Zayînên bi sezeryanê li Idlibê her diçe zêde dibin

Gelek jin hene ku dixwazin bi xwezayê zarokên xwe bînin dinyayê lê carna ji ber rewşên ku çêdibin, neçarî sezeryanê dimînin. Ev rewşa ku li hemû welatên cîhanê zêde dibe, nîşan dide ku zayîna xwezayî jî wekî gelek rewşên di warê tendirustiyê de roj bi roj kêm dibe. Ango bi xwezaya zayînê jî tê lîstin êdî.

ZUHÊR EL-IDLIBΠ
IDLIB- Di van demên dawiyê de li Idlibê bi awayekî zêde zayînên Sezeryan belav bûn. Jixwe  zayîna Sezeryan ne pêwîst e lê belê pir kes ji ber êşê xwe dispêrin wê 
Jidayîkbûnên beşa Sezeryan ji hêla Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve wekî epîdemiyek hat pênasekirin, ji ber ku ew li piraniya welatên cîhanê rêjeyên bilind tomar dikin. Wekî awayek ewledar a welidînê, yan ji ber sedemên din ên têkildar bi hilweşîna di beşa tenduristiyê de li welatên ku ji şeran êşê dikişînin 
Lama Al-Saleem, 32 tevî ku bijîşka wê teqez kir ku ew bi awayekî normal dikare zarok bîne lê belê wê riya Sezeryan bo xwe hilbijart. Ev yek jî ji ber ku di zayîna zaroka xwe ya berê de rastî gelek êşan hat û dawiyê jî zaroka wê mir. Ew dibêje ku çar caran bi awayekî normal zarokên xwe anîne lê ji dayikbûna zaroka xwe ya herî dawî û ne diyarkirina sedema mirina wê hişt ku xwe bispêrê riya Sezeryan. 
“Êşa piştî zeseryanê gelek zêde ye”
Sara El-Remah a 27 salî bawer nedikir ku zaroka xwe ya duyem bi riya sezeryanê bîne dinyayê bi taybetî wê ji anîna zarokên xwe yên berê tu astengî nedît lê ev car cuda bû. Li ser wê yekê got: “Dema ku ez derbasî odeyê bûm, bijîşkê agahî da min ku ez  bi hewceyî sezeryanê me ji ber ku malzaroka min venebûbû. Wê di cih de agahî da ku odeya sezeryanê amade
bikin.
Dema ku Dema ku min çavên xwe vekirin bi dîtina zarokê xwe gelekî kêfxweş bûm lê bi derbasbûna bandora anesteziyê re, ez bi êşa xwe hesiyam, êş û jana wê bêtirî mehekê berdewam kir. Wisa bû ku ez nikaribûm bi awayekî baş tevbigerim. Jixwe bihayê emeliyatê jî 200 dolarên Amerîkayê bû ji bilî dermanên pêwîst.”
“Ji ber nebûna sebra bijîşk bi lez û bez min emeliyat kirin”
Sarah Al-Ramah difikire ku rewşa wê ya berî zayînê ne ewqas xeternak bû, ew karibû bi xwezayî biwelidiya lê ji ber nebûna sebra bijîşk, bi lez û bez wê emeliyat kirine. 
Li aliyê din, bijîşk Rawan Sabrî ya 45 salî dibêje ku divê bijîşk xwe nespêrin emeliyata sezeryan ger rewşa jinan ne di xeterê de be lewre zayîna xwezayî baştir û bi tendirustir e.
Diyar dike ku ku sê cureyên emeliyata beşa sezeryan hene, ew jî emeliyata plankirî ku bi gelemperî ji bo hewcehiya tibî ye. Mînak dema ku şeklê zarok mezin be, emeliyata sezeryanê hewce dike û emeliyata bijarte ku li ser daxwaza dayikê çêdibe.
Her diçe emeliyata sezeryanê zêdetir dibe
Bijîşk Rawan Sebrî diyar kir ku diyardeya beşên sezeryanê li gorî heyama berê ji sedî 50’î zêdetir bûye û sedema vê yekê ji ber israra gelek jinên ducanî ye. Gelek jin ji ber tirsa zayînê yan jî xirabûna rewşa zarok vê daxwazê dikin.
Kovara bijîşkî "The Lancet" di Çileya 2018’an de çend lêkolînên kiribûn weşand û nîşan da ku li seranserê cîhanê di 15 salan de rêjeya beşa sezeryanê hema hema du qat zêde bûye, li hin welatan gihîştiye astên tirsnak