Xwendekarên jin li Xezayê bêkar dimînin

Gelek jinên ku li Xezayê xwendina zanîngehê diqedînin bêkar dimînin û dema ku ji bo pêdiyên xwe yên aborî dest bi kar dikin û piştî çendekê mûçeya xwe dixwazin ji aliyê kesên xwediyên kar ve rastî heqaretê tên.

 
REFÎF ÎSLIM 
Xeza - Xwendekarên zanîngehê, piştî ku xwendina xwe diqedînin, ji ber ku hewcedariya wan bi dirav heye, dixwazin kar bikin. Piştî ku çar sal zanîngeh xwendin rastiya heyî, rewşa bêkariyê wan bi nebûna kar re matmayî dihêle, neçar dibin ku bi dilxwazî kar bikin da ku tecrubeyê bi dest bixin û jêhatiyên xwe bi pêş bixin. 
Besma Ebû Nasir a 24 salî ji ajnasa me re diyar dike ku ew ji branşa zimanê Erebî li yek zanîngehên Filistînê mezûn bûye, ji ber kêmbûna derfetên kar neçar maye ku bi awayekî dilxwazî kar bike heya derfetek guncev ji bo xwe bibîne. Li ser rewşa xwe dibêje ku karê wê yê dilxwaz di saziyekê de du salan domiya ye, di navbera van her du salan de gelek xwe bi pêş xistiye û jênegeriya xwe zêde kiriye..
Tevî ku di karê xwe de bi pêş ket jî mafên wê nedanê
Besma Ebû Nasir destnîşan dike ku di destpêka karê wê yê dilxwaziyê de hejmarek mezin ji karmendan di saziyê de hebûn lê dema ku ew fêrî her tiştî bû û xwe da îsbatkirin, saziyê dev ji hemû karkarên din berdaye û tenê wekî karkerê bingehîn ew hiştiye. Besma got; "Min dît dem hatiye ku ez ji xwediyê saziyê tenê ji bo pêwîstiyên kesane mûçe bixwazim lê ez bi berteka êrîşkar û redker a wî matmayî mam.”
Besma Ebû Nasir dibêje; “Piştî çend rojan saziyê karkerek nû girt û peyman pê da  îmezekirin. Wê demê, min hîs kir ku ew karker di navbera amadekirina çay û qehweyê de her wiha şopandina kar û karkeran de hatiye erkdarkirin. Her dawî jî saziyê dev ji xizmetên wê berda û mafên wê binpê kirin.” Ew niha tercîh dike ku mîna jinên din ên li Xezayê li malê rûnê, yan jî karekî azad ji bo xwe bibîne da ku nehêle tu kes mafên wê îstîsmar bike.
Ji ber ku mûçeya xwe xwest rastî heqaretê hat
Besma Ebû Nasir ne yekemîn kes e ku tê xapandin. Melek Berîke ya 22 salî jî dibêje ku ew jî rastî bûyerek bi vî rengî di saziyek hizbî ya li Xezayê de hatiye. Dide zanîn ku Ajansê bi wê re têkilî danîne û jê re rojek ji bo hevpeyvînê diyar kirine, dema ku ew di wê hevpeyvînê de bi ser ketiye, berpirsyar tenê li ser mûçeyên veguhestinê pê re li hev kiriye.
Melek Berîka dibêje; “Piştî ku ez ji koleja ragihandinê mezûn bûm tenê min dixwest behreyên xwe bi pêş bixim û pêwendiyên xwe xurt bikim da ku bikaribim derbasî sûka kar bibim. Dema ku meh bi dawî bû, min ji berpirs mûçeya xwe xwest lê ez ji aliyê wî ve rastî heqaretê hatim.”
Ji ber bêkariyê difikire ku ji Xezayê derbikeve
Melek Berîka hîn nedizanî ku çi şaşîtî kiriye gelo daxwaza wê ya ji bo mafê xwe bû sedem ku ku ew berpirs van gotinên nexweş jê re bêje, yan jî diviyabû ku ew bi mehan û bêdengî kar bike heya ku bibe mirovek baş. Ev gotin her di bîra Melek de bûn û tu carî ji bîra wê neçû lê wê bûyerê bû sedem ku Melek bi danûstandina bi saziyan re baldar be
Zehir EL-Eklûk a 23 salî ku ji koleja wêjeyê mezûn bûye diyar dike ku ew û ji bilî wê gelek kesên din ku çar salan xwendine ji rastiya bêbext a bi hevoka "Cihên vala yên karkeran tune, ye lê em dikarin we di karê dilxwaziyê de qebûl bikin" re rûbirû û ecêbmayî dimînin. Piraniya kesên ku ji zanîngehê diqedînin, neçar dibin ku berê xwe bidin karên dilxwaziyê da ku di malê de betal nemînin. Zehir EL-Ekûk bal dikşîne ku karê dilxwaziyê li Xezayê ne wek deverên din e divê tu di aliyê kar û demê de wek karkerên din ku bi mûçeyan kar dikin bixebitî û dibêje ku wê di gelek cihan de kar kiriye, dema mafê xwe dixwest dev jê berdidan
Zehir EL-Eklûk di dawiya axaftina xwe de dibêje ku ew yek ji wan kesên ji bajarê xwe hez dike ye lê ji ber rewşa aborî ya xirab ew difikire ji Xeza derbikeve da ku li cihekî din karekî ji xwe re bibîne. Zehir EL-Eklûk tu carî nefikirîbû ku ji bajarê xwe derbikeve lê fam kiribû ku keda wê hemû vala diçe bi taybetî ji ber nebûna komîteyek çavdêriyê.
Li gorî encamên herî dawî ku ji hêla Navenda Jimariyê ya Filistînê ve hatiye ragihandin, hejmara bêkaran gihîştiye 336, 300. Li Xezayê 211, 300 û li Bankerîa Rojava 125, 000 kesî.