Zaaraya Tûnisî dibêje ‘min qet 8’ê Adarê nebihîstiye’
Zaara Messaoui ku li gundewarê bajarê Sisî Buzid dijî, mîna jinên din ên gund jiyana xwe bi kar derbas kiriye. Zaara Messaoui ku dibêje berê qet Roja Jinên Cîhanê nebihîstiye, çîroka jiyana xwe ji ajansa me re anî ziman.

ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis- Li bajarê Sidî Buzîd ê Tûnisê ku cihê yekem ê serhildana gel a 2010’an lê destpê kir bû, li navenda Tûnisê cîh digre. ‘Bihara Ereban’ ku wê belavî hemû welatên Rojhilata Navîn bibe, di 17’ê Kanûna 2010’an de piştî ku Muhammed Buazîzî bedena xwe da ber agir, destpê kiriye. Li vî bajarî beşek girîng ê xelkê, debara xwe bi çandiniyê dike. Pirsgirêkên aborî, zextên civaka mêrsalar, pratîknekirina mafên ku ji bo jinan hatine nivîsandin, zêdebûna tundiya li dijî jinan, pirsgirêka negihîştina navendên ku li wir li mafên xwe bigerin, barê jînên li welat, di bin zextan de hê girantir dike.
Li gundewarê bajarê Sidî Buzid yek ji jinên ku têkoşîna jiyanê didin Zaara Messaoi ya 60 salî ye. Me bi Zaara Messaoi re têkildarî jiyana wê sohbet kir.
‘Em di gundewar de diwestin û em bi sebir dijîn’
Meha Adarê ji bo jinan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê temsîl dike, lewma jî me bi 8’ê Adarê dest bi civata xwe kir. Xebera Zaara Messaoui ji 8’ê Adarê tuneye. Dibêje ku wan vê rojê qet nebihîstine û wiha berdewam dike: “Di gundewar de em diwestin û bi sebir dijîn.”
Rojê tenê 5 Dînar qezenc dike
Ji bo wê jiyan bi temamî ji kar pêk tê. Roja Zaara Messaoui, di saetên sibehê de, dema roj li pencereya wê dide destpê dike. Bi tîrêjên destpêka rojê re radibe û ji mala xwe di saet 5’an de derdikeve. Tevahiya salê bi zeytûnên ku lê nihêrtiye û mezin kiriye derbas dibe. Bi saetan dixebite, rojane 5 Dînaran qezenc dike. Dema karê wê li cihê zeytûnan diqede, vedigere malê, karê malê dike û xwarinê çêdike.
Ji bo ku avê bîne bi saetan rê diçe
Zor û tengasiyên jiyanê yên ku Zaara Messaoui bi vana re ne sînordar e, tevahiya rojê berdewam dike. Yek ji pirsgirêkên herî mezin jî, av e. Her çiqas li hinek herêman ava şebekeyê hatibe girêdan jî, lê belê hê av nehatiye gundê Zaara. Ji ber vê rêyek dirêj dimeşe û ava ku ji bîrên bi navê ‘majl’ tije dike, tîne malê. Zaara, bi van gotinan behsa tengasiyên ku dikşîne dike: “Hinek dem hene, ji bo em avê peyda bikin em bi saetan dimeşin. Dema av di bîran de kêm dibin, hinek rojan em 3 car ji bo avê bikşînin ji bo majlê dikevin rê.”
Zaara ku tevî van karan mirîşkan jî xwedî dike, bi firotina hêkan tevkarî dide debara malê. Hinek mihên Zaara jî hene. Zaara, da zanîn ku ji ber ku buha ne, hejmara mihên xwe zêde nekiriye.
Ji bo jinên din jî destekê dixwaze
Zaara Messaoui ji bo jinên li gundewarê ne, bêdeng têdikoşe. Nûnertiya portreyek ku ne li benda pîrzokirinê ye dike. Jiyana wê, ji bo bikaribe li ser piyan bimîne, bi xebatê derbas dibe. Zaara ji bo jinên din ên li gundewar dijîn jî, li benda destek û piştevaniyê ye.