Xaliya Ehmed kombûna çandî ya jinan tîne ser ekranê

Xaliya Ehmed ku piştî Şoreşa Rojava di gelek xebatan de cih girt, bi weşana radyo û televizyonê kombûna çandî ya jinan dide xuyakirin.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Xaliya Ehmed a ji gundê Sihil ê navçeya Tirbespiyê ya bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, yek ji wan jinan e ku beriya Şoreşa Rojava ya 19’ê Tirmehê û piştî wê ji bo gelê xwe têkoşiyaye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku jin di her aliyê jiyanê de li pêş in, bi têkoşîna jinan kevneşopî û paşverûtiyên di hafizeya civakî de yek bi yek hatin tinekirin. Xaliya Ehmed niha têkoşîna xwe ya ji bo jinan di televîzyon û radyoyê de pêşkêş dike da ku jiyana jinan û çanda ku berhev kirine baştir were dîtin û naskirin.

Xebatên wê yên berê û piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê

Xaliya Ehmed a li gundê Xizna yê girêdayî Kantona Qamişloyê hatiye dinê wiha qala jiyana xwe kir: “Di 16 saliya xwe de min Tevgera Azadiyê nas kir û li gorî derfetên di destên xwe de min xebat daye meşandin. Ji ber gelek bandorên kevneşop di civakê de ez nikaribûm ewqas bi rihekî zindî tevbigerim. Dema zewicîm hatim gundê Sihil ê girêdayî Tirbespiyê û niha jî li vir dijîm. Beriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê min xebatên cebhewî dan meşandin û bi şoreşê re tevlî gelek xebatan bûme. Xebatên ku ji destpêka şoreşê ve tevli bûme wiha ne; Yekitiya Star, xebatên Kongra Star, Tev-Dem, xebatên Şaredariya Gel, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser û niha jî di Rêveberiya Meclisa Gel a Til Merûf de cih digrim her wiha dayikeke rojnamevan im bernameyan pêşkêş dikim. Bi van xebatan min xwest bibim beşek ji vê şoreşê û sîwanek ku hemû dayik xwe li me bigrin. Her wiha bikaribin pêşengiyê ji vê şoreşê re bikin. Ev ked hemû ji bo jineke ku hînî felsefeya azad bûye kêm e jî lê ji bo min serfiraziya herî mezin e.”

‘Ji xebatê re temen nîn e

Xaliya Ehemd bêşdarbûn û hezkirinên xwe yên di qada rojnamevaniyê de nirxand û wiha domand: “Ketina xebatê pêşkeşvaniyê ji bo kesayeta min girîng bû, ji mêj ve ez kûr li ser difikirîm lê ez ji ziraviyên wê re ne amade bûm. Heya astekê ez bi xebatên cur be cur tevli dibûm weke beşdarbûna bernameyan, alîkariya komên rojnamevan di danasîna hin mijaran de lê di hundirê xwe de min dixwest vê xebatê bikim. Her wiha min xwe jê dûr nedidît û min her digot ez dikarim vî tiştî bikim. Mebesta min a despêkê ez ji kevneşopiyan re bidim diyarkirin ku ji xebatê re temen nîne. Di gelek gundan de mîrateyên ku jin-dayik ava kirine hatine jibîrkirin. Min xwest çanda wan bi ziman, terzê jiyana wan û nasnameya wan bidim naskirin. Li ser vî esasî min ji çanda dayikên civakê dest pê kir qada ku ez di nav da mezin bûme û jê hîn bûme. Dayikên me rûmeta me ne û di malên xwe de şaristaniyên dîrokî diafirînin.”

Xebatên pêşkeşvaniyê

Xaliya Ehmed naveroka bernameyên ku di televîzyon û radyoyê de pêşkêş dike şîrove kir û wiha pêde çû: “Di radyo Star Fm de bernameyeke min bi navê ‘Jiyana dayikan’ heye her wiha di Televizyona Rojava de bernameya min a ‘Çanda dayikê’ heye. Di destpêkê de min pir zehmetî dîtin, ez mecbûr dimam dayikan bikşînim nava bernameyê, ji ber pir dayikan ne dixwest derkevin li ser ekranê. Di vê mijarê de fikreyek hate serê min ku ez wisa di despêkê de dayikan bikşînim roja bûkaniya wan. Dibe fikir hindekî pêkenok bû, lê dayikan pir rehet qala wê dikir û ji ber ez bi xwe jî dayik im hîn zêdetir rehet mijar parve dikirin. Bi qasî çend xelekan min wisa çêdikir heya hêdî hêdî dayikan deriyê xwe ji min re vekirin. Çand bi van mijaran re sînordar nîne, çand berfirehe, dîrokek e. Mîna çemekî diherike. Di nêrîna min de dema çand û exlaq dûrî hevdu bin dayik sêwî dimîne, ji bo wê di kesayeta hemû dayikan de her tim em çand û exlaq pênase dikin ku van dayikan ji mere bûne berevan heya em îro bi çand û exlaqê xwe dijîn.”

‘Di hizûra dayikan de ez qîmet û rastiya dayikê bêtir hîn dibim’

Xaliya Ehemd hestên xwe bi dayikan re di nava bernameyan de wiha parve dike: “Her çiqas hestên me dil êş bin, bi danûsitandinan bi dayikan re hestên min kêfxweş dibin. Di hizûra dayikan de û bi kenê li ser rûyê wan di her xelekekê de ez qîmet û rastiya dayikê bêtir hîn dibim. Di civakê de mirov her tiştî bi dest dixe ji bo wê ez xebatê rojnamevaniyê di vî temenî de weke serkeftinekê ji xwe re dibînim. Li aliyê din dibe hin mirovên civakê şaş li ser min bifikirin ku jineke dayika zarokan e û rojane li ser ekranê ye, ger şaş were fêmkirin ne xem e. Ez berhemekî nû ji bo çanda dayikê didim, ji ber em hîn bûne her ciwan li ser ekranê ne, lê weke dayik di herêma me de ez yekemîn dayika rojnamevan im. Dema ez dîrokê û îro di bernameyên xwe de bînim berhev ez ê encamên pêşerojê jî bi dest bixim.”

Plansaziyên wê ji bo demên pêş

Xaliya Ehmed planên xwe yên pêşerojê ji bo karê xwe yê rojnamevantiyê eşkere kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Planeke min heye di dema pêş de ku ez bernameyekê li ser dîroka gundan bidim pêşkêşkirin, lê ev proje di hazirtiyan deye. Plana minî din ez lêkolînekê li ser metelokên kurdî bidim çêkirin û paşê weke bername pêkêş bikim. Helbet di vê bernameyê de ez dixwazim çavdêriya xwe ji temen mezinên civakê bigrim û rast bikim, ji ber pir metelok hene vala ne hatine gotin her metelokek pêvajoyekê ji jiyanê vedbêje. Em bi vê çanda dayikê mezin bûne û heya ji destê me bê em ê biparêzin û bikin mala dîrokê ji nifşên pêşerojê re. Hêviya min ew e hemû dayik erk û berpirsyatiya vê yekê rakin. Derî heya niha li rûyê me nehatine girtin û em naxwazin deriyan li pey xwe bigrin. Çanda jin-dayikê bi jinan didome û zindî dimîne.”