Xizmên windayan ji bo windahiyên xwe edalet xwestin

Li Amedê Xizmên Windayan di hefteya 670'an de aqûbeta Ramazan Yuce yê di 29'ê Hezîrana 1992'an de hat windakirin pirsîn.

Amed – Li Amedê Xizmên Windayan û Endamên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku 670 hefte ne aqûbeta kesên ku di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin û yên di binçavan de hatin windakirin pirsîn, careke din li ber Birdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin cem hev. Endam û rêveberên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Baroya Amedê û Odeya Bijîjkan a Amedê piştgirî dan çalakiya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat lidarxistin.
“Çarenûsa windahiyan ne diyar e”
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz, metna daxuyaniyê ya hatibû amadekirin xwend. Salvegera 73'emîn a qebûlkirina Danezana Mafên Mirovan a ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve bi bîr xist û destnîşan kir danezan destfketiyeke mezin e. Akdenîz, di berdewamiyê de bal kişand ser têkoşîna wan a ji bo windayan û got ku heta dawiyê ew ê têkoşîna xwe bidomînin. Firat Akdenîz, anî ziman ku xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan salvegera 73'emîn a daxuyaniyê xemgîn pêşwazî kirine û got; "Tevî salên derbasbûyî jî daxwaza me ya 'gorek’ ya ji bo windakiriyên me ji roja ku hatine windakirin heta niha bi cih nehatiye. Bêhejmar kuştinên kiryar nediyar, înfazên bê daraz, windakirinên di binçavan de û windakirinên bi zorê ji aliyê hêzên fermî û nîvfermî yên paramîlîter ên dewletê ve bi piranî di salên 90’î de hatin jiyîn. Çarenûsa bi hezaran kesên ku winda bûne bi tam nayê zanîn û heta cihê definkirina kesên ku tê texmînkirin jiyana xwe ji dest dane ne diyar in.”
"Şermek mezin e" 
Firat Akdenîz, anî ziman ku dayik çaryeka sedsalê ye ji bo hînbûna aqûbeta zarokên xwe têdikoşin û wiha berdewam kir; “Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Şemiyê bi dirûşma ‘We zarokên me sax girtin, em wan sax dixwazin’ dest pê kir. Li Qada Galatasaraya Stenbolê di hefteya 872. de, li Parka Kosuyoluyê jî ket hefteya 670’an. Xizmên windayan ku gelek caran rastî bombeyên gaza îsotê hatin, her carê li erdê hatin kaşkirin, binçavkirin û darizandin, tevî her cure zext û êrîşan jî têkoşîna xwe bi biryardarî heta îro berdewam kirin. Mafê goran ku yek ji fezîletên yekem ên mirovahiyê ye, bêguman yek ji destkeftiyên heri mezin ên mirovahiyê ye. Lê mixabin di sedsala 2021’ê de ji bo mirovahiyê şerm e ku xizmên windayan hê jî li hestiyên zarokên xwe digerin.”
Soza ku ji dayika Berfo re hat dayîn nehat bicihanîn
Firat Akdenîz dayika Berfo ya ku zêdeyî 30 salan ji bo zarokên xwe têdikoşe û yek ji rûyên sembola Dayikên Şemiyê ye, bi bîr xist. Firat Akdenîz, diyar kir ku her çend Dayika Berfo got; "Heta kurê xwe defin nekim, ez namirim" jî bêyî ku bigihîje Cemîlê xwe, çavvekirî bêdeng ji vê dinyayê koça dawî kir û tu sozên ku jê re hatibûn dayîn bi cih nehatin.
"Têkoşîna me deynê dilsoziya me ya hemû windahiyên me ye" 
Firat Akdenîz Dayika Aştiyê Hayriye Dogan a di meha Îlonê de jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî û got; “Em îro weke parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan ên ku di nebûna wê de li ber abîdeya mafê jiyanê ji bo edalet û heqîqetê têdikoşiyan, têkoşîna xwe ji cihê ku lê hiştiye berdewam bikin. Wekî parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan em, çaryeka sedsalê ye têdikoşin; sedsal derbas bibin jî em ê tu carî dest ji lêgerîna windayan bernedin. Heta em hestiyên windahiyên xwe yên dawî nebînin em ê vê têkoşînê bidomînin. Ji ber ku em deyndarên Dayika Berfo, Dayika Hayriye, Dayika Elmas û hemû windahiyên din in, wan ev têkoşîn heta roja me ya îro anîne û îro ne bi me re ne.”
