“Xwişka min ji ber fikrên xwe hat qetilkirin”

Dayikên Şemiyê, di çalakiya vê hefteyê de ji bo Ayşenûr Şîmşek a di sala 1995'an de di binçavan de hat windakirin û cenazeyê wê li goristana bêkesan hat veşartin, edalet xwestin. Xwişka Ayşenûr Şîmşek Fatma Şîmşek diyar kir ku xwişka wê ji ber fikrên xwe hatiye qetilkirin û wiha got: “Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavê xwe, zarokên xwe nas dikin.”

Stenbol- Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin di hefteya 879’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo kedkara tenduristiyê Ayşenûr Şîmşek a di 24’ê Çileya 1995’an de li Enqereyê di binçavan de hat windakirin û paşê wekî “kesa nasnameya wê nediyar” li goristana bêkesan a bajarê Kirikkaleyê hat definkirin, edalet hat xwestin. 
"Li hemberî neheqiyan bêdeng nema" 
Xwişka wê Fatma Şîmşek got ku xwişka wê ya mezin Ayşenûr Şîmşek şoreşgerek bûye, diyar kir ku xwişka wê li hemberî neheqiyên ku di civaka wê jiyaye, bêdeng nemaye. Fatma Şîmşek diyar kir ku xwişka wê ji bo piştevaniyê bide çareseriya pirsgirêkên gelê xwe tevli têkoşîna birêxistinkirî bûye. Fatma Şîmşek got ku xwişka wê ji ber fikrên xwe û têkoşîna xwe hatiye qetilkirin û wiha got: “Bi qetilkirinê tenê neman, dema me her dem lê digeriyan wan ew wek “bêkes” hesibandin û defin kirin.”
"Em kujeran nas dikin"
Fatma Şîmşek got; “Em kujerên xwişk û birayên xwe, bavê xwe, zarokên xwe nas dikin û ev pirs kir: “Em wan kesên fermana qetilkirinê dane jî nas dikin. Em dizanin ku ew kujer û berpirsên xwe di nava dewletê de çawa bûne çeteyên kujer. Gelo yên ku ewladên me qetil kirin, van çeteyan ava kirin û pişt re jî lîsteyên mirinê îmze kirin dewlet bi xwe nîn e? 
“Em ê hêvî û baweriya xwe winda nekin”
Fatma Şîmşek, anî ziman ku wan ditîne kujer çawa li dadgehan hatine parastin û wiha got: “Dadgeh dikarin wan biparêzin. Lê gel dê her tim kujeran mehkûm bike û her tim ji we re bibêje ‘hûn kujer in.’ Winda û qurbaniyên me rûmet û navên hêja li pey xwe hiştin. Hûn ê bi navên xwe yên qirêj û jiyana xwe ya qirêj di nava çopa dîrokê de tune bibin. Em malbatên ku xizmên wan hatine qetilkirin heta ku ev qatil û yên ku ev ferman dane wan bên cezakirin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê hêvî û baweriya xwe winda nekin.” 
“27 sal in bê çareserî ye”
Daxuyaniya vê hefteyê jî xizma Ayşenûr Şîmşek, Ayşenûr Demîrok xwend. Ayşenûr Demîrok got: “Gihîştina feraseteke hevpar a edaletê ya ku wê civakê zindî bihêle, encax bi Tirkiyeyeke ku her kes di nava qanûnên hiqûqî de bi awayekî azad bijî û daxwazên xwe bi awayekî azad bîne rojevê, pêkan be.” 
Ayşenur Demîrok, da zanîn ku di hefteya 879’an de wan doza Ayşenûr Şîmşek a 27 sal in bê biryar hatiye hiştin, bi dest girtine û got; “Aysenûr Şîmşek a 27 salî li Enqereyê dijiya. Piştî ku di sala 1990’an de Fakulteya Dermansaziyê ya Hacettepeyê qedand, dest bi karê dermansaziyê kir. Ji sala 1991’ê û vir ve di nava rêxistina xebatkarên tenduristiyê de cih girt û bû seroka sazûmankar a Saglik Senê ya Şaxa Enqereyê.”
“Du caran hat binçavkirin”
Ayşe Demîrok diyar kir ku Ayşenûr ji ber xebatên xwe du caran kirine binçavan û gef li wê û malbata wê hatine xwarinê, bi van gotinan tiştên hatiyê jiyîn vegot: “Bavê Ayşenûr Şîmşek ku der barê wê de biryara girtinê hatibû dayîn, gazî midûriyeta polîsan kirin û jê re gotin, 'Bila keça te teslîm bibe yan na ji bo wê dê qet nebaş be.' Ayşenûr a ku ji ber vê sedemê nikaribû were malê, bi malbata xwe re bi rêkûpêk têkiliya xwe domand. Piştî 24’ê Çileya 1995’an têkiliya malbate bi Ayşenûrê re qut bû.”
“Hewldanên hiqûqî bêencam man” 
Ayşenur Demîrok da zanîn ku piştî têkiliya malbatê bi Ayşenûr Şîmşek re qut bûye serî li polîs, dozgerî û Wezareta Karên Navxweyî daye lê bersiva "Keça we nehatiye binçavkirin" hatiye dayîn û diyar kir ku piştî hewldanên hiqûqî bêencam man, malbatê di 21'ê Adara 1995'an de bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi kampanyaya lêgerînê kir. Ayşenûr Demîrok, bi bîr xist ku dema kampanya berdewam dikir di encama nûçeya Rojnameya Milliyetê de şopa Ayşenur Şîmşek hat ditîn, diyar kir ku hat hînbûn ku piştî Ayşenûr Şîmşek 3 hefte li morgê hatiye hiştin, wekî “kesa nasnameya wê nediyar” li goristana bêkesan a Kirikkaleyê hatiye definkirin.
"Em ê ji bo windahiyên xwe dev ji daxwaza edaletê bernedin"
Ayşenûr Demîrok bal kişand ser ne meşandina lêpirsîneke bi bandor a der barê windakirina Ayşenûr Şîmşek û qetilkirina wê ya bi îşkenceyê, diyar kir ku kiryar 27 sal in bi zirxên bêcezakirinê tên parastin. Ayşenur Demîrok bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Di hefteya xwe ya 879’an de em bang li hikûmet û meqamên edlî dikin; bila dawî li polîtîkayên înkar û bêcezakirinê bînin. Mafê me heye ku em hîn bibin ka Ayşenur Şîmşek ji aliyê kê ve, di çarçova kîjan biryaran de, çawa hat windakirin û çawa hat qetilkirin. Wezîfeya xwe ya eşkerekirin û cezakirina hemû sûcdar û sûcdarên vî sûcê mirovahiyê kirine bi cih bînin. Çend sal jî derbas bibin em lêgerîna edaletê ya ji bo Ayşenûr Şîmşek û hemû windayan didomînin û bi bîr dixin ku divê dewlet di çarçoveya pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de tevbigere. 179 hefte ne Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.