Xizmên Windayan: Rêveberê DEP’ê Fethî Yildirim pirsîn

ÎHD ya Amedê û xizmên windayan aqubeta rêveberê DEP’ê Fethî Yildirim ê sala 1994'an li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn.

Amed – Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" di hefteya 648'emîn de bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiyê de aqûbeta rêveberê Partiya Demokrasiyê (DEP) Fethî Yildirim ku di sala 1994'an de li navçeya Wêranşarê ya Rihayê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hat pirsîn. Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Mehmet Saçaklidir, çîroka Fethî Yildirim vegot. 
“Çîroka jiyana Fethî bi vî awayî vegotin”
"Piştî çend saetan polisan bi ser malê de girtiye û Fethî Yildirim, Alî Kûran, Nacî Kapancilar xwediyê malê Abdo Mûtlû binçav kirine. Alî Kûran ku di heman şevê de saet di 23.00'an de hatiye berdan li Suleyman Yildirim geriyaye û gotiye ku ji bilî Fethî Yildirim tevhatine berdan. Dema ku em li malê rûniştîbûn, Ji Miduriyeta Polisan a Navçeyê; polisên bi navê Selçûk Ûygûr, Osman Harman, Alptekîn Kartal û Ûgûr Avşar jî di nav de komeke qerebalix a polisan bi ser malê de girt. Me li hev civandin û pirs kirin ku kî ji me Fethî Yildirim e. Dema ku hîn kirin Fethî kî je me ye, çavê me her çaran jî girtin û bi xwe re birin. Piştî 2 saetan çavên me vekirin û ji me xwestin ku em girtekeke ku nivîsandin îmze bikin. Di vê navberê de me ferq kir ku Fethî ne li cem me ye. Piştî îmzeyan me berdan. Malbata Fethî serî li hemû saziyan xwedî raye dane û ji ber tu bersiveke erênî negirtine serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) daye.