Xizmên windayiyan aqûbeta Şevket Epozdemîr pirsîn

Endamên ÎHD'ê û xizmên windayan, aqûbeta Parêzer Şevket Epozdemîr ku rojek piştî ku ji cihê karê derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin pirsin û daxwaza edaletê kirin.

 
Amed - Xizmên windayan û endamên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, ji bo aqûbeta kesên ku di binçavan de hatin windakirin û di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin pirsîn, bi dûrişmeya "bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" di hefteya 668'an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parqa Koşûyolûyê ya li navçeya Rezan a Amedê hatin ba hev.Di çalakiya ku hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û nûnerên gelek rêxistinên sivîl ên Amedê tevlîbûn de, faîlên Parêzer Şevket Epozdemîr ku di 25'ê mijdara 1993'an de rojek piştî ku ji cihê karê derketibû cenazeyê wî hatibû dîtin hat pirsin. 
"Tahîr Elçî hê jî rêya me ronî dike”
 Di destpêkê de Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û wiha got: “Li Tirkiyeyê pirsgirêkên aborî di rojevê de ne. Lê rojeva me qet naguhere. Em hertim dibêjin ku li edaletê digerin. Lêgerîna aştî û heqîqetê bi hev re ye. Em ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin. Wê bi heqîqetê edalet bê. Divê aqûbet û goristanên mirovên winda bê dîtin. Daxwazên li vir daxwazên bingehîn in ku me tevan bi hev re dê di nav aştiyê de bigirin. Parastina mafê aştiyê zarûrî ye. Divê Tirkiye aştiyê biaxive.Em Tahîr Elçî ku di 28'ê Mijdara 2015'an de hatibû qetilkirin jî bi bîr tinîn. Ew qasidê aştiyê bû. Tahîr hê jî rêya me ronî dike.”
Kiryarên Şevket Epözdemir hat pirsîn
Endamê Komîteya Xizmên Windayan Firat Akdenîz ê ku daxuyaniya vê hefteyê da, diyar kir ku Şevket Epozdemîr, di 25'ê mijdara 1993'an de çûya cihê karê xwe û piştî ku êvarê saet derdora 20.00'an li hevjîna xwe Sakîne Epozdemîr digere û jê re dibêje ku ezê ji bo vegera malê bikevîm rê, careke din agahî jê nayê girtin. Hevjîna Epozdemîr heman şevê li meqamên edlî digere û pirsa ku hatiye binçavkirin an na dike. lê bersiva ku Epozdemîr nehatiye binçavkirin digire.
“Piştî Ferhat Tepe 3 meh şûnde hat qetilkirin”
 
Firat Akdenîzê ku diyar ki rojek pişte cenazeyê Epozdemîr ji aliyê leşkeran ve nêzî navçeya Norşînê ya Bedlîsê tê dîtin wiha got: “Serokê DEP'ê yê navçeya Tetwanê parêzer Şevket Epozdemir û Serokê DEP'ê yê Bedlîsê Îshak Tepe ji aliyê Serfermandarê Giştî yê Tatvan Tûgayê Korkmaz Tagma ve her tim bi gefa kuştinê re di hatin tehdîdkirin. Dema ku ev gefên li ser Şevket EpOzdemir û Îshak Tepe berdewam dikirin, di 28’ê Tîrmeha 1993’an de kurê Îshak Tepe yê rojnamevan Ferhat Tepe hat revandin û kuştin. Aqûbeta kesên ku çarenûsa bûyer lêkolîn kirin û kiryar şopandin wekî kesên ku hatiyê kuştin çedibû.Epozdemir jî yek ji van kesan bû. Xwest cinayeta Ferhat Tepe ronî bike. Piştî vê hewldanê gefên li ser Epozdemir zêde bûn. Di heman demê de Epozdemirê ku Nûnerê ÎHD'ê yê Tetwanê bû, 3 meh piştî rewandina Ferhat Tepe di 25'ê Mijdara 1993'an de tê qetilkirin. Guman dîsa Serfermandar Korkmaz Tağma nîşan dikir.”
“Em edaletê dixwazin” 
Firat Akdenîz bi bîr xist ku di heman salan de li herêmê bûyerên ku nayên fikirandin li dijî sivîlan ranewestiyan û herî dawî van gotinan got: “Li nîvê kuçeyê gule li mirovan dihat reşandin, kujer bi hêjandina dest û milên xwe direviyan. Li pey hev kuştinên kiryar nediyar hatin pêkhatin. Di van bûyerên ku di sêgoşeya Bedlîs-Tatwan-Xarpêtê de pêk dihatin, her tim rê li Serfermandar Korkmaz Tagma derdiket.Em careke din li vîr dixwazin rastî derkevin holê, berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin. Em ji bo Parêzer Şevket Epozdemîr ku 28 sal beriya niha hatibû kuştin edaletê dixwazin." 
Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.