Widian Muhammad: Serweriya eşîretan li Enbarê ji % 70 kêm bûye

Widian Muhammed der barê komxebat û kursên ku jin li Enbar û parêzgehên mayî beşdar dibin de dibêje; "Pêngava herî girîng avakirina civakek ku girîngiyê dide nêrîna jinan e, ji bo ku di riya xwendin û şopandinê de jin bibin xwedî hişmendiya baş û bi hêz û zana bin.”

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Di çarçoveya bernameya bihêzkirina jinan a girêdayî saziyên hukmî yên girêdayî çend wezaretan de, nûnerên parêzgehên Iraqê yên li Bexdayê û parêzgehên din di civînên demkî de tên ba hev û balê dikşînin ser rastiya bernameyên ku ji bo bihêzkirina jinan di civakê de pêşkêş dikin. Parêzgeha Enbar yek ji wan parêzgehan e ku bi serdestiya eşîreta baviksalarî tê naskirin. Lê jinan di van demên dawî de hewl dane barê hukmê eşîretî sivik bikin da ku di rêvebirina jiyanê de bi bandor bin. 
“Perwerde li ser ramana piştgirîdayîna exlaqî û bihêzkirina jinan tên dayîn”
Der barê vê mijarê de berpirsyara bihêzkirina jinan a parêzgeha Enbarê, bijîşk Widian Muhammad a 30 salî ji ajansa me re axivî û li ser armanca bernameyê wiha got: “Bername li dora ramana piştgirîdayîna exlaqî ya jinan û xurtkirina perwerdeya psîkolojîk û avakirina kesayetiyê dizivire da ku ji aliyekî ve li hember jiyanê rûbirû bibin û ji aliyê din ve jî nêrînên xwe bipejirînin û bînin ziman.”
Der barê komxebat û kursên ku jin li Enbar û parêzgehên mayî beşdar dibin de Widian Muhammad dibêje; "Pêngava herî girîng avakirina civakek ku girîngiyê dide nêrîna jinan e, ji bo ku di riya xwendin û şopandinê de jin bibin xwedî hişmend û zana bin.”
Di heman demê de ew girîngiya semîneran ji me re vedibêje; "Dibe ku em nikaribin ji % 100 jinan biguherînin lê em dikarin bibêjin ku ji % 90 jin hene ku êdî dikarin jiyana xwe birêve bibin û biryarên rast di pêşerojê de bigrin.” 
“Ji bo piştgiriya darayî kargeh hat vekirin”
Widian Muhammad, komeleyeke jinan ku bi navê Komeleya Jinan a Enbarê tê zanîn, bi rê ve dibe. Komele di sala 2019’an de hat damezrandin û 2500 jinan digre nava xwe. Ew bi çalakiyên cihêreng re têkildar e. Li ser xebatên komeleyê Widian Muhammed dibêje; "Gelek çalakiyên me hene, ya herî girîng li ser şantaja li ser medyaya civakî ye ku hin keç û jin rastî wan tên û xeterek mezin li ser jiyana wan çêdike. Her wiha me bi rayedarên hukumetê yên jêhatî re hevkarî kir, ji bilî wê bernameyeke me ya taybet heye ku bi perwerdeya keçan re têkildar e.”
Widian Muhammad bal kişand ser girîngiya şopandina rewşa aborî ya jinan, nemaze jinebiyan û kesên teleqdayî û got: “Pêwîstiyek pir mezin bû sedem ku Komeleya Jinan a Enbarê kargehek veke da ku jin tê de bixebitin û dahatûyek darayî ya mehane bi dest bixin. Kargeh bi piştgiriya hukumeta herêmî hat damezrandin lê ji ber nebûna piştgiriyê hat paşguhkirin tevî ku gelek serkeftin bi dest xistine jî. Em niha li ser vegera çalakiyên ji bo wê dixebitin.” 
“Pêwîstî bi qanûna li dijî tundiya li nava malê heye”
Der barê rewşa jinan a giştî de Widian Muhammad dibêje; "Em dikarin bêjin ku hukmê eşîretî li parêzgehê li ser jinan ji %70 kêm bûye. Her wiha di van demên dawî de girîngiyek mezin ji bo xwendina jinan tê dayîn, bi taybetî jinên li gundan dijîn. Di heman demê de Widian Muhammad teqez kir ku pêwîstiya jinan bi qanûna li dijî tundiya nava malê heye.”
Jina bi navê M.N. a 30 salî ji parêzgeha Enbarê, dayika du zarokan û jineke teleqdayî ye, dibêje ku wê ji alîkariya Komeleya Jinên Enbarê sûd wergirtiye û dibêje; "Ji bo çareserkirina pirsgirêkan û kêmkirina barê jiyanê, xwelêgirtina jinan ji zilaman pir hêsantir e û ev yek jî vedigere xwezaya civakê. Komeleya Jinên Enbarê roleke mezin list û alîkariya hejmareke mezin jinan kir da ku karibin derfetên kar û pêdiviyên wan ên jiyanî peyda bikin.”
Li aliyê din F. Z. a 40 salî, dayika sê zarokan e, riya xwe di kargeha ku Komeleya Jinan a Enbarê damezirandî ye dît. Li ser naskirina komeleyê wiha dibêje: "Ya ku ji kar û aramiya jinan girîngtir e, piştgiriya exlaqî û teşwîqkirina xebatê ye. Ez dikarim bibêjim ku ez bi hêztir û geşbîntir im niha.”
Widian Muhammad kî ye
Doktoreke li zanîngehê ye û nûnera beşa bihêzkirina jinên li Enbarê ye. Wê di warê zimanê Erebî de doktora wergirtiye û di sala 2020’an de di warê mafên mirovan de bûye sefîra Iraqê. Her wiha temsîla jinên Enbarê û Iraqê jî di semîneran de kiriye da ku piştgiriya jinan di nav rêxistinên Iraqê û navdewletî de li hundur û derveyî Iraqê baş were kirin.