Xizmên Windayan: Salîh Çalik û Sînan Fîdan 27 salin li ku ne?

ÎHD û Xizmên Windayan aqubeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 6’ê Hezîrana 1994’an li gundê Şeqlat ê Karaza Amedê di serdegirtina malanê de hatibûn binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, pirsîn.

Amed - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, çalakiya xwe ya hefteya 654’an a “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” bi onlînê li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de, aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên 6’ê Hezîrana 1994’an li gundê Şeqlat ê girêdayî navçeya Karaza Amedê di serdegirtina malanê de ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û 27 salin agahî jê nayê girtin, hat pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Yûsûf Erdogan çîroka Salîh Çalik û Sînan Fîdan vegot. 
Yûsûf diyar kir ku ji ber leşkeran gundê Şeqlat ê Karazê şewitand, malbata Salîh Çalik koçî navenda Amedê kiriye lê ji ber Salîh Çalik karker bû di çû gund dixebitî û got: “6’ê Hezîranê leşkeran bi ser gund de girt û welatî gulebaran kirin, di encama gulebarandina eskeran a ser gundiyan de 2 gundî jiyana xwe ji dest dan. Di bûyerê de Salîh Çalik ji lingê xwe birîndar dibe û bi birîndarî diçe mala Suleyman Mûntaş lê esker mala ku lê dimînin tespît dikin û bi ser de digirin. Di serdegirtina malê de eskeran xwediyê malê Suleyman Mûntaş, Salîh Çalik ê birîndar û Sînan Fîdan ê ji bo ku Salîh Çalik derban bike li malê bû binçav dikin. Piştî 25 rojan Suleyman Mûntaş tê berdan lê Salîh Çalik û Sînan Fîdan di bin çavan de tên girtin. Suleyman Mûntaş dibêje ku du rojan bi Salîh û Sînan re di bin çavan de tê girtin û pişt re her duyan ji cem wî dibin. Malbatên ku ji aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan tu agahî negirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê dan. Dayika Salîh Çalik, ji dozger re dibêje ku her du kes jî ji mala Suleyman Mûntaş ji aliyê leşkeran ve tên binçavkirin û Suleyman Mûntaş jî bûye şahidê bûyerê. Lê dozger daxwaznameyê îadeyî malbatê dike û bi gotina ‘Ev kes me binçav nekirine, herin ji PKK’ê bipirsin’ daxwaza malbatan paş ve vedigerîne.”