan derfeteke aborî ye yan gefek e?

Pispora teknolojiyê Dr. Farah Ebd El-Kafî destnîşan kir ku zekaya çêkirî ji bo bihêzkirina aborî ya jinan derfeteke mezin e, lê ji bo parastina ewlehiya kar pêdivî bi fêrbûna jêhatbûnên dîjîtal heye.

TEMENÎ EL-SERAWÎ

Bexda – Her çiqas teknolojiya ku bi zekaya çêkirî gihîştiye asteke nû, deriyên nû ji bo kar vedike û ji bo jinan gihîştina hêsantir a bazara kar be jî; di heman demê de gelek dijwariyan bi xwe re tîne. Ev guhertin vê pirsa bingehîn derdixe holê: Gelo zekaya çêkirî derfetek rastîn ji bo bihêzkirina aborî ya jinan temsîl dike, yan dibe faktoreke nû ya ku gefê li ewlehiya karê wan bixwe û lawaziya hinek koman di bazara kar de zêde dike?

Pispora teknolojiyê û zekaya çêkirî Dr. Farah Ebd El-Kafî, da diyarkirin ku pêşveçûna bilez a amûrên zekaya çêkirî teşeyê bazara kar bi awayekî radîkal guherandiye û ji bo jinan derfetên bêhempa afirandiye. Her wiha da zanîn ku bêyî hewcedariya sermayeya mezin an jî pisporiya teknîkî jin dikarin bikevin qadên nû yên pîşeyî. Farah destnîşan kir ku serweriya van amûran ji bo her jina ku li derfetek kar digere yan jî dixwaze projeya xwe bide destpêkirin, bûye avantajeke rastîn a reqabetê.

Derfetên nû bi jêhatîbûnên hêsantir

Farah Ebd El-Kafî tekez kir ku gelek pîşe berê ji bilî xebata di nava şîrket an saziyên pispor de, salên fêrbûnê û kursên perwerdeyê yên biha hewce dikirin lê amûrên zekaya çêkirî gelek ji van qonaxan kurt kirine, bidestxistina jêhatîbûn û hilberînê hêsantir kirine. Bi vî rengî derî ji bo beşek berfireh a jinan vebûye ku bi baweriyek mezintir bikevin bazara kar.

Farah Ebd El-Kafî diyar kir ku karên wekî sêwirandina reklam û weşanan, hilberandina naverokê û sererastkirina wêne û vîdyoyan niha bi karanîna amûrên zekaya çêkirî                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                                         gengaz in dihêle jin van karan bi xwe bêyî hewcedariya lêçûnên zêde yan pisporiya teknîkî ya tevlihev pêk bînin.

'Zakaya çêkirî ji bo her kesê ye'

Farah Ebd El-Kafî tekez kir ku baweriya ku dibêje zekaya çêkirî tenê ji bo bernamesaz an zanyarên komputerê ye êdî rast nîn e û wiha got: "Piraniya amûrên heyî ji bo bikarhêneran û gihîştina her kesê hatine çêkirin û dikarin bi riya têeefonên jîr an komputeran bêyî ku pisporiya bernamesazkirin an kodkirinê hewce bike, werin xebitandin.

Farah Ebd El-Kafî zêde kir ku ev teknolojî niha di qadên curbecur de hene û got: "Ev yek ji jinan re derfetên berfireh peyda dike ku ji wan sûdê bigrin, her yek li gorî pisporiya xwe yan xwezaya karê xwe dikare bi kar bîne."

'Zekaya çêkirî ji bo bihêzkirina aborî derfetek e'

Farah Ebd El-Kafî eşkere kir ku zekaya çêkirî derfeteke girîng temsîl dike ji bo bihêzkirina jinan di warê aborî de, bi taybetî di civakên ku jin bi zoriyên têkildarî tevger an gihîştina cihên kar re rûbirû dimînin. Her wiha da zanîn ku jin êdî dikarin projeyên xwe ji malê birêve bibin, berhemên xwe bazar bikin, kampanyayên reklamê amade bikin, naveroka profesyonel hilberînin û bi karanîna amûrên zekaya çêkirî bi xerîdaran re têkilî daynin û hewce nake zêde pere xerc bikin.

Dezawantaj û zehmetiyên ku nayên paşguhkirin

Tevî derfetên ku ji hêla zekaya çêkirî ve tên pêşkêşkirin, Farah Ebd El-Kafî tekez dike ku ji bo bazara kar, bi taybetî ji bo karên ku bi karên rûtîn û îdarî ve girêdayî ne, dijwariyên zêde jî derdixe holê.

Farah Ebd El-Kafî da zanîn ku zêdebûna girêdana bi zekaya çêkirî re dibe ku bibe sedema kêmbûna daxwaza hinek karên kevneşopî, jinên karker neçar dike ku jêhatiyên dîjîtal ên nû bi dest bixin da ku derfetên xwe di bazara kar de biparêzin. Farah anî ziman ku cudahiya dîjîtal a berfireh dibe yek ji pirsgirêkên herî berbiçav, ji ber ku jinên zanîna wan a teknîkî kêm e dibe di pêşbaziya ji bo karên pêşerojê de bi zehmetiyên mezintir re rûbirû bimînin.

'Teknolojiyê veguherînin amûrek ji bo bihêzkirina aborî û pîşeyî'

Farah Ebd El-Kafî tekez kir ku di navbera derfetên ku ji hêla zekaya çêkirî ve tên pêşkêşkirin û dijwariyên ku ew pêşkêş dike de, veberhênana li jêhatiyên dîjîtal û fêrbûna domdar faktora girîng dimîne da ku jin ji veguherînên bilez ên di bazara kar de sûdê bigrin û vê teknolojiyê veguherînin amûrek ji bo bihêzkirina aborî û pîşeyî.

'Ji zekaya çêkirî netirsin'

Farah Ebd El-Kafî herî dawî ji jinan xwest ji zekaya çêkirî netirsin lê wê wekî amûra pêşketin û serxwebûna aborî bihesibînin. Her wiha tekez kir ku pêdivî heye agahdariya ku dide, bi taybetî di warên zanistî û akademîk de, were verastkirin, ji ber ku ew alîkariyek dimîne ku dibe xelet be û encamên wê bêyî nirxandin û verastkirinê nayên bawerkirin.