“Yekane daxwaza min vegera gundê min e”

Nefîse Bayram ku di sala 1994'an de di encama serdegirtina gundê xwe û şewitandina mala wan de koçî bajêr kir, wiha dibêje: "Yekane poşmaniya min hiştina axa xwe bû. Bîranînên min, zarokatiya min li wir ma.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Di salên 90’î de li herêmê ji ber ferzkirina cerdevanan û zextên hatin jiyîn bi hezaran kes hatin koçberkirin. Welatiyên ku li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê ji ber gundên wan ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin hatin sirgûnkirin, neçar man koçî bajarên mezin bikin. Dema ku bi sedan jîngehên ku di raporan de hejmara wan bi zelalî nayê dîtin, hatin hilweşandin, welatiyên li gund dijîn rastî muameleya xerab û îşkenceyê hatin. Jinên ku tevî sal derbas bûne jî serpêhatiyên xwe weke roja ewil bi bîr tînin, demên xwe yên ku ji axa xwe dûr derbas kirine bi bîr anîne derbas dikin.

28 sal in ji axa xwe dûr e

Nefîse Bayram jî yek ji wan bi hezaran jinên ku di salên 90'î de tevî zarokên xwe bi darê zorê hatin koçberkirin e. Nefîse Bayram ku dema gundê wê û bîranînên wê li ber çavên wê şewitîne, bi destên zarokên xwe girtiye û derketiye rêwîtiyê, 28 sal in ji gundê xwe dûr dijî. Nefîse Bayram dibêje yekane daxwaza wê ew e ku mala xwe ya li gundê xwe ji nû ve ava bike û li wir bi cih bibe, zilma ku li wan hatiye kirin jî qet ji bîr nake.

"Me ji dûmana agir pê ve tiştek nedît"

Nefîse Bayram diyar kir ku beriya gundê wan bê şewitandin ji bo malên xwe neterikînin her tişt kirine û rastî îşkenceyê hatine û da zanîn ku leşker gund bi gund bi pêş ve çûn e. Nefîse Bayram anî ziman ku rojek berê ji gundê xwe koç bikin, leşkeran avêtine ser gund, wan li cihekî kom kirine û li malên wan lêgerîn kirine, der barê tiştên ku wê rojê jiyaye de wiha domand:

“Avêtin ser gundê me û malên me şewitandin. Leşkeran heqaret li me kirin û me bi zorê ji gund derxistin. Em li ser erdekî rast kom kirin û bi çekên xwe dora me girtin, piştre ketin malên me. Heta bû êvar li gundê me man. Wê rojê hemû gund ji ber agirê ku bi malan xistibûn di nava dûmanê de xuya dikir. Li serê her çiyayekî ronahiyek hebû. Ji me re gotin; 'Em niha diçin, dema bû sibe werin em we li vir nebînin.' Wê şevê topê avêtin her derê. Dema em serê sibê ji xew rabûn me dûmana li ser gundên ku hatiye şewitandin didît.”

"Ez gelekî poşman bûm ku ji gundê xwe derketim"

Nefîse Bayram, anî ziman ku serê sibê leşker hatine gund û ji wan re gotine; "Biçin bajaran" û diyar kir ku ji mala ku bi destê kurê xwe yê 4 salî girt û jê derket, serê sibê hatiye şewitandin. Nefîse Bayram ku piştî gundê wê hat şewitandin neçar ma koçî navenda Amedê bike, tiştên ku wê rojê jiyaye, bi van gotinan tîne ziman; “Ji gundê me heta Licê gundekî ku nehatibe şewitandin nemabû.”

Nefîse Bayram diyar kir ku piştî derketina gund gelek zorî û zehmetî kişandiye û wiha domand: “Piştî ku gundê me hat şewitandin bi mehan çend malbat di malekê de jiyan. Piştî wê em neçar man werin bajêr. Em li vir dikaribûn bi kîloyan ard û şekir bikirin. Zarokên min li vir mezin bûn û ez jî neçar mam li vir bijîm. Rojek jî be bêrîkirina gundê min dervas nabe. Ez bi salan e dibêjim xwezî ji wir dernetama li gundê xwe bûma.”

“Yekane daxwaza min ew e ku ez mala xwe ava bikim û vegerim gundê xwe"

Nefîse Bayram, anî ziman ku yekane daxwaza wê ew e ku li gundê xwe yê bi salan e jê dûr maye, bi cih bibe û wiha got: “Hemû gundî piştî gund hat şewitandin bi salan vegeriyan gund. Wan xaniyên ku hatin şewitandin û wêrankirî ji nû ve ava kirin. Tenê ez mam. Lê rojekê ez ê jî herim mala xwe jî nû ve çêbikim. Me hem li vir hem jî li wir pir zehmetî kişand. Ez ê axa ku neçar mam dev jê berdim ji nû ve hembêz bikim û vegerim jiyana xwe ya berê.”