Xwendekarên Kurd: Divê zimanê me di destûra Sûriyeyê de were naskirin

Xwendekarên Kurd tekez dikin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê mifteya hebûnê ye û xwestin ziman, bi awayê fermî di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin.

SARA EGÎD

Navenda Nûçeyan – Di nava guhertinên siyasî yên lezgîn ku herêma Sûriyeyê şahidiya wan dike de, mijara zimanê Kurdî ji nû ve di nîqaşên giştî de cihê xwe giritye. Bi nêzikatiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ku hewl dide zimanê Kurdî ji qadên perwerde û rêveberiyê dûr bixe, di nava sîstemeke yekreng de bihelîne û siyaseteke asîmîlasyonê bisepîne nîqaş zêde dibin. Ev polîtîka di nava derdorên çandî û mafên mirovan de fikarên zêde çêdike.

Xwendekara Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî û Derçûya Zanîngeha Kobanê Rodîn Mihemed û Xwendekara refa 12’an a dibistana Ş. Jîr Qamişlo, ya bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê Lavîn Murad, ji ajansa me re behsa girîngiya perwerdeya bi zimanê dayîkê kirin. Herdu xwendekaran tekez kirin ku xwendina bi zimanê dayîkê tiştek “nebe nabe” ye.

‘Ziman tora bîr çand û wêjeya civakî ye’

Rodîn Mihemed destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayîkê di pêvajoyên zarokatiyê de bingeha pêşketina aliyê derûnî û civakî ya kesên ku di nava civakê de dijîn e û wiha dest bi nirxandinên xwe kir: “Dema ku zarok di dibistanan de bi zimanê dayîkê perwerde dibin, zûtir fêrî têgînên di nava civak û jiyanê de dibin. Her wiha wan têgehan di jiyana rojane de hêsantir bi kar tîne. Perwerdeya bi zimanê dayîkê ne tenê amûra ragihandinê ye, tora bîr, çand û wêjeya civakî ye. Bi riya vê torê wêje û ziman ji nifşên berê derbasî nifşên roja îro dibe. Ew pireke dîrokî û kevnar e; bi taybetî jî zimanê Kurdî.”

‘Dîroka zimanê Kurdî xwedî bingeheke kûr û kevnar e’

Rodîn Mihemed bal kişand ser reseniya zimanê Kurdî û wiha pê de çû: “Zimanê Kurdî ne kêmî zimanên biyanî yên din e. Ew di nav erdnîgariya Kurdistanê de xwedî dîrokeke pir kevnar e. Her çendî zimanê Kurdî her dem bi polîtîkayên înkar û tunekirinê re rûbirû mabe jî dîroka zimana Kurdî xwedî bingeheke kûr û kevnar e.”

‘Nakokiya di mêjiyê zarokan de’

Der barê wêjeya zarokan de, Rodîn Mihemed diyar kir ku her çendî ev qad hinekî bê lêkolîn mabû jî di salên dawî de xebat û pirtûkên berdest (mînak li bajarê Kobanê) çêbûne. Pirsgirêka sereke li cihên din e û wiha anî ziman: “Dema ku zarok diçin dibistanê û bi zimanê xwe perwerdeyê nabînin tên malê bi zimanê dayîkê diaxivin ev yek di mêjiyê xwendekar de nakokiyeke zanistî, wêjeyî û zimanî ava dike. Ev nakokî dihêle ku xwendekarên refên seretayî, her çendî hinek agahiyan bi zimanê xwe bigrin jî ji kûrahiya zimanê dayîkê bêpar dimînin.”

‘Hesteke pir bedew e ku mirov bi zimanê xwe bixwîne’

Rodîn Mihemed tekez kir ku wan jî weke xwendekar dixwestin perwerdeya bi zimanê dayîkê bibînin û bi van nirxandinan dawî li gotinên xwe anî: “Heya astekê me xwendina xwe bi mufredatên rejîma Baasê didît. Dema ku min qonaxa navîn dixwend şoreşa Sûriyeyê dest pê kir. Şoreşa Sûriyeyê ji bo me şansek bû ku em jî weke gelê Kurd şoreşê li dar bixin, vê jî weke Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir. Di hundirê vê şoreşê de pêlên pêşketina ziman rabûn. Yek ji xewnên min ên herî mezin ew bû ku ez bi zimanê dayîkê perwerdeya xwe bibînim, fêr bibim û bixwînim. Min xeyala xwe pêk anî. Hestek pir bedew e ku mirov bi zimanê xwe bixwîne, xwe vebêje. Bi taybetî weke jinek xwe bi zimanê xwe îsbat bike.”

‘Kesê ku xwe bi zimanê xwe perwerde neke nikare behsa nasnameyê bike’

Li aliyê din, xwendekara refa 12’an a dibistana Ş. Jîr Qamişlo, ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Lavîn Murad bawer dike ku kesê bi zimanê xwe, perwerde nebîne, nikare behsa nasname û hebûna xwe bike. Lavîn wiha got: “Me ji bo zimanê Kurdî gelek têkoşîn da meşandin da ku em bigihîjin vê astê û zimanê me neyê qirkirin. Em keda şehîdan û fedakariya wan ji bîr nakin, hiştin zimanê me di nava zimanê Erebî û zimanên din de neyê bişaftin. Gelek hewldanên qirkirina zimanê me hene lê belê em ê heta dawiyê xwe bi zimanê xwe perwerde bikin. Em ji refa 1'ê heta 12'an bi zimanê xwe dixwînin û em qebûl nakin ku zimanê me ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve neyê pejirandin.”

Daxwaza fermîbûnê di destûra Sûriyeyê de

Lavîn Murad daxwaz û bangewaziyên xwe ji bo pêşeroja zimanê Kurdî wiha anî ziman: “Em dixwazin zimanê me bi fermî bê pejirandin û di destûra Sûriyeyê ya nû de cih bigre. Hêviya me ew e ku ev daxwaz bi cih werin. Ji ber ku em naxwazin zimanê me di nava zimanên din de winda bibe. Bila her kes û her xwendekar bi zimanê xwe bixwîne û biaxive; ji ber ku ziman hebûna me ye û bingeha pêşketina çand û civaka me ya Kurdî ye.”