“Bila Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin’ 
Firat Akdenîz wiha berdewam kir: “Em weke parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan di 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de careke din ji vir bang dikin: Beriya her tiştî em banga ji bo pêkanîna aştiya civakî demildest pêvajoyek bê pevçûn dubare dikin. Divê dewlet hemû arşîvan veke û hemû kes û dezgehên rayedar ji bo aqûbeta kesên ku bi darê zorê hatine windakirin bên eşkerekirin, dîtina kesên ku bi darê zorê hatine windakirin û kiryarên di encama cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin derbikeve holê divê pêvajoya rûbirûbûna heqîqetê bidin destpêkirin. Em hikûmetê vedixwînin ku Peymana Navneteweyî ya li ser Parastina Kesên Ji Windabûnên Di Girtîgehê de îmze bike û bi cih bîne. Em bang li endamên darazê dikin ku dev ji polîtîkaya bêcezakirina sîstematîk berdin, hemû windakirinên ku li gorî belgeyên navneteweyî sûcê mirovahiyê ne û bang li we dikin ku li gorî peymanên navneteweyî qanûnên sinorkirina van sûcan nebînin.”
"Kiryarên Ramazan Yuce li ku ne?" 
Piştî nivîs hat xwendin, faîlên Ramazan Yuce yê di 29'ê Hezîrana 1992'an de hat qetilkirin û faîl nehatin dîtin hatin pirsîn.
Endama Komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim çîroka qetilkirina Ramazan Yuce parve kir. Derya Yildirim, diyar kir ku di navbera salên 1991-1997'an de li navçeya Farqînê gelek cînayetên kiryar nediyar pêk hatin û got ku Hîzbullah bi piştgiriya dewletê ya bêsînor bi taybetî li navenda navçeyê li dijî gelê sivîl bi sedan cînayetên kiryar nediyar pêk anîne. Derya Yildirim diyar kir ku yek ji kesên ku di encama van cînayetan de hatin qetilkirin Ramazan Yuce yê zewicandî û bavê 7 zarokan e û li Înstîtuya Herêmî ya Farqînê wek xizmetkar dixebitî ye. Derya Yildirim, diyar kir ku Razaman Yûceyê ku piştî derbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî hat binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hat, salên piştre gelek caran hat binçavkirin û serbest hat berdan, parve kir ku keça Ramazan Yûce ya mezin jî ji êrîşa Hîzbullahê bi birînên giran rizgar bûye.
“Cîneyeta Ramazan Yûce weke kiryar nediyar hat tomarkirin”
Derya Yildirim, diyar kir ku malbata Ramazan Yuce her tim di bin zext û gefan de ye û got; “Di 29’ê Hezîrana 1992’an de Ramazan Yuce ji bo îmtîhana xilaskirina dibistana Amadeyî ya ji derve diçe Amedê. Wê sibê ji hevjîna xwe re dibêje, 'Ez diçim lê min xewnên xerab dîtin. Ger tiştek were serê min, keça min a dergistî bizewicinîn’ û ji malê derdikeve. Dema ku dixwest ji Amedê bihata Farqînê, li Kolana Lalebeyê rastî êrîşa çekdarî hat. Ramazan Yuce li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê wî birin navenda navçeya Farqînê û li wir defin kirin. Ji ber girseya zêde ya sersaxiyê hêzên tarî yên wê serdemê êrîşî merasîma cenaze kirin. Cîneyata Yuce weke kiryar nediyar hat tomarkirin.”
Derya Yildirim, diyar kir ku dixwazin berpirsyar bên eşkerekirin û darizandin û wiha axivî: "Em ji bo Ramazan Yuceyê ku tam 29 sal berê li yek ji kuçeyên teng ên vî bajarî hat qetilkirin edaletê dixwazin."
Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan ji bo Ramazan Yuce, hemû windahiyan û qurbaniyên siyasî yên kiryar nediyar çalakiya rûniştinê li dar xistin. Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.