Weqfa "El-Bêt El-Samid" a Xezayê xizmetê ji jinan re pêşkêş dike

Weqfa "El-Bêt El-Samid" a li Xezayê kar dike ku piştgiriya aborî û alîkariyên mirovî ji jin û zarokan re peyda bike, şiyanên jinên Filistînî pêş bixe û hişyariya wan bilind bike.

REFÎF ESLÎM

Xeza – Li Fîlîstînê gelek saziyên jinan ên ku bi xizmetkirina jinan û alîkariya wan ji bo baştirkirina şert û mercên wan ên jiyanî ve mijûl dibin, hene. Her saziyek di aliyekî de, aliyê aborî, çandî, civakî û her wekî din alîkariya jinan dike. Hin sazî karûbarên bijîjkî pêşkêşî jinan dikin. Weqfa "El-Bêt El-Samid" a li Xezayê di her alî de alîkariya jinan dike û xizmetên yekgirtî ji jinan re pêşkêş dike.

"Armanca weqfê dabînkirina piştgiriya aborî û alîkariyên mirovî ye"

Seroka Lijneya Rêvebir a Weqfa "El-Bêt El-Samid" Fatin El-Hemamî got ku ew saziyek femînîst û xêrxwaz e û wiha pê de çû: "Di sala 1989'an de li Xezayê ji aliyê komek jinên ku di warên bijîşkî û perwerdeyê de dixebitin, bi armanca dabînkirina piştgiriya aborî û alîkariyên mirovî ji jin û zarokan re, pêşxistina şiyanên jinên Filistînî li Xezayê, perwerdekirina wan ji bo peydakirina derfetên kar û bilindkirina hişmendiyê di warê tenduristî, civakî û çandî de, hate damezrandin. Weqfa El-Bêt El-Samid di pêkanîna bername û çalakiyan de xwe dispêre xwefînansekirinê. Ji aliyê Wezareta Karên Hundir û Civakî ve fermiyet girtiye."

"Bi keda 9 jinan weqfê kariye armancên xwe pêk bîne"

Fatin El-Hemamî anî ziman ku bi keda 9 jinan weqfê karîbû armancên xwe pêk bîne û wiha domand: "Weqf bi bilindkirina hişmendiya jinan, pêşxistina çanda wan bi kursên perwerdê, bultenên medyayê û semîneran, alîkariya jinan, bi taybetî jinên ciwan ên ku hevjînê wan jiyana xwe ji dest dane, ji bo bidestxistina pîşeyekî wekî çavkaniya debarê û peydakirina derfetên kar ji bo jinan mijûl dibe. Di nav armancên weqfê de eleqeya li ser folklora Filistînê jî heye. Hevahengiya digel dezgehên niştimanî û dezgehên xêrxwazî ​​yên din li hundir û derveyî welat ji bo geşepêdanê karekî din e ku dikeve ser milê Weqfê ji bo dabînkirina berdewamiya xizmetguzariyên wê ji civakê re."

"Em taybetî piştgiriya zarokên şehîdan dikin"

Fatin El-Hemamî diyar kir ku weqf hewl dide jinên ku ji ber şert û mercên zehmet ên aborî êşê dikşînin di nav komeleyê de bike yek û ji bernameyên wê yên weke hunerê dest ê xemilandin sud werbigirin. Berhemên van jinan di pêşangeheke daîmî ya li komeleyê û pêşangehên derve de tên nîşandan. Di meha remezanê de me ji bo malbatên feqîr kampanyaya selika xwarinê da destpêkirin. Em bi taybetî piştgiriya zarokên şehîdan dikin."