“Xebata me li ser zêdekirina rêjeya jinan di nava xebatên aborî û siyasî de ne”

Saziya Diyaloga ji bo Geşedana Civakî ku ji hêla Îman Ebd El-Rehman ve tê rêvebirin, ji bo aktîfkirina rola jinan di xebatên aborî û siyasî de dixebite.

 
TEHRÎR BİN SAXİR
Ramalah – Damezrênera Klûba Diyaloga Femînîst a Aborî Îman Ebd El-Rehman a saziya Diyalog ji bo Geşedana Civakî ku bi xebata xwe ya xêrxwaziyê tê zanîn û hewil dide jinan di warê siyasî û aborî de bihêz bike birêve dibe. Îman a di beşa civaknasiyê de mastir xwendiye di têkiliyên dîmlpmatîk ên navnetewî de şareza û bihêze. 
Di der barê armanca pêvajoya guherîna civakî de, ji bo xizmetkirina taybetî ji komên zarok û jinên xwedan hewcedariyên taybetî re, Îman wiha dibêje: "Çalakî, bername û konferansên ku me pêk anîne di berjewndiya jinan de ne û armanc dikin ku li welatê me jinan bi hêz bikin. Her wiha me hewl da ku şert û mercên gelê Fîlîstînê baş bikin û bi taybetî jin, di bin dagirkeriyê de ronî bikin."
“Em hewil didin jinan tevlî xebatên siyasî û aborî bikin”
Îman diyar kir ku ji bo zêdekirina beşdariya jinan di jiyana giştî de gelek konferans organîze kirye û wiha domand: "Me pirsgirêka adet û kevneşopiyên ku hêza jinan sînordar dikin nîqaş kir, ji bilî pêkanîna bi sedan atolyeyên di nav bernameya kampanya yên li ser zêdekirina beşdarbûna jinan di jiyana siyasî û bihêzkirina aborî de. Min komek li ser Facebook saz kir, ku di riya wê re jin tecrubeyên xwe parve bikin, da ku ramanên xwe pêşve bibin. Her wiha tiştê ku hikumeta di warê aborî, siyasî, perwerde û tenduristî nedkarîn bikin, em bi hêz û yekîtiya xwe dikarin bikin. Dema em li çîrokê wan guhdar dikin, em piştgiriyê didin wan bêyî ku wan tawanbar bikin."
Îman piştgiriyê dide her jina ku hewesa wê heye ku bigihîje xwena xwe an armanca xwe û wiha dibêje: "Ji bo ku jinek bigihîje armanca xwe, divê tu carî ew teslîm nebe."
Di 29'ê Kanûna 2018'an de Îman xelata afirîneriyê ji Weqfa Serkeftiyên Eereb li Misirê girt.